|
Çîrok
Kortik
-Ezê çawa bikim ji vê jinê "ya rebî ya îlahî"..
Ji ber ko debara min nema ji ber destê wê dibû
ez wisa mabûbûm min keser û xem dihûnandin û berzûrî Xweda
dibûm:
- Ya rebî ez kûçkê te me min ji vê qereçiyê
rihet bike.!!!
Helbet, min di nava xwe de wisa digot, ma min
diwêrîbû tuştên di nava xwe î peritî de derxim der û eşkere
bikim, li gel vê yekê jî ko ez di rûyê wê de rûdiniştim min
dikir ko hes bike ko ez gelekî jê hez dikim, geh bi devlikenekî
mebestî û geh bi mad talî.
Ko merovan tinazên xwe bi min nekiribana û
negotana ne tu zilam e, çimkî ji ber jina xwe bazda, min ê dev
ji vê malê berda û min ê konikek li çol û çiyan vegirta û ezê tê
de rûniştama, ji ber ko her roj xwarina me bi ya wê bû, ev bû
yazdeh sal ko em bi hevûdu re dijîn, rojekê ji rojan xwarin bi
dilê min li êgir ne bûye. Her roj jî xwarina me kortik bûn û ji
bo wisa jî şerê me her gav lidarbû, min jê re digot:
-Ez berê wek kortikekê me û tu her roj jî
kortikan çêdikî...
Bê ko li min meyzîne û ji ber ko zire gepek di
dev de bû û di her destekî de jî kortikek hebû da di ber devê
xwe re bighîne, tuştek ji min re got min qet jê fam nekir, piştî
gepa xwe daqurtand got:
- Tu kortikeke ne dagirtîye.. ji bo wisa jî rih
di te de tune, pepûko hema bux û bux û bux belkî rih bi te ve
bê..tu bûye weke darkê fisê..
Min navê wê kiribû Kortikê. Cîranan jî qet
kortik çênedikirin, tenê bes bû ko di ser dîwaran re bang
bikirna:
- Wa cîrana kortikê.. tu ka bi xêra dê û bavê
xwe çend kortikan welê..
Ta ko merov çawa bi meyzanda serî û dest û sênî
di ser dîwarên mala me re bûn û dibû qîj-wîja wan û bang li
xanima min dikirin:
- Wa cîrana Petotê.. tu ka bi xêra dê û bavê xwe
çend kortikan welê..
- Wa cîranê Xwedê te ji kortikan bê par nekî ka
vê teştê ji me re tije kortik bike lê..
- Wa cîranê Xwedê kurekî bide lawê xaltîka te,
welê van sêwlekan em xwarin ji bo kortikekê, tu ka vê beroşê
çendeka bixêde lê..
Kortikê, ango jina min, gelek caran wisa
kortikên me didan cîranan ta ko bêtirînên caran bê kortik dima û
bê ko ji wan tam bike, ji nûv re û careke din radibû bermîlek
kortik li êgir dikir, yê min jî tiq-tiqa min bû ez bi wê
dikeniyam û bi tinaz min jê re digot:
- Kortikêêêêê.. Di heqê te de ye..weleh te em li
dinyê û axretê hetikandine.
- Kortikêêêê.. tu çima kortikan nafiroşî..?.
- Ha ho.. weleh te anî Kortikê..
Di ber xwe de min wisa digot û di vê babetê de
bi ken û ji dil ez ramiyam û ji nû bayê heza Kortikê li dilê min
da û bi destan min şanî wê da ko were li kêleka min rûne, min
dest danî ser milê wê û bi kêlekekê min lê meyzand, bi ken min
jê re got:
- Zerîcanê (navê wê) em
çima
firoşgeheke kortikan venakin..?
Lêvên wê ji ser hev çûn, bi ken û bi teniştekê
li min meyzand bê ko tiştekî bibêje, dîsa min peyva xwe berdewam
kir:
- Îş û kareke ne li bîra bilîmet û hozana ye..
Bi çav in fireh li min meyzand û tiliha xwe danî
ser cênîka min, pê re got:
- Qoq hene û qoqanok hene..
Dîsa min jê re got:
-kesên ko bivên kortikan bixwin wê wer in ba me
kortikên amade bikirin, çima dê xwe biwestînin ta ko bikolin û
dagrin..
Gotina min birrî û got:
- Naaa... amade hene.. xelk dixwazin amade gepa
wan bikeve devê wan..
- Û çuqas Gaza wan dire..
- Hiş .. hiş dengê xwe hilmeke, nere kesî..
- Qoq hene û qoqanok jî hene..
Ne min ne jî wê me bawer nedikir
çi
çaxî
em ê dest bi vî îş û karî bikin, di eynî gavê de em rabûn bi
bajêr û çarcihan ketin, yazdeh çewal bacanên reş mîna bênderekê
me li hewşê kom kirin, ji dermanan re bacanên reş li bajêr
nemabûn, şeş qîzên karker ji yên ko ji neynikan hez nakin me li
xwe civandin û me dest bi kolanê kir, Ya dinî rojê kolan bi dawî
hat û ji kêfa di nava xwe de min destên xwe bi hevûdu dixistin û
min li çepka dida û li dor bermîlên ko bûbû peq peqa wan di bin
agir de, ez mîna dînekî diçûm û dihatim, min dîlan dikir û bi
stranî jî digot:
Zerîcanê .. Zerîcanê
T’û kortik wer in dîlanê
ên hez dikin kortika
wer in mala beytika
Me qapan danî û em li ber rawestiyan, gavekê
duduyan, katijmêrekê.. danekî, rojekê, ya dinî rojê tu kesî li
derî neda, çavên me di bendemana merovekî ko bazara kortikan
bike, westiyan, bi mat min li Zerîcanê nerî, wê li min nerî, bi
madekî tal min jê re got:
- Kortik bûn bi pera.. Çavên me man li dera.!!.
Ta ko kortikên me di bermîlan de genî bûn û bîna
wan fûriya û belav bû, ta ko bi tarê û bajêr ket, ta ko gelek
kes ji bîna wan nexweş ketin (tenê Textoran sûde ji vê yekê
wergirtin) û çendek ji nexweşan jî mirin, cînaran nema debar ji
ber bîna genî kirin, piştî zirt û fortan gilihê me kirin û bû
tûti-tûta turumbêlên polisan li ber deriyê me, matmatyî min li
Zerîcanê meyzand û bi piste pist jê re got:
- Îca çû ji me de lê Pepûkê...
Hîn wisa di wê rewşa xerab de neh-deh leşker
borîn û bê ko tuştekî bêjin bi çeplê min girtin û ez wek sehekî
mirî bi dû xwe de kişkişandim, di nav wan re û bi zor û heft
bela ez li Zerîcanê zîvirîm û bi dengekî hêla û şewat min jê re
got:
-
Kortikê anha têr bixwe..
-
Kortikêêê.. Ez çûm bi xatirê te..
-
Kortikêêê .. tu mêra di paş min re nekî ha.. li bende min
bimîne.
Di nav lepên leşkeran de dîsa min strana xwe di
ber xwe de got:
Zerîcanê .. Zerîcanê
T’û kortik wer in dîlanê
ên hez dikin kortika
wer in mala beytika
Bi stranê re ez wek sehekî avêtim dawiya
turumbêleke kesk ta ko min nema xwe dît.
Dema ko Zerîcanê hat seredana min zire beroşek
kortik bi xwe re anîbû lê min tam nekirin, dema girtiyekî li
sedemê pirsî, min got:
- Ko ez li wan dimeyzînim marên reş tên ber
çavên min..
Qamişlo |