|
|
|
|
Çîrok
Serokkirîn
Kongirê partiyê
yê di 20/09/2001de li gundê Nehroz lidar ketibû, vê carê ne
normal bû, ne tenê ji
ber ku piraniya nûnerên herêman amdebûn û yên jinan jî, belê vê
carê ta bi nûnerên Zarokan jî amedebûn, kongir sê roj û sê şevan
berdewam kir, axaftin di babetekê de diçû û dihat; çilo û çawa
dê serokekî nû ji bo partiya xwe hilbijêrin..? da partiyê bi
demê re bighîne û ber bi pêşxistinê de bajo, nûnerekî di gotina
xwe de gotibû: partiya me ji ber partiyên dî ve gelekî li paş
maye û ev jî wek tête diyar kirin ji serokê giştîye, diyar e em
di hilbijartina serokan de nezan in, ya dî em kurd ji partiyekê
tenê em serokê giştî dinasin, ew baş be partî hemû baş e û di
xêra xweda de ye, xerab be jî partî hemû xerabe, hemû kar û
xebat, pêşveçûn û paşveçûn li serokê giştî vedgere, di paş re
nûner a jinan gotibû ku ji ber vê yekê divê em serokekî
hilbijêrin ku milet hemû li dor xwe bidî hev.
Kongir sê roj û
sê şevan dirêj kir, ta ko biryara dawî standin, geh axaftin sar
dibû geh jî germ dibû, di çaxê bênvekirinê de jî hemû di vê yekê
de mijûlbûn ji bilî Zarokan ên bi gogê dilîstin namaze nûnerê
wan lîstikvanekî jîr û zana bû, fanêlekî zer lêbû, navê xwe û
nemra 10 an li ser çap kiribû, bi wateya ko ew lîstikvanekî
Berazîlî ye, di roja sisiyan de jî hîn ew ne axiftibû, navê wî
di lîsta gotinbêjan de tunebû lê sikretêrê komîta navendî û
liser daxwaza wî destûr da ku ew jî tuştekî bibêje, ji ne çarî
hemiyan li wî guhdarkirin, wî got:
-Di cîhana
gogê(Footbol)de piraniya tîmên cîhanê wek Barşelona,
Riyal Madrîd, Manişister Unaytid û Latisyo Roma rêzên xwe bi
lîstikvanên biyanî xurt dikin, bi melyonên dolaran lîstikvanên
baş û zana dikirin an jî kirê dikin da ji wan re bilîzin, vêga
em jî dikarin serokekî baş ji partiya xwe re bikirin an jî kirê
bikin !!.Hemiyan bi mat li hevûdu nêrîn û gotin:
-Bi xweda te tenê ya rast û durust û hêja
got. Endamekî wisa got û
biryar bi vê yekê standin.Yek ji nav koma endaman rabû ser pêyan
û bi dengekî bilind got:
-Ez çavê te bixum, tu yê kê yî loooooooo,
xweda te bihêle..?.
Ev yek hîn di tevaya dunyayê de nebûye,
helbet dê bûyer û nûçek hêja û rojanebe ji bo hemû rojnamegeriya
cîhanî, partiya me wê ya yekemîn be ku vê yekê dike û ne dûr e
ku partiyên dî jî vê yekê bikin, helbet dê wisa bikin da
partiyên xwe pêş de bajon, kirîna serokan ji bo partiyên
rojhilat zor gerek û pêwist e, hin ji bo li hev guhdar kirinê,
hin jî ji bo demuqratiyê; Ev serok
dê me fêrî gelek tuştan bike ku ta niha em jê bê par in,
endamekî wisa ji xwe re got û pirsî:
-Lê gelî hevalan ka hûn kê
li ber çavan dibînin da em wî ji xwe re bikirin û bikin serok ?
-Ronaldo…,
zarokekî wisa û bi ken got lê kesekî deng nebir xwe, merovekî
rîspî li kêleka wî ya çepê rûniştîbû jê pirsî:
-Ew çi kes
e û çi dike..?
-Mamo ew Berazîlî
ye, di tevaya cîhanê de kesekî weke wî jîr û zana di gogê de
nîne, lê pir buha ye haaaa!!.
-Çavê mamo em pirsa serokan ji bo partiya
xwe dikin, çi çaxa me Kurdistan rêzgar kir em dê wî yê te got
bikirin, bila ji me re bi gogê bilîze, te got navê wî çi bû..?.
-ez serok merokan nas nakim, ez tenê gogê
û yê bi gogê dilîzin dinasim, ê
zarok wisa bersiva xwe da û bê
deng danişt, di dema ku di nava xwe de pir aciz bû û digot çima
ev kes li ser gogê na peyivin ma ji siyasetê ne baştir e, ez
dizanim çima ew li ser gogê napeyivin ji ber ew tiştekî li ser
nizanin, ku zanîbana helbet dê biaxivyana da xwe qure bikin, ji
bo ku li zarokekî weke min guhdar nekin li ser gogê napeyivin,
wî bahwer nedikir çi çaxî kongir bi dawî bibe û bi gogê bilîze.
Nûnerê herêma bakur rabû ser kab û nîvekê
û destekî xwe bilind kir, çi mirovê axaftina wî heba wisa dikir,
da herkes wî bibîne, wî got:
-serokê em bikirin divêt Ewrupî be, çimkî
Ewrupî pir demuqrat û dilovan in û bi mafê mirovan re ne!!.
Ji nav hemiyan rîsipiyek rabû ser pêyan û
pêşniyarek da û got;
-her kes dikare navekî pêşkêş bike û di dûv
re em dê wan navan daxînin hilbijartinê.
di dema ku pelik belav kirin û dan ser hev
çar nav hatin meydanê, Con Mîcer, Hilmot Kol,
Nîlsom Mandêla
û Bil Kilînton, ji bo hilbijartina navekî ji van navan
kongir rojeke dî ma, di heman demên
dawî de ev pirsgirêk çareserkirin. Dema herçar navan deng wekû
hevûdu anîn, çar partî ji kongir derçûn.
Holland -19/01/2002 |
|
|
|