|
Çîrok
Partiya
Don Kîşotan
-Çima tu bahwer nakî bi serê şêx û tirba şêx
Cibir partî wek ya me nînin..?
çi cara ko Şêro bihata
ba min berî silavê li min bike wisan digot, bi rastî jî min bi
wî partiya serxwebûna kurdistan naskir û hingî partiya xwe bi
min şêrîn kir min di nava xwe de digot “gelo rojek heye ez bibim
endamek di vê partiyê de”, hêviya min ne tenê ev bû belê bi
gelekî ji wisan mezintir bû, xweziya min bû ez rojekê bibim
serokê vê partiyê û bila tayê kirasê min tunebe!!!
Partiya serxwebûna kurdistan bûbû mîna
çiyayekî di serê min de û serê min pê giran bûbû, ji vê partiyê
pê ve min nema dikarîbû ez di tuştekî dî de biramim, ji ber ev
partî bûbû mîna afesanekê di hiş û ramanên min de, ne dûr e
mirovekî din ba dîn biba û bi çolan biketa lê yê min tuştek bi
min nehat ji ber ko Şêro dema pesnê vê partiyê di da te digot
qey sibe dê kurdistan rêzgar bibe, dema ji xwe razî û devliken
digot:
-rêzgar kirina kurdistanê li ser destên me ye..
Dibû sibe,
lê kurdistan rêzgar nedibû, lê li gel vê yekê jî dema wî wisan
digot min di nava xwe de dilîland û madê min geş dibû, min di
nava xwe de digot « kurdistan li ber derî ye », ji kêfan re
qûna min nema cî digirt û devliken careke dî min di nava xwe de
got « başe hîn ez sax im wê kurdistan rêzgar bibe û ev kul bi
min re naçe gorê » .
Du roj ne diborîn Şêro dihat ba min û dikir
giftûgoya partiya xwe, te digot qey feylesûfeke, ez jî bûbûm
mîna latekî tenê min li dervê wî dimeyzand, wî wisan dikir
helbet ji bo min bixe partiya xwe de, nema dev ji min berdida û
min jî bi kêfxweşî pêşwaziya wî di mala xwe de dikir, ji ber ko
bahweriyek li gel min peyda bûbû ko « Ev e yê kurdistanê rêzgar
bike, da çawa ezê wî di mala xwe de ne kêfxweş û devliken
pêşwaz bikim, ma çê dibe ez wî derbasî mala xwe nekim û welatekî
dê ji min re ava bike, ma kê bawer dikir kurdistan çê bibe-weleh
yê kurdistan çê bike gerek me re wî bi şîr û şekir xwedî bike,
ko şîrê şêr di i'yarê şêr de bixwaze gerek me re jê re bîne,
gerek me re wî bixe çavên xwe» .
Carekê û piştî me şerm û fedî avêt, min jê
pirsî :
-tu dibêjî rêzgarkirina kurdistanê li ser destê
me ye, da felsefeya we ji bo vê yekê çî ye ?
Li qûn rînişt, cihê xwe xweşkir, wek mirovekî ji
xwe razî got :
-felsefeya me taybet bi me ye, me felsefeyek ji
bo xwe afirandiye, ji bo kurdîtiya xwe, li gor ahenga kesê kurd,
em ne rojhilatî ne ne rojavayî ne ne jî hevalê rebê jorî ne!!!…
Dema wisan got hîn bêhtir bahweriya min bi
partiya wî hat û ew jî di çavên min de mezintirbû, dudilî min
pirsek dî jê kir wek ezê zanibim wê bersiva wî çi be :
-ez endamekî dî ji te pê ve ji endamên partiya
we nasnakim ?
-belê, ji ber ko partiya me gelekî penhanî ye di
kar û xebata xwe ya konevanî de û dan û stendina bi kesên vê
kolanê re ji min tê te xwestin.
Dema wisan got tevzînok bi laşê min ve
hilkişiyan, pê re dilê min lerizî, xweşiyekê girt ser laşê
min « aaaaaaax ax xwezî niha diber vê partiyê de ez şehîd
bibûma, helbet ezê bihuştî bama », bê hişê xwe min wisan got û
careke dî ez bi gotina wî şa bûm, ew û partiya xwe hîn bêhtir
mezin bûn, ta ko îca min bêhtir ji partiyê hez kir û kar û xebat
di berde kir û bahweriyeke min î bê hempa pê hat ta ko carinan
min ji xwe re digot « ne dûr e ev partî cîhanê tevî rêzgar
bike » !! .
Roj bi roj min xwe bêhtir nêzîkî vê partiyê
didît, min digot qey ez bê wê nema dikarim bijîm, ta ko carekê
min di xew de dît ko ez bi partiyê ve zeliqîme ya ko mîna qurmê
darekê qalind û bilind û xurt bû û bi kelbetan û duha û esîtê em
ji hevûdu nedibûn, bi xurtî ev partî nuqutîbû dilê min, dibe ko
ji ber partîyên dî tuştek nekirine û dilê mere li jiyanê sar
dikin û welatparêzî li ber çavên me re reş kirine, ev bû
şêst-heftê salên wan hene ji derew û xapan pêve li hevûdu û
milet nekirine, hin in ji wan dibêjin Mirîşk ji hêkê ye, hinin
jî dibêjin na hêk ji mirîşkê ye, yek ji wan ji ya dîre
dibêje « serokê partîya me ji serokê partîya we bêhtir şîk û
lihevhatiye, ta ko carekê serokê partiya me di kolanekê re
derbasbû qîzikên wê kolanê hemû ne bi dilekî belê bi yazdeh
dilan dil ketênê », carekê û li pêş çavên min du endaman ji van
partiyan bi kulm û kêran rabûbûn hevûdu û xwîn bi ser serê
hevûdu xistin çimkî yekî ji yê din re gotibû « pozê serokê we
wek teriya rovî dirêj û lihevbadayî ye lê ya serokê me
maşele-maşele wek ya mîr û paşa ye ».berî du rojan endamekî ji
Partiya Şoreşgerên kurdistan kirin zindanê çimkî goştê ker û
sehan difrot, da çawa bahweriya merev dê bi wan were ew yên ko
kar û xebata wan lîstika pelik û dadûbûna qûna qîzikan û
giftûgoya li ser namûsa xelkê ye, diya min ya ko tuştekî ji
konevaniyê fam nake carekê got « ev partî wek me jinanin ziman
dirêj in lê tuştek ji wan nayê », carekê jî mirovekî dîn tuştek
ji min re got « ev partî baş bana ezê ne dîn bama », dema yê dîn
wisan got ez ji darekê ketim û min li sedema dînbûna wî pirsî,
gelek kesan ji min re gotin ev yê tu pirsa wî dikî navê wî Osman
e, bîst û du salan di partiyan de kar û xebat kiriye, ji
partiyekê diçû partiyekê hingî ew diqewitandin, li gel ko dil
rast û jîr bû jî, kar û xebat ketibû xwîna wî de, ji xwe re
digot « ko ez kar û xebatê nekim tucarî welatê me rêzgar
nabe » û di yek partiyê de jî ne gihaşt komîta navendî, da çawa
merov bahweriyê bi partiyên wisan bîne.
Di kongirê partiyekê de ya ko nayê bahwerkirin
çêbibû, di destpêka kongir de Serokê giştî pirograma salane
şilfî tazî xwend, endaman jî bi fermana ko wî dabû xwe şilfî
tazî kiribûn li gel çend jin jî amade bûn, dema mirovekî li
sedema vê yekê ji serokê giştî pirsî, wî got :
-ji bo ko em tev weke hevûdu bin, çênabe di
partiya me de endamek bi bedil û girafêt be û yek bi cilên
qetyayî û pînekirî be..
Partiya serxwebûna kurdistan bûbû mîna
afesanekê di ser û çavên min de, hergav bi min re dijî û bi
xewnên kabûsî re dihat xewnên min, min kî didît wek dînekî min
jê dipirsî :
-tu Partiya serxwebûna kurdistan nas dikî.. ?
lê wek ez ji dîwarekî bipirsim, kolan bi kolan,
tax bi tax mîna dînekî min pirsa Partiya serxwebûna kurdistan
dikir lê kesekî dilê min xweş û şa nekir, gotina Şêro min li
bîra xwe tanî û min xwe pê razî dikir « partiya me gelekî
penhanî ye… » di vê gavê de min di nava xwe de digot « kî dizane
dibe ev yên ez ji wan dipirsim hemû endam bin di partiyê de »,
gelek caran min ji firoşgehan dipirsî :
-Partiya
serxwebûna kurdistan heye.. ?
Her car min pişta hustûyê xwe polî poşman
dixurand û min berê xwe dida devereke dî, ev firoşgevan ji kû
partî martiyan nas dikin, ji wan weyê rengek ji lûfikê laşa ye
yan jî rengek ji bîna bin çenga ye û li ba wan tune, kî dizane,
dibe bi vî navî nebihîstibin jî û dibe ev tev rêxistîbin di vê
partiyê de belê xwe eşkere nakin, min ji xwaringehekê pirsî:
-Partiya serxwebûna Kurdistan heye..?
Ez dizanim wî tinazên xwe bi min kir dema li min
vegerand û got:
-weleh piçek hebû zibûnan xwar..
Min xwe nedît ko ez li ber dergehê dermandanekê me, min ji
dermandan pirsî:
-Partiya serxwebûna kurdistan heye..?
Keniya..têr Keniya ta ko zikê wî êşiya, bi tinaz got:
-şensê te tune berî niha xilasbû..
min careke dî jê pirsî:
-ma partî xilas dibin..?
careke dî bi ken û tinaz got :
-li Esfûriyê heye bi lez xwe bighîne esfûriyê
berî li wir jî xilas bibin..
Ji dema berê de pêşiyan gotin e" bi pirsê
merov dighê xursê " mirovek di bin siya dareke hişk de rûniştibû
û kûr û dûr diramiya, min jê pirsî :
-tu Partiya serxwebûna kurdistan nas dikî.. ?
serê xwe rakir dibin çavan re li min meyzand,
tirsek bê sînor di çavên wî de hebû, ji min re got :
-belê… bi destê xwe yê çepê mirovek nîşanî min
da, bi lez ber bi wî mirovî de çûm, min bilez jê pirsî :
-tu Partiya serxwebûna kurdistan nas dikî.. ?
wî jî ez dam destê yekî dî,
pênc şeş caran bi min wisa kirin ta ko berê min dan yê dawî,
hêdî-hêdî û bi tirs ez ber bi wî ve çûm, ziq min lê meyzand, bê
hişû matmayî min got :
-tuyî.. !!
li min meyzand û keniya û keniya ta ko kefê di
dev û bêvilan re avêt, kenekî dînitî û bê wate, bi ken got :
-Belê..ev jî hemû endamên partiya me ne û ez
serokê wam e.
Min pirsî :
-te digot rêzgarkirina kurdistanê li ser destê
me ye.. ?
Careke dî bû tiq-tiqa wî û nema rawestiya, ji
nişkan de kûr li min meyzand, gavekê bê ken rawestiya, ji nişkan
de careke dî bû tiq-tiqa wî û bi min keniya, paşî têr keniya ji
min re got :
-Partiya çi û martiya çi hey kero ceh li bero!!,
min tinazên xwe bi te dikir, diyar e tu hovî ji ber te ji min
bahwer kir..
Ji nişkan de û bi hemû hêza xwe fîkand ew qas
dîn li me civandin û li dor me bûn xelek, hêdî-hêdî ber bi min
de nêzîk bû û bi destê min yê rastê girt û bilind kir, pê re
got :
-Gelî feylesûfan..gelî endamên partiya
serxwebûna kurdistan..ji îro û pêde ev Serokê we ye..
bê hişê xwe ez çeng bûm û min lîland..ji kêfan
re min dîlanek dînitî kir û bi stranî jî got :
-Dawî ez bûm serokê Partiya serxwebûna
kurdistan.. !!
Qamişlo-11/02/1994
|