|
Çîrok
Zarav mêran dikujin
-ez ji bo
axaftin û zimanê te yê şêrîn dijîm..
-wax..wax,
naxwe tu ji min hez nakî?..
-ma çawa ji te
hez nakim keçê, te serê min xwarê, mane ji bo te li ser vê xaka
zuwa dijîm, yana niha ez ji zû ve terqiyabama.
Comerdê evîndar
dixwest ji dilbera xwe Şehnaz re diyar bike ko rola zimanan di
dildariyê de heye, her wisa di axaftin û têgihiştinê de jî heye.
Wan bi dizî hevûdu li ser çemê Ceqceq, li bind ara tuwê li taxa
Alaya ya ko dikeve rojhilatî Qamişlo dîtibûn., jixwe wê rojê
hevûdu bi ramûsanan şewitandin, rû li hevûdu sor kirin. Zarokin
ereban li wir şivantî dikirin, yekî ji wan jêre gotibû; jina te
gelekî xweşike, yekî din gotibû; ma ne avise?. Her duwan li
hevûdu nerîn û keniyabûn wek ko ji hev re bêjin xwezî em jin û
mêr biwana. Şehnazê serê xwe danîbû ser sînga wî û lê guhdarî
dikir. Comerd jî wek zimanzanekî daxêvî û jêre digot ko di dema
berê de merov bi çav û destan bi hevûdu re daxêvîn, evîndar jî
bi çav û destan bi hevûdu re daxêvîn û ji axaftinê bêtir ji hev
têdighajtin, wek çilo niha ez û tu bi çavan bi hev re daxêvin.
Wî jî nizanîbû çilo û li ku ziman cara yekem peyda bûn, wî ji
dilbera xwe re diyar kir ko merov ji pênc melyon sal de dijîn lê
kesek dîroka zimanan nizane. Şehnaz jê fam nekir çima ew vê
mijarê didomîne û dubare dike, dibe ko berî niha di derbarê vê
mijarê de bi dilbera xwe re neaxivîbe, yan jî dibe ko pirtûkek
di derbarê zimanan de xwendibe, îca ji dilbera xwe re şirove
dike. Jixwe hingî axivî serê wê êşya û ji bo ko mijara li ser
zimanan birawestîne gotina wî birî û pirs kir û got:
-tu dikarî
pêkenokekê bêjî ji vê axaftina zuwa bi sûdtire?.
Ew di mebesta
wê de gihaşt, dixwest jêre bêje ko hun jin ne dixwînin û ne jî
sebr û arama we heye ko hun li merovan guhdarî bikin, lê wî jêre
ne got, tirsiya ko bitengire û nema ramûsanan bidê. Jixwe Comerd
pêkenokan zane, bûyîna wî pêkenokeke, ew bixwe pêkenokeke, ew
pêkenokan diafirîne û çî wî ji pêkenokan pêve heye. Dibêjin
carekê sê kurd, yek ji Ingilistanê, yek ji Ferensayê û yê din ji
Elmanyayê çûn Yonanistanê ba dostekî, dostê wan bi ziman
nizanîbû û ji bo ko hezkirina xwe ji wan re diyar bike ew
vexwendî ser goştê berxan li xwaringehê kirin, ê ji Ingilistanê
got zimanê Ingilîzî li her derê mîna zimanê fermîye ezê goştê
berxan ji xwe û we re bixwazim, lê gerson tiştek jê fam nekir, ê
ji Ferensayê rabû û got ko zimanê Ferensawî zimanê duyemîne li
dunyayê gerek gerson ji min fam bike, lê ji wî jî fam nekir, her
wisa ê ji Elmanya bi poz bilindî rabû û ji gerson goştê berxan
xwest, lê ji wî jî tiştek fam nekir, dostê wan ê bi zimanan
nizane rabû ji wan re got ko zimanên we hemû bê sûde ne, de îca
li min temaşe bikin û bû meee-meee û mirçi-mirça devê wî, ê
gerson yekser çû goştê berxan ji wan re anî.
-ha ha ha….. ko
tu ji min hez dikî tê pêkenokeke din bêjî.
-ma mazad e,
evîna xwe ne de ber bazaran. Dibêjin li Elmanyayê serê merovekî
sehek heye, yê hinan dido ne, yekî kurd jî bi tiştekî xwe ne wek
merovan bû, rabû berxekî piçûk anî û di malê de xwedî kir, hin
pê xortaniya xwe ya li welat dema li gund dijî li bîra xwe anî û
hin jî sebra xwe pê dianî. Carekê baran ji erd û asman dibariya,
dike ko bi postê ji Essen here Bochum, berxê xwe jî bi xwe re
dibe, yê ajovan nahêle berx bixe postê û wan vedigerîne ber
baranê, ew jî li ber deryê postê diraweste bi hêviya ko dilê
ajovan bi berx bişewite û wan derbaske, dît ko jinek hat û zire
sehek wek keftarekî pêre û borî postê, mêrek hat û du seh pêre û
borî postê, kî hat û sehek jixwe ê hinan du seh bi wan re û
ketin postê û ajovan qet napirse hun ê bi ku de biçin, ê kurd jî
hingî tengirî hat ba ajovan û bi hêrs jêre got:
- warum ew ew
ja me me nein ( bi Elmanî; çima seh erê û berx na). Bû tiq tiqa
Şehnaz ta ko reş û şîn bû.
-kuro wele..bile..tile..bi
semawele ji te hez dikim.
-nan û avên min ji vî welatî hilatin.
Dema Comerd wisa ji nişkê ve got pêre-pêre
Şehnaz reş û şîn bû û di cê xwe de sar ma, ji guhê xwe bawer
nekir.
-te çi got?
-min got ji bo ko hezkirina min ji te re
zendî bimîne ezê ji vî welatî barkim.
Welatê ko evîn têde qedexe be jiyan lê nabe,
ko bira keda bira bixwe jiyan bê wate dibe. Di bûyereke tirafîkî
de dê û bavên wî berî heft salan jiyana xwe ji dest dabûn,
birayê wî xuşka çarde salî dabû mêr û di mala ji sê odeyan û
hewşeke fireh de asê bûbû, ji Comerd re gotibû; tu dikarî li ber
sîka dîwaran bi cih bibî, ew ji mafê te yî an jî tu dikarî
çadirekê di hewşê de vegrî û têde bi cih bibî, ko tu kêm dibînî
bila jora malê ta bi asman ji te re bî. Ma Comerd dê çi ji jora
xaniyê axînî ta bi asmanan bike. Cînarekî wî jî wisa bi jin û du
zarokên xwe kiribû, roja jina diduwan anî bera jin û du kurên
xwe ji malê da û telaqê wê bi tifekê û sê zixuran xistibû dest.
Comerdê ko li ba terziyekî bi nan û zikê kar dikir, gelek
merovan bi serê wî sûnd dixwarin, hin ji ber xwîn û zimanê wî yê
xweş û şêrîn, û hin ji ber têkiliya wî ya xweş û vekirî. Comerd
merovekî rast bû, qet derew nedkir, her wisa dilxweşkirina bi
derewî li ba tune bû, lê bi şêweyekî digot dihişt merov jê hez
bike. Li gel di çadirê de dijî mêvanên wî ji siyasetmedar û
nivîskaran tim hebûn, di şazde saliya xwe de fêrî nivîsandin û
xwendina bi kurdî bû bû û car caran berî ko çîrokan binivîse
helbest dinivîsandin, di dawiya şevan de û piştî vexwarina meyê
helbestxwendin pê xweş dibû, li mejî û sawêran dixist, her wisa
sawêr şiyar dikir, îca heval û dostên wî jê hêvî dikirin ko hin
helbestan bixwîne, wî yekser helbesta pêşî xwend;
Li ber lempeya lerizî.
pûtekî sernixûz im.
Ji te re tiliyên xwe dikolim
Dikim kortik, dikim paşîv û li ber te
datînim,
de jiyana min bixwe.
Ez afesaneya te ya dawî me..
diranan dihûnim..dirêsim..dirizînim..,
xewna vekirî û ne mîna kavilê ji laşan
Di xewnan de şûr simbêlên min nabirin.
Mêrantî ew e ko tu bi sênga dilbera xwe şa
bibî.
Lêvên xwe di bin guhan de biçînî,
Bila tu mûm bî, bila ez wek perwaneya dîn
bişewitim.
Her kes wek xwe dike û wek xwe dijî û wek
xwe dişke
Lê ez wek jîn û xewna hişk dişkim
Ez evîndarekî dawerivî
me. Ez baran im.
givaleyên mişext bê sûde
dijmêrim.
Ez stêrk im di işqa banê
dilbera rih şêrîn de.
Ji bo te bûm berxê
qurbanê lê te kêra ko da ser jiyana min û te oxira dawî bê
xatirxwestin kir.
Yazdeh salan te ez dagîr kirim
Ma nebese, te ez kirim devê şûşe.
Wek libên tizbiyê te sal bera ser salan dan
Û tovê min hişk û zuwa kir.
Ezê çi ji bênderên ramûsanan bikim
li gel ko kêferata diljêkirinê dikim
ez kirim qirşek û qurifandim, lê
Hîn jê hez dikim
Hîn bi dû siha xwe dikevim
Ji hemû
partiyan dibûn mêvanê wî û li dîtin û bîr û boçûnên wî guhdarî
dikirin, her kesî jê hez dikir, ew jî endamê partiyekê bû, lê
xwe wek endamekî di hemû partiyan de didît, wî tim diyar dikir
ko em hemû bi hev in û em hemû ji bo yek dozê dijîn û kurdayetî
ne li ba kesekî û diduwa ne, belê li ba me hemiya ne. Carekê
endamê partiyekê jê xwestibû ko partiyekê bixwe çê bike dako
bibe serokê wê û biryar li ba wî be û ew jî dê dev ji partiya
xwe berde û bibe endamê wê, wî gotibû partiya wî heye û
mezntirîn partiye, mebesta wî hemû partî yên wî ne. Comerdê ko
her kesî jê hez dikir biryara qedera xwe daye lê hîna Şehnaz
nizane, qedera ko ne li ser vê xakê bimre, xaka ko her kes ji
bilî birayê wî jê hez bike, û tumayî merovan bixwe, merov
merovan bi gotinan dixwin. Her kes ji min hez dike ji ber ko min
rexne li wan nekirye, li kar û xebata wan ya di ber kurdayetiyê
de nekirye, her kes dibêje ez û ne kesî din, ji ber vê jî
pêşeroja me nediyar e. Ko ne ji van zimanên ko ez bi wan dizanim
biwa dibe ko ji bilî endamên partiya min kesî silava xwedê jî li
min nekirbiwa, her yekê bê ba min pelek di destan deye û piştî
dilxweşkirinê dibêje; tu dikarî vê daxuyaniyê wergerînî kurdî,
Rûsî, Ingilîzî, Firensawî.
Comerdê ko
çarşema bê soza wî li bin dara Tuwê, li ber çemê Ceqceq bi
dilbera wî Şehnaz re ye, dê nere ser soza xwe, Şehnaz jî dê çi
ji xwe bike, hîna ne diyar e. Ewê nameyekê li başûrî darê bi
yazde gavan û di şûşeyekî de, di bin axê de bihêle û beta weta
bibe. Dema Şehnaz bê û wî nebîne, dê bibe kutkuta nava wê, dê
yekser bi dîtina wî bê hêvî bibe, ji ber tim ew berî wê li wir
bû, dê zû bi zû neyê bîra wê ko nameyek jêre hiştiye, piştî hêl
têde nemîne dê di bin darê de rûnê û wî bîne ber çavên xwe,
gotin û pêkenokên wî dê li bîra xwe bîne, hinekî dê bibeşişe lê
zû dîsa madê wê tê guhertin, dema name bê bîra wê dê yazde gavan
bi yek e û bê hişê xwe bixwîne;
Ko rojekê ji
rojan zendî vegerim, ji bo te vedigerim, ko vegerim jî dê di
bîst û pêncê meha yazdan debe, bi xatirê te.
Ji te hez
dikim
Comerd
05/03/2006
Piştî du sal û
neh mehan Şehnaza dil şikestî dê ji cînarê xwe Remo nûçeyên
dildarê xwe guhdarî bike, ew niha li başûrê Kurdistanê li
Silêmaniyê nûnerîtiya partiya xwe dike, tu dikarî bêje wek
balyozekî ji rojava re li wir kar dike, her wisa navenda Şehnaz
boyî wergerandina zimana birêve dibe, hin caran jî ji serokê
Kurdistanê re wergerandina Firansawî dike. Bêhna Şehnaz vedibe,
madê wê geş dibe, wê rojê bi kêf û xweşî serê xwe dideyne û
radizê. Lê nizanîbû ko piştî çend rojan dê bernameya stranan ji
nişkave rawste û nûçeyeke bi lez ragihîne;
Îro katjimêr
çarê pişt nîvro li ser dema kurdistanê wergerê serokê Kurdistanê
Comerdê Xelo di geliyê Elî beg de fetisî, emê di nûçeyên
katjimêr şeş de bi ber firehî agahdariyan bidin.
Piştî lêkolînan
diyar dibe ko dema Comerd dikeve avê çend malbatên Soranî bi
seyranî li wir bûn, dema dike bifetise hawarî wan dike û
alîkariyê dixwaze, lê ji ber ko ji wî têdnaghêjin kesek pêve
naçe ta ko bin av dibe.
Şehnaz jî li
Qamişlo qîr pêdikeve, bi çolan dikeve, porê xwe dikşîne û bang
dike; hefteya bê semawenda min û Comerd e, hatin û amadebûna we
şahya dilê meye.
11/07/06
|