|
Çîrok
Pirtûkfiroş
Berî du salan
min ew li mehrecana Amedê dît, vê carê pirtûkên ji bo firotinê
di bin çengê wî de tunebûn. Berê dema li welêt bûm, çi cara ji
Şamê bihata Qamişlo riya xwe bi min jî dixist û pirtûkên sûkû
sûkû li ber min radixist, ji nav wan kovarek radikir û digot;
-hîna wisa
kovar di nav kurdan de derneketiye.
-çima wek wê
derneketiye?, min pirsî
-ji ber ko rengînîye, wî got,
Dema min piştî yazdeh salan ew li Amedê dît,
bi qasî serê derziyê nehatibû guhertin, hîna ew cil lê bûn, ew
têkilî, ew bîr û bawerî, ew dîtin û bîr û boçûnên, hîna diranekî
wî beş û zêrkirîbû, min di nava xwe de got; yahoo ev kevir e ev
çi ye.
Li dawiya mehrecanê û berî ko her yek ji me
bi riya xwe de here, û wek noka tu li kevir bixî ji hev belawela
bibin, min ew vexwendî vexwarina fincaneke qehwe li çayxana
Hotelmerkezî kir.
Ji bo ko gelekî dirêj nekim, di ber vexwarina
qehwe û dew re, ev gift û goya li jêr di nav me de çêbû.
-kuro Silîvo tu hîna wek berêyî, tu qet
nehatiyî guhertin?,
-ma ez gumgumok im her ji du rojan bi rûyekî
bim, du rû besin.
-tu ji berê de
bikêrî xwe tê.
-ne wisa be ez
û zarokên xwe emê ji birçîna bimrin û kes nanekî nade me.
-ev raste, lê
ne ta vê redeye jî lo.
-ko ez ne wisa
biwama, kê dê ez vexwendî vê mehrecanê kiribama.
-mexabin wisa
bûye.
-çima mexabin,
ko tu ne wisa bî, weleh û bileh û tileh kes silava xwedê li te
nake.
-mexabin wisa
bûye.
-divê tu hinekî
şelaf bî, hinekî xwe şayîk bikî, yana tu nabî tiştek.
-lê gelek
nivîskarên xurt û bilind piştguh dibin.
-ew ji dîrokê
re dinivîsin
-û tu ji kêre
dinivîsî?
-ji zik û
zarokên xwe re.
-min ji rastiya
te hez kir.
-ko ne wisa biwama nediçûm Kurdistana azad.
-ez agahdarim ko tu her ji demekê diçî wir.
-raste, piştî nivîsandina bîst û du gotaran
dirim wir.
-ma tu geşta xwe li wir werdigrî.
-ew ne geşte, belê piştgirî û sûde ji hev
wergirtine.
-ez di vê de
negihaştim.
-rovî û sûk.
-dîsa têde
negihaştim.
-soranî û
latînî!
-cardî têde
negihaştim.
-bi cehnima te
kirî tu têde negihaşt
-bibore divê
herim destavê.
26/10/2006 |