|
Çîrok
Li min şeşûkê
Demjimêr
yazdehê sibeha şemiyê bû, min û xanima xwe diber dengê Şeyda re
qehweya sibehê vedixwar, geh em dikeniyan û geh jî ji nişkande
min êrîş dibir rû û lêvên wê û geh ew bi germî maç dikir û geh
jî gez dikir, di wê kêlîkê de min guman dikir ko em tenê li
dunyaya mezin dijîn. Me her tişt germ û xweş û şêrîn kiribû. Ji
nişkande telefona malê lêda, min hîna ya destan venekirbû, berî
bersivê bidim, min ji xanima xwe re got:
-kêfxweşî tim
diqurmiçe, xwedê xêr bike..
-Simko, rojbaş
-ez Welîdê
Efrînî me, tu çawayî Simko?
-spas Welîd, tu
çawayî?, xweda xêr bike vê sibehê,
-xwe amade bike
ji niha û çarîkekê li ba te me.
-xêre yaho?, te
nava min qetand.
-xwe amade bike emê biçin balafirxaneya
Frankfort.
-wê diya te,
xesûya te, wê kî bê?
-ne ev û ne ew, xwe amade bike ez hatim.
Di rê de Welîd ji min re got, ko destgirtiya
hevalekî wî ji welêt tê, hal, mal, dost, heval û merovên wî ez
im, û ne xweşike ko tenê li balafirxaneyê pêşwaziya wê bike, min
jî wek piştgirî jêre diyar kir ko cara pêşîye û raste nexweşike.
Li balafirxaneya Frankfort Welîd ez û dostê
xwe bi hevûdu dan nasîn. Xwezya min di ber min de ma, çogên min
sist bûn û kirî ji qam de biketama, min xwest tiştekî di guhê
Welîd de bêjim lê dostê wî baqek gulên sor da dest û ew mijûl
kir, her wisa kamîra jî da dest min û bi ken got:
-tu xweşik bikşînî ha.
Min serê xwe bi wateya erê hejand û berê
kamîra xist deriyê ko dê destgirtiya wî jê diyar bibe, dema ji
derî derket yekser berê xwe da Welîd û destê silavê jêre dirêj
kir, Welîd ji şerma sor û şîn bû, xweziya wî diber de ma û
bihecandin got:
-n e.. e z i m.. e w e..
Dema li destgirtiyê xwe nêrî qîrek bi şewat
veda, û ji qam de hat xwarê:
-yadêêêêêêêêêêêê rebenê, li min pepûkê, li
min şeşûkê, li min qirikê, li min bextreşê…min vegerînin, ez
nema mêran dikim, ez poşman bûm, hawarê..hawarê.
Ji şerma min kamîra danî û bi dizî fiskiland,
jixwe ewqse merovên li wir bi çav in matmayî lê dinêrîn û polis
yekser hatin û lêkolîn kirin. Di eynî rojê de jî keçik
vegerandin welatê wê, û em jî bi xemgînî vegeriyan mala xwe.
Dema xanima min ez bê mad dîtim, pirs kir û
got:
-xêre Simko, çima tu xemgînî?
Ji bo ko wê jî xemgîn nekim û kêfa wê lê
neşkînim, min bersiva wê neda û nexwest jêre bêjim. Min yekser
televizyon pêxist, ez li çi binerim, min ji çavên xwe bawer
nekir, ko destgirtiya hevalê Welîd porê xwe dikşîne û
bêhnçikyayî dike qîr û hawar, dema xanima min ez di televizyonê
de dîtim, bi hêrs pirsî:
-çi heye Simko, çima tu nabêjî, ma ez ne jina
te me?, weleh û bileh û tileh ko tu nebêjî tu îşev neket nav
nivîna min û bi min re raneza.
Rabû min jêre ta bi derzî vekir û got: hevalê
Welîd ê şêst û şeş salî, ji bo ko bizewice wêneyê xwe yê berî
bîst û du salan ji keçkêre dişîne..
Xanima min gotina min birrî û got:
-bese, ez têdgihaştim, birastî hin ji dê û
bavê xwe şerm nakin, ma hîna lê radibe?
-ko paçik û pîşo rabûn dê li wî jî rabe, berî
bîst û du salan lê ranebû îca niha dê lê rabe, li mala bavê
siwaran be..
Min devê xwe bir bin guhê xanima xwe û jêr e
got:
-de me çi ji
wan e lê…
14/10/2006 |