|
Çîrok
Qaşo ji hev hez dikin
Dema çavên wî
bi ên wê ket, ji çavên xwe bawer nekir, careke din lê nerî, dît
ko pêre dibeşişe, kabokên wî sist bûn û ji qama xwe de hat xwarê,
yekser dîlan û muzîk rawestiyan û xelekek ji merovan li dora
cendekê wî çêbû, ji gelekan weyê mir, ji hinan jî weyê dilê wî
êşya, hinan gotin; vî Newroza me têkbir, hinan jî telefona
embulansê kirin, ji xwe di şeş deqeyan de polis û embulans li
wir bûn. Tenê wê dizanîbû çi pêhat û çima wisa ji qam de hat
xwarê, lê deng ji xwe neanî ta li ber barê hevûdu dîtin. Yekser
jêre got:
-qey tu hîn ji
min hez dikî?
-min berî niha
bersiva te da, ma hez kirin wek merovan dimre.
-tu jî hatî van
welatan û bûyî penaber?
- ji bo te,
hemû ji bo nêzîkî te bim.
-te çilo dizanî
ez li virim?
-min nizanîbû,
min zanîbuwa dilê min nediêşiya.
-te Mem û Zîn
anîn bîra min, wan jî hevûdu li Newrozê dîtin?
-Newroz derfeta
hevdîtinê ye, ji bo hin dost û hevalan bibînim hatim cejna
Newrozê pîroz bikim.
Ji bo ko gelek
çav li ser wan nerawestin û got û bêjî çênebe, soza hevdîtina li
xwaringeheke Çînî dan hevûdu û her du di nav milet de windabûn.
Di ber xwarineke çînî re wî jê pirsî:
-tê bîra te me
cara pêşî hevudu di imbara we ya genim de dît?
-na ne imbara
genim bû, kadîn bû,
-li gor tê bîra
min imbara genim bû, ji ber tu nebibû bi ka.
-belê ez bibûm
bi ka, berî ez ji kadînê derkevim min xwe ji kayê dawişandibû.
-danê piştî
nîvro bû û diya te çûbû ser tenûrê û bavê te li meletiyê bû.
-na, bavê min
çûbû aş, û diya min çûbû bi hawara jina şivanê gund ve a ko
dikir bizê.
-wê rojê birê
te yê biçûk biser me de hat û em di rewşek xerab de dîtin,
-na, ew kurê
cînarê me bû, li motka mirîşkê digeriya.
-te du gulî wek
du keziyên mara hûnandibûn û bera ser milê xwe dabûn..
-tu caran min
wisa bi porê xwe nekirye, dibe ko yek gulî li aliyê çepê be.
-wê carê min
şekirekî keremêla da te piştî min devê xwe ji bin guhê te
derxist,
-şekirê dilopiz
bû, me bi deva dida hev û pêre te lêvên min dimijandin.
-eger tu zanî
di dûv re min çi bi te kir?
-te xwestibû
bişkokên sînga min veke, lê min nehişt.
-tiştekî bê
bişkok li te bû, tu bê sityan bû û te hişt ez serê memkên te
bibînim, min jî ji bo te gumlikekî reş li xwe kirbû.
-na, ne reş bû,
ko reşbiwa dê ka lê xuya kiriba.
-ji bo tu
bikenî min derpiyê te î sor kirbû serê xwe.
-devling bû, te
ta bi serî kişandibû xwe, ez gelekî keniyabûm.
-şanikek reş di
bin serê memka te ya çepê de hebû.
Piştî ev yek jê
guhdarî kir, li gel ko gepek xwarin di dev debû, lê yekser çû
destavê, di rê de gepa di devê xwe de cût û bê mad ji destavê
vegeriya, xwarina pêre bi dawî neanî û bi xeyd ji xwaringeha
çînî derket.
25/11/2006 |