|
Çîrok
Serok û merok
Yekemîn car
min ew dît, yekser min jê hez kir, ev berî heft salan bû, li
gundê Bexçe ko dikeve rojavayî gundê me, xelkên wan gundan hemû
hatibûn, li serokê partiya me guhdarî bikin. Wê şevê pir axivî,
gelekî axivî, di nava min de ramanekê cihê xwe çêkir, dema
axaftina xwe bi dawî anî kesek li dijî wî derneket û rexne lê
negirt, hemiyan serê xwe jêre dihejandin û di tewandin li gel ko
hemû ne ji partiya me bûn.
Min ji gelek
axaftina wî fam nedikir, hişê min ne li wir bû ta min çareser
kir û di dawiya şevbêrkê de min serok xewle kir û jêre got û
pirsî:
-ma tu bi jinî?
-belê
Dema got
belê wek tu distek ava sar bi ser min dakî ez bê hêvî bûm, ji vê
riyê pêve min nedîtibû ko ez wî bikim merovê xwe.
Li dawiya wê
şevê û piştî wê axaftina bi bandor wek hemiyan me ew kir wek
pêxemberekî û li ser serê xwe danî, hemiyan dev ji partiyên xwe
berdan û di cê cî de kaxeza endametiya xwe ji partiya me re
nivîsandin û imza xwe li bin dan. Piştî semîner bi dawî hat wey
li wî yê ko bi vexwendina wî bi serkeve, bibû şer, şer jî ji bo
vexwendina serok bo mal giran bibû, hemû divên serok bibne ba
xwe, hemû dizanin ko serok bibe mêvanê kê ew dê ta demek dûr û
dirêj çîroka li ser zimanan bî, her yekî jî karînên xwe ji bo
serok pêşkêş dikir, ê ko got îşev wê wî bibe bajêr û li
xwaringeha herî xweş û buha bi nan û dan bike, yekî got ko ew ê
sê mih û sê beranan li ber lingên wî serjê bikî û bû qayîş, deh
min û deh beran, bîst çêlek, bîst û neh golik, sî û heft gamêş,
yekî sûnda hew jê girantir xwar û got ko ew ê keriyê pez û
garanê dewaran serjêke ko ew îşev bibî mêvanê wî, min di guhê wî
de tiştek got lê wî ez bê hêvî kirim dema got ko du zarokên wî
jî hene, min dîsa got:
-dudu jî dibin, ma tu ne misulmanî..
-na ko bibe jî
wê bê hewî be.
Serok peyva min û wan birrî û got:
-hevalno xwezî min bikarîba xwe bikim sed
perçe da bibim mêvanê we hemiyan.
-tu îşev mêvanê min e, çimkî xanima min
mirîşka li ser hêkan serjêkiriye û got ko tu wî bi xwe re neîne
neyê mal.
Dîsa serok got:
-hevalno ji bo ko em hemû bi hevûdu re
bimînin ka li vir xwarinekê çê bikin..
dema serok wisa got hemû wek mirîşka dîk ji
ser peyabe, sistbûn
Ev bûyer berî heft salan bû, niha her tişt
hatiye guhertin, xelkên berî deh duwazdeh salan dibêjin ko
carekê dê serok ji bo semînerekê bihata gundekî ji van gundan ew
gund jî bi şeş heft kîlo metran ji riya qîr kirî dûr bû da çend
merovan ew li ser pişta xwe hilgirtin da ko sola wî herî negire.
Niha her tişt hatiye guhertin û tiştek wek
xwe nemaye, ka serokê berê û ka ê niha, erê serok hemû dibên em
serok in. Dibêjin serokên hin welatên Euripî dirin sûk û
çarcihan, bi xwe pêdiviyên xwe dikirin ê me hîn nizane sûk û
çarcih li ku ne, yek şekir û çayê jêre dibe yek nan dibe, yek
rûn û zeyt û helawê dibe, yek jî fêkî û şînahiyê dibe, jixwe her
hefte jinek ji jinên hevalan cil û tejik û kulavên wî dişo. Jina
wî ya ko ji xêra xweda reviya û çû ser dilovaniya xwe, endamekî
partiyê ew diyarî dabû wî, wilo bê tiştek, bê next û zêr û devê
derî, roja guheztinê xalanên wê ketin rê û gotin em xelata xwe
dixwazin, wê rojê kirî xwîn bimeşya, serok ji wan re got:
-qey hun
nizanin ez kî me, gerek hun min xelat bikin ji ber ezê bibim
zavê we..
Niha serok
bûne ax û xwelî, ji dengbêjan pirtir bûne. Berî çend rojan
endamekî partiya me ji gundê Qîra, bi du gundan dikeve bakurê
gundê me, çûbû Qamişlo, berî bipeyive û ji min re bêje sûnd xwar
û got :
-min serok dît
-na lo, bi
rastî ha..!!
-xwezî min ew
nedîba.. !!
-çima kuro, çi heye ?
-min serok li ber firna Mirado dît, li benda nan
bû.
Bêhna min çikiya dema min ev yek guhdar kir û ez
bi tepa bi serê xwe ketim, min got :
-naxwe serokê me jî bûye wek serokên din. Min
wisa got di dema ko min hez ne dikir vê yekê bawer bikim, dîsa
min got:
-kuro dibe ko ne ew be, ma tu wî baş nas dikî?
-Sorooo, ezê kirasê xwe biqetînim ha..
ev tê wê wateyê ko rêz ji serok re nemaye,
jixwe niha hin kes belê pir kes rexnan lê digrin û bê jimar şaşî
û gunehên wî dijmêrin, jixwe berî du sê rojan cînarekî serok ji
bo belav kirina vê nûçeyê hatibû herêmê, bav û kalên wî ji gundê
Mirîşkê ne lê xweda ew li Qamişlo da, dema me hevûdu dît yekser
got:
-tu zane niha serok çi dikî?
Li gel min
nedixwest bizanibim û guhdar bikim lê ez mecbûr mam û min pirsî:
-na, çi dike?
-ezbenî niha
paporê pêdixe, rojane haaaaa….
-ma çi pêve
heye merov alîkariya xanima xwe bike, ma tu zane serokên Ewrupî
çi dikin..
-Soroooooooo, ev gotin ne ya te ye
-ê erê ma çi pê heye..
-Soro, ezê kirasê xwe biqetînim ha..
van peyvan bi xurtî bandora xwe li min dikir û
ji ber ko niha îca rexne jî lê tên girtin, carnan ez poşman
dibim ko min ew ev yazdeh sal wek serok pejirandiye, jixwe niha
hin kes rexne dikin û dibêjin ma dibe ko ji sî û heft salan de
serok be, ma kesek din tune şûna wî bigre. Dibêjin serok nema
serokê berê ye, nema wek berê dizane biaxive, baş bû ko xuşka
min ya bi tenê jêre nebû jin, eeeeeeeew ezê niha çi poşman
bibûma.
Gotinbêj û rexne di derheqa serok de pir
bûne, min jî nedixwest tiştekî guhdar bikim. Gelo divê ez çi
bikim?, min ji xwe dipirsî, rewşa min xerabibû, şeş roj û şeş
şevan min derî li xwe girt û ji oda xwe ya piçûk derneketim, di
encamê de min ev name ji serok re nivîsand;
Serokê hêja,
« Silavin gulgulî û ev dem û hemû demên te şad û
bextewer bin.
Ji ber ko her tişt hatiye guhertin û tu bi tenha
wek xwe maye, tu nayê guhertin, ez vekirî ji te re dinivîsim ko
tu dev ji serokatiya partiyê berde hîn ruwê te bi teniyê
nehatiye şuştin, hîn hêvî heye ko em kurdistanê rêzgar bikin,
çimkî serokatî nema tu nan û avê didî te. Me pir ji te hez dikir
nemaze dema tu nû bû serok û çend salên bi dûde jî, lê niha her
tişt hatiye guhertin.
Dema tu di hevraziya xwe de bû min ji te re
nimêj dikir, niha ez nifiran li te dikim ko zû xweda rihê te
bistîne da ko serokatî li şûna te bimîne, jixwe ko ne mirin be
tiştek we ji hev naxîne.
Tu zanî ez ew ê ko dixwest xuşka xwe bidî te, ma
ez hatim bîra te, lê niha û ji ber ko her tişt hatiye guhertin
ji bilî te, ko ez wê bidim toltajiyan ez wê nadim te. Ma tê bîra
te cara pêşî tu hat mala me, te dît diya min çi ji te re kir lê
ko tu niha were bawerke te derbasî malê jî nake.
Tê bîra te berî sêzdeh salan tu hat gundê me, tê
bîra te gundiyan çi ji te re kirin û çi nekirin, ko nayê bîra te
ezê ji te re bêjim, bi dehan min, berx, beran, çêlek, deve û
gamêş li pêşiya te, li ber lingên te serjêkirin, lê te dixwest
goştê çûkan bixwe, wê rojê me çûk li gund nehiştin, nifşek
kelandî, nifşek qelandî û nifşek birajtî me li ber te danî, tu
li ku ba gepa xweş li ber te bû, qeymax li ber te bû, serî li
ber te bûn, wey li wî yê ko li kêleka te rûnişta, tu serok bû û
em kole bûn ji te re, wek zarokekî delalî em li te meqatebûn, me
destên te ji tewaş dişuştin wek em destên zarokekî bişon, lê
niha ko tu malê hind û yemenê bidî min ez destên te naşom û avê
li destên te nakim.
Çavên
jin û qîzên me li te bûn, ji bo te jinan dev ji mêrên xwe
berdidan, jin û qîzên me li dor te digeriyan hêviya wan bû ko tu
şevekê bi wan re razê, lê niha û ji ber ko her tişt hatiye
guhertin lê tu bi tenê wek xwe maye, ew bi sehan re razên bi te
re ranazên, ez zanim tu bi gelek jinan re razaye û te gelek jî
avis kirin û te bi dehan zarokên sê çar mehî ji ber wan kir, lê
niha jina te ya duyemîn nahêle tu pêre razê. nema kesek te bera
ser xwe dide, qehp jî te bera ser xwe nadin.
Tê bîra te berî
yazdeh salan li gundê Kurma û di semînereke mezin de, min gote
te :
-tu pêxemberê
me kurdaye..
lê niha nimêja
bi te re betale û xweda napejirîne, vêga merov çiqasî ji te dûr
be ewqasî merov gunehan nake. Ma tu zanî çima û ji bo çi kesek
narî mizgefta bi mala te ve, ko tu nizanibe ji sofî Elî bipirse.
Ji niha de xelk qewîtiya xwe dibêjin û dinivîsin; goristana ko
tê lê bê veşartin (( xwezî îro be )) wan lê veneşêrin. Şêx û
Melan cihê xwe didan te, tu tim di sênga civatê debû, me bi dû
te de nimêj dikir, te çi digot me digot “ amîn”. em bi te re û
tenê ji te re sernerm bûn. tu şivan bû em pez bûn, tu gavan bû
em dewar bûn, te bigota bimrin em dimirin te bigota rabin em
radibûn, me tenê bi ya te dikir, ne ko em ji te ditirsiyan belê
me ji te hez dikir. Lê niha û ji ber ko her tişt hatiye guhertin
û tu wek xwe maye em nema silava xwedê jî li te dikin.
Tu çîroka li
ser zimanan bû, te bêtar û qezayên me çareser dikirin, ko ne tu
ba ma kê dikarîbû ewqas şer û kujtinan vemrîne. Dema gotina te
nedibû dudu gelek xort û qîzan hevûdu direvandin û xwe ditavêtin
tor û bextê te. Lê niha û ji ber ko her tişt hatiye guhertin lê
tu na kes nema nan ji destê te digre.
Wêneyê te li
her malê daliqandîbû û tu vê baş dizane, me navê te yê nexweş li
zarokên xwe dikir, niha hemû mûlidan didin da ko xwe ji te û
navê te bêrî bikin, dema yekî navê xwe kir Dehşiko, gotibû:
-wek ez îro ji
diya xwe re bûm..
Tê bîra te roja
me tu li ser pişta xwe kir, me çar pênc mêran ji riya qîr kirî
ta bi mala ko civîn lêbû hilgirt, da ko sola te ya Îtalî ya ko
bavê endamekî ji Holenda ji te re diyarî anîbû, herî negre, tê
bîra te dema tu li ser pişta min bû te çi got:
-ma hevalên me jin nînin?
Wê çaxê me mebesta te baş fam kir, gerek me tu
li wir wek sehekî mirî bavêtate, te dixwest li xuşk û jinên me
siwar bibe, ji ber ko tu wê demê serokê serokan bû me bi te re
deng nekir lê niha û ji ber ko her tişt hatiye guhertin ko tu
wisa bêjî perçê mezin ji laşê te dê guhê te be.
Ji bo ko gelekî li te dirêj nekim, bi kurtî û
vekirî ji te re dibêjim: tu û serokayetî nema ji hevûdu re
dibin » .
Soroyê Qilçixo
Nehroz di 11.11.2003
Wek ko diyare xelkên me dixwazin her tiştî
bizanibin û ji bo ko name bighê destên wî bê ko kesek din veke
min bi mûma sor girt.
Dema min derî vekir diya min bi her du destên
xwe pozê xwe girtibû, pêre madê wê tirş û tal bibû, diyar bû
bêhna miraran ji laşê min difûriya. Jixwe xuşka min ya bi tenê
ya ko min hez dikir bighê serok, dema berê xwe da oda min ji
nîvê rê vegeriya, nava wê li hev ket, dilê wê xeliya, reş û şîn
bû, ma hiner hatin serê wê û piştî ko verşiya, ji verşandina wê
min nas kir ko firavîna me kortik bû, piştî ko bi hişê xwe ve
hat, bi bêhneke teng got :
-ko te ji bavê
xwe fedî bikra te wisa dikir.
Diya min jî avêt ber û got:
-ew çi serok merokin tu xwe ji bo wî dixe wê
rewşê.
Min jî avêt ber wan û ji xwe re got bê ko
deng here wan:
-ma gelo ya ko min kir rast bû…de ka ezê li
benda encama wê nameyê bim a ko kes newêre ji xwe re binivîse
min ji serok re nivîsand, bê çi çê dibe…
ez ji we venaşêrim, piştî demekê namek giha
min du tişt têde bûn: fîşekek û gotina: tifû..
25.11.2003 Holenda
|