|
Çîrok
Azadî
Diyarî wê, wê tenê..
ma ji xwediya çûk pêve
kî din heye..
Azadî –1
Tenê li ber deng û mûzîka Xoşnav Têlo dîn û har dibû, devê wî
nediket hev, hêrs dibû, ta ko deng û mûzîka Xoşnav Têlo lidarba
çîv çîva wî bû.
Carekê û di wê
rewşê de Memo, kurê min yê biçûk deriyê qefesê vekir, çûk firek
da xwe û cardî vegeriya qefesê, di cara duduyan de du fir dan
xwe û vegeriya, di ya din de çar fir dan xwe û vegeriya, di ya
dawî de di pencera vekirî re sînorên malê û derî û penceran
derbas kir, û nema diyar bû.!!!
Piştî sê rojan
ji nebedîbûna wî Memo giriya û got:
-min bêriya
çîve çîv û dînîtiya wî kiriye…
-Weleh min jî
kurê min, ma ka ez karim çi bikim, erê ko min Xoşnav didanî pê
re distira..hevalekî baş bû..
di wê rewşa
bêzar û reşbînî de, çûk westayî kete malê û di qefesa xwe de bê
deng ma, û ta bi zelqa xwe xwar.
Azadî –2
Ez bi tenha xwe li mal bûm, xewn û xeyalên
qîzaniyê ez kûr û dûr biribûm. Ji nişkan de çûk dîn û har bû û
ez ji xweşiya xewn û xeyalan vegerandim, tebat û hedan neket
canê wî. Hate bîra min ko strana Siba te bi xêr kurdistana
min ya Xoşnav Têlo jê re deynim, pêre pêre çûk rawesta weke
tu derziyeke bencê lêxî û nema deng jê hat, ji qefesa xwe ya
vekirî firya û çû balkonê, li ser têla cilan danî ta ko stran bi
dawî bû.
-eeeeeeeeeeeeeeeeeeew min çuqasî bêriya wî
kiriye…
Azadî –3
Çîv çîvekê ji der ve, çîve çîva çukê me bêhtir
kir, har û dîn kir. Berî wê sar û bê dengbû. Ev demeke ko bi me
re dijî, cara yekemîn e ko ez wî wisa har û dîn û bi hêrs
dibînim. Carnan û dema min stranên Xoşnav Têlo didanîn, ew har û
dîn dibû lê har û dînîtiyeke şêrîn bû wek ji xwe re dîlanê bike.
Lê dema ew çîve çîva ko ji der ve hatê kete rewşeke xerab de.
Ji ber ko debara me nema
ji ber çîve çîva wî ya bi hêrs bû, min deriyê qefesê lê vekir,
bi vekirina deriyê qefesê re firî û bi hemû hêza xwe, weke
korekî xwe li cama pencerê da, weke kevirekî ji jor de hate
xwar, dema li erdê ket tepînî jê hat, te digot ne îro miriye ji
berî yazdeh rojan de miriye.
Min di nava xwe de got:
-xwezî min bizanîba bê wî bê xwedî mayê ha çi jê
re got..
Holenda, 2003 |