|
Çîrok
Ji te re adete çima ji
min porkurê re qebhete?
-keça min tu çima bê hevalî..?
dema diya wê wisa got, devê wê gazekê ji hev çû
û mabûbû ziq li diya xwe binere, ev yek ji diya xwe ya ko guhê
wê bi şîretan qul qulqn dibû, bawer nekir, ta do diya wê ew bi
şîret dikir; binere keça min em ne Holendîne ha, em kurd in,
divê em wek kurdan li vir bijîn, bi kurdî biaxivin, bi kurdî
bigrîn û bikenin, li ba me kurdan nabe hevalê qîzê weke
Holendiyan hebe ta roja mêrkirinê divê qîz paqij bimîne û şeref
û namûsa xwe û malbatê biparêze. Çîrok û serpêhatiyên ko diya wê
di şevên zivistanên dirêj de jêre digotin hatin bîra wê, di dema
ko diya wê ew çîrok û serpêhatî jêre digotin, ew di mebesta diya
xwe de nedighaşt, lê niha û piştî vê xwestekê têde gihaş çima û
ji bo çi diya wê çîroka Reşoyê Darê û Axa û jina Xerat jêre
digotin. Axa yê ko xwe mîna pêxemberekî didît, ko çavên wî bi çi
jina xweşik û spehî ketana, êdî ew jin nema ji wî xilas dibû.
dema Axa ew dît yekser berê mêrê wê yê xerat da riya çûn û
nehatinê û çû ba wê, wê çend hêkên kelandî û rengînî li ber
danîn û jêre got ; bixwe, paşî xwarina çendekan Axa hêk weke
hevûdu dîtin lê tenê wê ew rengînî kiribûn. jina xerat jêre
diyar kiribû ko jin hemû wisa ne, hemû jin in lê her yek bi
rengekîye; êdî tu çi ji min dixwazî û ez jî weke jinên te me, ez
jî jin im. Axa polî poşman vegeriya nav nivîna jina xwe ya
piçûk, lê wê şevê tuştek nekir, paşî ko baş di gotina jina xerat
de mijûl bûbû. Di dawiya her çîrokê de digot ; Şêrîna diya xwe
divê yekê de bighêje, eger tu ne weke wê be tu ê serêşandinê ji
xwe û me re çê bikî.
Ev demeke nav wan sarogermo bûye, dê
nema şîretan weke berê lê dike û ev li xweşiya wê dihat, wê ji
xwe re digot qey ez mezin bûme diya min êdî şerm dike şîretan li
min bike dako ez xwe piçûk nebînim. Jixwe dê her tuşte, bira û
bavê ko tenê şeş mehan nivîna diya wê germ kiribû û bi gihaştina
diya wê re ew bû. hefteya borî dema ji nişkan de derî li diya
xwe vekir wê ji çavên xwe bawer nekir, wê got û pirsî :
-dayê tu çi dikî.. ?
-ma tu nabînî ez çi dikim !!. bi bêhntengî û bê
ko lê binere got.
Şerm kir li diya xwe vegerîne, hinarkên rûyê wê
sor bûn û bê ko tuştekî bêje bazda oda xwe, ramanekê ew bir yekê
ew anî, gelo çima diya min rûyê xwe radike, di dema dawîde
xeleka mêrkirina jibîr kirî jî nema dideyne, cil û solên nû li
xwe dike. Lê ez dê li ser ya xwe bimînim û ta ji min bê ez
nahêlim kesek wê ji min bistînî, nabî diya min mêrekî din bikî û
pêre here ser textê xewê, jixwe ev gotin a wê ye, ew dê bi
kesekî din re xew neke ta ko bîna bavê min di laş û damar û nava
wê de be.
-Şêrîna min tu çilo razîye ez dê wê bikim
wek zarokek piçûk û bi girî xwe avêt hemêza diya
xwe, kelo girî got :
-ez naxwazim tu mêra bikî..
-min jî negotiye dilê min, çi çaxa te mêr kir tu
biryarê bide ka ez mêr bikim an na, lê divê tu hevalekî Holendî
ji xwe re bibînî.
Ev nozdeh sal in ku ji dil û hinavên germ cuda û
dûr ketiye. Hemêza dê germ û xweştirîn welate, ev deng, tep tepa
dil li guhê wê xweş tê, ji dema ko giyan xwe berda nava wê û ji
dema ko yekem car lebitî ew dil pêre bû, ew dilorand û jîn dida,
jixwe niha jî dil wê yekê dike lê bi şêweyekî din, ew dizane ko
dora wê ye. Hevalên wê qerf û tinazan pê dikin û dibêjin; hun
rojhilatî ji xweşiya jiyana xwe re kar nakin, ji hevaltiya xort
û qîzan xweş û şêrîntir tuştek tune, jixwe çend sal in em ê hemû
kurk bikevin û mîna pûtekî roj li pey rojê û hêvî li pey hêviyê
bijmêrin. Nêzîktirîn hevala wê ya Holendî Karîn e, berevajî diya
wê rojane ew bi şîret dikir, gelek caran Karîn ji qestî li pêş
çavên Şêrîn devê xwe dixist devê hevalê xwe û dibin çavan re li
Şêrîn dinerî, Şêrîn jî sor û şîn dibû û bi hêrs ji Karîn re
digot:
-hezar carî min ji te re gotiye li pêş min vê
yekê meke.
Dudilî diramiya û hestek xerîb ew guvaşt. Diya
wê ew bi şîret û şeref û namûsê mezin kir, ji xwe re digot ko ez
ne kurd bama niha hevalê min jî heba û min ê jî devê xwe bixista
devê wî, hest bû ko ne azade, ev jî rengek ji azadiyê ye, dê,
şîret, şeref û namûs azadiyê bê giyan û qam bostî dikin, jixwe
ez li ser vê yekê perwerde bûme. Dudiliî çavên xwe vekirin dît
ko tenê ye û wê sare û ne di hemêza diya xwe ya germ de ye. Diya
wê ya ko wê bi malê hind û yemenê nade biryarên xwe li ser wê
ferz dike, geh dibêje; nabe hevalê te hebe, geh jî dibêje bila
Holendî be. Şêrîn ev yek baş fam nekir, pirsî û got :
-lê ji bo çi bila Holendî be?
-roja tu dev ji wî berdî tê nas bikî çima..!,
diya wê wisa bersiva wê da.
Şêrîn hez dikir hevalê wê ji civaka wê be dako
ji Holendiyan re diyar bike ko ew ne kêmî wan in. Dizanîbû ko
here zankoyê dê guneh û hovîtiyan bike, bang li diya xwe kir û
jêre got:
-tu dikarî wek Kenger min bixî nava xwe de?
-ma tu narî zankoyê.
-baştire ko ez nerim.
Li kêleka dilê yekemîn ko jê hez kir û di hemêza
diya xwe ya germ de hat bîra wê ko heft salî bû, ne tenê şaşî û
guneh nedikir, belê tunebûn, hat bîra wê ko carekê Padîşahekî ji
qîza xwe ya delalî û bi tenê pirsî:
-keça min î ko ez pir jê hez dikim, di dinyê de
çi gelekî gelekî xweşe ?
-razana bi mêr re!!,
dema keça şazdeh salî wisa got pêre pêre madê
bavê wê reş û şîn bû, tirs û tevzînok bi laşê wê ve hilperikîn,
nas kir ko bavê xwe bi wê gotinê aciz kir, wî yekser birayara
dalqandina wê dide, da ko xwe ji şermezariya wê bişo, di dadgehê
de dadmend jê pirsî :
-te çima wisa got ? te bavê xwe şermezar kir, ma
tu bi mêran re razayî?
-na ez ranezame..!!
-çimkî tu ranezayî wek tu dibêjî, êdî çilo tu
wisa dibêjî?
-min ev yek ji diya xwe nas kir, dema dizê ax û
ofa wê di asmanê heftan re derdikeve, lê du roj narin careke din
bavê min bera ser xwe dide û dizane ko dê avis bibe û careke din
bikeve wê rewşa xerab de. Rewşê xanima Reşoyê Darê hate bîra wê,
ya ko di zindana(şikefta) Berdewîl de û bi cendekê Lewend Axa
yê qet qeto kirî porê mêrê xwe spî kiribû, dako şeref û namûsa
xwe û mêrê xwe biparêze, wê ew di mal de kirbû qet qeto û
avêtibû binê zindana berdewîl a ko bi roj kesekî newêrî derbasî
wê bibe, paşî laşê wî bi bivir kiribû qet qeto jêre gotibû; De
bixwe şeref û namûsa keçên bava ne bê xwedî ye. Li van welatan
ne ev heye ne jî ew heye, tenê hevaltiya xort û qîzan heye, ne
şeref heye ne jî namûs heye, her merovek bi xwe û ji xwe re
dike, bêguman wisa raste çimkî jin jî wek mêr can û giyanin, ma
ez ne can û giyanim, helbet diya min ji bo min wisa dibêjî, wê
diye û kiriye û ew çêtir zane û ji bo ko ez ji wê xweşiyê bêpar
nemînim diya min ji min dixwaze ko hevalekî Holendî bigrim.
-Şêrîn.., wek marek pê vede bi dengê Marko Van
de Meide re veciniqî dema wî bang li wê kir û ji xewn û sawêran
şiyar kir, baş bû ko kes li dora wê tunebû, li ser daxwaza Şêrîn
li ba rûnişt, dît ko îro Şêrîn ji her roj bêhtir ber bi wî ve
diçe, ev du sal rojane hev dibînin û di yek rêzê de dixwînin. Wî
bi şerm û germayî got :
-Şêrîn ez ji zûve ji te hez dikim lê min
newêrîbû hezkirina xwe ji te re bibêjim û eşkere bikim..
-çima te nediwêrî ma min ê tu xwariba..?
-min guman dikir hun xelkên rojhilat hez kirinê
nas nakin yan jî li ba we qedexeye. Dema wî wisa got Şêrîn xwe
çeng kir hemêza wî, wî digot qey xewne, ew ber bi xwe ve kişand
û dixwest ko bibin laşek, dixwest dem wisa raweste û hemû
hevalên wî çi qîz çi xort wî di wê rewşê de bibînin. Hemiyan
tinazên xwe bi wî wek bi Şêrîn dikirin û digotin tu bê hevalkî,
wî bawer nedikir ko rojekê ji rojan Şêrîn jê hez bike û di
hemêza xwe de bibîne. Di hemêza wî de hestê azadiyeke bê sînor
hatê. Wek du perwaneyan firiyan û bi hev re digotin; em pêlên
derya ne.
-divê tu navê xwe bikî Ferhad, Li ser riya malê
ev jê xwest. Wê li malê yekser ji diya xwe re eşkere kir ko wê
Ferhadê dilê xwe dît, vê yekê şahî xiste dilê diya wê, ji xwe re
digot ko min bizanîba diya min huqasî dê şa û kêfxweş bibe min ê
ji zûde Ferhadê xwe girtiba, diya wê got :
-dema tu bixwazî tu dikarî wî bînî mal.
-ez niha dixwzim wî bibînim.
-Ez jî..
-na ko hat jî
emê herin oda min.
Di
oda wê de sê wêne bi dîwar ve daliqandî bûn, Mihemed Şêxo,
Celadet Bedirxan û di ser neynikê re jî wêneyê Diyana daliqandî
bû, di wê odê de bi şîret û çîrok û serpêhatiyên ko diya wê jê
re digotin mezin bûbû, niha di wê odê de di ber Ferhadê xwe de
ye û ax û ofa wê ye. Diya wê jî ew deng dikir û di qelşa derî re
li wan dinerî, bûbû pîzotek ji agir, destek xistibû nav lingên
xwe û bi yê din çiçkên xwe diguvaştin, helke helk pê ketibû, di
nava xwe de digot; gelo heye careke din ez tiştekî wisa bikim,
dixwest ko ew û ne Şêrîn ba, dema dengê ax û ofê rawesta bêhn
çikyayî diya wê bang li wê kir û got:
-çilo bû Şêrîna
min, xweşbû?
-aaaaaaaaaaax
dayê jiyane..gelekî xweşe, çilo ta niha min xwe jê bêpar hiştibû
û bi ya te nedikir nizanim,
-ji ber ko
jiyane û gelekî xweşe êdî tu çima min jê bêpar dihêlî keça min?.
- bibore dayê..qurban im bibore...
09.09.2003,
Holenda
|