|
Çîrok
Mêrê Bizna spî
-Ez mêrê diya te me…
dema Kerîmo bi vê sixêfê li Rono vegerand min
pişta wî girt, min di destpêkê de nizanîbû babet çi ye. Ez û wî
li serê kulana mala me li hevûdu rast hatin, me pirsa hal û
demên hevûdu kir. Ew hin caran xwe dikî lêkolînvan û digot hin
deriyên girtî di dîroka me de hene gereke vebin. Bi nazikî em
diaxivîn dema Rono jî tev li me bû û berî silavê bide, got:
-ha…mêrê Bizna spî çi rewşa te ye lo?
Matmayî min li herduyan nêrî û min di nava xwe
de got, kuro vîya çi got lawo?.
Min Kerîmo yê weke kutilkekê ne dît ko hema bi
her du destên xwe qirka rono dorpêç kiriye û dike ko wî
bixeniqîne, weke qijnika ko bi pez bigre bi Rono girtibû, bi
gelekî ji Rono kintirbû, qut û qelew û qalind bû. Dema cînaran
ev yek dîtin wek birqê bi hawara min ve hatin, bi zor û heft
bela her du destên Kerîmo ji qirka Rono vekirin, bû helkhelka
Rono, ta ko bêhna wî vebû, xeber û sixêfek nema ko ji Kerîmo re
neda. Kerîmo jî yê ko bi hêza du-sê xortan paş de vegeriya, got:
-ko ez careke din vê
gotinê ji te guhdarî bikim ez tenê dizanim ez ê çi bi te û xuh û
diya te bikim.
Min Kerîmo bi şekala serşokê li zankoya Helebê
nas kir, dema em xort û ciwan bûn, me pir ji xwe hez dikir, dema
me ji tira xwe re digot here bi wir de. Gelek kesan jê re
digotin gerek tu wek me bî, lê wî bi serhişkiya xwe dawiya dawî
bi ya xwe dikir û bi şekala serşokê diçû zankoyê. Di meydana
zanîngeha wêje de weke pûtekî dibin darekê de û ne normal
daniştibû, min çar-pênc caran bang li wî kir lê li min agahdar
nebû, tu bang li kê dikî, çavên wî li ser keçekê ji horiyekê
spehî û xweşiktir rawestiyabûn û her du destên wî di nav lingên
wî de bûn, bêguman di xewn û xeyalê xwe de tiştin dikirin, dema
ez di rûyê wî de daniştim dîsa bi min agahdar nebû, da bi her du
destan û bi hemû hêza xwe min ew hejand û ew ji xewnerojkên
şêrîn şiyar kir, bêhn çikyayî û weke marek pê vede got:
-heh…heh..çi heye..tu
kîyî?
-Kerîmo…kuro çi bela te ye, tu çi bi xwe
dikî ?
-yaho ma çaxê te bû looooo, tu gaveke din
bihata hema, ooooh çi xweşbû, te çivîka min ji ser xefkê firand.
-kuro Kerîmo çivîka çi û halê çi?
Min mebesta wî ji çivîkê nas kir dema ko
dikir xwe bilewitîne, dema min jêre got ko gerek tu herî pêre
biaxivî û sozeke evînî pêre deynî baştirî ko tu wisa bi xwe bikî
û xwe bixî vê rewşa ha de, bi ken û tinaz bersiva min da ko ew
keçika spehî ne ji bo yên weke wî ye, ev horiya ha lê binêr
spehîbûn ji kesîre nehiştiye, sed li sed hîn wê bi kesî re
beşdarî di nivîna xewê de nekiriye, xweda ew ji bo kesên li jor
daye ne ji bo feqîrên weke min, wî bîr nedibir ko ev horî jî
weke wî bi can û rihe û ew jî vê yekê dixwazî. Dema min jêre got
ko ez dikarim sozekê jê bistînim wî bahwer nekir û bi tinaz got:
-tu..?!
-başe, ko min sozek pêre
danî tu dê çi bidî min?
-tu çi bixwazî…
-na, ez tiştekî naxwazim
tenê nabe tu bi şekala serşokê bê zankoyê..
-me li hev kir…
dema ko çaxê soza min û
wê hat Kerîmo jî bi min re bû, wî ji çavên xwe bahwer nekir lê
paşî ko ez giham ba wê û me destên xwe xistin destên hevûdu,
Kerîmo matmayî li min û wê dinêrî, min dizanîbû Kerîmo naka di
nava xwe de çi dibêje û çi gumanan ava dikî, wî dizanîbû mêranî
ji vê yekê re gereke û tepan li serê xwe dide ji ber ko wî ev
yek nekir, jixwe li ser min naka dibêje ku ez jî ji kesên jor im
û xweziya xwe bi ya min tîne. Kerîmo pirsî :
-ka bêje te çi jêre got
?, te çilo û çawa ew xapand?.
-tenê min got ko bavê min
melyonêr e û ez kurê wî yê bi tenê me û rojê li naylonekê siwar
dibim..
-lê bavê te parseke, lawo
nan di mala we de tune...
dema Kerîmo wisa got
horiya bîst salî ya ko destê min û wê hîna di hevûdu de bû wek
çivîka ji xefk û davan azad bibe bi xeber û sixêf bezya min û
weke birq winda bû, ev yek bû sedema ko Kerîmo cardin bi şekala
serşokê bê zankoyê. Ji bo ko Kerîmo bikaribe û fêr bibe çilo û
çawa dê keçkên spehî zem bikî min jêre şirove kir û got :
-kuro bê hişo ne wisa be
keçik zû bi zû nayên xapandin û ko tu derewan li wan nekî ji te
bawer nakin, tu derpiyê sor li ber serê xwe nabîni.
Min jêre diyar kir ko tu
wisa nekî tu bi sêng û berên jinan şa nabî, ez ne yê pêşî me û
ne jî yê dawî me ko derewan li jinan dikî, ko tu derewan nekî ew
ji te bawer nakin û dê destên te di nav lingên te de bin ta û ta
da tu xwe dawerivînî, ji bo tu dilê wê xweş bikî divê tu derewan
jî lê bikî û ew ji derewan jî hez dikin û bahwer jî dikin, tenê
dilê wan xweş bike, ji bo wan ne xeme dema tu dilê wan xweş û şa
bikî, belê tu derewan li wan nekî tu nikarî avjeniyê di derya
wan de bikî, ji bo tu karibî li avê siwar bibe divê tu bi fen û
fûtên avê zanibî. Giyanê te dê birçiyê her tuştî bî ko tu ji
laşê jinê bêparbî. Ji nişkande min pirsî:
-çi çîroka Bizna spî ye
lo..?
-ji bo tu agrê di nava
xwe de vemrînî û tu xwe vala bikî gelek awa hene, Bizna spî jî
yek ji wan awaya ne..
Temoyê Xelefo û Mamedê Emîno di zankoyê de du
xortên bi nav û deng bûn, cir xweş û bi qerf û tinazan hatibûn
nas kirin, tevaya xwendevanên kurd ew nas dikirin, civata wan
herdem lidarbû, nifûsa xwendevanên kurd li ba wan bû, ji bo ko
tu merovekî nas bikî ger tu ji herduwan bipirsî, ji ko dibin
bila bibin, ji Qamişlo, ji Dêrika Hemko, ji Koban û Efînê. Dema
wan tiştin li ser Kerîmo bihîstin yekser bang li wî kirin û jêre
ne razîbûna xwe diyar kirin û gotin ev yek di derheqa
xwendevanên kurd e kirêtiyeke mezin e û qet nabî tu bi şekala
serşokê bê zankoyê, bi şixte-şixta şekala xwe ya serşokê tu
nerînên çewt li ser kurdan ava dikî. Lê dema Kerîmo guh li wan
nekir û hatina zankoyê bi şekala serşokê berdewam kir, Temo û
Mamedo ew vexwendî mala xwe kirin û ji hevûdu re gotin û soz dan
hevûdu ko dê vê yekê ji Kerîmo re nehêlin. Herduwan bi hevûdu re
xaniyek li taxa Siryan a kevn kirê kiribûn, wê şevê jî wek gelek
şevan civat û gerîna peyalên meyê yên ko vala nediman, lidarbû.
Temo ji nişkande got:
-delalno, Kerîmo dikî
were...
-hêêêêê...bijî Kerîmo..,
tevan bi hevûdu re gotin.
-ji pirsên min fam bikin
û mebesta min jî nas bikin...başe..?
vê yekê şahî û kêfxweşî xist dilê hemiyan,
wan dizanîbûn dê Temo afatan bîne serê Kerîmo û ew dê bikenin.
Yek ji wan li dujî vê yekê derket lê weke wî nebû û jêre gotin
ko tu dikarî tenê guhdarî me bikî an jî tu dikarî peyala meya
xwe bi dawî jî neyne û here devera tu jê hatî. Pêşwaziyeke germ
bi Kerîmo hate kirin, şekala serşokê li ber derî hişt û bi ken û
payebilindî di sênga civatê de danişt, hemiyan peyalên xwe
bilind kirin û gotin:
-noş...hêja Kerîmo.
Dema Kerîmo tuştek li
ber xwe nedî dest avêt peyala avê û beşdariya wan di vexwarinê
de kir.
-em Wiskî vedxwin..ma
tê çi vexwî?
-ez jî wek we, ma hûn
bi çi ji min çêtirin, em hemû kurê bava û simbêl boqa ne..
Temo û Mamedo ji zû ve
li benda vê şevê bûn, bi hevûdu re li xwaringehê kevçiyek
avabacana tev li peyaleke av kirin û baş tevdan û li ber Kerîmo
danîn, bi hildana peyala yekem re Kerîmo ta nîvê wê vexwar, pêre
pêre madê wî tirş û tal bû, lê tuştek negot, tenê destê xwe
dirêj kir û kulmek fisteq û nok avêt devê xwe, bi bilind kirina
duduyan re Kerîmo dibin de banda, dema rabû avekê birjîne
ditewtihî, te digot qey denek Wiskî vexwariye û dest bi gotinên
vala û beroçeqî kir:
-oooooooooh…serxweşî
çi xweşe, merov dike wek zarok û evîndaran..
-ma tu evîndarî ?, yekî
pirsî.
Şev dereng bû û Kerîmo
gula civatê bû, li ser zaroktiya xwe axivî û çilo li zarokan
dida û çilo ji tirsa wî newêrîbûn ji malên xwe derkevin ko wî
destûr nedabana wan, got çilo di şevên zivistanê de wî çîrok û
serpêhatiyên kurdan ji zarokan re digot û çilo mirîşk digirtin
dema mêvan dihatin, belê çilo Dîk bera hevûdu didan, wî got ko
Dîkê wî zora hemû Dîkan dibir, berê pir ji niha xweştirbû, em
zaro bûn me çûk û çivîk digirtin, ji nav koma zarokan xefk û
davên min vala nediman, ma hun dizanin min çilo mirîşk
dixapandin dema min pîvazeke spî dixist bin ji dêvla motkê ve,
ma kê diwêrî bi kaban bi min re bilîze. Mamedo gotina wî birî û
pirsî :
-diyare tu leheng bû di
jiyana xwe ya zarokîde?
-erê weleh..çû ew dem nema vedigere..
-ka bêjin we di jiyana xwe de cins bi çi
canewerîre kiriye?, Mamedo pirsî û peyala xwe ya dawî bilind
kir.
Hemiyan ya xwe gotin lê ji wan re ne wek
ya Kerîmo balkêş bû, dema dora axaftinê gihayê, wî got:
-yabo ew jî çîrok û serpêhatiyeke xweşe,
de ka guhdarî bikin, temenê min 14-15 sal bûn, bizineke me yî
spî û pênc-şeş mih hebûn, min şivantiya wan dikir, di newalekê
de ji xweda pêve xuya nedikir, dilê min bijya bizna spî wek çawa
dilê merov bibije Fatma Mixrubî. Kerîmo gotna xwe bi dawî nekir
rabû çû destavê û bêhn çikyayî vegeriya civatê…
-niha tu ne ew ê ko dema jina tazî dît,
dilê wî êşya û ew bi mirîtî avêtin xestexanê, ma raste tu
heftekê di nexweşxanê de ma?, merovekî ji Kerîmo pirsî.
-ew e, ew bixwe ye,
merovekî din wisa got.
-hema di şeva zewaca min de wisa bi min
neyê lawo, bi xwedê ez ê bi hetikim.
Holenda,
31/07/2003
|