|
|
|
|
Çîrok
Serokê ji
heryê
Her yekî ji me
zaroktiya xwe bi şêweyekî derbaskiriye, lê zaroktiya min
taybetiyeke xwe hebû, ne wek ya tu kesî bû. Helbet ez ê
nikaribim hemî ji we re bêjim, lê bi kurtî navê min kiribûn şûmo,
ji ber şûmbûn û bêciriya min, tenê bes bû ko tu bêjî şûmo êdî
her kesî nas dikir mebest kiye, jixwe her kesî xwe ji min dikirî
û xwe ji min diparast.
Mexabin zaroktiya min hemû nayê bîra min, lê niha û piştî ez
bûme mêr yek caran ji dê û bavê xwe dipirsim, yek caran jî ji
wan zarokên ko bi min re mezin bûn û xwe ji min diparastin,
dipirsim, ma zaroktiya min çilo û çawa bû, niha ez bûme mêr û bi
jin û zarok, zarokên min qet li min ne hatine, wek latan in, mêş
di devê wan de mirar dirin, ka zarokên berê û ka yên niha,
zarokên berê çûk bi şev ji qulên dîwaran derdixistin, bê jimar
min mar ji qulan derxistine, min diranên wan hildikirin û wek
tizbiyan bi wan dilîst, min dûpişk bera hev didan û bi wan
dikeniyam. Roja ku diya min bigota: îro xwarin li malê tune, min
wê rojê çûk li gund nedihiştin.
Min bê sînor û
bê şerm pirs dikirin, pirsên bi rê û bê rê, pirsên fehşo mehşo,
carekê min ji jineke avis pirsî: çima û çilo zikê te wisa mezin
bûye?, piştî bi min de xeyidî, wê got ku ez wek diya xwe
rûşuştîme û got here ji diya xwe ya ku bê deling diber bavê te
de radizê, bipirse. Wê şevê xew bi çavên min neketin ta ku min
bi çavên serê xwe dît, dê û bavê min çi ji hev û bi hev dikirin,
ez heft heşt salîbûm lê bi min xweşbû dema min li wan temaşe
dikir. Niha ez dikim û nakim ku karibim wisa bi jina xwe bikim,
mexabin ez nikarim şipya bikim, yaho ma wan çilo dikir?.
Gelek nifir, derew û bêbextî li min dihatin kirin, bi taybetî
dema min xwe şûm dikir û gelek gotinên wek: belqityo, sêwlekê
hiram, bêjî, layê zinê, çîçkê mekînê, tircal, rojane li dujî min
dihatin gotin. Min pisîk, ker û seh bi terî nehiştibûn. Ji
tevaya gund ez û Dilber dost bûn, min wisa guman dikir ji ber ku
dema ez didîtim dibû wek pisîk û parçak goşt û sisto misto dibû.
cara pêşî min ew di nav heryê de dît, te digot qey pûtek ji
heryêye, ta niha ji heryê û lîska bi heryê hez dike û tişt
miştan pê çêdike. Nava wê ji min diqetiya, min û wê bi xanîka
dilîst, min roj lê dikir şev da ez wek bavê xwe bikim, min çi jê
dikir wê nedigot na, nizanim ne ji min ditirsiya ne jî pê xweşbû,
lê em zarok bûn.
Hingî ku kulm û tep û ji her kesî li min diketin min her şev bi
xwe û doşeka xwe de mîz dikir, hinan ji min re gotin ku ew kulm
û tep ne li pişta min ketana min bi xwe de mîz nedikir, li gor
dîtina wan kesan rovya mîzê sist bibû, êdî min nema dikarîbû ez
mîza xwe bigrim û rawestînin, çi çaxî bihata wek cog diherikî,
doşeka min rojane li ber tava rokê bû da ku zuha bibe û di şeva
li pêş de li ser xew bikim û careke din pêde mîzkim.
Niha ez xweziya xwe bi wan rojan tînim, merov çiqasî mezin dibe
huqasî hov û newêrek dibe. Jixwe berpirsyarî pişta merov dişkîne.
Ji bo ku jina min li ber min wek pisîk be divê ez wê têr nan û
av û ji tiştekî bêpar nehêlim, hun dizanin jinên vî heyamî ziman
dirêj û qure û ji bavê xwe şerm nakin, bê neynik û mekyac narin
pişt xanî, jixwe hin ji wan bi ser mêrê xwe de radibin û hin li
wan dixînin, batil li vê ecêbê, bawer bikin dawya dinyê nêzîk
bûye, ma jina berê ji ku diwêrîbû çavên xwe li ber mêrê xwe veke,
jinên niha di pentelonên koboy de radizên. Ji bo ku jina te bi
germî bi te re razê û ji te hez bike û ne çav li der be divê tu
ji her alî de wê têr bikî. Min jî ji bo vê yekê her sibeh berê
xwe dida sûk û çarcihan da ku bi karê rojane aboriya mala xwe
bikim. Rojane du caran di riya çûn û hatinê de pûtê serok ez
dirawestandim, nava min jê diqetiya, wek cendirmekî çav sor ez
îfade dikirim, çima te navê kurê xwe kiriye Azad, çima te navê
keça xwe kiriye Newroz û te navê sehê xwe kiriye Welîd. Bi tirs
min çavên xwe dixistin çavên wî û awir jê vedidan. Di meydana ku
bê erêya wê pûtê serok lê hatibû danîn her çavek bi sed çavîbû.
-xwezî min bikarîba ez te bi dû xwe de bikişkişînim malê, min
dizanîbû ez çi ji te bikim.
Li gel ku min di wê rojê de karîbû ez jin, keç û kurê xwe Azad
kêfxweş û şa bikim, dema min bi keda wê rojê sê kîlo pirtiqal,
yek û nîv sêv û du kîlo mozên xerabe bibim, lê ez xemgînbûm, ez
gêjo mêjo bûm, ez ne mêrbûm, jin bibû mêr û ez bibûm jin, wê kir
û nekir ku min germ û har bike da ku agirê di nava xwe de sar û
vemrîne, nikarîbû.
-dev ji min berde, kirina te bê sûdeye… Bi xeyd pişta xwe da min
û bû kufe kufa wê, min jê re got:
-ta ku tu pûtekî serok çênekî, tu bi dê û xuha
min bî…
Ku çêbiba dê wê
şevê raba û pûtê serok çêkiribaya, ne min ji we re got ku Dilber
di zaroktiya xwe de ji heryê hez dikir û tişt û mişt pê
çêdikirin, jixwe dema min ev yek jê xwest wek çûkekî ji qefesê
bifire, madê wê geş bû û bi kêf serê xwe danî. Ku Maykil Encîlo
baya wisa bilez û xweşik û spehî pûtê serok çênedikir, dema
çavên min î girtî li ber pût vekirin min ji çavên xwe bawer
nekir, min bawer nekir ku wê çêkiribe, te digot qey te serok
bixwe di axur de daniye, mabibû ku biaxive û fermanan bide, cara
yekemîn bû ku çavên xwe bê tirs dikim çavên wî, min biser de mîz
kir û sê tif danê û min got:
-niha Dilberka min li benda
min e, sibe tê xwe bibîne.
min got û pirsî:
-keçê ev kê çêkiriye?
-bêhn û cenga laşan!
-ango te çêkiriye?
-niha ez dê û xuha te me yan ez jina te me?.
min ew bi germî
hembêz kir, jixwe ez hemî bûm bi herî.
Pûtên serok û xizmetkarên milet û welatan wek ê Napolyon, Nîlson
Mandela, Xandî û C. waşington hatin bîra min û çilo miletên wan
ew di meydanên bajarên mezin û paytextan de danîne û bejna xwe
ji wan re ditewînin û li ser tabloyekê kurte jiyan û çend
gotinên pesindariyê nivîsandine, min jî li ser pûtê serokê ji
heryê nivîsand: ´´serok miletên xwe ber bi asmanan de tajon te
em wek pez ber bi zindanan ajotin. –serok dibistan û zankoyan
vedkin te zindan û girtîgeh vekirn´´.
Di
îfada yekemîn de min jê re got:
- niha tu li ba
min girtîye, ma wilo xweşe?,, bêje te çend kesên bê guneh di
zindanan de û di bin eşkencê de kuştine, lê ez wek te nakim, ez
te nakujim, ji ber ez merov im, belê ez ê te bixum, ez ê te
daliqînim, na ez wisa nakim, ez te rihet nakim û xwe wek te hov
nakim, ez ê te dax bidim, ez ê bi şîşa sor li ser anya te
binivîsim´´ ez hov im, ne merov im´´.
Ji ber hêrsa di
nava xwe de ez rabûm min bi ser de mîz kir û sê tif danê û li
beramberî wî rûniştim.
ez îşev
westiyam, em ê sibe berdewam bikin.
Niha hun ji xwe dipirsin ka wê di îfada duyemîn de çi bibe, lê
ez ji we re nabêjim min çi kir, hun jî dikarin pûtekî wî peyda
bikin û îfada wî bistînin, da ku hun wû kelizê tam bikin, lê ji
we bi hêvîme hun wî neêşînin, gunehe.
Di roja din de dema ku ez çûm axurê ku pûtê serok lêbû ji bo
îfada wî ya duyem bistînim, min ecêb dîtin, ez ji darkê ketim,
min pûtekî şikestî wek termekî li erdê dirêjkirî dît, û misînek
av, teşt, şeş heft gaz hîzar, pîlikek sabûn û li ser pelekî ev
hevok hatibû nivîsandin”qenciya ku merov bi miriyan bike
veşartine”.
11.05.2004 |
|
|
|