|
Çîrok
Sipî bûne serok
Roja pêncşemê 5ê heyva
avdarê cejna bûyîna jina wî
bû. Min û wî hevûdu li leşkeriyê naskir, piştî leşkeriyê jî
dostaniya me berdewamkir û ji ber ku em herdu li bajarekî dijîn
ciwanmêr ez jî vexwendî cejna bûyîna jina xwe kirim. Gelek mêr û
jin hebûn ji nav hemiyan yekî bala min kişand û çavên min mabûn
li ser wî, dema nû kete derî tiliyên wî di nav porê wî de bûn,
rûnişt rûnenişt dest bi peyvê kir û got:
-Paqijî
navnîşana şaristaniyê ye, ku merov paqij be xelk ji merov hez
dikin û merov bi hesanî dikeve dilê yê ku merov dibîne, ku tu ne
paqij bî cihê te di civat û cihên wisa de nîne, belê ku merov
qirêjî be, merov û Seh weke hev in, paqijî ji bahweriyê ye!!.
Yê ku tiliyên
wî di nav porê wî de bûn bigir du katjimêran li ser paqijiyê
peyivî, helbet wê hîn jî bipeyivya lê ya ku cejna bûyîna wê bû
bi mebestî pêkenokek got da ku wî birawestîne, ya ku cejna
bûyîna wê bû ji kuf kufa bi me ketibû nas kir ku em nema dikarin
lê guhdar bikin yan jî em ê hemû rabin herin malên xwe û yan jî
dê şahiya cejna bûyîna wê bibe şîn û girî. Mêrê ya ku cejna
bûyîna wê bû ango dostê min tebatî nediket canê wî, diçû û dihat
û biken ji me re digot:
-ez bihêvî me
hûn şerm nekin mal mala we ye û ev şahî ji bo we çêbû ye.
min jî bi ken
lê vegerand:
- birastî merov
di mala te de şerm nake ji me weyê em li mala xwe ne lê ku tu
wisa gelekî guh bidî me em dê şerm bikin û em ê rabin herin.
Çi cara zengilê
derî lêdiket em ên rûniştî hemû dicefilîn û me hemiyan matmayî
li derî dimeyzand, ka dê yê derbasbe, çawa be û dê kî be, ev zik
tilêrîye û temenê wî 50 sal e lê ya pê re kî ye gelo?!, di cî de
ya ku cejna bûyîna wê bû ji çavên me pirsa me nas dikir da ew û
jina wî bi me didan nas kirin, ev yê din jî çuqasî dirêj e û
jina wî ji ber wî ve kina-kine, ev yê din jî qut û qelew e û
jina wî di meha xwe de ye, didu li gor hev tunebûn û wek hev
derbas nebûn û çi yê ku derbas dibû mazûvanê me û jina xwe ya ku
ji bo cejna bûyîna wê em hatine civandin bi me didan nas kirin.
Hin bi hin şahî
fireh û mezin dibû, ji min pê ve kesek xort û bi serê xwe tunebû,
min dizanî mazûvan û mazûvana me niha çi li ser min dibêjin, ji
ber ya ku cejna bûyîna wê bû mûm vemirandin û peyalên meyê
bilind kirin û li hev xistin û gato jî li hemiyan belav kir, lê
yê min ez mîna latekî rûniştîbûm û min geh li yê zik tilêrî û
jina wî dimeyzand û geh li yê tiliyên wî di nav porê wî de şîn
hatibûn, min di nava xwe de digot û ji xwe dipirsî:
-gelo vê
porkura wek kara xezalan çawa û çilo ev yê han kiriye?!. Ne tenê
min li wî û li jina wî di meyzand û behetî mabûm belê li yê guh
dirêj û bel, li yê simbêl boq, li yê bi lingekî, ne bi xêr ev
bûye nexweşî ji min re ez bi kûranî li her tuştî dimeyzînim ta
ku diya min gelek caran ji min re digot:
-tu ji
biçûkaniya xwe de wisa rûşuştîye.
Bi rastî gelek
tuştên ne normal hebûn lê çavên min li mirovekî bûn û nema ji
ser wî diçûn, tiliyên wî ji nav porê wî
dernediketin û her ku tiliyên xwe ji nav porê xwe dikişandin li
serê wan dimeyzand ka serê wan ji xurandinê bûne bi xwîn an na û
her ku ji nûve tiliyên xwe dixistin nav porê xwe dibin çavan re
li me tevan dimeyzand û madê wî pê re pê re zer û tal dibû, dema
ku çavên hinan lê bû bilez destê xwe vedikşand, lê bi xwe
nikarîbû, serê xwe bi dawiya danîşgehê dixurand yan jî bi dîwar
dixist, dema nû ket derî bi dû jina xwe de bû û tiliyên wî di
nav porê wî de bûn, wek tu derziyan di laşê min rakî min nema
xwe girt, min ji yê li kêleka xwe pirsî:
-çi bela wî yê
hane lo?!.
- kîjan..?
- ew ê ku devê
xwe xistiye guhê jina xwe ..
- ew ê bi ya
sêng mezin re ?
- na ..na ew ê
jê bi wir de, yê ku tiliyên wî di nav porê wî de..
- êhhhhhhhhh........çi
heye ?
- xuyaye tu ji
min fam nakî!!
Hîn ez bi yê
kêleka xwe re dipeyivîm ya kêleka min î din rabû ser xwe û bi
lez ji şahiyê derket, helbet wê bi zorê xwe gihand tewalêtê
çimkî dema rabû bi telkî dimeşiya, min çav da dostê xwe da ku li
şûna wê danîşe, min jê pirsî :
-ew ê ku
tiliyên wî di nav porê wî de ?
- êhhhhhhhhhh..
çi heye...?
- çawa çi heye..ji
gava ku hatiye..tiliyên wî ji nav porê wî derneketine.!!.
- belê..belê
min fam kir bê tu çi dixwazî bêjî..ew
Sipî di serê wî
de hene.!!!!
- Sipîîîîîî....?!!
matmayî min wisa got û çavên min gazekê ji hev çûn, di vê demê
de Sipî, di vê
dema ku xelk gihiştine ser heyvê hîn jî Sipî
hene ? di dema "computer û Internet" de, di dema av gihaştiye
her mal û deverê, di dema ku bi melyonan celebên şampo û sabûnan
hene hîn Sipî li vê dunyê hene..min ev yek zû bi zû bahwer nekir..!.
Lê mêrê ya ku cejna bûyîna wê bû ango dostê min hişt ku ez
beşdariya kêfxweşiya wî û jina wî û mêvanan bikim dema ji min re
got:
-ez dê di dûv
re çîroka wî ji te re bêjim…
Ya ko cejna
bûyîna wê bû pirogramê şahiyê nivîskî li ser kaxezekê di destê
wê de bû, helbet ew dê seroka şahiyê be, ku îşev
ji me re bibêje bimrin em ê bimirin, ku bibêje solên xwe ji
lingên xwe bikin û bi dara bi binê lingê me keve kesek ji me
nabêjî na!! îşev şeva wê ye, dê miradê xwe li me mêran bikî û bi
rastî jî gelek tiştên nedîtî bi me mêran kir bê ku nêzîkî jinan
bibe, piçkên kaxezan li hev pêçan û avêtin ber me mêran û her
mêrekî ji me bilez destê xwe avêt kaxezekê, wê got:
-yê navê çi
canewerî jê re derkeve ew dê weke wî bike.
yê min navê
mirîşkê ji min re derket û min weke mirîskê kir qid-qid, yê zik
tilêrî wek sehan reya û kir ewt ewt û li ser her çaran rawestiya,
yê guhbel û dirêj wek keran kir û ziriya û yê bi lingekî wek
pisîkan kir, her mêrekî ji me wek canewerekî kir û her ji kurte
demekê ya ku cejna bûyîna wê bû peyala meyê bilind dikir û digot:
- noşîcan be...
Me hemiyan
peyal pê re bilind dikir û li hevûdu dixistin, wê wisa dikir da
ku me mêran serxweş û mest bixe û di dawiya şevê de bi me bikene.
Ji ber ku wê erê peyal hildida devê xwe lê hema tu zanî peyal
dighand lêvên xwe û jê venedixwar, min jî weke wê dikir ji ber
ku ez çêçikê mekînê me, min dizanîbû ew ji bo çi wisa dike û dê
çi huneran di dawiya şevê de bîne serê me mêran, û birastî jî
wisa bû, di dawiya şevê de hemû mêr ji bilî min serxweş û mest
bûn. Bû tiq tiqa wê û jinan bi mêran keniyan, yê ku Sipî
di serê wî de bûn nû madê wî geş bibû û bi ser hişê xwe ve
hatibû, ji ber ku Sipî
jî ji meyê benc û serxweş bibûn û nema serê wî dixurandin û ji
ber vê yekê nema tiliyên xwe dixistin nav porê xwe. Hingî ya
cejna bûyîna wê bû keniya sê caran verşiya û ya zik li ber dev
beravêt dema li lingê min terpilî û jina yê zik tilêrî xwe şilfî
tazî kir ji ber ku ew jî ji ser hişê xwe çûbû û yekser mêrê wê
ew berda, wê jî her carê peyala xwe hildida û qayîş bi mêran re
dikişand. Katjimêr çar ê sibehê zo-zo mêvan di derî re derketin
bê ku kesek ji xwediyên malê bi wan re derkeve û ji ber ku mêr
serxweşbûn û xwe li ser lingên xwe nedigirtin jinên wan ketibûn
bin çengên wan ta ku ew di derî re derdixistin ta ez bi tenha
xwe mam, min ji dostê re got:
-de ka çîroka
wî bêje..
- Zûde-zûde ji
demeke dûr û dirêj de ji dema ku bapîrê wî Emperator bû Sipî
ketibûn serê wî, dema çû ba textor, textor celebeke sabûn dayê û
jê re got:
-rojê yazdeh
caran tu dê serê xwe pê bişo, lê ku wî serê xwe yazdeh caran pê
şuşt û di dema serê xwe di dawiya şevê de danî da ku razê Sipî
bi hevûdu re peyivîn û ji hevûdu re gotin:
-îşev em dê têr
razên, me zûde xwe ne şuştibû.
Bi dengê dîkan re careke din çû ba textor,
textor jê re got:
-bikeve dawiya turumbêleke servekirî û bila
yê ajovan turumbêlê gelekî-gelekî xurt bajo, helbet Sipî
bi serê te ve ne şêrêz kirîne dê ji ber hêza ba ji nav porê te
bifirin û tê ji wan rihet bibî.
Paşî ku wî wisa kir bi kêf û eşq serê xwe di
dawiya şevê de danî da ku razê lê careke din bû piste-pista
Sipîyan bi hevûdu
re peyivîn û ji hevûdu re gotin:
-îşev jî emê têr razên, berî mirinekê em
derketin sayraneke
xweş.
Mêrê ya ku cejna bûyîna wê bû cihê xwe
xweşkir çixarek pêxist û di nav çîrokê re got ku wî hêvî dikir
ku Sipî bibin mih yan jî çêlek yan jî lîrên zêr, ma ku wisa bibe
ne çêtire, wisa dê perên min çêbibin û ez ê ji Sipîyan rihet
bibim!!.
Lê careke din çû ba textor û jê re got:
-here sûka serserî û qaçaxçiyan û şerekî
giran çêbike lê şerê we divê bi poşanbe, di dema ku bi ya textor
kir û xwîn jî bi ser serê xwe xist lê di dawiya şevê de û dema
serê xwe danî ku razê careke din sipî bi hevûdu re peyivîn:
-em îro çûn şer me bîst û neh şehîd danîn
lê me sed û bîst û çar ji wan dîl kirin.
Cara çaran berê xwe da textor, vê carê textor
kûr di rewşa wî de ramiya û ji xwe razî jê re got :
-Serokê wan bikuj û wisa ew dê hevûdu
biqelînin.
Kesek nizanî çawa û çilo gihaşt mal û bi
tiliyên herdu destan li Sipiya herî gir û qelew geriya, ew girt
û danî ser kevirekî û kevirê din bi hemû hêza xwe bi ser de
berda ta ku xwîna wê pijiqî û bi ser kevirê din de herikî. Şeva
wê rojê heyvanê xewê bi çavên wî neket, bi bû qîj-qîja Sipîyan,
nav wan bi bû şer û ceng û ji hevûdu re digotin:
- ez ê bibim serok,
ya din digot na ez ê bibim serok.
Qamişlo |