|
Çîrok
Ji xemgînî partiyek damezirand
Berî demekê ez
li Englistanê, li mala dostekî kevn bibûm mêvan, şahiya
rojbûyîna kurê wî bû, min li wir merovekî xemgîn naskir, xemgînî
jê diniqutî, lê xwînşêrîn bû, û navê wî Silo bû, min jê pirsî;
tu çima wisa bêmadî kekê Silo?, tu hîna ciwanî, wî got:
-ez xemgîn û
bêkarim!
-çavekî min
birje, tu çima xemgîn û bêkarî?
-nizanim, ez
tim xemgîn im, li gel ko hin caran helbestan dinivîsim.
-wensekê boyî
xwe çê bike.
-wek çi?,
-hevala te
tune?
-na,
-ma komputera
te jî tune?
-belê heye.
-naxwe
partiyekê damezirîne.
Diyar bû
pêşniyara min ketibû serê wî, çimkî pêre pêre madê wî xweş û geş
bibû.
Piştî vegeriyam
Holenda bi hefteyekê min telefon jêre vekir û pirsa rewşa wî
kir, wî got:
-xwedê xêra te
ji wê pêşniyarê binivîsîne, yaho ez nema vala dibim serê xwe
bixwirînim.
-te dît Silo,
wa tu jî bûyî serokek.
-na lo, tenê ez
û komputera xwe ne.
-ma tu kar û
xebata xwe bi çi şêweyî birêve dibî?
-di koşkên
Paltalkê de.
-paltalk çi ye?,
şoreş e, serhildan e, çi ye?
-na lo, mîna
koşk û odeyên muxtar û axayên berê ye, lê bi riya Internetê dibe,
tenê navê axa û muxtaran bûye admîn.
-bijî, jixwe
partiyên koşk û Paltalka ji me kêmbûn.
-lê yaho dema
min ji bo nivîsandina helbestan nemaye.
-kuro te serê
min xwaro tê çi ji nivîsandina helbestan girêde, ew tu nanî nade
te.
-yaho min jî
got ezê ji bo çand û wêjeya kurdî çend gotinan li hevûdû siwar
bikim.
-ma xwendin û
nivîsandina te bi kurdî baş e?
-jixwe ji ber
ez zanim bixwînim û binivîsim helbestan dinivîsim, yana ezê çi
jê bikim!.
-bijî, naxwe
her yekê bi kurdî zanibe bixwîne û binivisîne gerek bibe
nivîskar?
-min ji bo
nivîsandinê û ne ji bo xwendinê xwe fêrî xwendin û nivîsandina
bi kurdî kir, lê niha nema helbestê dinivîsim.
-çima?
-ava siyaset û
helbestnivîsandinê bi cogekê de nare.
-çawa bi cogekê
de nare ma Hoşyarê Qamişlokî û Mervanê Qemer çawa dikin?
-yaho de ka em
mijarê biguherînin lo, li ba me kurdan her tişt dibe.
-de başe Silo
can, serkeftin boyî te, ta careke din û min ji bîra meke ha...
-xwedî li xwe derkeve, sipas ji bo lêpirsîn
û telefonê, û bi soz û peymana mêrê berê ko min kurdistan rêzgar
kir û bûm serok ezê te bikim wezîrê aboriyê.
-mala te ava..dem xweş.
22/10/2006
|