|
|
|
|
Çîrok
Çavdan
Nivîskara bi
temen biçûk û xweşik û nazik Dilşa, mêvana hevala xwe Behiya
xemgîn bû, li ber siya dîwarê mala Ehmed Wetenî rûniştibûn. Çi
cara Dilşa ji Behiya re bigota:
-keçê porkurê
ka em biçin hindur, şerme em wek parsekan li ber siya dîwêr
rûniştine.
Behiya xwe giran dikir û digot:
-ka kêlîkekê biraweste lê, hindur germ e.
Dilşa jî nizanîbû çima Behiya naxwaze biçe
hindur, lê nas kir ko Behiya tiştekî jê vedşêre, tako Hisênê
Ferho diyar bû, bi diyarkirina wî re madê Behiya xweş û geş bû,
xwîn pêve hat û sor bû, dema nêzîkî wan bû, çavên wî û yên
Behiya ketin hev, çavê rastê ji Behiya re şikand, Behiya jî çavê
rastê wek bersiv jêre şikand û bi şermî di ber xwe de keniya,
Dilşa nû bi finasên Behiya agahdar bû, Behiya ko pirê dema xwe
li ber siya dîwaran diborand, tepek lê da û bilez û bez bazda
malê, li bayê rê jêre got:
-ne tu ji riya bavê xwe fedî nakî Behokê.
Dilşa a ko hîn nizanîbû çavdan çiye û tê çi
wateyê, çû beramberî neynikê rawestiya, çavê rastê ji yê çepê re
şikand, dît ko tiştekî xweşe, rabû çavê çepê ji yê rastê re
şikand, dît ko hîn xweştire, ta bi danê êvarî, li ber rojava li
ber neynikê mabû û çav li dû çav dida xwe, dema ji ber neynikê
rabû û çû jî hîna çavan çav didan hevûdu, çû ber deriyê hewşê
rawestiya, dît ko tiraktor û tirêlake tije blok ji aliyê rojava
de tê û merovekî pêncî salî li ser blokan rûniştiye, dema çavên
wî û Dilşa ketin hevûdu, Dilşa çavek jêre şikand, mêrê tozgirtî
jî ji bo dilxweşkirinê her du çav jêre şikandin, Dilşa sor û şîn
bû, bi şermî bazda hindur, û ji xwe re got:
-li min pepûkê, li min qirikê, li min şeşûkê,
min çi kir, weyla Behiya xwedê rihê te bistîne û hew…
û ji wê rojêde çavdan tobe kir..
11/10/2006 |
|
|
|