|
Çîrok
OO7ê Şewatê
-yadê qurbanê
du hêkan bide min.
-tê çi bi wan
bikî kurê min?
-ezê bi hevalên
xwe re biçim Sînemê.
-ev ji riya
bavê me kêmbû, ji ber çavên min biqeşite berî ko bi şekalê bi te
kevim.
Cemo yê neh
salî xweziya xwe mîna leşkerê di cengeke têkçûyî de bişke
daqurtand û di cihê xwe de mîna latekî sar ma.
Dema careke din
du hêk ji diya xwe xwestin şekalek lewitî li nav çavên wî ket û
kelogirî bazda kolanên bajêr.
Piştî li
merovekî zerik, bi tireşkot û bernêt rast tê, du firingan jê
dixwaze û di dûv re winda dibe, şopa wî namîne û beta weta dibe.
Cemo yê ko
filim di tenekeyên vala de pêşkêş dikir, dixwest cudahiya di
navbera filimên ko ew di tenekeyên vala de derhênan û pêşkêş
dike û ya cîhanî de bibîne, binase û bibîne bê ka filimên wî ji
ber ên cîhanî ve di çi radeyê de ne, kîjan çak û li pêşe.
Cemo tenekeke vala tanî, bi bizmar qulek di
nîvê wê de dikir, ji hindur ve pelekî sipî li rastî qulê
dizeliqand, rola sê çar zarokan li wan belav dikir, piştî ji wan
re şirove dikir, serê xwe dixist tenekê, qapûtê bavê xwe jî bi
ser serê xwe û tenekeyê dadikir dako hindurê tenekeyê reş û tarî
bibe, îca zarokan rastî qula di tenekeyê de çi bikirna siya wan
li ser pel çê dibû. Ta wê rojê Cemo guman dikir ko sînemeyên
dunyayê hemû filimên bi wî şêweyî pêşkêş dikin, ko ne bi wî
şêweyî bin jî, cudahî dê di holan de be, li ba wan gelek merov
dikarin bi hevûdu re di holekê de li filimekî temaşe bikin, lê
li ba me hîna holeya me tenekeke vala û ji bo yek serî û yek
merov dikare li filim temaşe bike.
Piştî lêdana şekalê Cemo nezivirîbû malê û
diya wî jî lê nepirsîbû, lê dema bêhna goştê şewitî tev li
dûmanê bû û mîna ewrekî qehwe û lewitî girt ser bajêr û bê
destûr ket her malê de, û asmanê herêmê bi qîr û hawaran avis bû.
Dilopek xwîn niqutî ser dilê diya Cemo û berteva şîvê ji destan
ket, di wî çaxî de mêvanên wan hebûn, xwest bi dengekî bilind
qîr û hawaran vede, lê ji şerma dikir bixeniqe.
Ji wê rojê de, ji roja ko agir û şewatê Amûdê
daqurtandin û navê şewatê li bajêr bû, wê Cemoyê xwe nedîye, lê
çi cara James Bond 007
di televizyonê de dibîne dibêje:
- wa kurê min,
ew Cemoyê min e.
05/11/2006 |