|
Çîrok
Serokê
giştî
Yekem Car bû ko
sê keçên kurd li hevûdu dirûnên û giftûgoya wêje û rewşa nû
dikin, min digot qey jin tenê li ser modêlên cil û mekyac û
zêran diaxivin. Dema min çîrok ji Xecê guhdar kir, ji min re
tuştekî nû bû û bû xewn û hêvî ko ez li wan guhdar bikim û bîr û
bahweriyên wan bipejirînim. Min di nava xwe de guman dikir ko
jinên xweşik û spehî tenê dikarin guhdar û hez bikin, tenê ew ji
bo mêrkirin û anîna zarok û şuştina sênîkan in, min guman ne
dikir ko rojekê ji rojan jin jî di siyaset û wêje de biaxive,
her wisa dê giyan û laşê wan hişk û zuha bibe. Wê jî piştgiriya
min dikir û digot ko bi tevayî wisa ye.
-Xecê..çi navê xweş û şêrîn,
-ji min ve jî xweş û şêrîn e, kalkê min, bavê
diya min li min kir.
Min ew li seyrana Indîwar ya ko hevala wê Şêrîn
bi helkeftina salvegera rojbûyîna xwe rêxistibû dît, min jê
pirsî:
-te xwe derman
nekiriye, çi ecêb?
-çax tune bû.
Du sê caran kir ko çîroka xwe û herdu hevalên
xwe bêje û ji bo ko ez ji nêzîk ve wê nas bikim min gotina wê
dibirî. Paşî min derfet dayê ko bêje. Carekê em hersê li ba
Gulav gihan hevûdu û me ji hevûdu re got ; werin em îro li ser
modêlên cil û mekyac û zêran naxavin, ka em li ser serokê
partiyan «Ma ka ew roj a kurd li Kurdistan » biaxivin. Min
pirsî :
-hûn rewşa helbesta kurdî çawa dinirxînin?
-îca helbesta kurdî ha!! ev çi pirs e
keçê..tu fedî nakî tu van pirsan dikî, Gulav bi qerf û tinaz
wisan got û berdewam kir :
-helbesta kilasîk bi çûna Cigerxwîn re
binaxbû û ya nûjen jî li nivîskarê xwe digere..
Şêrîn: hûn dikarin bêjin serokên partiyan çawa û
çilo dibin nivîskar û rê li ber berhemên nivîskaran digrin.?
min bi ken û tinaz got: we kovara “yek dest”
ya partiya “Ma ka ew roj a kurd li Kurdistan” dîtiye û xwendî
ye..?
Şêrîn û Gulav bi hevûdu re gotin ko wan ne tenê
nexwendin e belê hîn nedîtine jî, da ji min xwestin ko ez
naveroka wê ji wan re bidim diyar kirin. min got:
-ezê bêjim lê hûn dê ken û tinazên xwe bihêlin
dawî dako em bi hevûdu re bikenin.
Li şûna pêşgotinê Serokê Giştî yê partiya”Ma
ka ew roj a kurd li Kurdistan” kurtejiyana xwe nivîsandî ye “”ez
di sala berfa giran de ji diya xwe bûm, temenê min bû çardeh sal
”yazdeh” hevalkên min hebûn, ez pir xweşik û lihevhatî bûm û ji
ber vê yekê ez bi navê Kazanova dihatim bi nav kirin. Min
komeleya Xoybûn damezirand û yekem çapxane min bir kurdistanê,
civata yekîtiya xortên kurd û yekîtiya jinên kurd jî min
damezirandin û yekîtiya nivîskaran jî, belê yekem partî di nav
kurdên rojava de min çêkir, di kongirê yekîtiya tevgera kurd li
kurdistanê ez amade bûm û kesek weke min neaxivî, belkî ez
panzdeh katjimêran axivîm, gelek caran ez bûme nûnerê partiya
çep, sê caran ez çûme hevdîtina Berzaniyê nemir û çardeh caran
ez çûme Japan, jixwe Tişîlî û Felestîn nayên jimartin, di şewata
sînema Amûdê
de min bîst û neh zarok ji şewatê rêzgar
kirin, wisa jî di Zindana Hisiça de ez pêhlewan bûm, yekem
kovara rengînî di kurdistanê de min weşandiye, ez karim bibêjim
ko xweda ez diyarî ji kurdan re şandime””. Bû tiq-tiqa Şêrîn û
Gulav lê min gotina xwe berdewam kir û got :
Di rûpela yazdehan de Serokê Giştî bi
helkeftina rojbûyîna dostekî namekê dişîne û di rûpela 12 ande
namekê ji dostekî dî re dişîne, ew dost jina xwe piştî bîst û sê
sal û deh roj û heft katjimêran berdide da Serokê Giştî namekê
jê re dişîne û têde dinivîse””Delalo tu ne yê pêşî yî û helbet
tu ne yê dawî yî jî ko jina xwe berdidî, ev di ola me de normal
e û tu dikarî sibe yeke dî bîne, min ji te re çar dîne, yek ji
wan ji Sûdan e, pir esmer e lê tê xwarin ha, xema zarokan jî
mexwe, tu dikarî wan bişînî şoreşê yan Tişîlî yan jî Felestîn””.
Di rûpela şanzdehan de namekê ji Rêzan Xisro
re dişîne, ((Rêzan Xisro jî endamê komîta navendî ye di {partiya
welatparêzên kurdistan} ya hevbend ji partiya “Ma ka ew roj a
kurd li Kurdistan”ne, wî diranê xwe yê aqilan rakiriye lê pir êş
û elem û werm girtiye, da Serokê giştî namekê bi vê helkeftinê
jê re dişîne û tendurustiyeke baştir jê re dixwaze.
Di rûpela bîst û duduyan de hatiye nivîsandin
ko mirovekî Nîkaragweyî ev sê roj in xwe di xurîne lê têhna wî
naşike û derman û bijîşk jî bi xura wî nikarin da Serokê giştî
namek bi vî rengî jê re şandiye””ez sîh û sê salî bûm eynî xura
te ez girtim, min tu çare jê re ne dît ji bilî ku gerek min xwe
di nav heriya axa sor û hinê de bi çanda””.
Di rûpela bîst û heftan de Serokê Giştî
namekê ji hevalê xwe Hiso endamê komîta navendî ya eynî partiyê
re dişîne “”wek ku ez dizanim gerek tu jî dev li kuçikekî{
sehekî} har bikî da tu ji nexweşiya sehê har rihet bibî an jî tu
dê bibî seh û nabî tu were nav me û civînan ta ko tu wisan
nekî!!!!!.
Nameya dî ya ko Serokê giştî bi rê
kiribû, ji jineke kurd re bû, sêzdeh
keçên wê hene, di dema ku gerek kurek jê re biba beravêt, da
Serokê Giştî namekê jê re dişîne û dinivîse””xweda mezin,
dilovan û comerd e, bila bahweriya te bi xweda hebe, xêra wî bê
dawî ye””.
Di nameya dawî de ko di rûpela şêst û şeşan
de belav bûbû bi helkeftina şerê di navbera sehên du gundan de
bû, Serokê giştî namekê bi vî rengî ji herdû gundan re
dişîne””ez vê yekê
rast û durust nabînin, ev gelacî ji
Emerîka ye û divê nêzîk ne dûr aştî û biratî bikeve nav sehên
we, ez vê yekê şermezar dikim””.
Careke din bû tiq-tiqa Şêrîn û Gulav û di nav
ken re bi hevûdu re gotin:
-ev çi serok merokin bavo…min bi zor û heft
belan herdu rawestandin û got:
-na welê hîn..hîn bila bêhna we fireh be..
dibin her namekê de jî dinivîse:
Şîşa
Tenûrê
Serokê
Giştî
Yê partiya ma ka
ew roj a kurd li Kurdistan
Cardin bû tiq-tiqa wan û bi hevûdu re gotin :
-em li ser modêlên
cil û mekyac û zêran
biaxivin
baştire
ko em li ser wêjeya serokên wisa ezît û
nexweş biaxifin.
Ji min re çîrok û axaftina wê pir balkêş bû û ji
bo ez li guhdariya wê sar nebim min hez kir ko berdewam bike.
Dema Şêrîn û Gulav ji ken vala bûn, Gulav got:
-keçê guhdar bikin weleh dê quloçên we derkevin;
di eynî kovarê de, di jimara çil û sisiyan de Serokê giştî
bersiva pirsa danasîna jiyana xwe di hevpeyivîna ko endamekî
partîyê pê re kiribû, wisan pesnê xwe dide û dibêje;
Ji her çar perçên kurdistanê kurdên Rojava
rewşenbîr û jîr û zana ne, û ji nav kurdên Rojava kurdên êla me
rewşenbîr û jîr û zana ne, û ji kurdên êla me kurdên li bajarê
Qamişlo dijîn rewşenbîr û jîr û zana ne, û ji kurdên êla me ji
yên ko li Qamişlo dijîn kurdên taxa me rewşenbîr û jîr û zana
ne, û ji kurdên taxa me kurdên celda me rewşenbîr û jîr û zana
ne, ji kurdên celda me kurdên mala me rewşenbîr û jîr û zana ne,
û ji xwe di mala
me de kes ji min pê ve tune.
Cardin bû tiqe-tiqa me hersiyan û em
nerawestiyan ta ko diya Gulav derî li me vekir û bi xeyd got:
-dengê kenê we wek ê qereçiyan dighê asmanê
heftan, hûn qereçî ne hûn çi ne..???????
25.04.2001 HOLANDA
|