|
|
|
çîrok ----------------------------- Lotto
Ta niha nizanim navê wî çi ye, ez bi bavê Ferhad wî dinasim, dostayetiya min û wî bigir heft salan dirêj dike, bi rastî qet neketiye bîr û bala min jê bipirsim ka navê te çi ye, ji min re ne girîng û balkêş bû, çimkî merovekî bi temen mezin e, wî jî hez dikir merov bi navê bavê Ferhad wî bi nav bike, belê kêfxweş dibe ko tu bi navê kurê wî bang lê bikî. Bavê Ferhad ev şeş meh in li Holenda Kurdistaneke serbixwe û azad ava kirye. Ala kurdistanê ber li ba dibe. Serok, serokwezîr, wezîr, serokparleman, parlemanî, leşker, tu bê çi heye, hemû şert û mercên di welatan de di kurdistana wî de peyda dibin. Ko tu biçî serdana wî mîna serokê welatekî biçe serdana welatekî din, gelek astengî têne pêşiya te, şert û mercên serdanê hene, pasvan çavên merov û bavê merov derdixînin ta tu wî dibînî, berî şeş meh û heft rojan bavê Ferhad wek me hemiyan bû, ji wê demê de bûye merovek din û têkiliya bi wî re şor bûye. Bavê Ferhad ê ko çil salî li ser çiyan ji bo rêzgarkirina Kurdistanê şer kir û nikarîbû bohostekê ji xaka Kurdistanê rêgar bike, ana li Holenda Kurdistaneke serbixwe û azad ava kirye. Berî sal û nîvekê ew û xanima xwe li çarciha bajarê Nijmegen dimeşiyan, ji nişkan ve çavên xanima wî bi arma Lotto dikevin, “Jackpot € 16,3 miljoen”, li bavê Ferhad nêrî, û got: -çima tu carekê şensê xwe naceribînî?. Gotina diya Ferhad dikeve serê wî, û jêre dibêje: -tu caran min bi ya te nekirye, lê bi telaqê bê fitû hema vê carê ez ê bi ya te bikim, û dire kartek Lotto dikire, piştî heftekê 16 melyon û sê sed hezar Euro jê re derdikeve. Wêne yê wî di hemû kovar û rojnameyan de belav dibe, televizyon û radio hevpeyivînan pê re dikin, tenê di hevpeyivînek xwe de dibêje; dema spîker jê dipirse: tê çi bi ewqase pere bike?. -ez ê welatekî ava bikim.. Bavê Ferhad radibe bi du melyonan nehsed û pêncî û şeş metir erd dikire û bi du melyonan sê avayan di nav de ava dike, yekê dike ji bo xwe wek serokkomarê Kurdistanê, û yekê ji bo kurê xwe Ferhad wek serokê parleman û parlemaniyan, û ya sisiyan dike ji bo kurê xwe Şêro wek serokwezîr û wezîran, jixwe ala kurdî li ser hersiyan diçikîne û li ser armeyek mezin, li ber deriyê derve dinivîse; komara Kurdistan a demuqrat. Piştî vê yekê guhertinek biçûk dikeve navê wî, dibe; serok Silo. Û ev yek di medya kurdî de dibe ecêbek ji ecêbên dunyayê, dibe ko ya heyştan be.
07/07/2007
|
|
|
|
Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com |
|