|
|
|
|
Gotar
Al û Sirûd jî
têkdirin
- ko
wisa nebû ezê bîst û du pîvazan bi guhê xwe vekim.
-Kurdê bi zimanê serdestan dinivîse, alîkariya dujmin di
têkbirina zimanê kurdî de dike.
-her zaravek bûye zimanekî serbixwe,
-kî ji Qamişlo û Amedê ji Soran têdighêje û dixwîne?
- bi jimara partiyan em bûne perçe werçe,
- Saykis-Bîko nikarîbû me kurdan wek dîk û mirîşkan ji hevûdu
cuda û perçe bike.
- têksta Şêrgo Bêkes a ji bo sirûda netewî perçebûna me kurdan
tekez dike.
- ko Şêrgo Bêkes ne Soranî biwa dê Soraniyan helbesta wî bikirna
sirûda netewî ?.
Ala kurdî bû, sirûda netewî bû, her du jî di
pirojeyên guhertin û têkçûnê dene, dê her du nema simbolên
yekîtiya me kurdan bin, her du jî nema me kurdan dighînin
hevûdu. Dimîne gotina EZ KURD IM, kî dizane dibe ko sibe
girûpek ji me rabe û bêje; ez Bahdînî me, ez Sora me, ez zaza
me, ez misulman in, ez bûzî me, ez ezîdî me, jixwe Ezîdî berî ko
bêjin em kurd in, dibêjin em Ezîdî ne. Jixwe her zaravek bûye
zimanekî serbixwe, nimûneya li ber çav başûrê Kurdistanê ye, kî
dikare bêje ko soranî û bahdînî nebûne du zimanên cuda û
serbixwe. Diyare emê jî bibin wek Ereban, lê ereb yek zimanê wan
heye dikarin ji Maroko ta bi Iraqê ji hevûdu têdbighêjin,
dikarin hevûdu bixwînin, îca li ba me kurdan ew jî nîne, kî ji
Qamişlo dikare ji nûçeyên bi soranî fam bike, kîjan nivîskarê ji
Amedê dikare ji nivîskarên Sora re bixwîne, jixwe sora ji xwe
pêve ji kesî re naxwînin, hin caran ji Kolombî û Meksîkiyan re
jî dixwînin, lê ji kurmancan re naxwînin û ta radeyekê baweriya
wan bi wê çandê nayê. Ko alfabeyek van zaravan neke yek,
ferhengek wan neke yek û dezgehên medyayî(Tv, radyo, kovar,
rojname, internet...) bi rola yekîtî û ji hevûdu nêzîkkirinê
ranebin, em nêzîk têkdiçin.
Di her perçakî de em bi jimara partiyan bûne
perçe werçe, û her partiyek seriyekî dajo..
Ko wisa berdewam bike, dê sibe her yek ji me xwe
bi navê ÊL a xwe bilind bike, dê bêje ez ji filan Êlê me berî
bêje; ez kurd im..perçebûnê pişta me şikandiye..perçebûn..jihev
veqetandin li her deverê hatiye çandin.
Ji ber vê yekê Jonasan RANDIL navê pirtûka xwe
ya di derbarê kurdan de kir“Miletek di Perçebûnê de”. Ji ber em
di her tiştî de perçe werçe bûne, di ziman de, di partiyan de,
di helwestan de, di alfabeyan de, di rêzimanan de, di olan de,
ma em di çi de perçe nebûne, Al û Sîrûda netewî bûn wa birayên
me î soran dikin wan jî perçe werçe bikin. Bila kesek nema
xewnan bi kurdistana mezin bibîne!. Û serê we sax ..
Çi min wek kurdekî ji Qamişlo û Amedê bi kurdên
Silêmaniyê ve girêdide ji bilî alê û sirûda netewî?. Li vir
nikarim bêjim ziman jî, ji ber ez ji soranî fam nakim, û bi
alfabeya wan jî nizanim bixwînim, her wisa ew jî ji min fam
nakin û min naxwînin, ji ber ez bi kurmancî diaxivim û bi
alfabeya latînî dinivîsim.
Sê tişt hest û canê merovan(miletan) dikin yek û
yekîtiya wan diparêze û xurt dike; Al, Sirûda netewî û ziman. Ji
dema peymana Saykis-Bîko de dujminan em kirin çar perçe, lê
nikarîbûn me kurdan wek bira û bira, wek can û can, wek dîk û
mirîşk ji hevûdu cuda û perçe bikin, tim me digot; ev sînor
sînorên dujmin in dê rojekê rabin, lê niha îca em sînoran di nav
xwe de didynin û vê yekê bi destê xwe dikin. Jixwe ji berê de
pêşiyan gotine; kurmê darê ne ji darê be, dar kurmî nabe.
Di têksta helbestvanê navdar Şêrgo Bêkes de ya ji bo sirûdeke nû
perçebûna me kurdan bi reh dike, dema dinvîse: Li bakur û li
başûr bî, rojava, rojhilatî...
Armanc yeke…al jî yeke, doza me ye
azadî.
Di malika pêşî de
têkst perçebûna me tekez dike,
Al jî ta niha yek bû ew jî ji bilî birayên Sora ve tê guhertin û
nema yek dimîne wek di têkstê de hatiye. Gelo ko Şêrgo Bêkes ne
Soranî biwa dê Soraniyan helbesta wî bikirna sirûda netewî ?.
Ko Al û Sirûd li başûrê Kurdistanê bêne
guhertin, ta çi radeyê kurdên rojava, rojhilat û bakurê dil
mecbûrin pê bikin?, ta çi radeyê dê bandora xwe li kurdên
rojava, rojhilat û bakurê dil bike?, ta çi radeyê dê başûrê dil
ji rojava, rojhilat û bakurê dil cuda û dûr bixîne?, li gor
dîtin, bîr û boçûnên xwe dikarim bersiva van pirsan bidim, lê
bersivê ji xwendevanan re dihêlim tako ew jî beşdarî vê mijar û
pirsgirêkê bibin.
Kurdê bi zimanê serdestan dinivîse, alîkariya
dujmin di têkbirina zimanê kurdî de dike. Dema hemû nivîskar,
rojnamevan, kovar, Tv, radyo bi kurdî bin û bi kurdî binivîsin
miletê kurd mecbûrî fêrkirina zimanê wî dikin. Lê dema li Amedê
kovar bi Tirkî derkevin kurdên Amedê dê xwe fêrî kurdî nekin, ji
bo wan xwendina bi Tirkî hesantire ji kurdî, mexabin ko berî
du-sê rojan kovarek bi navê ESMER û bi Tirkî li ISTANBULê ji
bilî hin nivîskar û rojnamevanên kurd derket. Ev jî rengek ji
rengên têkçûn û şikandina ye, dêmek ew kovar ji bo Tirkan û ne
ji bo kurdan derdikeve.
Al û Sirûda nû dê tenê ji bo Başûrê Kurdistanê
bin û ne ji bo tevaya Kurdistanê, ji ber dê nerîn, bîr û boçûnên
kurdên din di vê yekê de neyê standin, dê hest û kesayetiya
kurdên din di wan de nebin. Jixwe hemû şaşe, ma çi hatiye
guhertin, ma başûrê Kurdistanê bûye welatekî serbixwe tako Al û
Sirûdeke nû û taybet bi bi wan hebe. Bi serhişkî û biryara Soran
zaravê Soranî dibe zimanê fermî, dîsa bi serhişkî û biryara wan
dê Al û Sirûd jî bêne guhertin, ko wisa û wek wan nebe dê ji
bahdînan veqetin û mîrektiya(herêm, welat) Soran bê
damezirandin, ko wisa nebû ezê bîst û du pîvazan bi guhê xwe
vekim.
15/12/2006
|
|
|
|