|
Gotar
Nivîsandina bi
kurdî helwest û perwerdeya bi kurdî ye
çima ez bi zimanê kurdî dinivisînim?.
jixwe yê ko bi zimanê serdestan dinivîsîne,
alîkariya serdestan di têkbirina zimanê kurdî de dike.
- Nivîsandin bi kurdî helwestdan û perwerdeya
bi kurdî ye, derbirîna bi kurdî ye..
- ji bo min nivîsandina bi kurdî piştdanîna
dujmin e, dujmin bi hemû hêza xwe hewl dide pişta me bi
têkbirina zimanê me deyne, û em, ew ên bi kurdî dinivîsin li gor
karîna xwe hêzê didim ziman û merovê kurd dako li ser pê û
pêşeroja xwe biraweste.
-ji bo min nivîsandina bi kurdî encama şer û
cenga dawî û hebûn û nebûnê ye, poşa min (wek kurd) a dawî dê
ala serkeftinê bilind bike.
-nivîsandina te bi zimanê serdestan piştgiriye
ji zimanê serdestan re li dijî zimanê bindestan, zimanê te.
-xaleya sereke ji bo ez bi zimanê serdestan
nenivîsim, hun zanin wêje nivîsandin bi zimanê serdestan têkçûn
û şikestina zimanê bindestan e û tê wateya; ew ê bi zimanê
serdestan dinivîse rolê nade zimanê xwe dako dîrok pê bê
nivîsandin, ji bo xwendin û zendîkirina zimanê kurdî, zimanê
kurdî pûç û ber bi mirinê de dajo, her wisa ew kesana zimanê
dujminan zendî û çalak dikin. Ez û hemû kesên bi kurdî dixwînin
û dinivîsin, em helwesta xwe bi nivîsandina bi zimanê kurdî
radigihînin. Dako ala zimanê me jî di nav alên zimanên cîhanî de
bilind bibe.
-Nivîsandina bi kurdî giyanê zimanê kurdî lê
vedigerîne.
-dema tu bi kurdî dinivisînî tu bi şêweyekî ji
şêweyan hewl didî ko giyanê ziman lê vegerînî, ev zimanê ko bi
sedên salan e êrîşên dijwar têne ser, dako me bi riya têkbirina
ziman, têk bibin. jixwe em bê ziman û bê nivîsandina bi zimanê
netewa xwe, em ne tiştekin.
-Ez di vê demê de, di dema Internet û Globalîzmê
de bêtir li ser zimanê kurdî bi tirsim, ji ber gelek sedeman; ne
berpirsyariya xwedî û bidestxistiyên malperan û belavkirina her
tiştî, dako rûpelên malpera xwe dagirin, ne standardkirina
ziman, pêkanaîna zaravan wek zimanên netewî, xurtiya zimanê
Internet wek zimanê Ingilîzî. Nivîsandina bi çend alfabeyên
curbecur.
-ji bilî ko nivîsandina bi kurdî parastin û
perwerdeya kesê kurde, min guman dikir ko nivîsandina bi kurdî
dê nan bide min, min ne dizanî ko dê gepa min ji devê min
derxîne û bi avê de berde. Jixwe gereke wisa bi me bê dako zikê
me bêtir li ser zimanê me biêşe, ziman berî nan û avê ye. Û ji
bo ko em xwe wek kurd biparêzin, pêdiviya me bi parastina zimanê
me heye, îca nivisandina bi kurdî şêweyek ji şêweyên parastina
ziman e.
Holenda
31/01/2005 |