|
|
|
|
Gotar
Diktator ji rûxandina
peykeran şerm nakin
Di
serhildana 12 avdarê de diyar bû ku rêjîma Sûryê tenê kuştinê
dinase, tenê dikare kuştinê bike, girtiyan pir bike, birîndaran
derman neke, zarok û jinan bitirsîne.
Hemû
rêjîmên diktator wisa ne. Ew nikarin li dengên din guhadr bikin.
Ji hêleke din ve ew gora xwe bi destê xwe dikole û rûxandina xwe
nêzîk dike. Ku ne wisa be, ku hun ne diktator û faşistin wer in
li dengê gelê kurd guhdarî bikin, li kesên ereb yên demuqrat
gudarî bikin, li dîtin û bîr û boçûnên wan guhdarî bikin, bê
guman ew ji we baştir dikarin û dizanin çawa welat bi rêvebibin
û rewşa welat û milet baştir bikin, hun tenê ji bo berjewendiyên
xwe yên kesayetî kuştin, talan, gelacî, komkujî, girtin û
lêdanan dikin û dengê zarokan dixeniqînin. Diktator tenê ji
demuqratiyê ditirsin, ji ber bi hatina demuqratiyê re hun tune
dibin, hun nebedî dibin, hun li ber lingan dirin, hun di bin tif
û sixêfan de dixeniqin, û ji ber vê yekê we gelî diktatoran konê
tirsê vedaye ser serê welat tevî û her yekê li duj we serê xwe
hilde bêguman yan kuştîye yan girtîye. Ma mêrantî ev e, belê
mêrantî ew e ko hunli dengên her kesî guhdarî bikin. Ma hun
nizanin ku we rûpela welat li tevaya cîhanê reş û tarî kiriye.
Ma sistema we ya ku hemû kuştin û lêdan û talan û zinadan e baş
e yan sistemên demuqrat ku her kes bighêje mafê xwe û bi kêf û
aramî bijî baş e. Em we baş dinasin, hun qet nabin demuqrat û
qet nikarin li me guhdarî bikin, ji ber li me guhdarî kirin
ketin û rûxandina we bi xwe re tîne.
Niha we dest bi tawanbariyan kiriye, helbet ew ji qelsbûna we ye,
hun li ser zimanê girtiyan dibêjin ku destin ji derve di
serhildanê de hene, çawa em ê vê yekê ji we bawer bikin û we
dest bi bilindkirina wêneyê Sedamê diktator kir û we got bijî
Sedam û bimrin kurd, we guleyên qedexe li me sivîl û zarok û
destvalayan barandin, çilo em dê ji we bawer bikin û ew girtî di
bin lêdan û eşkencê dene, çilo em ê ji we bawer bikin û hun
derewîn û bêbext û telaq reş in, bê guman ew girtî ji lêdan û
eşkencê ne li ser hişê xwe ne êdî çi bibêjin ne cihê
bawermendiyê ye. Ku hun rast dibêjin bila
Netewên Yekgirtî((UN)) wan girtiyan îfade bike. Hun tenê dizanin
derewa li miletê xwe û raya giştî çi li welêt çi jî li derveyî
welêt bikin û bêgunehan tawanbar bikin, ev karê hemû rêjîmên
diktator e. Ma we çend kes di bin işkenceyê de kuştin?.
Ma hun ji rûxandina peykeran şerm nakin, ma hun
bi nêtin hin din li şûna wan deynin da ku hin kesên din wer in û
dubare wan biherifînin, niha hun ji ber rewşa wan peykerên ketî
şerm dikin da we ew bi paçên reş û spî veşartye, ma hun ê careke
din û bi danîna peykerin din dest bi diziyê bikin, we çiqas
melyon wereqe ji dû wan peykeran dizîye. Hun hemû diz û
çete ne. Ma we ji serhildana rojavayê kurdistanê jî ders negirt,
na hun nagrin, hun çavên xwe digrin da tuştekî nebînin, ji niha
û pêde zanibin ku em û hun ji hevûdu cudane, em kurd in û hun
diktator in, em ji azadiyê hez dikin û hun ji xwîn û zindanan
hez dikin. Çi çaxî be em ê bighêjin mafê xwe. Ji bo ku ya hat
serê Sedam neyê serê we, ez we bi şîret dikim hun ji welat bar
kin û birevin û ji me re bihêlin çimkî em ji we baştir dikarin û
dizanin birêve bibin. yan jî hun ê di bin lingan de bixeniqin.
Berî niha me digot Sedam Diktator e ji ber ku wî wisa û wisa
kir, lê diyare gelek Sedam û diktator di herêmê de hene, yek ji
wan Zabitê ((Ahid Hemûd)) ku kurdekî leşker((Xêrî Berces Çeto))
di bin lêdan û eşkenceyê de kuşt, ji ber ku kurd bû, bêguman
gelekên din weke wî we kuştin, li dawî we di 28/02/2005an de
Ezîza Yezîdî, diya çend zarokan kuşt, ma çi guneh kiribû, lê hun
xwe bi kuştarên wisa xwe eşkere dikin bê hun kîne û hun tenê
kuştinê dinasin. Gelo cezayê wî zabitî çiye?, kî dê wî ceza bike,
helbet kesek tune ji ber hun hemû weke wî ne, ev yek xerabî û
bêbaweriyê dixîne nav leşkerên Sûryê, leşkeriya ku bi dujminê
fermî nikare êdî berê tivinga xwe dide miletê xwe, wek
metelokeke kurdî dibêje: nikare bi kerê dire kurtên. Yan
kurdan nebin leşkeriyê yan jî ku we birin bila weke we bin. Bi
tawanbariya ku tirsê li ser welat çêdikin hun wan ji xwendin û
enistûtuwan diqewitînin û roja din wan dibin leşkeriyê, ma hov
jî vê yekê dikin, lê ji her kesî re diyar e ku hun xêra welatê
xwe naxwazin, belê bêhtir berê wî didin ber bi rûxandinê de.
Diyare we ders ji Iraqê negirtiye. We şûna Sedam baş dagirtiye û
ji ber vê yekê pir kes dibêjin ku Sedam in din hene û pêdivî pê
heye ku herêm ji wan û ji zulm û zordariyan wan rihet bibe.
Di salvegera yekemîn de û li gel ku serokê we B. Esed diyar kir
ku netewa kurd beşekî bingehîne ji tevna civaka Sûryayê, lê
tiştek nehat guhertin, diyare hun tenê dikarin ji tirsta Emerîka
re vira bikin û gotinan ji xwe berdin. Tiştek nehatiye guhertin,
zulm ew zulm e, kuştin, girtin, lêdan û tawanbarî berdewame.
Em û her kesê ku ji azadî, kêfxweşî, jiyan û demuqratiyê hez
dikin dibêjin ku we dest bi şer û destdirêjiyan kir da ku hun
bibêjin ku destên derve di vê yekê de hene. Ne dûre ku we û
Tirkên faşist bi hevûdu re ev yek kiribe da ku hun ji Emerîka re
diyar bikin ku we kurd li me sor kirin e. Ya din niha Sûryê û
Turkyê diyar dikin ji Emerîka û hevalbendan re ku hun şaşin mafê
kurdan bidin wan, ji ber ku hun li Başûrê kurdistanê mafê wan
bidin wan êdî wê li Sûryê û Turkyê û Iranê jî mafê xwe bixwazin
û rabin ser piya. Dîsa dibêjin ku serhildana li rojavayê
kurdistanê yek ji wan sedeman e. ku hun ne diktator û faşistin
wer in em hemû bi hev re bijîn, her yek bila bi serbest û azad
bijî, bê kuştin, bê lêdan, bê girtîgeh, lê hun ji azadiyê hez
nakin û ji ber vê yekê rûxandina we li ser destê me ye em kesên
ji azadî û demuqratiyê hez dikin û ji ber ku em ji we pirtirin
em ê zora we bibin û pişta we deynin û pêl dewla zikê we kin.
Di salvegera yekemîn de bang li tevgera kurdî li rojavayî
kurdistanê dikim û ji wan re dibêjim; ger hun li gor
berpirsyariya xwe ya dîrokî bin, yan hun ê ji bilî dîrokê ve
şermezar bibin, çimkî pêşeroja me di destê we deye. Merov carekê
dijî û bila wê carê jî bi rûmet bijî.
07.03.2005 |
|
|
|