malperaQado Şêrîn

Bi xêr hatin, ser sera û tishtin din...

Qilçix
çîrok
Gotar
Lêkolîn
Helwest
Pexşan
Folklor
Werger
TiŞtin din
Hevpeyivîn
Pirtûk
Nivîsin bijartî
Têkilî
Link
 
 
   

Gotar


Kî dizane Şêxê sehîd Dr. M. M. Xeznewî 
çi bo me got
berî jiyana xwe boyî me ji dest bide...?

*    *    *


Şêx Seîdê Pîran

Di 30 gulana 1925an de Şex Seîdê Pîran û 47 hevalên wî hatin bi dar vekirin, li ber darê bi dar vekirinê Şêx Seîdê Pîran got: jiyana normal ber bi dawî de diçe û ez ne poşman im jiyana xwe bi gorî miletê xwe dikim, em kêfxweşin ji ber ko neviyên me dê li pêşberî dujmin ji ber me şerm nekir.

*    *    *


Qazî Mihemed

Heya hûn hev negirin, bi sernakevin. Zulm û zorê li hev nekin, çimkî Xweda gelek zû mirovê zalim ji holê radike û ji navê dibe. Ev soza Xwedaye bê kêm û zêde, zalimê hildiwşe, Xwedê tola zordariyê jê distîne.

Hîvîdarim hûn guhê xwe bidin min û Xwedê we bi ser dujminan da bi ser bixîne.

Xizmetkarê gel û nîştiman

Qazî Mihemed

*    *   *

Leyla Qasim

12 /03/ 1974an de seet 7ê berê sibê Leyla Qasim û hevalên wê îdamkirin.

Daxwaza Beesiyan ji Leylayê û bersiva wê Berpirsyarên dewleta Iraqê beriya şehîdkirina Leylayê bi darê zorê jê daxwaz kirin ku bi nivîsandina nameyekê ji bo serokkomarê Iraqê daxwaza lêborînê ji dewleta Beesiyan bike û bi vî rengî poşmaniya xwe ji wan re bide diyar kirin ku di riya rizgariya Kurd û Kurdistanê de xebat kiriye. Lê şêrekeça Kurd Leyla Qasim bi nêrînek hişk û tifa ku avêt ser û rûyê generalên Beesî, wiha bersiva wan da:

""Ger ku ez ji karekî jiyana vê cîhanê poşman bibim ew e ku ez zû dimirim bêy ku bikarbim demek dirêj ji gelê xwe re xebatê bikim û ger qirar be dawa lêborînê ji kesekî bikim, ez daxwaza lêborînê ji gelê Kurd dikim. Ji ber ku di rastiya xwe de, min ji bo doz û pirsgirêka netewa xwe kêm xebat kirye"".

*    *    *

Şêxê şehîd Dr. Mihemed Meşûq Xiznewî

Kî dizane çi ji bo me got berî jiyana xwe ji bo me ji dest bide...?????

Ko xweda û dojeh û bihuşt hebin û kujerên wî yên musulman herin bihuştê ez ji vê kêlîkê de ne musulman!!.

…………….

…………….

 (bi navê gelekan)

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com

qadoserin@hotmail.com