|
Gotar
Kurmê darê ne ji darê be, dar kurmî nabe.
Serhildan û firotina filiman!!
Di dema ku gelê me li rojavayê kurdistanê rabû
ser pêyan û bi mêranî bi serhildana xwe ya pîroz rabû, mexabin
hin kesan ew serhildana pîroz ji bo berjewendiyên xwe yên kesane
pêk anîn. Di her tevger û serhildan û şoreşan de kesên wisa ji
bin hîmên giran û bi qirêj derdikevin û ji xwe re dibêjin; ev
derfeta min e ko ez ji xwe û jiyana xwe re tiştekî bikim.
Bêguman kesên wisa dizanin bi awayên xwe yên fen û fût û xap û
raz kar û xebata xerab û çewt bikin û navekî an jî bi şêwekî ji
şêweyan xwe bikin serê rimê û xwe diyar bikin ko ew jî zikêşên
milet û welatê xwe ne, di dema ko tenê ji bo berjewendiyên xwe
yên kesane kar dikin wek sûsmaran hêsran li ser şehîd û
birînadaran dibarînin. Di vir de jî hin kesên sana û pêwened
mexabin ji wan bawer dikin ko ew jî ji gelê xwe re kar û
xebateke pîroz dikin.
Di dema ko xwîna ciwanên me hîn zuha nebibû û di
dema ko dayikên şehîdan şehîdên serhildanê vedşartin û qare qara
birîndarên me bû ji ber birînên dijwar û guleyên qedexe, û di
dema ko her yek ji me li wênekî, li filimekî digeriya da ko ji
raya giştî ya cîhanî re diyar bike bê rêjîma diktator li Sûryê
çi bi serê gelê me yê sivîl û destvala tîne, Sîrwanê Hecî
Birko ew wêne û filim li ba xwe veşartibûn û bazara kirîn û
firotinê bi medya cîhanî re dikir da ko çend qirûşan qezenc
bike. Hate ragihandin ko wî filimên serhildanê firotine
telefizyonên Swedî, Birîtanî û ya Israîlî jî weşand, wî ji min û
Ferhad Ehmê re got ko wî filim firotiye televizyoneke Birîtanî
bi 700 û tiştek Pawndî û ez û F. Ehmê li ser vê yekê şahid in,
dîsa wî ji me re got: ‘’em dikarin van pereyan li hevûdu par
bikin û li ser malperên xwe xerc bikin’’ lê min û Ferhad ev yek
red kir û me got em wisa nakin, ya baş tu wan pereyan bişîne ser
banka serhildanê ya ko li Swedê vebibû,
û me ev babet di Koçka 12 adarê
de((Paltalk))û bi amadebûna nêzîkî 100 kesî û ew li wir beşdar
bû û wî soz da ko pereyan bişîne ser sindoqa serhildanê, lê ev
tişt ta anih adiyar nebû ye. Ew pere ne yên me ne û ne
yên te ne, belê yê serhildanê ne. Her wisa gelek kesên din jî
li ser ve yekê şahid û agahdarin. Kurdên Swed, Birîtanya û
Israîl dikarin bon a kirîn û firotina wan filiman ji wan
televizyonan wergirin.
Di dema ko şehîd bi dû şehîdekî de diket û
serhildan germ bibû gelek kesan telefon û têkilî bi hin
televizyonên Erebî wek Al-Jazeera û Al-Erebiye re danîn û ji wan
xwestin ko tiştekî biweşînin, wan televizyonan gotin ko filim li
ba we ne û hun nadin me ko em biweşînin û hun bihayê wan gelekî
dixwazin, jixwe mebesta wan Sîrwanê Hecî Birko bû, û wî filim
neda wan televizyonan ta ko bi dehan şehîd ketin û li ser bazarê
li hev hate kirin. Jixwe ew kesên ko têkilî bi wan televizyonan
re danîn diyarin û gelekin.
Di dema ko alîkariya aborî ji dê û bavên şehîd û
birîndaran re gerek bû wî li ser malpera xwe nivîsandibû: kesên
li Emerîka dikarin alîkariya malpera Amûdê li ser vê
navnîşanê…li ser vê bankê(nemra banka xwe nivisandibû)..li ser
vê mail û vê jimara telefonê, alîkariyê bidin min, jixwe di wê
demê de ji hin kesan weyê ko ew alîkarî ji bo serhildana gelê me
bû, lê ev yek ne raste tenê ji bo wî bû û kete bêrîka wî.
Di dema ko wêne ji welat difiriyan û xwe li
lawên bavan digirtin da ko bi şêwekî rast û durust belav bibin,
da ko her kes bibîne bê çi bi serê gelê me tê wî navê malpera
xwe li ser wan wêneyan çap dikir û reklam ji xwe re dikir û
digot; min wisa kir û min wisa kir û telefon bi dû telefonê de
vedikir, ma gelo pêwistbû ko navê malpera xwe li ser wan wêneyan
binivîsîne. Di wan deman de, di dema serhildanê de Rojtv
bernamek li ser serhildanê pêşkêşkir, ji min re hat ragihandin
ko wî gelek telefon ji Rojtv re vekirin û ji wan dixwest bêjin
ko ew wêneyên ko têne pêşkêşkirin ji malpera wî hatine girtin,
wek gelek kes dibêjin: malpera tevliheviyê, ma navê te gereke
yan belav kirina wêneyan gereke di vê dema zirav û teng
de..diyare ko tu tenê li navê xwe digere, tenê ji xwe re dike,
kî mir, kî ma ji te re nexeme, kurdan ji berê de gotine: tirek û
deh tir li cem tirekan wek heve.
Firotin û bi derengxistina wêne û filimên
serhildanê bû sedema ko bi dehan xortên me î ciwan şehîd
bikevin. Hin kes dibêjin ko ew wêne û filimên ko wezîrê çanda
kurdî Sîrwanê Hecî Birko li ba xwe veşartibûn da ko bifroşe û
pereyan qezenc bike, bûn sedem ko bi dehan şehîd bikevin,
dibêjin ko ew filim û wêne bi lez belav bibana dibe ko ewqas
şehîd neketana, dibe ko raya giştî ya cîhanî zor li rêjîma Sûryê
kiriba da ko komkujiya kurdan birawestanda. Jixwe ji bo vê yekê
ez bang li dê û bavê wan şehîd û birîndaran dikim ko vî kesî
tawanbar bikin û dawê lê rakin da ko ev yek careke din dubare
nebe, her wisa bang li kesên xwedî ûjdan, welatperwer û tevgera
kurdî dikim ko komîtekê ji xwe hilbijêrin û vê yekê bişopînin,
ko wisa nebe em ê ta û ta bêne xapandin û dîrok dê bi me re ne
dilovan be. Buhayê xwîna wan şehîdan ji vî kesî tê xwestin.
Merovê ko naveroka vê nivisê bawer neke dikare
lêkolîn bike.
Her wisa bang li xelkên bajarê Amûda bavê
Mihemed dikim ko navê bajarê xwe ji ser malpera wî rakin,
mexabin navê Amûdê bi navê rojnamevaniyê ji bo kesê xwe û
tevlihevî, gelacî û xerabiyan pêktîne. Wî ev navê pîroz
lewitandiye. Gelî xwendevanan hun dikarin nameya Hekar Findî
((Nameyek vekirî bo xwediyê Malpera Amûdê)) wek nimûne bixwînin.
(di avestakurd.net û Mehname de belav bû). Û gelek nimûneyên din
jî hene, ta dema wê bê ew dê belav bibin.
http://www.avestakurd.net/Avesta%2062/hekar%20findi.htm
Têbînî:
ev cara yekemîne ko ez di nivîseke xwe de merovekî bi nav dikim,
ne ji karê min e ko merovan bi nav bikim û li ser wan û
kesayetîya wan binivîsim, ji bo vê yekê gelî xwendevanan
lêborînê ji we dixwazim. Lê vî merovê ko bihayê xwîna şehîdan
xwariye û kedxwarî kiriye ji we re eşkere dikim da ko hun bi
rola xwe ya dîrokî rabin û rojekê ji rojan kesek min tawanbar û
gunehkar nebîne. Ez her tiştî bi delîl û dokument dibêjim û
dinivîsim û ez bawerim wek her carê wê vê yekê bi şêweyê xwe î
derew û xapînok red bike, lê dîsa ji we bi hêvîme gelî xwendevan,
welatperwer û dilêşên netewa xwe ko hun lêkolîn bikin bê kî
raste û kî milet û daykên şehîdan dixapîne.
Dubare û sêbare….û
sedbare dibêjim: ê ko bawer neke dikare lêkolîn bike û ez ji her
tiştî re amade me.
Çîma niha û bi
derengî ev nivîs belav bû: ji ber ko me guman dikir ko dê wan
pereyan bişîne ser banka serhildanê wek ko wî soz dabû, lê ji
ber ko ta niha ev yek nekir, êdî em mecbûr bûn ko binivîsin û
belav bikin.
Bijî serhildana
gelê me…bimrin virus û mîkrob û kurmê daran.
Holenda
20/11/2004
|