|
|
|
|
Gotar
Jiyama
Mihemed Şêxo
Mihemed Şêxo: Stran sînoran nas nakin

Bêguman ev gotar ne
dilopek ji derya jiyana nemir e, tenê min xwestiye ko
pencereyekê li jiyana wî vekim, dibe ko sira bayê wî li hiş û
ramanên kesên ko ji muzîkê fam dikin, bixe û karekî pisporî ji
vî hunermend û dengbêjê hêja re bikin. Divê gotarê de ez ber bi
muzîka wî ve nêzîk nebûme ji ber ko ev bêhtir kar û xebata kesên
ko ji mûzîk û dengbêjiyê fam dikin û bi taybetî ew kesên ko bi
mûzîkê re mijûlin, lê min bi kurtî jiyana wî bi awakî çîrokî û
hesan nivîsîye ji bo her kes xwe di neynika jiyana wî de bibîne
û di serî û sawîrê wî de bimeye, bêtirîn alîkariya birayê wî (Beha)
ez sipas dikim, dawî ez bi hêvîme ji hemû kesên ku ji Mihemed
Şêxo hez dikin vê gotarê ji 11 kesên ko bi kurdîya şêrîn nizanin,
bixwînin, û hez dikin Mihemed Şêxo bixwînin.
M. Şêxo di gotinên
stranên xwe de; roje, azadîye, jiyane, pêşmergeye, bilbile.
Gotinên wî hilbijartîne da ko bi şêwekî taybet nava mirov ji hez
kirin û mirovantiyê tije bike, di her helbesta wî de deryak ji
girî û dilşewatiyê heye, ji bo tevaya kurdan gotinên stranên xwe
hilbijartine. Ew bi şêweya mûzîk û helbestên stranên xwe diyar
dike ko wî rewşa kurdan baş fam kiriye, stranên wî hemû bi axîn
û bêzarîne, rengek taybet bi wî ye ango wî dibistanek bixwe
damezirandiye. Gotinên stranên wî mirov di jiyan, evîn, welat,
har û dîn dikin, winda dikin, her straneke wî afesaneke,
helbesteke, deryake, girîyeke, şoreşeke, destaneke, guleke,
dilbereke, çûkeke, dê û nanekî tenûrêye, di her strana xwe de
kurdistan wek dilber, wek gulekê pêşkêş dike. nimûne: Ey
lê gulê.

Bi kubarî jiyana xwe
borand, wek bazekî payebilind û serfiraz, wek çûkekî azad ko
sînoran nas nake jiyana xwe borand. Rewşa rojane ya xerab qet
bandora xwe di guhertina jiyana wî de nekir, belê starandan wek
ava ko ji kaniyeke sermedî biherike, ta ko dilê wî yê mezin
dikir tik-tik, wî stran dane
Di sala 1948´an de li
gundê girbawî hate dinê. Navê wî Mihemed Salih kurê Şêxmûs e,
diya wî Fatma ye, kalkê wî Ehmedê ``Doqo`` ye, pênc bira û şeş
xwişkên wî hene, navê jina wî Nesrîn e û niha li ba birayê wî
Beha dimîne. Berî ko biçe dibistanê, di sala 1964an de ji
girbawî rê digre gundê Xecokê û li wî gundî dibistana sereteyî
dixwîne, di dersxana sisiyande quran xitim kiriye, di xwendina
olperestî û di ya din de jî gelekî jîr û zana bû, belengazekî
melûl bû, û ji ber vê yekê kesî tu hêvî jê nedikir ko rojekê ji
rojan bibe kesekî mezin û hunermendekî navdar. Di van deman de
û ew jî hîn zaro bû diya wî xewnekê dibîne û ji Şêx reşîd re
dibêje: min didît di qulikekêre şewqek tûj xwe bera nîvê
hundurê mala me dida. Şêx Reşîd wisa xewna wê şirove dike û
dibêje: wê kurekî we yan wê dunyayî be yan jî wê axretî be,
wê gelek nav û dengî pêkeve.
Ko xwendevanên hevalên
wî dersên xwe ezber nedikirin li alî wan dirawestiya da ko li
pêş çavên wî lêdanê ji mamoste nexwin. Di vê demê de û hîn zaro
bû nerînên wî ên qatî ber bi çav bûbûn nemaze dema komonîst
gihiştibûn gund û belavok û daxuyaniyên wan xwendine, ta ko
carekê û bi sedema bîr û baweriyên xwe bi ((SELAH)) re bi şevê
dikeve zindana dibistanê lê li tuştekî mukur nehatiye.


Malbata wî gelek caran mişext û der
bi der geriyane, her ji demekê li deverekê bi cih bûne, di 1963
an de ew her ji demekê li gundekî bi bûn, li Amir-Girbawî-Nicim.
Lê ew li ba apê xwe Ehmed dima û dibistana seretayî bi dawî tîne,
paşî ko xwendina xwe li gund tewa dike dire ba apê xwe Berces li
bajarê Qamişlo û li ba wî salekê dimîne, ji ber ko di xwendina
xwe de gelek jîr û li pêş bû û zarokên wan ne wisa bûn, gundî
dexse wî dibûn û jê di tengirîn, gotin û bêbextiyan bi derewî li
ser wî dibêjin wek; meyê vedixwe û herroj serxoşe û diçe şahiyên
filehan, wan wisa digotin da ko dev ji dibistanê berde û bibe
mîna zarwên wan, lê ew dimîne û dixwîne, piştî salekê ango di
1965an de ji gund tê Qamişlo û dema ku di dersxana heyşt an de
bû li dibistana ``Irûbê`` êş dikeve çavên wî, bav jî ji ber

rewşa aborî ya xerab nikare tiştekî
bike, da xwendevanên hevalên wî çend qirûşan berhev dikin û wî
dişînin Helebê, ji wê rojê de berçavkê dideyne, xwendevanan
pîrozbahiya wî kirin û kêfxweşiya xwe jêre diyar kirin dema bavê
wî ji bo wî carekê dire dibistanê, mamostan jêre gotin; bibêje
kurê xwe bila li pêş xwendevanan bi mere gelekî gift û goyê neke,
ji ber ko em şerm dikin, ma wek meye yan wek wî ye? Bavê wî
bersiva wan dide û dibêje: “Na weleh weke wîye û ne weke weye”.
Kurê wî çavê wî ji kesî nedişkest û serê xwe ji kesî re
neditewand, ji ber ku Filehên “Partiya netewa Sûryê” gelek
serêşandin ji xwendevan û şagirtên kurdan re çêdikirin dikirin.
Di vê demê de M. Şêxo xwendevanan li dora xwe dicivîne û dest bi
tenbûr û mûzîkê dike û şahiyên Aramê Dîkran amade dibe. Tenbûr
ji galon, kod û ji darka çêdike (li gund) apê wî Husên carekê
tenbûreke bedew çêdike; ji Farûqê Şêx Hemîdê Huseynî ê Berko”
pêve tu kes tunebû ko bizanibe lê bide û Farûq jî ji heftiyê
carekê dihat gund, apê wî jî tenbûr ji ber destên wî ê ko dilê
wî li ser diperitî dikir sebetê û bi kilît dikir, paşê apê wî
jêre got: Ezê çend stranên kurdî bêjim ko te baş lêdan ez ê
bidim te û bila ji te re be, lê M. Şêxo ne tenê wan baş lêdide
belê çendekên erebî jî lêdide. Mixabin temenê wê tembûra bedew
kurt bû, ji ber ko carekê li hewşê lêdida û ji nişkade bavê wî û
mele û mirovekî din derbasî hewşê dibin, ji tirsa tenbûrê re
bilez û bez wê dispêre qurçikekê û paçekî bi ser werdike, ji
hemû deveran mele pala xwe dide tenbûrê û qirçînîyê jê tîne û
dibêje: Ev çibû min şikand?.
M. Şêxo di nava xwe de
ditengire û dibêje: Ne tuştek bû.
Di sala 1967 an de
dibistanên Sûryê deryên xwe ji ber şer digrin, M. Şêxo rê digre
û diçe gundê Xecokê û gundî jî bi hatina wî kêfxweş û şa dibin,
ji ber ko ew jî dibe wek kurên wan, dema ko dibistan dîsa
vedibin bavê wî ji ber gotinên xelkê pera nadê û nema diçe
xwendinê û ji ber çavên xwe ji leşkeriyê efû dibe, ma ko
alîkariya bavê xwe bike û barê malê hilgire.

Têkiliyên wî yên polîtîkî
bi partiya qomonîsta Sûryê re çedibin, lê ji ber ko stranan li
ser Xalid Begdaş((serokê giştî yê P.Q.S)) û li ser daxwaza wan
nabêje ew têkilî dom nakin, ji ber ku pirsgirêka kurd û
kurdistan ne di bîr û bala wan de bû û ne jî di pilanên wan de
bû ku tiştekî jêre bikin.
Jiyana wî di malê de gelekî
dijwar bû, yek ji wan dijwariyan, çaxê ko di embara baran de
radiza, gelek caran di tariyê de şevên zivistanê diborîne, gelek
caran diçe gundan li tenbûrê digere û şevên xwe wisa diborîne û
li radyo jî guhdarî dike.
Di 1969 an de gelek caran
diçe ba Husênê Tewfo û Xelîlê Êzîdî çimkî tenbûr li ba wan hebû
û li gundê Nêf cara yekemîne ku eşkere stranan dibêje û li
tenbûrê dide ji bo beyana 11 Avdarê di 1970 î de.
Bavê wî li ser zimanê Mela
hergavê jêre dibêje: ‘’ê ku li tenbûrêxîne îman di tiliyên wî de
namîne’’. Hingî ku ji ber rewşa aborî perîşan dibin koçemal bar
dikin “binya red” li wir avdanîyê dikin, ji gundekî diçûn
gundekî. Hingî dilê wî bi ser tenbûra wî vebû pirê caran dihate
şikandin-carekê hîn li wira tenbûra wî di pencerê de bû,
mirîşkek dikeve pencerê, bû kiş kişa wî ji bo ku berde wê lê
mirîşkê tenbûr da erdê û kir du perçe, radibe bi dû mirîşkê
dikeve ta ku nigê wê dişkîne. Di wê salê de bi qaçaxî derbas
dibe “Turkiyê”. Zulm, zordarî, bêbextî ne dipejirand, carekê
pezê ereban dikeve nav pembûyê wan, li yê ereb dide. Di eynî
salê de Helîmê Hiso((Bavê Luqman)) li wê deverê avdançîbû, li
ser avê li yekî ereb dide û wî di coga avê de dirêj dike, ê ereb
hawar û gazîya xwe dibe dost û hogirên xwe, li gel vê jî M. Şêxo
bi mêrxasî hemberî wan diraweste û demançê li wan derdixe û wisa
dibêje: Ê ku nêzîk bibe bê şek ew kuştîye, yek ji wan ceger nake
û nêzîkî wî nabe.
Di 1970 î de û piştî ku
careke din dizîvire gund, berê xwe dide Beyrûtê da ko hînî
mûzîkê bibe, li wir bi xurtî û berfirehî dest bi muzîkê dike û
di Navenda Xwendina Muzîkê de dest bi xwendina muzîkê dike
û di gel Memhmûd Ezîz, Rifetê Darî, Se’îd Yûsif û Remedan
Nicim Omerî di koma “Serkewtin” de dibe endam. Berpirsyarê komê
di cîde wî dipejirîne. Di şahiyeke wî de serokê Libnanê “Sulêman
Ferenciyê” amade dibe û gelekî kêfxweşî û razîbûna xwe dide
diyar kirin. Di radyoya Libnanê de stranên wî yên kurdî belav
dibin û di wê çaxê de navê wî dibe M. Şêxo. Dengbêja ereb Semîra
Tewfîq ji wî dixwaze ko di koma wê ya muzîkî de karbike, di
1972an de di yekîtiya hunermendên Libnanê dedibe endam, stranên
ko bi wan û bi hevkariya Mehmûd Ezîz û Mehmûd Eclî dibe bi nav û
deng ev in ;( gewrê-zeynebê-gulîzar-hebs û zindan- rabe ji xewê-
eman dilo- di baxan dil- ber dilê min pir şêrîne.). Hêjayî
gotinêye ku çûna wî ya Libnanê bi qaçaxî bû.
Di 1972 ji Libnanê
derdikeve ji ber ko hewldana kuştina wî dibe, nerîna wî di
Libnanê de ev bû “nêzîk ne dûr wê kesek nema bikaribe di Libnanê
de bijî”. Ev gotina wî di 1972 an de bû. Pişt re dizîvire welêt
û dibe berpirsiyarê koma muzîkî ya Rimêlan((navenda petrolê)) û
ji bo bîrhatina “Tevgera Teshîhî”((ya ku serokê Sûryê Hafiz Esed
pê rabibû)) xwe dide alî û nema diçe karê xwe û ji Rimêlan tê
qewitandin, divê salê de diçe Iraqê û di radyoya kurdî de
stranan dibêje (gewrê-bexçê gula- ber dilê min pir şêrîne- di
baxan dil- eman dilo.). Piştî ji Iraqê vedigere Sûryê dest bi
stranên netewî dike û di şevbêrkan de jî dibêje. Piştî guhdana
wî ji kêşa miletê wî re Hikûmet lê digere, Bêtir ji hemiyan
hêzên ewlekariya siyasî yên ko nifûsa wî her dem li ba wan bû,
debara wan ji ber wî nabe da wî sirgomî Libnanê dikin, şevekê li
wir dimîne û ji wir kemanekê bi xwe re tîne. Li Qamişlo dîsa li
hêzên ewlekariyê rast tê.
Di 1973 an de careke din li
Iraqê di radyoya kurdî de stranan dibêje( deh û yek adar cejna
azadî- azad tu şêrîn- ez bûm pîrê xemcivîn- min bihîstî tu
nexweşe-dilgirtiyên awrên çavên wî). Li wir vê carê Tehsîn Taha,
Gulbihar, Şemal sa’ib, Bişar Zaxoyî, Mimemed arif Cezrawî û Îsa
Berwarî nas dike. Strana T. Taha ya bi navê “aso û destaro”
dibêje, T. Taha wî maç dike û jêre dibêje: Te ji min xweştir
kir. Di vê salê de ( yadê rebenê- ez keçika kurdî me-kê dinya
hejand) dertîne û diçe Başûrê kurdistanê, sê mehan dimîne û
Berzaniyê nemir bi wî re dirûne û 500 dînar û ala rengîn diyarî
wî dike.
Di 1974 an de cardî
vedigere Qamişlo, lê hêzên ewlekariyê dest ji wî bernadin û
herroj wî digrin û lêdidin, dibêjin carekê derengî şevê bû dire
gundê Xecokê, diya wî jê dipirse: Tu li ku bû ta niha, wî
gotibû: Ez di nav dara de bûm. Ji lêdan û lêxistina pir nikarîbû
xwe bide ser lingên xwe, bi dîwaran ve dimeşiya û nikarîbû gorê
xwe ji lingên xwe bike ji ber ko bi lingan ve mabûn zeliqî.
Carekê nijadekî nû yê hêzên ewlekariyê tê Qamişlo, lê dizîvire û
jê dipirse: Tu yî M. Şêxo…? Wî got: Na ez Mihemed Salih Ehmed
im, wek di nifûsa wî de hatibû nivîsandin, dev jê berda û ew jî
xwe dide alî û xwe vedşêre.
Ji ber ku debara wî ji ber
destên hêzên ewlekariyan nema dibû, di 1975 an de bi carekê re
dire Îraqê û pêşewaziyeke germ pê tê kirin, salekê dimîne, piştî
şikestina 1975 an bi pêşmergan re û bi navekî Îraqî rê digre
Îranê. Li Îranê ev stran derxistine (ji mihabad- di zindan ê-
xem û xeyalê- ey felek- bêzarim). Lê li wir îca raserî safakan
tê û ew îca dest ji wî bernadin û gelek caran wî dikşînin ba
xwe, doza wan jê ku navê Kurdistan biguhere bi Gulîstan, M. Şêxo
ji wan re dibêje: Ez ji bo vê gotinê li virim. Hember ku
ew ê jî turumbêlekê û xanîkî û mûçiyekî hêja bidne wî. Careke
din wî dibin ba xwe bi sedema ko wî di strana “ey felek” de
gotiye: “Em bê dost û bê kesin”, ma vaye em we xwedî nakin, çawa
tu wisa dibêjî? M. Şêxo ji wan re dibêje: Heger dost û kesên me
hebana we yê çima em xwedî bikirna. Û ji ya xwe nehat xwar û
dersên erebî dide ji ber ko gotibû zimanê erebî bi min re ye û
dersên mûzîka jî bi hunerî re dide, di navbêna sê bajaran de
dire û tê dawî li Gunbed bi cih dibe.
Piştî ku hêvya wî bi vegerê
namîne di 1977 an de dizewice, ya ko ji xwe tîne jî Şagirta wî
ye, navê wê Nesrîn Husên Melek e, bavê wê ji siwarên Qadî
Mihemed bû, dema ko ji xwe re dixwaze ji 25 kaxezan pêve pêre
tuneye û odek bi hesîrekê.
Çar zarok li wir jêre
çêdibin “Bêkes” mir- Felek, Birahîm, û Birûsk. Di 1979 an de
strana xwe “ ji mihabad, ji kanya xwîna şehîdan” derdixe û di
1981 de “gava ez mirim” derdixe û di radyoya kurdî de jî gelek
caran stranan dibêje. Dibêjin carekê mirovekî “s.s” raporekê pê
dinivîse ko wî beşdarî bi turkumenan re di xwepêşandanan de
kiriye û wêneyê wî li ser wêneyekî din di wê xwepêşandanê de
siwar kiribû ji bo jê bê bawer kirin û ji bo wisa fermana
bidarvekirina wî hate dan, lê yê dadvan dostê wî bû û ew baş nas
dikir ko ne ji wan kesa ye, biryar têkda û ew bexşîn kir. Gelek
caran kirina kuştina wî bûye, carekê hema ko derbas dibe cîgehê
“Partiya yezdan” li wî û cîgeh wek baranê gule tê barandin,
piştî şer bûbû tîq-tîqa wî, yekî jêre gotibû: “Xwe tazî bike
ileh tu brîndar bû yî”.
Di 29.12.1982 an de li
balafirxaneya Şamê peya dibe û ji hêzên ewlekariya Sûriyê re
dibêje: “Ez hîn yê berê me, yan jî ez ê vegerim” piştî sê
rojan, di 03.01.1982an de dighê bajarê Qamişlo. Li wir dest bi
dana dersên mûzîkê dike û ciwanên kurd fêrî mûzîk û sazê dike,
ji bo vê yekê komekê didamezirîne.
Di 09.03.1989 an de çû ser
dilovaniya Xwedê piştî ku di 04.03.1989an de nexweş
dikeve û bi deh hezaran
mirov bi dû darbesta wî de meşiyan. Hin dibêjin ji ber ko
textorên kurd guh nedane wî ew miriye û hikûmetê jî nehiştiye ko
wî baş derman bikin. Li goristana Hilêlîyê tê veşartin û ji wê
rojê de Qamişlo wek dilberekê çavên xwe li hevalê xwe yê qam
bilind digerîne û her şev bi hêviyeke nû serê xwe datîne. Belê
Qamişloka Bavê Felek, Qamişloka Mihemed Şêxo te çi kiribû
evîndarê te wisa bi lez ji nav te bar dikin, mane hîn ciwan bû,
hîn jî dikarîbû ji te hez bike, min jî dikarîbû wî bi germayî
hemêz bikim û wî bi tiliyan nîşan bidim.
Kurdistan dibêje M. Şêxo :
ez hîn ji te hez dikim…ji ber te ji min hez kir, te jiyana xwe
li ser min kir, ji deng û mûzîka te diyare. .. ji te hez dikim.
10
/03/2004 |
|
|
|