malpera
Qado Şêrîn

Bi xêr hatin, ser sera û tishtin din...

Qilçix
çîrok
Gotar
Lêkolîn
Helwest
Pexşan
Folklor
Werger
TiŞtin din
Hevpeyivîn
Pirtûk
Nivîsin bijartî
Têkilî
Link
 
 
   

Gotar


Ez tenê dizanim kê Şêx Xeznewî kuşt

 

Ko terorîstan Şêx M. M. Xeznewî kuştibin, bêguman bi fermana rêcîmê bûye.

Di vê dema zirav û teng de em kurd çiqasî hewcedarî merovekî wekî Şêx Xeznewî bûn, şêxê ko karîbû me hemiyan li dor dîtin û nerînên xwe bicivîne û bi yek e. 

Li gor raporta Amnesty International Şêx Xeznewî di bin Işkencê de mir û ew yê şeşan bû ko di bin Işkenceyê de tê kuştin. (her pêncên din jî kurd bûn).

Bê guman rêcîmê Şêxê Xeznewî kuştiye, lê gelo em kurd çilo dikarin vê yekê ji dunyayê re eşkere bikin?.

Ê ko dibêje terorîstan ew kuşt rast dibêje, ma terorîst kîne; ew bixwe ne, ma ne endamên partiya Baas in, hêzên ewlekariyê ne, perwerdeyên rêcîmê ne, ên ko bi alîkariya rêcîmê û hêzên wê yên ewlekariyê dirin Iraqê û zarok û jinên du canî dikujin. Îca kê Şêx Xeznewî kuştibe terorîste, çi terorîst be û çi jî rêcîm be, û li gor raporta Amnesty International rêcîma Sûriyê ew kuştiye, êdî rêcîma Sûriyê rêcîmeke terorîstîye, ji ber ko ji hêlekê de nişteciyên xwe di bin Işkenceyê de dikuje û ji hêla din de alîkariya terorîstan li Iraqê dike. Jixwe berjewendiyên rêcîmê û terorîstan yek in û ev berjewendî dihêlin ko her du bi hevûdu re terorîstiyê li dujî merovan pêk bînin.

Rêcîm û terorîst yek in, her du berjewendiyên hev diparêzin.

Ji ber ko Şêx li Sûriyê hate kuştin, çi terorîstan û çi jî rêcîmê ew kuştibe ji bo me kurdan yek e nabe didu, ji ber ko her du yek in û bi hevûdu re kar dikin li dujî doza me kurdan û gereke hayê me kurdan ji vê yekê hebe. Bidestxistina mafê kurdan û anîna demuqratiyê ne di berjewendiya rêcîm û terorîstan deye, êdî gereke em kurd li dujî wan xurt û yek bin dako em karibin li hember êrîşên wan xwe biparêzin.

Em kurd gerek kuştina Şexê şehîd ji bo berjewendiya gelê xwe pêk bînin.

Ne di berjewendiya kurdan deye ko partiyên kurdan ji bo helwest û dîtinên xwe yên cuda bi hev kevin û doza xwe li hemberî dujminê xwe hin ji bîr bikin û hin qels û bê hêz bin, di vê demê de ji tevgera kurdî tê xwestin ko nêzîk û li ser hev be. Dujmin Şêxê me kuşt, em talan kirin û em jî wek dîkan bera hev dan, û me ev yek fam nekir, mexabin dema ko şerê partiyeke kurdî dibe, hin partiyên din kêfxweş û şad dibin, wek çilo û çawa dujmin kêfxweş û şad dibe, û ev yek bixwe şikestine. Tevgera kurdî bi hemû partiyên xwe çiqasî bi nerîn, dîtin û helwestên xwe ji hev dûr û cuda bin jî, gerek di kurdayetî û berjewendiyên kurdayetiyê de yek deng, yek helwest û yek dest bin.

11/06/2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com

qadoserin@hotmail.com