|
|
|
|
Gotar
Qamişlo
Dîrok û ava miçiqî

Dema şerê
cîhanî yê yekem rawestiya, hinek herêm hîn jî sarogermo mabûbûn
wek herêma kurdistan, çimkî Ferensiyan û Ingilîziyan di sala
1916 ande li gor peymana Saykis û Bîko kurdistan kiribûn çar
perçe û kurd bê par ji şerê yekem derketin da kurda çekên xwe
daneanîn û li mala xwe rûneniştin belê şoreş li pey şoreşê
pêxistin, lê li Başûrê rojavayê kurdistanê rewşa milet ber bi
xweşiyê de çûbû da Ferensiyan dest bi ava kirinê kirin. Samiyê
Mele Ehmedê Namî di pirtûka xwede Dîmenin ji dîroka winda, rûpel
16 nivîsandiye””Di tebaxa sala 1926 an de li başûrê bajarê
Nisêbînê, li rojavayê çemê Ceqceqê, bajarê Qamişlo bi endezeke
pir rast û durist, bi destê endezyarekî Ferensî hat danîn û
avakirin. Dema avakirina bajêr, ji bilî xaniyê mala Qudûr Beg û
aşekî avê pêve ko li rojhilatî çem bûn, tu avahiyên din tunebûn.
Çemê Ceqceq ji bakurê dehla Bûnisrayê, rojhilatî Nisêbînê ji du
kaniyan dizê. Yek jê ava wê spî ye û ya din reşe, lê dema tevlî
hev dibin, bi şînî ve reng dide û di bajarê Qamişlo re derbas
dibe û bajêr dike du beş. Di dema Imperatorya Romayî de ev çem
bi navê Mekdonyos dihat bi nav kirin, paşê navê wî bû Sawkoras.
Lê dîrokvan û gerokê cîhannas Yaqûtê Hemewî dibêje: Di gera xwe
de min zanî ko ev çem bi navê çemê Hermas tê binavkirin. Leşkerê
Ferensî qijleke mezin li bakurê bajêr û li ser serê mitikekî
bilind ava kir û serdarê wê bû kaptan Tirya. Di pey ava kirina
qijla Qamişlo re, çend qijleyên dî jî hatin ava kirin: qijla
Tirbespiyê, qijla Amûdê, qijla Dêrikê, û di sala 1930 de qijla
Tilşeîrê. –jiber ko Haco Axa û çekdarên xwe di gundê Tilşeîrê re
êrîşî Biyandûr kiribûn û xelkê gund jî beşdarî vê êrîşê bûbûn,
lewra Ferensayê ew qijle li ser serê girê Tilşeîrê ava kir””.
Qamişlo niha
mezintirîn bajarê pêncane li Sûryêye, tevaya xelkên xwe kurdin,
ev xelkên ku ji gundan xwe li Qamişlo girtine hin jibo îş û kar
hin jî jibo dibistan û xwendegehan an jî jibo jiyanek bajarîtî.

aşê avê liser Ceqceq
Li bakurî Qamişlo bajarê Nisêbînê ye ku di
navbera wande sînorekî dadayî bi têl û topan û derîkî asê heye,
ji rojhilat de gundê Cirnik û Cumayê hene û rêyek rast ji
Qamişlo dertê û ber bi rojhilat de dire ta bi Dêrikê, ku tu vê
rêya rast bigre tu dê pêrgî Tirbespiyê-Çil Axa-Rimêlan-Dêrika
Hemo ya ku liser ava mezin(Dicle) dikeve, ji aliyê rojava de jî
Hilêliyê dikeve û ji wî alî de jî rêyek rast ji Qamişlo
derdikeve dire Girê Mozan(şûn warê Horiyan) -Amûda Bavê
Mihemed-Dêrbasiyê-Serê Kanyê(waşûkanî paytexta Mîtaniyan)-Kobanê,
li aliyê başûr Balafirgeh dikeve û rêyek dire ta bi Hisiça û
Şamê.
Pirê miletê Qamişlo liser çandiniya
genim-ceh-pembo û bexçeyan dijîn, ew li bajêr dijîn lê pirên wan
xwedî gundin, beşek jî liser karmendiyê dijî, yê ku mamostaye,
karmende, textore, nifşek jî xwedî dikan û firoştgehin. Di
navenda Qamişlo de sûk û çarcihek mezin heye bi roj rê û rêwanî
ji xelkê lê tuneye, ji xelkên ji gund û ji bajarên dî û ji taxên
bajêr tên îş û kar û kirîn û firotinê dikin.
Qamişlo di gelek çax û demande rewşenbîr û
siyasetmend û penaberên kurd ji hersî perçeyên dî hemêz kiriye,
nayê jibîr kirin ku dibin axa xwe ya sar de dengbêjê nemir
Mihemed Şêxo û helbesvanê mezin Cigerxwîn û Silêman Adê şehîdê
Newrozê û hinekên dî hemêz dike. Qamişlo bûye meydan û navenda
kar û xebata kurdayetîyê çimkî serok û rêberên partiyên kurd
hemêz dike û jiber vê yekê pênc-şeş şaxên Saloxgêrên dujmin lê
hene karê girtin û tirs û kirêt dikin.
Ji aliyekî
dinde Qamişlo tê naskirin bi bajarê Evînê, xelkên wî ji hevûdu
hesdikin wek neferên malbatekê, di demsala havînêde mirov li
derve xew dikin û dengê mûzîk û dengbêjan ji rojhilat ta rojava,
ji başûr ta bakur dighêje hev ta derenga şevê û di asmanê
Qamişlo de bilind dibe. Bigir 500 000 kes lê dijîn.
30/03/2002
Holenda
|
|
|
|