|
|
|
Helwest Yekbûna me, Tirkan kurk dixîne
Belê 30 milyon
kurd li bakurê dil dijîn, Tirk jî vê dizanin, lê naxwazin bawer
bikin. Pêdivî bi piştgiriya helwesta kak M. Barzanî li dujî Tirkên faşist heye. Jixwe ko hemû kurdan helwesta xwe kirin yek û bi yek deng û yek hêzê rabûn ser pêyan, pişta dujminan tê danîn û azadî û serxwebûna Kurdistanê nêzîk dibe. Dema 30 milyon kurd li bakurê kurdistanê rabin ser pêyan û piştgiriya helwesta kak M. Barzanî bikin, dê Tirk di kabûsan de bixeniqin, dê bibin mîna mirîşka kurk bikeve û li ser motikan rûne. Dema Tirk bibînin ko kurd li her deverê yek in, li her çar perçeyan yek in, yek helwest, yek dest û yek piroje ne, dê Tirk nikaribin li dujî kurdan derkevin. Bi taybetî dema kurdên bakurê Kurdistanê bi helwesta kurdên başûr re bin û bi hêz li duj bercewendiyên Tirkiyê derkevin, dê Tirk nikaribin zirt û fortan bikin, dê nikaribin destdirêjî Kerkûk û Kurdistanê bikin. Wek ko diyar e Tirk tako ji wan bê nahêlin Kurdistanek li Efrîqa çê bibe, dêmek nahêlin li bakur û başûr, li rojhilat û rojava jî çê bibe, îca gereke em kurd hemû bi yek helwestê, bi yek viyanê li dujî Tirkan derkevin. Ev jî erkek netewîye. Dujminê me kurdan yeke lê bi çar rûya nin. Naxwe tê çi wateyê ko di dema kurd radibin û hêzeke wan çê dibe hemû li dujî me dibin yek û hêvî û xwestekên me bi azadî û serxweûnê têk dibin. Lê di van rojan de diyar dibe ko roka azadiya kurdan hiltê û ya dujminan diçe ava. Tenê ji bo me kurdan yekîtî derman e, tenê yekkirina hestê netewî, tenê dema ko em bercewendiya kurd û kurdistanê di ser hemû bercewendiyên din re bigrin, di ser bercewendiyên kesane, partî û serokan re bigrin, çimkî ez, tu, em, hun, patî û serok hemû dê herin gorê û kurdistan dê bimîne, em hemû ji bo kurdistanê dijîn, bê welat em hemû ne tiştekin. Dewleta kartonî ko dewleta Tirkiyê ye dê rojekê birûxwe, çimkî dewleteke nijadperest e, û ji xwe pêve, ji Tirkan pêve kesî li Tirkiyê napejirîne. Tirkiyê di bin navê demuqratiyê(qaşo) diktatoriya darê zorê dimeşîne. Ko raste Tirk demuqratin bila bihêlin neteweyên din ên ko bi darê zorê bindest û dagîr bûne bi demuqratî bijîn. Lê diyare demuqratiya Tirkan taybet bi wan e, demuqratiya ko maf dide wan hemû kurdan, û hemû kêmneteweyan bi şêweyekî leşkerî û bi diktatoriyetê bikin Tirk(haşa). Dewleta ko bi darê zorê ava bûye dê rojekê biherife jî, û dê Tirkiyê bi jimara kêmneteweyan perçe bibe. Tirkiyê ya ko bi hêza leşkerî hatiye parastin, wisa namîne, yekgirtî namîne, dewleta kartonî dê birûxe. Bi hêviya ko ez hîna sax vê yekê bibînim. 14/04/2007
|
![]() * * * ji boyî we her û her mîna mûma geş im.
|
|
|
Avdar 2007-2008,
www.qadoserin.com
|
|