malperaQado Şêrîn.Tako zindî me mirî me, lê ko mirim zindî me..

     
   Gelek bi xêr hatin, ser sera û tishtin din...  

 

Helwest

-----------------------------

12 adarê û hestê netewî

 

Hestên netewî roj bi roj kêm dibe, an jî nemaye, belê hestê partayetî bilind û xurt dibe, wek ko diyare endam û piştgirên partiyan ji bo partiya xwe xebata kurdayetî dikin û ne ji bo kurd û kurdistanê, nimûne jî gelekin, ji bo pîrozkirina Newrozê, ji bo pîrozkirina 12 adarê û ji bo serjimara awarte, kurd nabin yek, helwesta kurdan cuda û ji hevûdin dûr ketiye, ji hevûdu hez kirin nemaye, hevûdu pejirandin nemaye, her wisa li hevûdu guhdarî kirin jî nemaye, jixwe ji ber van her sêyan helwesta kurd û bi taybetî li rojavayî kurdistanê, cuda û têkçûye, çimkî helwest bûye helwesta partiyan û partî ji hevûdu dûr û cudane, naxwe tê çi wateyê ewqas perçebûnên bê wate û sûd. Wek merovê bêje; hemû rastî li ba min e, ko ne wek min be em biser nakevin, êdî rabin û rûnên û wek min bikin, ji min re nimêj bikin.

Diyare 12 adarê jî nikarîbû hestê netewî li merovê kurd vegerîne, tenê dema xwîn germ bû, xwîn rijiya ser xaka pîroz, kurd di kurte demekê de bûn yek, jixwe piştî demeke kurt ava çeman miçiqî û di golande genû bû, şiroveya partiyan ji 12 adarê re, binixkirina wan ji 12 adarê re û binavkirina wan ji 12 adarê re hate guhertin û cuda kirin, me hemiyan çi sûde ji 12 adarê wergirt?, naxwe tê çi wateyê ko her partî bi navê serokê xwe tê naskirin. Gelo çima sê dezgeh li rojavayê kurdistanê hene?, gelo çi cudahî di navbera Anî û hevbendî de heye?.

Îro partî û berjewndiya partiyan, bi wateyeke din parastina partiyan di ser parastina kurdistanê re ye, nimûne; çima du siyasetmedar bi hevûdu dikevin dema yek ji wan  sixêfan ji serokê partiya ê din re dide, lê ko tu hezar sixêfî bikî kurdistanê bi hev nakevin?.

Ne pirsgirêkeke mezine ko ewqase partî hebin, lê pirsgirêka mezin ew e ko hestê netewî li ba wan di bin hestê partiyan re bê dîtin, her wisa ne pirsgirêkeke mezine dema ko helwesta wan ji bo kurd û kurdistanê yek be, û berjewendiya kurdistanê xaleya herî bilind, hevbeş û sereke be di navbera wan de.

Tenê 12 adarê dikarîbû hestê netewî vejîne, nû bike, li me vegerîne, bi kêmanî demeke kurt û salê rojekê, tenê 12 adarê dikarîbû helwesta kurdistaniyan bi yek e û hestê netewî li ba hemû kurdan bi yek e, li ba hemû piştgir û endamên partiyan, ji ber ko şehîd û xwîn kete nav me de, sînor ji kurdayetiyê re nema, her kes rabû ser pêyan, hestê her kesî şiyar bû, bû wek şer û rabûna merovê bi namûs û xwe di xewre birina bê rûmet û bênamûsan.

Her merovekî kurd, her wisa her partiyeke kurd, hemû ji kurd û kurdistanê hez dikin(bêguman), lê her yek bi şêweyê ko tenê ew rast dibîne dixwazin kurdistanê rêzgar bikin, ta radeya ko bêjin; ko ne wek me be kurdistan rêzgar nabe..

Di 12 adarê de û ji dû yekkirina hestê netewî, her kes bû kurd, kurdê baş û paqij, kurdê ko ji kurd hez dike, kurdê ko ji netew û welatê xwe hez dike û ji bo wan xwe bikuştin dide. Sê melyon kurd bûn yek giyan û yek helwest. Îca ko wî hestî, wê hezkirinê û ew helwest xurt û yekbûyî ta niha berdewam bikra, bê guman dê niha me kurdan li rojavayê dil mafin bidestxistina û rewşa me dê baştir ba, bi kêmanî li derveyî sînorê kurdistanê.

 

Bijî 12 adarê, yek hest û yek helwest.

 

 

* * *

ji boyî we her û her mîna mûma geş im.

 

     
 

 

Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com
qadoserin@hotmail.com
qadoserin@qadoserin.com