malperaQado Şêrîn.Tako zindî me mirî me, lê ko mirim zindî me..                                           

 

Kurdê bi zimanê serdestan dinivîse, alîkariya serdestan di têkbirina zimanê kurdî de dike.

 
    Gelek bi xêr hatin, ser sera û tishtin din...  

 

Helwest

-----------------------------

Alîkariya şehîdan bû modêl

 

Ji bo gelek partî, dezgeh û kesan alîkariya şehîdan bûye modêl dako reklamê ji xwe re bikin û xwe pê mezin û paqij bikin, çi dema kurdek ji bo kurdayetiyê şehîd dibe, hin jî bi şev û roj berzûrî xweda dibin ko kurd bên kuştin dako du qirûşan ji wan re bişînin û bikin nûçe û di malperên kurdan de belav bikin, gelek caran merov ji xwe re dibêje û dipirse; ko ne ji bo wê nûçeyê ba, gelo ew alîkarî dikirin?.

Di êvara Newroza îsal de sê ciwanên kurd li Qamişlo şehîd ketin û şeş jî birîndar bûn.

Di derbarê alîkariya aborî bi malbatên şehîd û birîndaran re min çend nûçe xwendin, îca ezê bi şêweyê xwe ji we re diyar bikim;

-em bi navê malpera CNN beşê kurdî €150 000 didin malbatên şehîd û birîndarên newroza Qamişlo.

-em bi navê rêxestina derve ya partiya yekîtiya rêzgarkirina Kurdistanê €500 000 didin...

-em bi navê komela jinên porkur li Elmanya €1700 didin, mexabin hindikin lê ew jî me bazin û gustîlkên xwe firotin.

-seş heft kesên diz û noker jî rabûn nûçeya alîkariyê di du sê malperan de belavkirin û rûpela xwe di nav kurdan de spî û paqij kirin.

-dema min dît ko belavkirina nûçeyekê hesantire ji dana ewqase pere, ez jî rabûm bi zor û heft belan nûçeyek bi erebî nivîsand û ji malperekê re hinart( nema dizanim çi malper bû), min têde nivîsandibû; ez bi navê malbata xwe yazde melyon Euro diyarî malbatên şehîd û birîndaran dikim.

Hin jî bê dîrok in, an jî dîrokek wan a lewitî û qirêjî heye, îca bi alîkariya malbatên şehîd û birîndarên kurdayetiyê dibin pêxember li ser serê kurdên baş, jixwe hinan ji wan pereyên xwe ji dû Efyon û diziyê dane hev. Û li her deverê dibêjin û xwe pê mezin dikin; me ewqase pere dan..

Nêzîk belavkirina wisa nûçe dibe modêl, her kes dikare rabe nûçeyeke wisa belav bike bê ko filsekî bide. Jixwe bawer nakim malbatên şehîdan li beramberî jiyana zarwên xwe bi pereyan, razî û kêfxweş bibin.

-Europa bûye meydana paqijkirina navdarî û rûpela merovan. Eger te li welêt kurd kuştibin, eger te dizî kiribe, te nokerî kiribe, te çi kiribe bila te kiribe, li Europa tu dikarî bi pereyan xwe bike pêxember û kurdekî baş, derfet mîna aso vekirîne.

Eger raste hûn dixwazin xêr û qenciyan bi malbatên şehîd û birîndaran re bikin, fermo alîkariyê bikin lê bê nûçe. Eger raste hûn ji bo kurdayetiyê dikin bila kesek nizanibe, eger alîkariya we ne ji bo wê nûçeyê be ew nûçe ne pêwiste, çimkî hûn ê nikaribin dilopek ji xwîna şehîd û birîndarekî vegerînin, her wisa dê û bavên şehîd û birîndaran bi wan pereyan şad û kêfxweş nabin, bi wê nûçeyê re dibin mîna xwîn firoşan, hink es, hin merov dikarin ji wan re bêjin; de we têra xwe pere girtin, îca hun çî din dixwazin,mane buhayê nan bi we re tune bû..

 

22.04.2008

   

 

 

     
 

 

Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com
qadoserin@hotmail.com
qadoserin@qadoserin.com