malperaQado Şêrîn. Tako zindî me mirî me, lê ko mirim zindî me..                                         

 

Kurdê bi zimanê serdestan dinivîse, alîkariya serdestan di têkbirina zimanê kurdî de dike.

 
    Gelek bi xêr hatin, ser sera û tishtin din...  

 

Helwest

-----------------------------

Kurdên Rojava bê xwedî ne!

 

Bê welatiya kurdan, bindestiya wan, perçebûna wan, ne hemû sûc û gunehê dujminan e, ne hemû sûc û gunehê Sykis û Bîko ye, lê hin sûc û gunehê me kurdan jî tê de heye. Ko ne wisa be jî rastexo yan jî xwarexo beşek ji kurdan bindestiya li ser kurdan dirêj dikin, nimûne jî gelekin; di 1957an de yekemîn partî kurdên rojava damezirandin. Partî jî tên çêkirin dako milet birêxistin bikin li dujî dagîrkeran, tako milet û welatê xwe rêzgar bikin, mexabin piştî sê salan perçebûnan destpêkir, ta ana jî tirêna perçebûnan nerawestiyaye. Peymana Saykes- Biko em kirin çar parçe, lê me tenê li rojava xwe kiriye gelek perçe û gelek caran ji bo partî û bercewendiyên partayetî em bi hev dikevin, em partiyên xwe di gelek deveran de di ser milet û kurdistanê re digrin, ko ne wisa be, bo çi ewqase dûrbûn di navbera milet û partiyan de peyda bû ye. Partî xwe ji milet bêtir diparêzin, hemû dibêjin; rêzgarkirina Kurdistanê li ser destên me ye, xwezî rast ba jî,

Perçebûn û cudahiya partiyên me kurdên rojava, helwest û hêza me li hember dujminan qels  û tune dike, têk dibe, her wisa di nav hevrika Sûriyê de jî, mîna di Daxuyaniya Şamê de helwest û hêza me kurdan qels e, û yê bibe sedema qelsbûna kurdan xiyanetê dike. Têkbirina şahiya Newrozê li Monololo xwesteka rêcîme bû, mexabin….?.

Ez di wê baweriyê de me ko çi dema miletê kurd li rojava hest bibe ko partiyên kurdî ji bo milet û ne ji bo xwe dikin, bi gotinekê ji partiyan dê şoreş û serhildan rabin. Pirbûna partiya pişta me şikandiye, bila gelek bin, lê bila li duj hev dernekevin, bila bi hevûdu re bixebitin, bila helwesta wan di kar û xebata ji bo kurdayetiyê yek be, jixwe çi çaxa ji bo bercewendiyên kurd û Kurdistanê bikin dê tevaya milet li dor xwe bibînin. Mexabin ko ana her partiyek seriyekî dikşîne û hemû di bin hestê partiya xwe de xeniqîne.

Ana kes nema dikare partiyan bijmêre, bi qasî jimartina partiyan milet jî perçe bû ye, vê yekê milet jî bê hêvî kiriye, çimkî wek ko partî bi hev ketine û berê xwe dane hev dujmin ji bîra kirine, jixwe dujmin bi wan dikene. Ewqase perçebûn di bercewendiya dujmin û ne di ya kurdan de ye. Gelo ko yek partî yan jî du partî li rojava hebana dê rewşa wan baştirba?, bê guman belê. Nimûne jî gelek in. Hesantirbû di nêzîktirîn dem de helwesta wan bi yek be, ana her partiyek seriyekî dikşîne, mexabin ko nikarin bi hevûdu re daxuyaniyekê di derbarê Helebçe de  û bercewendiya kurd e derxînin.

Dujminên kurdan bercewendiyên welatên xwe parastine û diparêzin, yê me em bercewendiyên partiyên xwe diparêzin. Mexabin ala partiyan li şûna ala netewî bilind dibe,  wêneyên serokên partiyan bilind dibe, diruşmeyên partayetî û serokan ji yên netewî pirtir û berztir dibin, ma gelo dujminên kurdan ne vê dixwazin?. Nimûne; di bîranîna salvegera çaremîn serhildana 12ê adarê de, min ji ala partiyan pêve tu al nedîtin.

Li Europa jî rewşa partiyan kambaxe, mexabin ko gelek kesên diz, nezan û xerab bûne nûnerên partiyan, ji bo ko neynika xwe zelal û paqij bikin, lê ev yek bûye sedema ko kurd roj bi roj ji wan û partiyên wan dûr dikevin, ji çalakî û xwepêşandanên wan dûr dikevin, ji bo kurdan tiştekî nakin, naxwe tê çi wateyê ko li welatekî wek Holenda nikarin ji bo şahiya Newrozê li hev bikin, tako şahiyek Newroze li dar dixin çavên me û bavên me derdixin, tako li ser xwepêşandanekê li dujî rêcîma Sûriyê li hev dikin sed û bavekî ji hev re çê dikin. Jixwe di hin partiyan de gelek serî hene, îca gelek caran xwe bi xwe bi poşan radibin hev. Nimûne gelekin, ezê di nivîsên li pêş de wan eşkere bikim. Merov ji ber wan şerm dike.

Bi nimûneyeke din helwesta gotara xwe pişt rast dikim; eger tirsa rêcîmê ji partiyên kurdan heba, çi li welêt û çi jî li derve, di êvara Newrozê de kurd nedikuştin, ciwanên ko Newroz bi mûman pîroz dikirin nedikuştin. Jixwe rêcîmê kurd kuştin dako Newrozê pîroz nekin, partiyên kurd jî hatin ev yek bi daxuyaniyekê piştrast kirin, ne tenê li welêt belê li tevaya dunyayê Newroz têkbirin. Di roja Newozê de jî, di meşa bi du şehîdan de, gelo çima partiyan alên xwe bilind kiribûn?.

Min li gelek serok û rêberên partiyên kurdên rojava guhdarî kiriye, mexabin ez dexseyî axaftina yekî jî nebûme, mebesta min zimanê wan e, dema bi kurdî diaxivin merov ji ber ziman û axaftina wan a bi kurdî şerm dike, hema bêjin 70% erebîye. Gelo zimanê miletekî ewqasî erzane?, ewqasî ne girînge?, qaşo rêberin û milet tim li rêberên xwe temaşe dikin û wek wan dike.

Pêwistiya miletan bi partiyan heye, bê partî milet bi rêxistin nabin, bi pêş de naçin, dibe ko gelek partî hebin, lê hemû ji bo bercewendiya milet û welatê xwe kar û xebatê dikin, bila hestê netewî û biratî xurt bikin, ne hestê serok û partayetî, bila me pirtir perçe nekin. Ala kurdistanê bilind bikin ne ala partiyên xwe dako hun milet bêhtir ji hev dûr û cuda nekin. Merovê ne li asta xwestek û hêviya gel be, bila raweste, bila gul û şîretan bifroşe, dibe ko cihê wî bilind û berztir bibe

 

28/03/2008

 

   

 

 

     
 

 

Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com
qadoserin@hotmail.com
qadoserin@qadoserin.com