malperaQado Şêrîn.Tako zindî me mirî me, lê ko mirim zindî me..                                           

 

Kurdê bi zimanê serdestan dinivîse, alîkariya serdestan di têkbirina zimanê kurdî de dike.

 
    Gelek bi xêr hatin, ser sera û tishtin din...  

 

Hevpeyivîn

-----------------------------

Hevpevînek taybet li gel Şivan Perwer

Qamislo.com

Ev sê çar sal in ji her hêlî de êrîş têne ser min.
Xebata min tenê dikare li dijî ew kedxwarên li ser Kurdistanê be.
Ezê bi ingilîzî, tirkî û erebî jî stranan bêjim.
Min li Ibrahîm Tatlîses gilî kiriye

 

Ev hevpeyvîn berî demekê bi Şivan Perwer re hatiye kirin. Çawa Şivan Perwer axifî ye, me jî wilo hevpeyvîn ji ber kasêtê nivîsî û wê li vir diweşînin.

Tê gotin ku Şivan Perwer hewil dide ku – di gel hin aliyên dî- kenaleke televizyonî a veke. Me dixwest hinek agahdariyên berfireh li ser vê telvizyon a nû, ya ku gerek e di demek nêzîk de dest bi weşanê bike, wergirin. Bingehên wê yên diravî û him yên îdyolocî.. Ev televizyon dê bi çi şêweyî pêk were? Wê kî tê de kar bike? Dengê çi kesa wê di vê televizyonê de hebe?

Kurd televizyonên wan hen in ...tu zanî...sê çar televizyonên me hen in. Li derî wê jî di televizyona Îraqê, Îranê yanî çend se’etan tiştên kurdî têne weşandin. Lê vana hemû li gor cihê xwe stabîl in ne bervireh in, ne netewî ne, ne rengîn in, ne pir dengî nin. Ji ber wê bo hemû gelê kurd îfade bike, di her awayî de û têkiliyek bi tolerens (lêborînî, bexşeyî), demokratî û lîbiral çê bibe di warê siyasî, hunerî, perwerdeyî û ekonomîkî. de... da di her warî de xelkên me pêşkevin, ji hevdû fam bikin, ji hevdû hez bikin, ji ber vê yekê em televizyoneke kurdî wekû xwendegehekê ku di her malekê de be, dibînin, ku her kes dikanibe jê dersê bigre, jê tişkî fêr bibe; em dibînin ku xwendegehek netewî.. yanî temamiya miletê kurd îfade bike, me da ber çavê xwe û projeya xwe bi rê xist...

Lê di demên dawî de, hin tevgerên li dijî vê televizyonê pêk hatin û dijî kesayetiya te bi taybetî... di baweriya te de ev tevger tenê tên ji ber ku televizyon wek kenalek nû ewê konkurent (pêşbirk) be ji televizyonên ku ana hene yan jî hin meselên siyasî tê de hene..?

Niha gava em dibên demokrasî, pirrengî, pirdengî û tolerens..tu zanî..helbet yê bê tolerens û yê tenê yekdengî û yekrengî wê aciz bibin, ji ber ku ew tişkî wilo li himberî xwe naxwazin. Ji ber ku tiştên em çêdikin ewê pêvajokekê biguhere, ev pêvajok li gorî demê, li gorî fikra me ewê rastiya xwe bibîne, ewên din mecbûr ewê xwe biguherin û bi guhertinê re eger birastî durust û rast bin, ewê cîkî baş bigrin û ku ne durust û ne rast bin ewê têk biçin ..... Ji ber wî hawî hinek jê ne rehetin

... Şensê biserketina vê projeyê çiqas e? Yanî ev televizyon dê di demek nêzîk de çêbibe yan tenê projeye, wek plan heye?

..Na, projeya wê me çêkiriye, programa wê me hazir kiriye, têkilyên xwe me pir baş kirine. Têkilyên bîrokratî, yên teknîkî di pir warî de.. û em bo çareyên aborî bi ser kevin, eve sê çar meh in em di nav vê xebatê de ne. Ez nizanim ewê çiqas bajo, lê ku xelkê me biştgirya me bikin ewê zû çêbibe, hêdî bikin ewê hêdî cêbibe, nekin ewê çê nebe, yanî wanî ye... Em derewan li xelkê nekin.... lê me şirketek ava kiriye „Aktiengesellschaft“, da ku alîkariya bi me re bûyî tev di rêya yasayê re bê tomar kirin. Eger rojekê ev proje neçû serî, em wan peran li xelkê vedgerînin, yanî em naxwazin derewan li kesî bikin.

Du sazî hene ku bingeha vê projeyê datînin: Navenda Mûzîk û Hunera Kurdî û Weqfa Şivan Perwer e. Wekî din jî gelek kes di çarçewa şirketa ku me avakirî ye „Aktiengesellschaft“ piştgiriya vî tiştî dikin û bi dil û can ketine nava vê xizmetê.....

Şivan perwer, di dema nû de Medyaya kurdî di internetê de berfireh dibe, gelek malperên kurdî cêdibin.. yên hunermendan, yên kesan ji her hawî de, di vir de kesê ku li deng û muzîk a te guhdarî dikin dibêjin: Qelsbûnek di beşdarbûna Şivan Perwer de di internetê de heye. Rast e malperên te yên fermî û ne fermî jî hene lê tevî wê jî agehdariyên li ser karê te ê nû, ê kevin li ser jiyana te kêm in. Tu nabînî ku pêdivî ye tu karekî wisa bikî yan jî tu dibînî ev yek nepêwîst e.. ?

Na, têkilyên teknîkî ku girêdanek pir girîng e, ê min va sê çar sal in ez di nav rewşekê de me ku ji her hêlî de êrîş têne ser min, pir min êşandine....tu zanî.....lê ez her gav lê digerim ku ez li ser lingan bimînim... dibêjim berxwedan jiyan e, pir serê min êşandine....nizanim....eger mirov kurd be û di nava kurdan de bê naskirin û bê hezkirin , dê ne hêsanî be ku mirov bersiva wan bide ji ber ku bêçaretiyak pir û pir mezin heye. Kurd tenê dixwazin, lê nizanin bidin, kêm didin, yan jî bi darê zorê hinek bi ser zikê wan dikevin ta ku didin. Yanî kurd di wî warî de xwe biguherin gor tiştên baş ku dikaribe bi mentiqekî berfireh û kûr û bifikir bidin wê tiştên baş çêbibin ….Tu zanî…Yanî ez hunermendek im û di nava rewşeke pir xerab de me, ez her gav hewil didim li ser lingên xwe bimînim. Eve sê çar sal in bandorek mezin li ser serê min heye, her kes min fam nake di vî warî de.... Ez gilî û gazinca nakim ji kesekî, ez dixwazim bi stranan van tiştan bînim ziman, lê stran jî ne ji bo bitenê derdê min bînin ziman, stran van nakokiyên nava vî miletî tînin ziman, ez li ser vê yekê dixebitim. Tenê konsêrt vê ya nikane bîne ziman, helbet gelekî giring e ku mirov bikeve nava vê komunikationa dunyayê ya teknîkî. Em niha navendê deynin, lê bi navendê re ez dixwazim wî tiştî çare ser bikim...her weha di rêya televizyonê re jî..

Di warê rewşa te a şexsî de, tu dibînî ku cemawerên te û hem rêxistinên kurdan jî di derheqê te de kêmaniyê dikin ku piştgiriya te nakin li dijî êrîşên ku li te dibin?

Xelk li pişt me disekine, hinek herketên siyasî kurdî li pişt me disekinin, yanî yên insanî difikirin, yên hunera me ji bo miletê me, ku eve sî sal in ez di nava vê xizmet û vê xebatê de me, giring dibînin, li pişt min disekinin. Lê bi hêz êrîşî min dikin, yanê ev ne hindike.....tu zanî......ez bi xwe dibînim ku min xerabî bi tu kesî nekiriye, tenê ew kedxwarên li ser Kurdistanê ê ku zulm li ser miletê kurd kirine, xebat û xizmeta min dikare dijî wana be...

xebat û xizmeta min bo pêşketina miletê kurd e, lê hinek jî hene li gorî dîrokê şûnde dikevin, hesûdiyê dikin, nerehtiya dikin, mesele eve ez bawer im, îca.. yên piştgiriya me jî dikin hene û yên şerê me jî dikin hene, lê emê vê dewrê jî derbaskin, ewê derbas be, bawer im....

Di dema dawî de gelek dengên kurdî ên ciwan derketine ..ew deng cemawerekî baş jî bi aliyê xwe ve dikşînin, mûzîkek bêtir bi aliyê rojavayî ve diçe, ciwan bêtir bi ser vê mûzîkê ve diçin. Ana berî ku ez bêm û dest bi vê hevpeyvînê bikim, min ji çend ciwanan pirsî hûn dixwazin çi ji Şivan Perwer bipirsin, ew dibêjin, ji bo çi Şivan Perwer mûzîkek nû, modêrn bi taybetî bo wan ciwanên li Ewropa dijîn, çê nake.. ku ew ciwan xwe di wê mûszîkê de bibînin, yan jî tu dibînî ev ne stila te ye?

Tu zanî......ez bi xwe karim bi ingilîzî jî bêjim, ez karim Rok, HipHop, Rap...nizam çî..vana hemî ez dikarim bikim, lê ev ne wezîfa „erkê“ mine, wezîfa min Navend bê danîn, ez wana teşwîq bikim û alîkariya wan bikim, di warê kar û barê abûrî de alîkariya wan bikim, teknîkî alîkaiya wan bikim, hunerî alîkariya wan bikim, perwerde bikim wan di aliyê hunerî de ....tu zanî....a ev alîkariya min ji wan re lazim e, ne ku ez ile ez jî bibêjim bombebam ..tram ..tam tatam bimbambam tetam..., ne gerek ez van stranan bêjim ....tu zanî...bila gênc wan bêjin, ê min xizmetek min heye, weke destpêkê bo şiyarbûna miletê kurd, bo pêşketina wî... Pêşketina wî ne tenê di Rap û HipHop, filan û bêvane de ye. Ez tiştê girîng di felsefa xwe de, di hunera xwe de datînim da ku pêşketinek çê bibe, gêncên kurdan gerek vî tiştî çêbikin û ez ji wan re bingehê deynim... Heqê wan li me heye, ez ji wan re dixwazim bingehê deynim.....mesele eve...

Huner a kurdî li dervî Kurdistanê û li hundirê Kurdistanê.. di salên dawî de, di encama şerê dijî Kurdan û çewsandina kultur, ziman û hunera kurdî, gelek hunermend derketin dervî Kurdistanê û para mezin ji hunera xwe li dervî Kurdistanê afirandin.. mirov dikare ji ber vî tiştî bêje ku hin xal hene mirov dikare di rêya wan re nas bike ev huner li dervî Kurdistanê hatiye afirandin û ev jî li hundirê Kuristanê yan jî tu cudayî tune ye?

Qurban...bila kurd ji xwe netirsin...yanî li nava welêt jî û li derî welêt jî bila têkilyên kurdan bi dunyayê re çê bibin... Hunermend li welatê xwe be yan li derve bi jî ferq nake.. li ku derê be, tenê xizmet û xebatê bike ew rind e...

Mebseta min di şêweyê hunerî de, di hilbijartina tekst û awazan de......

Yê li welêt lêgerînê xwe ên cuda hene..... niha dunya bihevre komunîke bûye, helbet miletê kurd avahiyek xwe di hemû warê jiyanê de heye, zimanê wî şên dibe....tu zanî....Kurdên derve û kurdên hundir komunikationê bi hev re baş deynin, ewê tiştên dunyayê ên baş bînin Kurdistanê û ewê tiştên Kurdistanê yên paqij jî derînin û bidin wan.. Wê demê wê kultura kurdî belav bibe...gelek baş e qet ne xerab e.....tiştê giringtir xizmet e...xizmet ji her tiştî giringtir e...bi dilekî germ mirov bixebite wê tiştên bash çêbibin..

Rewşa başûrê Kurdistanê baştir bû ye... bi taybetî piştî rûxandina rêcîma Sadam, tu planên te hene ku tu demekê dirêj li wir bimînî?

Na....ta dawiyê li derekê namînim...ez mirovekî dunyayî me..ez kurdekî dunyayî me heta dawiyê li derekê namînim û nikarim bimînim jî...ne adeta min e...tu zanî...li ku derê xebat bivê emê li wir bin, xelkê me li hemû derê dunyayê hene....hemû miletên dunyayê gerek em wan bibînin...kultura xwe pêşkêşî tevan bikin...ne tenê di nav kurdan de...gerek em pêşkêşî hemû dunyayê bikin...Ez di wî fikrî de me ..tu zanî....tiştê min di nava kurdan de kiriyê hema têra û zêde jî bûye. Ez dixwazim hinekî derkevim dunyayê, da xelkên dunyayê di rêya me re jî miletê kurd nas bikin..

Ji ber vê yekê jî ne dûr e ku tu bi zimanên din stranan bêje..firansî, ingilîzî...

Ezê bistrêm, rast e, bi erebî jî bi turkî jî...

Planên te hene, di demên nêzîk de..?

Hene, çawa, di demek nêzîk de ezê bi ingilîzî bistrêm, bi erebî bistrêm, bi van zimanan baş karim bistrêm...ez dixwazim mînak bim ji bo gêncan...tu zanî...ez xwe jê re hazir dikim..

Berhemên te ên nû, wê kengî derkevin?

Di nava du mehan de hûnê bibhîzin..

Siyasî ne, floklorî ne…çi ne ?

Ooohhhh………..Bombe ne….tiştên dawî li dunyayê çê dibin…yên felsefî ne, siyasî ne………Şivanê weke destpêkê hema hîn modêrn….hîn li gor pêşketina jiyanê…li gorî şiyarbûna kurdan..

Yek CD.. hew berhemek tenê.. ?

Gelek stran hene ewê têkevin dudya...em dixwazin yekê wek ( orkestra ) û yekê jî normal çêbikin.. dido bi hev re ne, kesê dixwazî li ya normal guhdarî bikî, tenê tenbûr û deng, yan jî dikare li a din guhdarî bike ku bi şêweyê orkêstra ye..

Pirsa dawî.. hin hunermendên turk yan jî ên kurd û bi turkî distrên, awaz yan jî têsktên stranên te bê destûr bikaranîne… me bihîst ku tu dixwazî gilî li wan kesan bikî, ev tişt çêbû ye.. ?

Li Turkiyê Adition ( mafê parastina ramyarî) çê dibin, êdî ji ber ku mafê parastina hunerî li Turkiyê pêk hatiye, her hunermend dikare dawa heqê xwe bike.. ên kurdan jî qebûl bûye, yanî berê kurd qedexe bûn, lê vê gavê her kes, siyasî be folklorî be, bi çi hawî be bila be, eger stranek ayidê kesekî be, heqê kesekî din tuneyê ji xwe re bigire û bi dilê xwe biguhere….eger wilo bike cezayê mezin heye…min dawe li sê çar kesan kiriye û ew dane mehkemê…

Navê wan ??

Ez naxwazim navan bêjim….

Navê yekî ji wan bêje..

(bi ken) Îbo ye…Îbo (Ibrahîm Tatlîs)..

Şivan Perwer gelek sipas ji bo vê hevpeyvînê

Ser çavê min canê min..

HEVPEYVÎN: FERHAD EHMÊ

Editor Hejarê Kurd | 2004-03-03 20:42 | Ku- Roportaj

 

 -hevpeyivîn ji malpera rojname.com (http://www.rojname.com/article.php?sid=4240  ) hate girtin, diyare wan jî ji malpera qamislo.com a ko Ferhad Ehmê birê ve dibir, girtine, hvpeyivîn di 2004an hatiye kirin û belav kirin, lê mexabin piştî nivîsa min di malpera netkurd de belav bû, ew hevpeyivîn ji malpera Rojname hate avêtin, ji ber vê yekê û ji bo ko xwendevan bixwînin, ez di malpera xwe de belav dikim..{qadoserin.com}.16/07/2007

 

 

 

   

 

 

     
 

 

Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com
qadoserin@hotmail.com
qadoserin@qadoserin.com