malperaQado Şźrīn.Tako zindī me mirī me, lź ko mirim zindī me..                                           

 

Kurdź bi zimanź serdestan dinivīse, alīkariya serdestan di tźkbirina zimanź kurdī de dike.

 
    Gelek bi xźr hatin, ser sera ū tishtin din...  

 

Hevpeyivīn

-----------------------------

“Bi pirtūkan mirov nabe nivīskar!”

                                                                                        Hevpeyivīn bi Qado Şźrīn re
                                                                                        Evdila Koēer ji bo rojnameya Rudaw,

Pirtūka Qado Şźrīn ya bi navź“Serok ū Merok” ji nav weşanźn Sema derket. Mijara pirtūkź ēīrok in. Ev pirtūka ku ji 24 kurteēīrokan pźk tź 120 rūpel in ku nivīskar ev ēīrok di navbera salźn 1993 –2006’an de nivīsandine. Naveroka wan civakī ū siyasī ne. Hemū jī bi şźweyekī tinazī mīna pźkenokan hatine nivīsandin. Bi qestī bi zimanekī hesan mīna zimanź pźkenokan da ko her kes fam bike ū bi kesźn di ēīrokan de bikenin hatine nivīsandin.



Nivīskar Qado Şźrīn ji Rūdawź re behsa “Serok ū Merok” kir. Şźrīn diyar kir ku eger merov li dīroka kurdan, li dīroka tevgera siyasī, li dīroka serokźn partiyźn kurdan vegere, merov dź bighź encamekź, “ Ew jī ev e: guneh ū sūcź serokźn kurdan di bindestiya kurdan de heye, wek nimūne; li rojavayī Kurdistan’ź tim serokźn partiyan būne sedemźn perēebūna partiyan ū vź yekź tevgera siyasī li hember dujmin ū desthilatdariya Sūriyź qels ū bź wate kirine...”

Qado Şźrīn rexneyźn tūj dibarīne ser serokźn kurdan, “Jixwe tim bi hev jī ketine ū ta bi helwesta wan di derbarź zulm ū zordariya ko li miletź me dibe ne yek e. Min di nivīseke xwe de ev xale wisa anībū ziman: kesź(serokź) parēebūnan dike alīkariya dujminan di ne pźkanīna hźviyźn kurdan de dike hźza xebatź li beramber dujminan qels dike. Mexabin endamźn partiyan koletiyź ji serokźn partiyan re dikin wek ko ji diktatoran re koletī dibe. Di hin partiyan de Kurdistan di serok de qambostī kirine.
Eger serokź kurdan li hev būna ana rewşa me ne wisa ba. Serokan kurd ji hev tarūmar kirine, bi jimara partiyan milet perēe werēe kirne. Ji ber van sedeman navź pūrtūkź gerek Merok ū Serok ba...”

Li ser weşandina pirtūka xwe Qado Şźrīn destnīşan dike ku mirov bi pirtūkan nabe nivīsevan, “Sedemźn din ko min pirtūk ēap nedikirin ew bū ko ez pereyan ji ba xwe li ēapkirina pirtūkan nadim, eger min wisa bikira ana pźnc şeş pirtūkźn min hebana. Di 2007an de min bi riya nivīskarź kurd Ezīz Xemcivīn ev pirtūk ji Sema Kurd re şand. Sema Kurd dezgeheke serbixwe ye, li Dubey e, serokź wź dewlemendekī kurd e, navź wī Arif Remedan e, cuwamźr ji gelek hźlan ve alīkariya nivīskar ū hunermendan dike. Ji bo ko pirtūkź diyarī omīta fźrbūna ziman bikim, min biryara ēapkirina pirtūkź da. Komīta fźrbūna ziman li rojavayī kurdistan’ź bi salane
ko bi hezaran merov fźrī xwendin ū nivīsandina zimanź kurdī dikin. Derfete li vir ko spasiya sź kesan bikim: Birźz Arif Remedan, Ezīz Xemcivīn ū Hozan Emīn...”

Nivīskar Şźrīn da zanīn ku ji bo ko pirtūkź diyarī Komīta fźrbūna ziman bike wī biryara ēapkirina pirtūkź daye, “Komīta fźrbūna ziman li rojavayī kurdistan’ź bi salane ko bi hezaran merov fźrī xwendin ū nivīsandina zimanź kurdī dikin, ta ana jī berdewam e, min pirtūk diyarī wan kir ū ew azad in di belavkirina wź de. Her wisa ji bo ji xwendevanan re rola serokan di xirecira rźzgarkirina kurdistan’ź e diyar bikim…”

Em jź dipirsin, “Ēima ēīrokźn henekī ū qerfī? Ēima ne ‘cīdī’?”, Qado Şźrīn wiha li me vegerand, “Bi gumana min kesayetiya nivīskar ū jiyana derdora wī rola xwe di vź yekź de dilīzin, merovź vī şźweyī dinivīsin merovźn taybet in, berī ko bi civaka xwe re rast bin bi xwe re rast ū dirust in, tim hewl didin ko civakź ber bi xweşbūnź de biguherīnin, civakź xemgīn nebīnin. Ziman bi hunereke bilind bikar tīnin. Dikarin qerf ū hinekźn xwe bi her tiştī bikin dako ew tişt baştir bibe, xweşiktir bibe. Di nivīsandinź de şźweyź herī hezkirīye ēimkī merovan hin rihet dike hin jī di dema xemgīniyź de dikenīne...”

Mirov di ken ū kźfź de nikare durūyī be

Paşź em jź dipirsin ka wźjeya mīzahī ji bo wī ēi īfade dike, wisa dibźje, “Mīzah aliyź herī rasteqīneye di jiyana merovan de, encama mīzahź ken e, kźf e, ū merov di ken ū kźfź de nikare durūyī be. Ev şźwe dikare bihźle merov rihet bijī. Mīzah beşź herī rast ū xweşike di jiyana me de ko em nikarin bź wī bijīn...”

Rojnameya RUDAW, jimar 28.

 

 

 

   

 

 

     
 

 

Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com
qadoserin@hotmail.com
qadoserin@qadoserin.com