|
|
|
Hevpeyvîn ----------------------------- Hevpeyvîna
Can Kurd bi Qado Şêrîn re, di derbarê siyaset û xirecira wê de
Pirs 1: Mu hûn dikanin haydariyeke kurt li ser wêneyên jiyana xwe di
sînema ya jînê de bo me bidî? Di şazde
saliya xwe de bi riya alfabeya nemir Apo Osman Sebrî fêrî zimanê kurdî
bûm, xwendin û nivîsandin, piştî salekê ketim nav tevgera siyasî ya kurd
li rojava û bûm endamê partiya pêşverû, piştî saleke din min dev ji wan
berda û bûm endamê Al Partî, demeke baş li gel wan mam, tako perçebûnan
dest pêkir, hema hema mejiyê min jî perçe bibû, perçebûn li pey
perçebûnê, mîna paramisyoman zêde dibûn, demekê bi yekîtî re jî mam, li
Europa jî min bêtir ji pênc salan bi wan re kar kir, di dûv re
rawestiyam, dako ez wek laş û can perçe werçe nebim. Jiyanê ez fêrî
şikestinên kurdan kirim e. Eger tu bala xwe bidî tevgera siyasî ya kurd
li rojavayî Kurdistanê tê ji perçebûn û şikestinan pêve tiştekî din di
dîroka wan de nebînî, vê yekê kurd xemsar, melûl, bê hêvî û ji tevgerê
dûr xistin, bandora xwe li her kesê kurd kir. Bi tevgera heyî bostek ji
axa Kurdistanê rêzgar nabe. Vê rewşê bandora xwe li her kesî kir, li min
jî kiriye, ez jî tim ji xwe dipirsim; gelo çima em hev napejirînin, çima
em li hev guhdarî nakin û çima ji hev hez nakin û çima ji Kurdistanê re
nakin lê belê ji kes û partiya xwe re dikin, Her kes dibêje: yan dê wek
min bibe yan ez ne bi we re û dê ji refê xwe veqete û cuda bibe. Her yek
jî guman dike ko ew yê herî rast e, û hema hema hemû rastî li ba wî ye,
û tenê ew dizane çilo dê Kurdistan rêzgar bibe, û yên din hemû ne tiştek
in. Vê yekê hişt dest bi nivîsandina Qilçixan bikim, belkî bikaribim bi
riya rexneyan wan kesan hişyar bikim, bibim dostê rastiyê. Jixwe bê
rexne civak û tevger li pêş nakeve. Ko em hemû bi hev re ne alîkar bin
emê nikaribin tiştekî bikin. Bi riya rexne û Qilçixan bidim diyar kirin
bê kî li dûv bercewendiyên xwe û kî li dûv ê kurdayetiyê diçe. Wêneyê
jiyanê hîna dilebite, hîna tije nebûye, ev dilopek ji derya jiyanê ye.
Bi gumana min emê hîna gelek wêneyên şaşo maşo maç bikin, jiyan berdewam
e.
Pirs 2: Ma ev ne gelek e, ji êş û keleman boyek mirovekî?
Pirs 3: Bila em li ser dema niho rawestin, da mifa ji dîtinên we bêtir
bin. Hûn rewşa kurdî ya sûrî niha, ji aliyê siyasî ve, çewa dinirxînin? navberek bi
vala û dûrbûna erd û esmên ketiye nav tevgera siyasî û miletê kurd.
Çimkî tevger nema ji bo milet û welat dike, tenê ji bo kîn û kesên xwe
dikin, û ji milet dixwazin ko kar ji wan re bikin, li şûna ko gerek ew
wê yekê bikin. Perçebûnan pişta xelkên me şikand, ji tevgerê dûr xistin.
Mixabin tevgerê doza xwe ya bingehîn li şûn xwe hiştiye û bi pirsgirêkên
navxweyî ve mijûl e, dujmin û pirojeyên dujmin, zulma dujmin li şûn xwe
hiştiye û bi kîna tolhildana kurd û kurd ve mijûl e. Xaleya herî dîrokî
û balkêş di tevgera siyasî de ko dest nedane desthilatdarên Kurdistanê
li perçeyên din û di hembêza wan de nemane. Mirovê wê yekê bike dê ne
xwedî biryar be û di bercewendî û helwesta netewî de ne azad be. Pirs 4: …û ji aliyê çandeyî ve? Ma hûn pêşkeftinekê dibînin, an herdem gavkirinadi cîh de û texlîdkirin? bi gumana
min rewşa çandî ji ya siyasî ne cuda û baştire, ta radeyekê dîsa sûc û
gunehê partiyan e, ji ber ko ji roja roj de guh nedan ziman û hewl nedan
ko mirovê kurd ber bi xwendin û nivîsandina zimanê kurdî ve bajon. Hema
hema hemû belavok, daxwiyanî û gotara wan bi zimanê serdestan in. Rêjîmê
jî mirov li Sûriyê birçî kirne, êdî mirov berî her tiştî li dû gepa nanê
xwe diçe, ne li xwendin û kirîna pirtûkan. Bi gumana min belavokên
partiyan jî ne wek berê tên xwendin, çimkî nûkirin, guhertin, bawerî û
tiştin din tune ne, hema hema wek berê ne, helwest û bikaranîn nehatine
guhertin dako encam in nû derxîne meydanê, dako mirovê kurd geşbîn bibe
û bixwîne, hêvî jî tune. Çand tim bi rewşa siyasî ve girêdayîye, eger
rewşa siyasî aloz be, bê guman dê çand jî li paş û aloz be. Pirs 5: Hûn çi li ser wan Kurdan dibêjin, ewên berhemên xwe yên wêjevanî bi zimanê Erebî dinivîsin? min gelek
caran li ser vê mijarê nivîsandiye, dîsa dubare dikim: Kurdê bi zimanê
serdestan dinivîse, alîkariya serdestan di têkbirina zimanê kurdî de
dike. Nemaze ew kes û nivîskarên ko mijar û naveroka nivîsên wan ne li
ser kurdan û ne di bercewendiya kurdan de bin.
Pirs 6: Bila em piçekî di nav siyaseta kurdî de bimînin. Ma siyaseteke
kurdî ya sûrî, ku nûjen û pîvayî yê mawe û teher û dîplomasiyê heye, an
jî ew hîn berma û gudandina koçbera “Cenga Sar” e?
Dema tevger ber bi pêş ve neçe,
dema tiştekî nû tune be, guhertin tune bin, geşbînî û hêvî tune bin,
milet jî ji tevgera xwe dûr dikeve, dema alavên nû derbasî nav siyaset û
tevgera siyasî nebin û dema milet encama xebata 50 salî tiştekî berbiçav
nebîne, tenê rastî şikestin û perçebûnan bê, milet sarogermo dibe. Dêmek
sûc û gunehê tevgera siyasî gelek e, tevger ne ko kevn û ji dema şerê
sar deye, lê hîn bêtir, ew tevger hewceyî şoreşek ji guhertinan e.
Pirs 7: Sazmana sûrî hîç ji siyaseta xwe ya nijadperest dij bi gelê Kurd
danakeve, û ew amade ye bo kuştina wan, belku qirkirina wan jî, bi ya te
be, divê Kurd çewa vêre bidin û bistînin? serhildana
12ê adarê nimûneya her nêzîk û berbiçav e. Milet rabû, ji kuştin, ji
girtin û nijadperestiya rêcîmê netirsiya. Eger partî û tevgera siyasiya
kurd li rojava li dûv xwestekên milet biçûna û di asta 12ê adarê de bana
dê tiştin bi dest bixistina, dê baştir biba, lê tevgera siyaî ew jî
nekir. Ji dema serhildanê de rêcîm bêtir bi kurdan ketiye û pirojeyên
nijadperest pêktîne, eger tevger xurt û yekgirtî ba, li gor bîr û
boçûnên milet ba, dê rêjîmê nikarîba ewqase zulm li kurdan bike. Sûc û
gunehê tevgera siyasî bi rewşa heyî di pêkanîna pirojeyên rêjîmê yên
nijadperest û tunekirina kurdan de, heye. Rewşenbîrên
kurd helwesta xwe ya dîrokî û mêrane nikare bi wêrekî bide, mebesta min
ji tevgera siyasî, ji ber xwe ji ber tawanên erzan ên partiyan diparêze.
Bi gumana min hemû rewşenbîr hez dikin di nava tevgera xwe ya siyasî de
bin, lê derfet tune, biryar û şêwr û guhdarîkirina li rewşenbîran tune,
û ji ber vê yekê tevgera rêzgarîxwaza kurdistanê têkçû, hema hema li
tevaya Kurdistanê wisa ye. Rewşenbîrên partiyan jî bê helwest û kesayetî
ne, di hin partiyan de kolê serok in dako bercewendiya xwe ya kesane
biparêzin. Bi giştî li gotara rewşenbîran an di bercewendiya Kurdistanê
de nayê guhdarî kirin.
Pirs 9: Di pirtûka we de, ya bi zimanê Kurdî “Serok û Merok”, hemahema
we dest bi cengê kiriye dij wan serokatiyên me yê pêxweşê paşkeftina
ramiyarî û çandeyî ne. Ma hûn di va cenga tunekirinê de pir pêde neçûne?
An jî rexnekirina we ji wan re tenha taveke barana beharê ye? bi gumana
min hezar pirtûkên din wisa derkevin dê bandorê nekin, çimkî serok û
rêberên me li rexne, li nivîskar û li rewşenbîrên xwe guhdarî nakin. Bi
gumana min, eger zindanên wan hebana ana gelek nivîskar û rewşenbîrên
kurd têde bana.
Pirs 10: Ji ber ku armanca me ji van çavpêketin û hevpeyvînan, nasdana
mijara kurdî ye ji roşenbîrê ereb re, bi ya te be, roşenbîrê Sûrî bi
stobariya xwe di ber gelê Sûrî de bi giştî, û di ber gelê Kurd de
bi taybet, radibe? pirsgirêk a
her du aliyan e, kurd û ereb, ne kurd dikarin gotara xwe wek piroje
bighînin rewşenbîrên ereb, ne jî pirsa kurd ta ana bûye pirojeya
mirovantî li ba rewşenbîrên ereb. Mixabin gelek ji wan kurdan tune û bê
maf dikin. Eger Elî Uqre Heresan rewşenbîrê ereb be, û di demek baş de
serokê yekîtiya nivîskarên ereb bû, tu zanî wî çi got dema başûrê
Kurdistanê rêzgar bû?, wî got: em ketin navbera diranên xefkek asê ji
bakurê Iraqê ta bi Israîl. Mirovê li rewşa welatên ereb bi giştî binere,
dê tiştekî ji rewşenbîrên wan nexwaze, ji ber wan tiştek ji milet û
welatê xwe re jî nekirine, îca ji kurdan re dê qet nikaribin tiştekî
bikin, lê ji rewşenbîrên kurd tê xwestin ko dengê miletê xwe bighînin
her kes û her deverê. Rewşenbîrên kurd dikarin gelek bûyer û xaleyên
girîng di bercewendiya gelê xwe de bikar bînin, wek 12ê adarê, şehîdên
Newrozan, çand û ziman, û gelek xaleyên din ên mirovantî.
Pirs 11: Bo çi, ta niha li Europa, ku em lê dijîn, çi hevdîtineke
çandeyî an karînên
rewşenbîrên kurd ên kesane tune ne ko bi wan karan rabin, ew yek karê
dezgeh û rêxistinên kurda ye, lê mixabin ew jî nakin, karê televizyonên
kurdaye, dîsa nakin. Li welêt jî min tiştekî wisa nebihîstiye, dibe ji
ber rêjîma diktator be. Ji bo mehrecanê jî kesekî ne kurd nehate
vexwendin ji ber mehrecana helbesta kurdî bû, lê wek mêvan kesek nehat
vexwendin, ew şaştî bû.
Pirs 12: Hûn jihevnêziya cîhana azad-democrat û sazmûna Baasî ya sûrî,
ku dijî azadî û demokratiyê ye, çewa dibînin? Hûn çewa hembêzkirina
erebî bo vê sazmanê çewa dinirxînin? Û li gor dîtina we bercewendiya kê
di qenckirina dîmenê kirêt ê vê sazmanê de heye? bi gumana
min Israîl wisa dixwaze, hin ji ber ko Sûriyê ji çepên Israîlê bêtir
Israîlê diparêze û hin ji bo ko têkiliyên Sûriyê û Iran, Hemas û Partiya
xwedê ya Libnanî qut bibin. Ji hêla din ve hema çi ji Sûriyê tê xwestin
dibe. Vegerandina têkiliyan bi Sûriyê re ne ji bo çavê Sûriyê ye, lê ji
bo parastina Israîl û bercewendiyên welatên rojava ne, li dû wan
têkiliyan hemû şert û mercên xwe li ser Sûriyê pêktînin, li beramberî ko
rêjîm ne rûxe.
Pirs 13: Ma mera dikane vê sazmanê bi protestoyan û bi belavokan ji
bedkariyên wê rawestîne, da mirovan ji gelê me nekuje, weku îsal li
bajêrê Reqqe, di Newrozê de, xûn rêtiye? An ji tevgera siyasî ya kurdî
têye, ku kefteleft û xebatên xwe hîn bilindtir û baştir ji ên niha bike?
Li gor dîtina we, çine xalên jarbûnê di tevgera kurdî de? kurd bi
tenha xwe nikarin tiştekî bikin, û hêvî jî tune ko ereb bi kurdan re li
dujî rêjîmê derkevin, her wisa diyare ko rêjîm jî guh li hevrika heyî
nake, çimkî hêza wê tune, tirsa rêjîmê jê tune. Rêjîmê jî gelek ji wan
kirne zindan û girtîgehan bê ko li gotar, bang û daxwiyaniyên rêxistinên
mafê mirovan guhdarî bike. Bi partiyên heyî ko tenê bi belavokan şerê
rêjîmê dikin, kurd jî di nav de, emê nikaribin tiştekî bi destxînin, bi
gumana min dê rewşa me hîn aloztir bibe.
Pirs 14: Heger ji we bite xwestin hûn hinek navêd partiyên Kurdî yên
Sûrî ji lîsteyê rakin, hûn ê çi bibêjin û çi bikin? bi gumana
min hemû partiyên kurd li rojava hewceyê guhertinê ne, û gelek ji wan
hewceyê avêtinê ne. Tecrubeya wan ji bo rêzgarkirina Kurdistanê yan ji
bo bidestxistina hin mafan têkçû, êdî gerek ew şerm bikin û li ber pêlên
pişifandinê biçin. Ji sala damezirandina yekemîn partî di 1957an de û ta
ana ji perçebûnan û şerê navxweyî pêve tiştek bi dest nexistine. Êdî
gelek ji wan gerek tune bibin. Bersiva
pirsa dawî: bi gumana min tevgera siyasî ji bo bidestxistina mafan têk
çû, êdî gerek gotara xwe biguherîne. Pirsgirêkên navxweyî nema çareser
dibin. Pêdivî bi şêweyekî din ji xebatê heye, ew jî li derî dana welatên
demuqrat ên ko piştgiriya miletan dikin û ji me bêtir dikarin
zextê bidin ser rêjîmê. Eger tevger bixwaze vegere hembêza miletê
kurd divê li daxwazên milet guhdarî bike. Pirsgirêk bi peydakirina
lehengekî û diduwan çareser nabe, pirsgirêk dê çareser bibe eger em li
hev guhadrî bikin, hev bipejirînin û ji hev hez bikin, wê wextê
partayetiya teng dê nemîne, dê her kes û hemû partî ji bo bercewendiya
kurd û Kurdistanê kar bikin. 28.03.2010 |
|
|
|
Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com |
|