|
|
|
Hevpeyvîn -----------------------------
Hevpeyvînek balkêş û giştî bi Qado Şêrîîn re
Ji
demeke dirêj ve hewl didim ku di pêlên hinavên Qado Şêrîn de avjeniyeke
bi hêz bikim û dermanekî ji pirsên bê bersiv û bi tirs re, di
dermanxaneya Qado Şêrîn de ez bibînim !
Qado
Şêrîn tîrkevanekî giran davêje dilê durûtiyê û ji felsefeta misdan û
koletiyê jî nefret dike !
Qado Şêrîn û nivîs û helwestên wî.
1-Hêja Qado,
destpêka te bi nivîs û pênûsê re çawa bû? -Wek
avêtina kevir û girikkirina gollên avan bû.
2-Hêja Qado,
mebest û armancên te ji nivîsandin, gotar û reşbelekiyê çi ne? -Qilçixnivîsandine,
hinan bikenînim, jixwe ko hin keniyan dê hin bigrîn. Mebesta min
piştgirî û hilkişandina bi çiyayê rastiyê ve ye.
3-Te gotibû ku
Kurd bi zimanên serdestan dinivisînin, ma ne Kurd jî dibêjin : ku mirovê
li hespê cîranan siwar, her tim peya ye ? -min
nivîsandibû: kurdê bi zimanê serdestan dinivîse, alîkariya serdestan di
têkbirina zimanê kurdî de dike.
4-Qado bi
qilçixan bêhtir hatiye nas kirin, ev tişt raste?. Raste,
şêweyekî nûye, min di navbera gotar û çîrokê de afirandiye û bi Qilçix
bi navkiriye, hema hema hemû jî rexne ne. Ya pêwist ko ez wan bi zimanê
tevaya milet, bi zimanê karker û cotkar û gundiyan dinivîsim, ez hêvî û
xwestekên wan dinivîsim, dako hemû fam bikin çi dinivîsim, ji bo vê dema
zirav û teng ev gelekî pêwiste.
5-Li ser çi
mijarê be, tê xuya kirin ku Qado zû zû û yek ser bextreşiyan dike, bêyî
ku bizanibe armanc û mebestên mijarê çine ...raste ?. Tenê yê
ko wî rexne û tazî dikim wisa dibêje. Eger li ser hovîtiya wan kurdên ko
ji bo serokan di
Newroza Medrîdê(SPANYA) bi hev ketin û xwîn bi ser serê hev xistin,
binivîsim, dîsa li gor wan ezê bextreşiyan bikim.(bitikîn).
6-Gelek
dibêjin ku Qado her tim li tiştên nîgativ digere, yanê kiras pîvanên
Qadoyîzmê her tim li dar in ? Raste, lê
nizanim çî pozetîv heye ko li ser binivîsim. Bindestiya me, koletiya ji
serok û merokan re, perçebûna milet û civakê bi jimara serok û partiyan,
rewşa ziman û nivîskarên ne rewşenbîr ko rexneyekê napejirînin. Rewşa
jina kurd û têkçûnên ji her alî ve..ji hev ne hezkirin..li hev ne
guhdarîkirin..hevdu ne pejirandin..û çi û ne çi looooo. Bê welatiya me
sûcê me ye kaka, eger em bi hev re baş bana, eger serok û partiyên me bi
hev re baş û li hev bana, ana welatê me jî heba.
7-Niha mirov
realîte bifikire, ne mumkine ku hemû rewşenbîr û nivîskar wek Qado
bifikirin û bibînin ? Îca te
baş got û rast pirsî, min jî wisa ne gotiye û ne jî dixwazim, berevajî
vê ez li dujî wê me. Ez tim dibêjim: qet nabe mirov ji ber hev bên
girtin, nabe wek kopiyê bin, ma dibe hemû mirov, kêzik, serok, marmarok
û gumgumok wek hev bin. Gumgumok diçin kur wek hinan xwe dixin rengê wir.
Ya ji rewşenbîran dixwazim ko xwedî helwesteke mêrane û dîrokî bin.
8-Ma gelo ev
nakokî û durûtî,wezîfeya Qado bi tenê ye, çima nivîskarekî din jî tevlî
govenda te nabe ? Bibore,
ya ko ez dikim rast û dirustî bixwe ye, rexne ye, gerek em hemû wisa
bin, ez şaşiyan bin ax nakim. Gelek nivîskarên dolaran mîna gumgumokan
hene, her kêliyekê bi rengekî ne. Bi min re, li ser telefona min
piştgiriya min dikin, û hema ko telefonê dideynin şerê min dikin. Gelek
ji wan ziman û dayika ziman dikin bi qurbana bercewendiyên kesane.
9-Di mijar û
nivîsên te de gelek gotin li ser peran û nirx û dolar û Euroyan derbaz
dibin, ma tu ji peran hez nakî ?
Li gor dixwazim
bijîm ji pereyan hez dikim, hema ne birçî û tazî bim(kes ji birçîna
nemiriye). Qet ji bo pereyan nebûme kole, min xwe erzan û melûl nekiriye,
min ji bo pereyan berê pênûsa xwe neguhertiye, min pênûs û ziman û
qilçixên xwe nekiriye bi qurbana pêxember, serok, pêlav û pereyan. Dako
exlaqê xwe biparêzim, her tiştî dikim bi qurbana Kurdistanê.
10-Hêja Qado,
wek tê xuya kirin ku tu çep û rast şerê xwe îlan dikî, ji
rewşa siyasî û civakî tu ne razî
yî, gelo pîvanên we çine ? Pîvanên me hestê netewî ye, hezkirin û parastina bercewendiyên milet û welat e. Partî û serokan milet bi jimara xwe perçe-werçe kirine. Partî û serokên me bercewendiyên xwe di ser ê milet re digrin, hin caran her tiştî dikin bi qurbana serok û partiyan. Eşkere koletî ji hin serokên partiyan re dibe(bi can, bi xwîn..), bi gumana min ew qurbanî û silogan tenê di partî û rêjîmên diktator de tên gotin, ji Sedam û Hafiz Esed re dihatin gotin. Di partî û welatên demuqrat ew diruşme tune ne, ew her tiştî dikin bi qurbana milet û welat. Serok dê biçin(bimrin), lê milet û welat dê bimînin. Mixabin ko kurd xwe bi xwe ji bo serokên partiyên xwe bi hev ketine û xwîn rijandine, hev kuştine, ma ji vê şermezariyê mezintir heye.(bitikîn). Li başûr jî mixabin pêşmergeyan ji bo serokan hev kuştine.
Qado Şêrîn û
xurbetî û nivîsîn
11-Tu çima ji
welat derket? Bi gumana
min qederê bi şaşitî ez li van welatan danîm. Şaştiya herî mezin di
jiyana min debû, ez gelekî poşman im.
12-Xerîbî û
daniştiya li xurbetiyê ji bo te çine ?. Mane min
gotarek di bin navê ‘‘
xerîbî qeşa li ser êgire‘‘(bitikîn) nivîsandibû. Ez(em) wek
qeşa li ser êgir didawerivin darbesta jiyanê.
13-Hevalên te
yên ku tu dikarî bi wan baweriyên xwe hilpesêrî çendin ? Heval û
dost ew in ên ko xaleyên hevbeş di nav wan de hebin. Heval û dostê ko ji
bo rexneyek biçûk lêvên xwe biqermiçîne, ew ne tişteke, kêfxweş dibim
dema wî ji jiyana xwe diqewitînim. Ez tu wateyê ji dost û hevaltiya
pesindariyê re nabînim. Nimûne: Kawa û Ciwan bîst salan di eynî partiyê
de dost û heval bûn, bi serê hev sûnd dixwarin, dema du berpirsên
partiyê bi hev ketin û bûn du serok û du partî, Kawa û Ciwan jî cuda bûn
û wek du marên reş bi hev ketin, êdî bercewendiyên giştî qeder û neqşa
heval û dostan nîgar dikin. Kurd dibêjin sê dost hene: ‘‘dostê can,
dostê gan û dostê dan‘‘.
14-Tu ji kîjan
gotinê ji van gotinan bêhtir ditirsî ( Xurbetî- Muxaberat- Heval-
Bazirgan-Siyasetmedar ) ? Wek gotin
ji wan natirsim, lê ji bikaranîna wan a şaş û ne mirovane ditirsim. Ana
di derya xurbetê de dixeniqim.
15-tu guhdarî
stranên kîjan dengbêjî dikî ? Mihemed
Şêxo û kilasîkên Kurd.
16-Dibêjin
ketina hindurê dîrokê, berê bi xwînê bû, lê îro bûye bi ( .....ûnê)
raste ev tişt ?
Ji bo hin
zindiyan raste, çimkî guman dikin ko ew ê bi qûnê bikevin dîrokê,
nimûne: (bitikîn), lê dîrok li
gelek moxilan dikeve tako dirûnê. Eger bikevin dîrokê jî dê wek nimûneya
lanetê bikevinê.
17-Kurd
dibêjin: mirovê dest bavêje kevirê mezin, qet şer nake, raste?. Raste
ezbenî, lê berê ne wisa bû, dem dema diruşmeyên mezin û qelew e, dem
dema derew û gelxapandinêye. Gelekan digotin: rêzgarkirin û yekkirina
Kurdistanê li ser destê meye. Digotin: emê tenê serxwebûn û azadiya
Kurdistanê bînin. Em in ên ko aştiyê bînin cîhanê. Lê hemû derew û
tiştin din derketin. Ew kevirên mezin bûn zixur û qilçix û ketin çavên
wan.
Qado Şêrîn û
siyaset
18-Qado ,,,
dibêjin ku hût û masî di Oqyanûsan de mezin dibin, û mirov jî di partî û
rêxistinan de bilind dibin, çima tu derbasî nav partiyekê nabî ?. Ne ez
zanim siyasetê bikim, ne jî zanim derew û dilxweşkirinê bikim, êdî ew
bilindahî min navê. Ana bûye ko em ji her tiştî fam dikin, siyasetê
zanin, mûzîkê zanin, nivîsandinê zanin, şêwekariyê zanin, hema hema di
her tiştî de feylesûf û zana ne. Xwezî her yekî ji me li gor karîn û
zanebûna xwe bikra, ana rewşa me baştirba. Di Oqyanosan de hût masiyên
biçûk dixwin dako bijîn, lê em bi nezaniyê hev dixwin dako em biser
kevin.
19-Di
ferhengoka rojane de, çiqas Kurd gotina bijî û her bijî û bimre û bişke
û bikeve bi kar tînin ?. Eger ew
rewş berdewam bike, emê hîn bêtir têkbiçin, tenê bercewendiya dujminan
di berdewamiya wê rewşê de heye. Mixabin li şûna em bêjin: bijî
Kurdistan, dibêjin: bijî Serok. Qey serok ji Kurdistanê mezintir bûne
bavo, qey dê Kurdistan biçe û serok bimînin. Li şûna ala Kurdistanê
bilind bikin, al û wêneyê serok û merokan bilind dikin, gelo nizanin bê
çiqasî dujmin bi vê yekê kêfxweş dibin, bi vê yekê yekîtiya kurdan
têkdibin. Dêmek kêfxweşiya dujminan di ser bercewendiya kurd û
Kurdistanê re digrin. Gelek ji serokên me xwarz û biraziyên xwe amade
dikin li şûna xwe deynin.
20-Di dema
dawî de, pishtî Zeydî yê Iraqî sola xwe avête Georg Bush gelek gotinên
sol, pêlav, çarox, şimik, tasûm, sendel û qundere derbasî medya û
edebiyatê dibin, tu çawa dibînî ?. Mirovê
solê ji wate û pêkanîna dîrokî derxîne, zulmê li solê dike. Sol tim bi
wateya nizim bikar hatiye, ji ber nizim bi çiyan ve jî diçe. Solê tim
ling ji sermê, ji gemar û tiştin din parastiye, îca dikare pêl li zelqên
mirîşkan jî bike. Bi gumana min Zeydî bi avêtina solê, sola xwe li
dîrokê xist. Ereban wek şoreşa solan nirxandin û pîroz kirin. Mixabin
Ehmedê Huseynî jî çanda pêlavan(bibor in pêl avan) derbasî edebiyata
kurdî kir, li gor lêkolîna Heyder Omer ta berî E. H. Kesekî sol bi
wateya xwenizimkirinê bikar neanîbû, êdî E. Huseynî jî ket dîrokê. Di
xirecira pêlav û pêl-avê de, hinan xwestin Qilçixekê binivîsim û E.
Huseynî wek nimûneya xwenizimkirinê di dîroka çanda kurdî de bi nav
bikim, lê min ew xwestek red kir û ji wan re got: hûn binivîsin. Eger
raste dîrok her tiştî dinivîse, dê vê jî bi mêranî binivîse. Xwezî em
hemû bi xwe re, bi hev re û bi pênûsa xwe re rast û dirust bana, nemaze
rewşenbîr.
21-Çima
hejmara rêxistinên Kurdî li Sûriyê kêm nabin ?. Ma te
bihîstiye qantir û kevir zane. Eger wek min nebe, ez ne bi we re,
mixabin li nav kurdên rojava wisa ye. Yek xwe ji yê din re danaxîne, kes
bercewendiya kurdayetiyê di ser ya xwe re nagire, her yek guman dike ko
ew tenê rast û diruste û yên din hemû şaş in. Eger kêm bibin dê rewşa me
baştir bibe, ji berê de ko hevdu bipejirandina ana welatê me jî heba,
kes kesî napejirîne, hemû dîk in. Bi gumana min wek ko bi hev ketine, bi
dujmin nakevin. Raste rast an rastexo xiyanetê dikin, ma tên çi wateyê
ewqase perçebûn, alozî û
qelskirina milet, bi hevketina navxweyî, bêhêvîkirina milet, ev hemû
nîşanên tunekirinê ne.
22-Te
bihîstiye ku rêberekî Kurdan bi zimanê Inglîzî diaxive ?.
Min nebihîstiye,
lê min diye gelek bi zimanê serdestan diaxivin, ji serdestan baştir.
Eger hat û yek bi Ingilîzî axivî, dê nebe serok û rêberê kînkişandin û
şikestinan. Celal Talebanî di bikaranîna zimanê erebî de baştirîn serokê
welatên ereb, derket.
23-Te dîtiye
ku rêberekî Kurdan bi zimanê Kurdî baş dizane ?
Mixabin na,
jixwe serdestan bi alîkariya wan zimanê kurdî têkbirine.
24-Li dinyayê,
Medya (Ragihandin ) miletan çêdikin raya gishtî dimeyînin, lê Medya
Kurdî serok û pêşengan tenê ji me re peyda dikin ... çima ? Ji ber ko
medya azad tune, medya demuqrat tune, eger hebe jî dê xwe ji tawanên
partiyan biparêze. Çimkî medya ko heye ya partî û serokan e. Ew medya ko
di bin çavdêriya milet û bercewendiyên welat de tune. Eger hebe jî
nikare du rexneyan li serok û partiyan bike, eger hat û rexne kir jî dê
bibe xayîn. Li ba me serok û partî medya çêdikin.
Qado Şêrîn û
Ragihandina Kurdî
25-Li derdora
14 Televizyonên Kurdan hene, gelo kîjan dikare xitaba cîranekî bike ? Ji bilî
endam, piştgir û mirîdên xwe nikarin xîtaba du kesan bikin, îca cîran
ha. Di dûv re Tv ne ji bo xîtaba cîranan bikin vebûne, ji bo piropogenda
serok, merok û partiyan vebûne, eger ne wisa ye, bila nerînên cuda
biweşînin. Ji bilî Kurd1, Korek û Kanal4 ta ana ew piropogenda nekirine.
26-Çima ji 80%
ji bernameyên televizyonên Kurdan stran û stran û stran in, Kurd ji bilî
mûzîkê bi çi difikirin?.
Dîsa bi mûzîkê
difikirin. Ji ber Tv ên ko hene yên partiyan e, partî jî derfetê nadin
nerînên baş û cuda. Di dûv re mûzîk û stran keleha serok û partiyan
narûxînin, rexneyan nake.
27-Gelekan
(TRT6) şaş dîtin û gelekan jî baş dîtin, hinekan gotin: TRT şaş û
hinekan jî TRT baş û hinekan jî gotin: TRT caaş, tu çawa dibînî ?. TRT6 li
xwe mikurhatina Tirkan a piştî tunekirina 80-90 salî bû. Lê îca bi
zimanê me daxwiyanî û xitaba xwe boyî me radighînin. Bi zimanê me şerê
me dikin.
28-Çi cudatî
di warê zimanê Kurdî tê xuyakirin ger em TRT6 û kenalên Kurdî bidin ber
hev ? Ji
1400salî ve şerê zimanê kurdî tê kirin, kurdan dikarîbûn zimanê xwe li
gund, li ser çiyan û di şekeftan de biparêzin. Lê bi gumana min di dema
tv, internet û ragihandinê de hêdî hêdî têkdiçe. Jixwe îca zimanê TRT6
ne zimanê kurdî ye, mîna zimanekî ko nû hatibe çêkirin û bi qestî û
zanebûn navê kurdî lê bûbe.
29-Sûretekî
tazî di ragihandina Kurdî de, ji mijareke giran bihêtir balê dikşîne ser
xwe, ev çi sûsrete ? Ne
sûsrete, dem wisa dixwaze, ji ber ko ew wêne dê di pirtûka pîroz de nû
be, lê di wê tv de
bernameya balkêş û giran bê wate û tamsarkî kirne yan jî tune ne.
30-Nerînên te
li ser van bernameyan çi ne ( Tropico – Hindik û rindik –gircogoll-Mîvan
show û Dashni û Hêla hopa ....na-na-nah )?
Ez baş dibînim,
ji ber di dema wan de diçim tiştekî din dikim. Diyare kurd nebûne dîk
wek Tirk û ereban azan didin.
31-Ji ragihandina Kurdî çi kême ?
Ragihandin kême. Ji bilî mûzîk û stranan her tişt kême, ji kenalên sêks
ta bi bernameyên xwerexnekirinê.
32-Gotina “ stran „ bi zimanê Kurdî nêre yan mê ye ....? ji ber ku gelek
caran em ji dengbêjan dibhîsin dibêjin: emê stranekî ji we re bibêjin,
yan jî vî stranê em diyarî we dikin, çawa ev hevok wê hev
bigre ?.
Li hin tv yan nêre, li hinan mêye û li hinan nêrûmê ye, îca her yek
azade kîjanê bikar bîne. Ma dibe em rabin ziman û azadiya mirovan jî
qeyd û bend bikin, ew azad in kîjanê bikar bînin, lê tenê ziman têkdibin.
Qado Şêrîn û merok
û serok
33-Ev çi
qilçixin li dawiya emrê te ( serok û merok ) ma keko qey mirina te nêzîk
bûye ? Mixabin
min navê pirtûkê nekir ‘‘Merok û Serok‘‘.
34-Gotina dawî,
lê rêklam û pesindariya kesekî ne de ha ! Xwezî bi
roja rewşenbîrên me wek ên xelkê helwesta xwe bi mêranî, bi eşkereyî, bi
pênûsan û di bercewendiya kurd û Kurdistanê de û ne di bin bandora serok
û partiyan de bidin û bila tayê kirasê min tune ba.
Spas Qado ku
te ji vê xwîn giraniya me te tehemûl kir, spas ji te re. Spas ji
xwendevanan re.. Inayet
Dîko
|
|
|
|
Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com |
|