|
|
|
|
Lêkolîn
Ehmedê Huseynî
nûjeniya
Cezîrî û serdema xwe ye.
piştî cegerxwîn kî heye?
Yekemîn care ko
ez li ser merovekî sax dinivîsim, merovekî ko hîn di nav me de
wek kelehekê, wek yekî ji me û bi me re dijî. jixwe em kurd ev
yek ji me kême, ta ko navdarekî me nere ser dilovaniya xwedê em
wî bi bîra xwe naînin. Lê neli ba me kurdan
tenê wisa ye, li ba her miletî wisa ye. Rexnevanê Rûs
Lobanatşaviskî dibêje: ‘’em qama mezinan bêhn dikin tenê gava ku
koça dawî dikin’’.
Dema ko helbesta kurdî ya nûjen tê gotin
yekser Ehmedê Huseynî tê bîra merov, ne tenê li rojavayê
kurdistanê, belê li tevaya kurdistanê û li derveyî welêt jî. Ev
yek ji ku tê?, bêguman merovê ko li rewşa helbesta kurdî
agahdare dizane çima ev yek tê gotin, ku E. Huseynî ne yek ji
damezerên helbesta nûjen be, bêguman yek ji wan kes yan jî ji
wan helbestvanên ko bingehê helbesta nûjen danîne û vê yekê
qambilindiya helbesta kurdî bi E. Huseynî diyar kir.
Merovê ko ‘’ Mistek ji şîna bêcir” û “Bi
xewna we pênûsê dilorînim”, “Rono û sirûdên bêrîkirinê”, “Bazbend”,
“Kewname”, “Nimêjgeha xewnê”, nivîsandiye, incex ew bizanibe ka
çi cih di nav helbesta kurdî de girtiye, ji ber ko rexnevanên
kurd nînin yan jî hîn peyda nebûne ko helbesta kurdî ya piştî
Cegerxwîn binirxînin. Jixwe mebesta min bi helbesta piştî
Cegerxwîn ew helbesta ko em navê helbesta nûjen lê dikin, ya ko
tenê zimanê Cegerxwîn ji bo avakirina helbestê pêk tîne, ji bilî
ziman tiştekî din nîne, ne helbest ew helbest e, ne wêne ew wêne
ne, ne simbol ew simbol in, ne şêwe ew şêwe ye û ne qam ew qam
e, jixwe dem ne ew deme.

Cegerxwîn ala helbesta dema xwe bû, lê piştî
wî al in din bilind bûne, nav in din bilind bûne, jixwe E.
Huseynî navek ji wan navaye. Navên ko helbesta nûjen hilgirtin,
kî ji me dikare navê E. Huseynî li bîra xwe neîne dema ko
helbesta nûjen bê gotin.
Ehmedê Huseynî bi helbesta xwe re hin ji rihê
xwe dide xwendevan û şagirtan û ev yek dê bihêle ko helbesta wî
zendî bimîne. Jixwe ko helbesta nûjen di dema ko xwendina bi
zimanê dê qedexeye wek ya kilasîk bihata xwendin û guhdarîkirin
bêguman helbesta nûjen bi tevayî û ya Ehmedê Huseynî bi taybetî
dê cihekî mezin ji helbesta kilasîk dagîr kiriba.
Piştî Zeradeştê kal pût pirbûn û mirovan
goştên hevûdu xwarin. Piştî Berzanîyê nemir kurd perçe-werçe bûn.
Piştî Cegerxwîn helbesta kilasîk kêferata serjêkirinê kir. Piştî
Ehmedê Huseynî kî dê helbestê biafirîne..kî dê helbestê nûjen
bike..kî dê helbestê binivîsîne?, bersiv li ba kêye…li ba keye?…li
ba rexnevan û lêkolîneraye. Zeradeşt bixwînin hun ê nameya wî ya
pîroz ya pêxemberiyê nas bikin, her wisa E. Huseynî bixwînin hun
ê tecrubeya helbesta nûjen nas bikin.
Bandora helbesta E. Huseynî eşkereye, eşkere
li berebabên piştî Cegerxwîn dibe, li helbesta nûjen ya di dema
nû de dibe, li gel ko” bi hesanî bandorî guhertina
kesayetîyêye, rengek ji rengên hiştina tiştekî buhaye, a rast
têde hestekî dide dibe ko têkçûn be jî, her şagirtek tiştekî ji
mamostayê xwe digre”(Oskar Wayld). Ehmedê Huseynî hin yek ji
damezerên helbesta nûjen e hin jî riya helbesta nûjen ji
berababekî nû re nîgar kir. Helbestvanê ko dest bi nivîsa
helbesta nûjen bike gereke helbesta E. Huseynî xitim bike, da ko
jê hin fêrî şêweyê helbesta nûjen bibe hin jî jê ferî zimanê
helbesta nûjen bibe, lê gerek ev helbestvan nebin dengvedana
helbestvanekî din, nebin sîka wî, ev kes helbesta ko binivîsin
ne ya wan e, jixwe afirandin dimre, dişke, bidawî dibe. Ez ne
helbestvan im lê ez vê yekê bi bîr û bawerî dibêjim û dinivîsim,
hin ji ber xwendina min jêre û hin ji encama dîtin û nerînên
helbestvanên nûjen, di dema ko helbestvan dicivin û axavtinê li
ser helbestê dikin, gelek caran navê E. Huseynî tê gotin.
“tiliyên xwe,
yên ko
tirî û kevokên serjêkirî
nas dikin
ji paşila dîrokê werîne der…”(Dîwan,
R. 230)
Merovê ko vê helbestê, mebesta min merovê ko
E. Huseynî bixwîne û nivîsa helbestê berdewam bike bê guman wê
bikaribe helbesteke bilind û xurtir binivîse, û dê ji helbesta
wî fêrî gelek tiştan bibe, wek ziman, wêne û şêweyê helbesta
nûjen û bilind lê divê xwe binivîse, afirandina xwe derbibire. Û
ez di wê baweriyê deme ko rexnevanin zanistî rabin û helbesta
kurdî bi giştî rexne û lêkolîn bikin û binirxînin, wê cihekî
pîroz bidin Ehmedê Huseynî yê ko di Dîwana Şêx Ehmedê Huseynî de
dibêje û dinivîse:
“çel û sê goristanên westyayî ji sînga xwe
berdan û
bi hêminî pêçeka xwe pêça
û lorîna xwe lorand
û pênûsa xwe şikand
û di nav porê hevrêşimîn ê ‘’Birca Belek’’ de
pêrgî dastana xwe ya rizyayî bû.”
(Dîwan, R. 399)
li vir, li dawiya vê helbestê E. Huseynî merov bi hevrêşimînî û
guman dirawestîne û merov piştî keda dehên salan dixîne nav şek
û gumanan de ko êdî ew nema helbestê dinivîsîne û tecrubeya xwe
bi dawî tîne çimkî pêrgî dastana xwe ya rizyayî hat. Mîna
pêxemberekî westyayî nameya xwe bighîne mirîd û şagirtan
diraweste da ko şagirt tecrubeya wî bi afiranadineke nû berdewam
bikin. Lê wê tecrube û helbesta wî zindî bimîne ta û ta.
|
|
|
|