|
|
|
|
Lêkolîn
Helîm Yûsiv di stêrên asmanê bilind e

Helîm Yûsiv ê şikestinan, kul, derd, şahî û
têkçûnên Amûdê ye. Amûdê jî welatekî piçûk e, nimûneya herî
rasteqîneye ji bo Kurdistanê. Helîm zimanê Amûdê ye, na belê
pênûsa ko Amûdê li ser rûpelan nîgar dike. Helîm Yûsiv bixwînin
hun ê Amûdê nas bikin, hun ê civak û rewşa kurdistanê nas bikin,
hun ê bibînin bi çi şêweyî evîndarî têkdiçe, û hun ê xwe wek
nişteciyekî ji Amûdê bibînin. Kî dizane ko Helîm ne ji Amûdê ba
dibû ko Mêrê Avis û Sobarto ne nivîsandiba. Ta astekê merov
dikare bêje ko Helîm ne ji Amûdê ba nedibû nivîskar. Tu kîjan
çîroka wî dixwîne tu keçeke şewitî, evîneke têkçûyî, pûtekî
sernixûz têde dibîne ko Amûdê bixwe ye, ta bi Romana Sobarto ko
tecrubeya nivîskar ya kesaneye, her wisa kesên Helîm di hemû
çîrokan de diyar in, jixwe nivîsandin û afrandin tecrubeya
kesayetî ya nivîskar e, Helîm di hevpeyivîneke xwe de bi S.
Kevirbirî re dibêje: Çîrok ji bo min
tiştekî zatî ye, encama şewata ruh e. Şewata dil e, şewata
hestan e. Çîrok gelekî girêdahî dil û hinavê mirov e. Her wiha
girêdahiyê tecrûbeya wî/ê ya şexsî ye. Çîrok ji bo min berhema
şewateke ferdî ye... .((.tirej.net/hevpeyvin.htm)).
Dema tu wek zarokekî di civakeke şikestî û ji
her tiştî bêpar mezin bibe û tu nikaribe tiştekî bike, tu
nikaribe guhertinan bike, tu nikaribe kenekî piçûk li ser lêvên
zarokekî biçîne, tu nikaribe şekirekî bidestxîne û ta ko tu şî
nebe tu cugrafiya laşê jinê nebîne tê bibî çi, tê bi çi şêweyî
vê civaka çewt biguherîne ko tu ne nivîskar be. Helîm dibêje:
Nivisandin hewildaneke ji hewildanên tolhildanê. Dêmek
nivîsandin hewildaneke ji bo tolhildan û guhertina civakê ye. Û
ev yek di pirtûka Mêrê Avis û Romana Sobarto de diyar e. Bandora
hin nivîskarên cîhanî wek G.G. Markîz li Helîm bûye wek ko wî di
hevpeyivîneke xwe de diyar kiriye. G. G. Markîz nivîsandinê wek
geş û xweşkirina dil û can li dujî rewş û civaka wêran dibîne.
Dema Mêrê Avis belavbû rihê Helîm rihet bû, wek çûkekî azad ji
kêfan re firiya, ji ber gelek xirecir û axaftin li ser bû, ew
tolhildanek ji tolhildanan bû. Her wisa Sobarto jî. Tolhildan jî
berdewam in. Nivîskar dema ko berhemekê dinivîse têde hewildana
guhertinan dike û nerazîbûna xwe ji rewşa heyî diyar dike,
tivinga nivîskar pênûsa wî ye, meydana şer jî rûpel in, encam û
kuştî jî xwendevan in ew ên ko nivîskar bandora xwe li wan dike.
Dema min pirtûka Jinên Qatên Bilind
û bi taybetî çîroka ‘’ÇÎROKA KU
NIVÎSAKRÊ XWE KUŞT’’, xwend, min li şûna A. Xanî Helîm Yûsiv
danî, dema ko min dixwend yekser tecrubeya kesane hate bîra min,
Helîm A. Xanî wek nimûne aniye lê wî ew çîrok li ser xwe û
tecrubeya xwe ya kesane nivîsandiye, dema Mêrê Avis derket hinan
gotin divê Helîm bê kuştin wek çilo di vê çîrokê de hin kes
hewil didin ko A. Xanî bikujin, û çîroknivîsîn ev bixwe ye, dema
Mêrê Avis hate bîra min. Dema tu berhemekê binivîsîne û ew nivîs
bandora xwe li xwendevan neke, wan ne kenîne, wan ne girîne, ew
berhem têkçûyî û beravêtîye, bê wate ye, û Helîm di her pirtûka
xwe de wisa kiriye, axaftin, xirecir û bahoz rakiriye, ev yek jî
bi şêwe û naveroka berhaman ve girêdayîye, naxwe Helîm dizane çi
dike.
Gelo ko Helîm ne kurd ba, mebesta min Emrîkî,
Elman yan Firensawî ba, wê cih û navekî wî di wêjeya cîhanî de
heba an na?.
Di Jinên Qatên Bilind e Helîm Yûsiv
tiştekî eşkere û vekirî naxîne destên xwendevanên xwe, wî
dikişkişîne ta dawiya çîrokê û wî di nav guman û raman û sawêran
de digevizîne, xwendevan hevok li pey hevokê dixwîne dako
bighêje encamekê û naveroka çîrokê fam bike, li dawî xwendevan
her tiştî tazî dibîne ko ji simbolên Helîm fam bike. Helîm di vê
pirtûkê de şêweyê simbolî pêktîne. Jixwe dema min dixwend
Servantis di DON KÎŞOT de hate bîra min. Di çîroka Hezkirina
Qafkurmî de; kurm, Qaf, hezkirin û jinê wek simbol bikar
tîne, çîrok li ser welatekî ko ji duhezar û şeşsed salî de
miriye hatiye nivîsandin. ‘’Hezkirin Jineke bi serê xeynî xwe
difikire’’ bi wateyeke din tu dikarî bêje jiyan welateke li
gor berjewendiya welat in din birêve dire, jixwe ji ber
berjewendiyên welatên mezin ji duhezar û şeşsed salî de ev laş
miriye. ‘’ Diya min jî ji bo ku ez lê vegerim şekir li
zarokên cîranan belav dikir. Dayê...ezê çawa vegerim? Û ji bilî
komek hestiyên li erdê avêtî tiştek di min de nemaye. Wê rojê
çar mêrên biyanî rahiştin hestiyên min, pevçûneke germ di nav
wan de peyda bû. Encam...serkeftina hemûyan bû û di nav piyên
wan de hestiyên min tar û mar bûn. Ji bo serkeftinê, hemûyan bi
hev re şahiyek li dar xistin. Di nehê sibehê de diya min bi
melkesekî piçûçik bermayiyên min rêj kirin’’. (R15). Di kîta
dawî de nivîskar her tiştî eşkere û tazî dike, lê dîsa bi
şêweyekî simbolîkî, jixwe bi vê yekê ew xwendevanê xwe gotin bi
gotin û hevok bi hevok ta bi dawiya çîrokê dikişkişîne. Xwendina
çîrokê ji bal xwendevan ve balkêş dibe û dev ji xwendina çîrokê
bernade ta dawî, û ev serkeftine ji bo nivîskar û çîrokê. Çîroka
te bi xwe ve girê nede, wek zaroka bê rih ji diya xwe re bibe.
Nivîskar çîrokê ta bi dawî bi şêweyekî simbolîkî
bi dawî tîne. ‘’Laşê min î ku ji berî duhezar û şeşsed salî
de li welatê min û mala min avêtiye û tu kes nabîne hat bîra min’’.(R
16). Mal û welat weke cugrafiya pêk aniye, dêmek laş weke rih û
milet pêk aniye, jixwe vê yekê ji dema Imperatoriya Mîdya de
tîne ziman ko duhezar û şeşsed sal di sere derbas bûye û ev rih,
ev can, ev milet û ev laş miriye ji ber ko bê xakeke netewîye,
bê welat e, nivîskar dixwaze bêje; ko tu bê welat be kes te
nabîne, nivîskar bi şêweyê xwe dixwaze bêjê ko zulm û zordariya
li vî laşî dibe kes nabîne û li gor berjewendiyên welatan çav li
ser têne girtin, “ Hezkirin jinek e bi serê xeynî xwe
difikire”(R14), jiyana welatan li gor berjewendiya welatên
mezin dimeşe. Jin û hezkirin wek simbol bi kar tîne. Dibe ko her
xwendevanek li gor xwe van simbolan şirove bike, lê her û her
encam yeke di dema ko çîrok tê afirandin.
Di eynî pirtûkê de û di çîroka duyemîn
BIDARVEKIRINA POZEKÎ de, poz bi wateya şeref û namûsê pêk tîne,
di vê çîrokê de lehengê çîrokê bi çandina dar û şînahiyê tê
tawanbar kirin”Tawanbariya Kerîmê Mîdî ew bû ku dara yekemîn
di dîroka cîhana me ya zer de biçanda”(R28), ev yek ola
Zeradeşt tîne bîra merov û jê hatiye girtin, jixwe mebesta
nivîskar jî ev e, kurdên ko di dema Mîdya de bawerî bi ola
Zeradeşt anîbûn û ola wan ji ya ê ko ew bi çandina daran
tawanbar kiribûn, cuda bû. Kerîmê Mîdî ê ko neviyê Mîdyaye,
nivîskar wî bi wateya miletê kurd bi kar tîne û her tiştên
qalind di dîrokê de tîne ziman; “Hevalên min tune ne. Kêfa
min ji min re nayê”(R29). Nivîskar vekirî li vir diyar dike
ko heval, dost û pişgirên me kurdan nînin, ko hebana emê ne di
vê rewşê de bana, her wisa diyar dike ko em kurd jî ji hevûdu
hez nakin, û ev yek raste, gelek rojhilatnasan jî ev yek anîye
ziman. Li devereke din nivîskar xwe li şûna Kerîmê Mîdî dideyne
û xwe wek cih û cugrafiya bi kar tîne:
Ez koxikek bi tenê û bê
xwedî me
Dîwar herifiye
Ji lingan hatiye xwarin
Çewt e
Qeşmer e
Tijî me. Ji mêşûmar û
laşê kuştiyan(R29)
Welat bûye kavil û ji bingehê xwe de wêran e,
jixwe ev xak ji cendekê kuştî û şehîdan tije bûye. Her tişt ji
bo me qedexeye, ta bi ketina nav ramanan, wek ko nivîskar
nivîsandiye. Lê nivîskar yekser tiştekî nade xwendevan dako wî
bike nav ramanan, li dawî xwendevanên nivîskar dê biserkevin ji
ber ko sînor ji ramanan re nînin û wî jî meydana ramanan fireh
hiştiye. “Zanîn hêz e û hêz zanîn e”(R33).zanîn jî ji
ramanan tê.

Helîm Yûsiv
Çîrokên Jinên Qatên Bilind bi yek şêweyî
hatine nivîsandin, û ji ber vê yekê nivîskar ew di yek pirtûkê
de kom kirine, mebesta min ew şêweyê ko min li jor bi nav kir,
ji çîroka pêşî ta bi ya dawî bi eynî şêweyî hatine nivîsandin:
-kalikê min, jina wî pê re xayîn ket. Wî jî ew
ajot û strî lê çandin.
-Jina xwe cot kir.
-Erê... Erd jina wî bû.
-Tu hinekan bi min dikî?
-Na... û bavê min bi nexweşiya pûsula ketibû, li
aliyekî ne disekinî, tim berê xwe dida bakur. Dujminên wî bi
nexweşiya wî hisiyan û piştî birîn vekirin, a ku jê re di xew de
çêbû, hemû aliyan pê re dest bi xiniziyê kirin.(R91).
Hevoka -Erd jina wî bû- ne gerek bû bê nivîsandin, ji ber
şirovekirin qelsîyê dike çîrokê, gotina Erê besbû, çimkî
Erd tê ajotin û strî lê tên çandin, û nivîskar ev yek di hevoka
berî wê de aniye ziman, wêne bê wê hevokê jî dibe di gel ko
gelek ciwan û xweşike. Merovê kurd ji dema ko welatê wî perçe
bûye bi nexweşiya alîyan ketiye, û şoreş li pey şoreşê diçîne
dako ji wê nexweşiyê rihet bibe.
Ji bo ko merov bikaribe li ser tecrubeya Helîm
Yûsiv binivîse û mafê wî wek nivîskar winda neke, gereke
merovekî rexnegir û lêkolîner hemû pirtûkên wî bixwîne lêkolîn
bike û li gel wî jî baş biaxive dako merov karibe tecrubeya wî
ji xwendevanan re şirove û diyar bike. Helîm Yûsiv dibêje: “Tiştê
ku ez li ser xwe ango li ser çîroknivîsariya xwe vebêjim, ji min
bêhtir karê kesên din e. Bersiva pirsa ‘Helîm Yûsiv xwe li ku
dera çîroknivîsariyê dibîne?’ heger hebin! karê xwendevan û
rexnegiran e”. (.tirej.net/index.868.helim.htm).
Li dawî ez dikrim bibêjim ko H. Yûsiv di asmanê
çîroka kurdî de hêdî hêdî ber bi stêrkên bilind ve diçe. Û
tecrubeya wî nimûneyeke bilind e ji bo nifşên nû, ew ên ko
çîrokê dinivîsin. H. Yûsiv çîroka kurdî gihandiye asteke bilind
ko em kurd pê serbilind in.
20/06/2005
Holenda
- Lêkolîn ji bo kovar W a ko li Amedê derdiçe hate
nivîsandin û di jimara 7an de ya ko bi taybetî di derbarê
tecrubeya nivîskar Helîm Yûsiv de derçû, belav bû. |
|
|
|