|
Lêkolîn
Malper û Internet Zimanan têkdibin
Min berî demekê di nivîsek xwe de diyar kir
ko zimanê kurdî piştî Internet di rewşeke ne xwezayî de ye, ji
ber gelek sedeman, ji van sedeman -hema çibe belav dibe, bê ko
bê serastkirin, bê ko zikêşên zimanê kurdî xwe biwestînin û ji
bandora zimanê serdestan paqij bikin. Ez ne zimanzan im lê hin
tiştên beloq bala min dikşînin, diyare malperên me bi hevûdu re
ketine bezîna belavkirina nivîsan, kî dikare yan jî kî dê zûtir
û bêtir nivîsa filankes û bêvankes di malpera xwe de belav bike,
îca di nav şaşî û gunehan de winda dibin, ji ber vê yekê û ji bo
heman nûkirina malpera xwe dê çax û dema wan ji bo xwendin û
serastkirinê tunebe, ev berpirsiyareke dîrokîye, van kesan gelek
kes li ser serê me û bavê me kirin nivîskar û xwe jî wek tacekê
li ser serê hemû malperan danîne, nimûne, jixwe nimûne bê jimar
in:
Motka
nivîsakarê kurd
Brahîm Mehmûd
(rojava.net).(http://www.rojava.net/06.10.2005ibrahim-mehmud.htm
)
-çimkî ew xwe dibîne bi wan ve dengdayî,
-xwe didîtin bi helbestvanê xwe,
-Nivîskrê kurd xwe dibîne bi civata xwe,
-wî çaxî dîroka mirovê kurd berz dike bi navekî dirust.
-Ji mafê çi kesî heye ku têbîniyekê binivîse:
-Di rexnê de têks amade dibe bi gelek şêweyan,
di van hevokan de şaşiyin beloq hene. Di hevoka
kurmancî de pîşk wisa nayê bicih kirin. Ez serastkirina wan ji
xwendevan û zimanzanan re dihêlim, li gel ko ez jî zanim ko
hevok bi vî şêweyî şaşe û ji bo van hevokên ko şaş hatine
nivîsandin û belav kirin, min ev name ji hin nivîskar û
rewşenbîrên kurd re hinart:
Gelî birêzan:…….
Silav û rêz,
Min îro sibehê gotara hêja Brahîm Mehmûd
ya di bin navê
Motka nivîsakarê kurd
di malpera rojava.net de xwend, ez bawerim we jî
xwendiye, dibe ko we berî min xwendibe, nexeme. Hevok û rêzimana
nivîskar bala min kişand, min wek nimûne şeş hevok hilbijartin û
ji we re dişînim ta ko hun bi çavên serê xwe bixwînin û bibînin
bê çi bi serê zimanê me tê.
Gelo şaşî ya nivîskar e yan a malpera ye?.
Ez li benda bersiva we me .
Dubare silav û rêz.
....
Piştî min ev name ji wan nivîskar û rewşenbîran
re hinart, hêja Brahîm Mehmûd gotareke din bi navê; Wê rojekê
ji rojan..di du malperan de weşand, avestakurd.net û
rojava.net, min gotar di her du malperan de xwend, şaşiyên di
avestakurd.net de di malpera rojava.net de nînin, ango şaşiyên
nivîskar di rojava.net de hatine serastkirin, nimûne:
-an
divê em xwe ji pirsa nivîsiyê bişon yek carî.(avestakurd.net).
-an divê em xwe ji pirsa nivîsiyê yek carî bişon,(rojava.net).
-yan jî gereke em bi yek carê, xwe ji pirsa nivîskariyê bişon“
(serastkirina Hoşeng Broka ’’
Avdarnameyek vekirî:
Ji îna mezin heta bi xwîna mezin(2/2)(rojava.net).
-xwe bi nav kir di civaka xwe de ya kurdî,(avestakurd.net)…
-xwe di civaka xwe ya kurdî de bi nav kir,(rojava.net).
Nimûneyin din ji gotara:
Wê rojekê ji rojan..-
Brahîm Mehmûd
Avestakurd.net (http://www.avestakurd.net/ibrahim%20mehmud.htm
)
-diyar kirin pêşbûnek ji xwe re,
- ev peyveke deng dide li ser wan sînariyên nivîskarên kurd yên
herî dijwar,
- an divê em xwe ji pirsa nivîsiyê bişon yek carî,
- bê dengî ji dengiyê çêtire di virde.?
- xwe bi nav kir di civaka xwe de ya kurdî,
- Lê dîsa ezê vegerim rawistim li ser tuxmê vê dîroka hanê.
Ji min re hate ragihandin ko nameya min a li jor
giha desteya birêvebir a malpera rojava.net, êdî gotara duwem ji
nivîskar e serast kirin, mala wan ava ko xwe westandin û ew karê
pîroz kirin û gerek vê yekê bi hemû nivîsandinan re berdewam
bikin û hemû nivîsan berî weşanê serast bikin.
Ez pirsa xwe ya di nameya li jor de dubare
dikim; Gelo şaşî ya nivîskar e yan a malpera ye?.
Ez vê gotarê ne bi taybetî di derbarê gotarên
hêja Brahîm Mehûd e dinivîsim, na..na, ji ber Brahîm Mehmûd wek
nivîskar û lêkolîner bi zimane erebî, rêza min bê sînor jêre
heye, bi dehan pirtûkên bi nirx û hêja çap kirine û ji bo ko hîn
jî wan gotar û pirtûkên hêja û bi nirx biweşîne temenê xwe ji bo
me dirêj dike, ew dê ji bo me du temenan bijî. Bi zimanê erebî
keleheke, lêkolîner û nivîskarekî navdar e, êdî ji ber ko Brahîm
Mehmûd ew keleh û lêkolînerê navdar e hema çi ji cenabê wî
dighêjê malperên kurdî û bi zimanê kurdî belav dikin bê ko
bixwînin û serast bikin, ji ber ko ji Brahîm Mehmûd in.
Nivîskarekî di bersivdana nameya min de nivîsand; ji ber Brahîm
Mehmûd hevoka kurdî bi rêzimana erebî dinivîsîne dikeve wan
şaşiyan de.
Ez vê nivîsê wek têbînî dinivîsim dako
sernivîser û xwediyên malperan agahdar bin û ez vê nivîsê di
derbarê rastnivîsîna kurmancî de dinivîsim û ne di derbarê
naveroka gotar û berhemên hêja Brahîm Mehmûd ên ko bi zimanê
kurdî derdiçin, ta radeya ko min rihet dike ez bi naveroka nivîs
û berhemên wî re me, lê tenê di derbarê rastnivîsîna ziman de û
tenê ji bo zimanê kurdî vê yekê dinivîsim.
Hin nimûneyên din ji gelek nimûneyan ji yên ko
di malperin dine de belav bûne;
-Wezîrê Hundir yê Suriyê Ghazi Kenan intîhar
kir((avestakurd.net))
-Wezîrê hundur ê Sûriyeyê Xazî Kenan întixar kir ((netkurd.com))
-çû
ser dilovaniya xwe (avestakurd.net).
-Bêtir
ji 5000 hezar malbatên kurd ji Mûsilê revîn(nefel.com).
-
Ciger Xuin (Ktv)
Di dema ko dujminan bi
sedên salan kirin û nekirin ko zimanê me têk bibin, lê
nikarîbûn, niha hin kesên ko xwe kirine sernivîser û xwediyên
malperan rola têkbirin û çewtnivîsîna ziman dilizîn. Jixwe xwe
dikin zimanzan û bavê zimanzanan û merov dibin pişt kera dema ko
axaftin li ser rêziman û rastnivîsînê çe dibe. Dubare û sêbare
dibêjim û dinivîsim ko ez ne zimanzan im lê tiştin hene diya min
a nexwende jî zane.
Li dawî bang li xwedî û
sernivîserên malperan dikim; yan vî karî nekin an jî piçekî xwe
biwestînin û zimanê me biparêzin.
Têbînî 01:
hemû nivîs û gotarên ko min wek nimûne ji wan malperan girtine
li ba min in, eger piştî weşandina vê nivîsê guhertin di wan de
bû, êdî ezê bi şêweyê xwe belav bikim.
Têbinî 02:
nivîsên bi rengê şîn wek nimûne ji malperan hatine girtin.
|