|
Lêkolîn
Mijabad, mija
Badînê şikestî,
mija Mehabada daliqandî
û romana di qutîka tûtinêde

Dema tu romana
Mijabad ya nivîskarê kurd Jan Dost dixwîne tu hin şikestinên xwe
û hin jî beşekî ji dîroka kurdî ya şikestî têde dibîne, şikestin
li pey şikestinê. Tu civak û tevger, rabûn û rûniştinan, bîr û
baweriyan têde dibîne. Kî di civaka kurdî de di evînê de
neşikestiye, lê ne her kes. Badînê ko lehengê romana Jan Dost e
sê caran dil digre û di hersiyan de têkdiçe. Cara pêşî bi keça
meta xwe re bi ser razên laşê nazik vedibe ya ko di şîr de xuşka
wîye, di dûv re ji pîrka xwe re dibêje:
-pîrê ez ê
bizewicim’’.
‘’Şukir ji
xwedê re Badînê min bû zilam’’
‘’tu dizanî dergistiya min kî ye?’
‘’xwedê tenê bi razên dilan zane, berxê min‘’
‘’keça meta min e.’’
‘’Porkuro, malmîrato ma ne ev xweha te ye, te û
wê sal û nîvekê bi hev re şîr ji yek pêsîrê mêtiye.((R
31)).
Şikestina pêşî ji vir dest pê dike.
Jale belavkera rojnameya Jînê dilbera duyemîne,
ya ko xweşikbûn ji kesî re nehiştiye wek ko hatiye nivîsandin,
jixwe diya wê xweşike û ew di her tiştîde li diya xwe hatiye,
diya wê ya ko mêrê wê sê guleyan di nav lingên wê de vala dike û
dikuje, piştî ko xiyanetê bi mêrê xwe re dike, û çimkî kesek
namîne ko bera ser xwe nade di dema ko mêrê wê ne li mal e. Di
yekemîn dîtin de Badîn ji Jale hez dike, di dûv re bi hevûdu re
ne tenê meyê vedixwin, belê gelek caran bi hev re radizên, Badîn
jê hez dike lê Jale nade diyar kirin ko jê hez dike. Jale dawî
dire Londinê û girêdanên wê bi Ingilîzan re çêdibin. Jixwe
şikestina duyemîn dema ko kalkê Badîn yê Ermenî wî dibe ba
Xanimê ta ko bi jinekê re razê, destpê dike. Dema ko Jale li ba
wê dibîne û bi mêran re bi pereyan radizê.
-‘’Erê ez Jale me, de rabe xwe neke Romeo, çi ku
ez bi xwe ne Juliet im’’.
Û kirasê xwe hêdî hêdî danî. Araqî di serê min
de geriyabû, min jî qayîşa panteronê xwe vekir, lê wê bi destê
min girt û bi sarbûn got :
-‘’Pêncî qiran ji bo carekê’’
-‘’Jale’’
-‘’Weke te
bihîst, pêncî qiran.’’((R131))
Dilbera sêyemîn
Mujde ye, hevsaya wîye li Mehabadê, dema pencerê vedike Badîn jê
hez dike û têkiliyên wan yên evînî çêdibin û di dûv re Mujde
dire bajarê Şîno û li wir bi hevalê Badîn Kerîmê Şikakî re
dizewice. Kerîmê Şikakî yê ko pişta xwe dide
komarê û berjewendiya êla xwe dajo. Nivîskar zewaca Mujde ji
Kerîmê Şikakî tîne wateya ko ew êla xwe bi komarê nade, ji ber
Badîn hin komar diparast û hin jî jêre kar û xebat dikir. Li ser
zimanê Mujde dibêje :
-ma kî min li Mehabadê heye ?.(R211).
Piştî ko Kerîm û Mujde dizewicin û Badîn di
semawenda wan de amade dibe û herifîna evînê ji sed mirinî
xedartir û dijwartir dibîne û ko ne wisa bûya Xecê xwe di gelî
wer’nedikir(R229), nivîskar li ser zimanê Badîn dinivîse:
-gelo êdî wê baweriya te bi kîjan hevalî were!!-(R228).
Gelo çima her sê caran evîn têkçû ?.
Bê guman nivîskar dikarîbû di yekê de biserkeve,
lê çima wisa bû û çima ewqase şikestin di evinê de?. Di dema ko
em hemû dizanin ko bi evînê civak baştir dibe û pirsgirêkên
civakî kêm dibin. Ev yek bi civaka kurdan ve girêdayîye. Di
dîroka mede jî ev yek baş diyare wek Mem û Zîn. Dibe ko ev yek
bi jiyana nivîskar ve girêdayîbe û ew bixwe di evîna xwe de
şikestibe, jixwe her nivîskarek tecrubeya xwe ya kesane û ya
derdora xwe dinivîse. Hin jin hene dikarin ji bo jiyaneke xweş
dev ji dilber û mêrê xwe berdin û bi yekî din bigrin û Mujde yek
ji wan e. Lê nivîskar bi têkçûn û şikestina evînê xwestiye rewş,
civak û ahenga jina kurd diyar bike. Dema ko jin ne xwedî bîr û
bawerî be, dema ko ne jîr û zana be, dema ko berjewendî û
kêfxweşiya xwe bi her tiştê pîroz û giran buha bide, dikare her
tiştî bike, dikare êla xwe bi Mehabadê nede, dikare laşê xwe wek
Jale bifroşe û bibe nokera Ingilîzan li dujî gel û welatê xwe.
Nivîskar bi vê yekê rewşa evîn û jina kurd diyar dike. Dixwaze
bibêje ko hemû jin bican in biyanî û kêlîkan in.
Roman rewşa dîrokî û civakî di serdema komara
Mihabadê de diyar dike. Lê bêhtir rewşa komarê bi şêweyekî
civakî diyar dike û bi berfirehî jiyana Badîn ya ji du hêlan de
diyar dike, hêla evînî û welatperwerî. Bavê Badîn Ûnis li
Silêmaniyê di şoreşa Şêx Mehmûd e şehîd dibe, û dema ko guleyek
riya xwe rast li sînga wî digre li aliyê Amêdiyê dinere û çavên
wî tên girtin. Badîn jî kurê wîye û piştî şehîdkirina wî ji diya
xwe re dibe. Diya wî Hamêst e Ermenîye. Nivîskar qet diyar nake
ko nîvê wî Ermenîye ji bilî dê û kalkê wî yê ermenî, belê Badîn
ji bo kurdayetiyê dijî û dibe yek ji pêşmergeyên nemir Mistefa
Barzanî û li gel wî di dema ko Barzanî nema dikare li dujî
Ingilîzan şer bike dirin Mihabadê, jixwe roman wek bîranînên
Badîn li Mihabadê tê nivisandin.
Nivîskar di destpêka romana xwe de bajarê
Mehabad bi navê Mijabad bi nav dike :
-‘’dibêjin Mihabad şarê mijê ye, MIJABAD e, ne
tenê mija xwezayê lê komara ku saz bûye bi xwe di nava mijeke
sor de digevize’’.(R19).
Îca mija sor dibe ko xwîn be, pêşeroja ne diyar
be, xirecir û toza ber lingên hespên siwaran be, ala
Uris(sovyêt) be, rengê wan be li gel ko nivîskar gotina Sovyêt
bi karnaîne, bêhtir Uris û Stalîn bi nav dike.
Xwendevanê romanê yê ko dîroka serdema komara
Mihabadê berî xwendina romanê xwendibe, ji bo wî ew bûyerên wê
serdemê ne gelekî balkêşin, tenê îca rewşa civakî û Badîn merov
dikşîne xwendina romanê, jixwe tecrubeyên Badîn û şikestinên wî
di evînê de bala merov dikşîne û hêzê dide xwendevan ko romanê
bixwîne û ta dawî bê ka çi bi serê wî perîşanî tê. Nivîskar jî
bi zanebûn ev yek kiriye, du bûyeran bi hevûdu re dimeşîne,
rewşa komarê û civaka li derdora wê wek evîna Badîn, û wî ango
nivîskar dîroka serdema komarê baş xwendiye û ez bawerim serdana
wan herêman jî kiriye dako her tişt ji bo romaneke dîrokî
piştrast û durust be. Nivîskar hin bûyerên serdema niha jî ji bo
wê demê bizanebûn pêktîne wek : Çîroka Heme Nebê Kabînî û her du
hevalên wî ko dixwazin rojnameyekê bi zaravê badînî û tîpên
latînî derxînin û ji Badîn re diyar dike ko ew hewcedarî
wîye(R166-167-168). Jixwe min berî niha nivîsand ko nivîsandin
tecrubeya kesaneye ji nivîskar e, îca bêhtir li ser nivîskar
dimîne ta çi radeyê dikare û dizane pêkbîne û xwendevanê romanê
bi van bûyer serpêhatiyan ve girêde.
Nivîskar ji destpêka romanê de li ser werîsan
dinivîse wek yekî ko zanibe(helbet zane) dê çi bi serê Pêşewa û
komarê dê were, jixwe ev yek ji bo nivîskar û xwendevanan ji
destpêka romanê de diyar e çimkî bûye dîrok û her kes dizane çi
çêbû û çilo komar têkçû. Xwendevanê romanê ji gotina werîs ya
pêşî fam dike ko dê Pêşewa bi werîsan bê daliqandin û dê dawiya
komarê bê.
-Nizanim çima ku behsa Pêşewê dibe, werîs têne
bîra min ?! ((R220)).
Nivîskar şikestin û birînên xwe bi nivîsandina
rojane û helbestan derman dike, helbesta yekemîn di rûpela
şazdeyan de nivîsîye û ya dawî di rûpela 224 ande. Tê diyar
kirin ko Badîn ji destpêka romanê de helbestvan e û bi tîpên
latînî dinivîse, li gel ko nivîskar diyar nake çilo û li ku
Badîn fêrî alfabeya latînî bûye, çimkî ta niha li başûr û
rojhilatî kurdistanê kurd li her du perçeyên kurdistanê alfabeya
latînî pêknaînin. Bi vê yekê nivîskar xwestiye di romanê de
diyar bike ko alfabeya latînî ji bo zimanê kurdî alfabeya herî
baş û bikêre, helwest û baweriya xwe wek nivîskarekî ko bi
alfabeya latînî dinivîse di derbarê alfabeya latînîde tîne
ziman. Nivîskar xwestiye bi helbestvaniya Badîn diyar bike ko
ew helbestvan e, jixwe ev yek di şêweyê nivîsandina romanê de jî
diyare, wek nimûne : ‘’Mij e û mij xewna çiyê ye, henasên
zivistanê ye, razên ku şev di guhên sibehan de dibêje, cêwiyê
baranê ye mij, pêçiyên ewran in, li ser têlên sîtara zivistanê’’.((R19)).
Nivîskarê romanê bi gelek helbest û bi hin zaravên curbecur
helbestvaniya xwe diyar dike. Nivîskar Badîn dide nasîn wek ko
gerek helbestvan be.
Nivîskar hin kesan wek simbol bi kar tîne û
roleke girîng dide wan, wek Emîral Axayê nîv dîn yê ko bi avê
dijî û ji bo ramana girêdana Mehabadê bi avê ve wek aqilmend tê
bi nav kirin, Emîral Axa diyar dike ko komar li ser avê(derya)
be dikare xwe ji wêran û şikestinan biparêze, ev raste, lê ji
ber ko dîne kesek lê guhdarî nake, dawî ew û hêvî û ramanên xwe
bi avê de diçin. Kesên romanê bi şêweyekî ji şêweyan di nava xwe
de şikestîne li gel ko çalak û bi livin, gunehkarin, gelek kesên
romanê nêgetîv in yan jî bi şêweyekî ji şêweyan gunehkariyekê
dikin wek nimûne di rûpelên ; 166-167-168-228-131...ta bi
werîsfiroş ê ko bi çêkirina werîsan xwe xwedî dike. Pêşewa bi
werîsên wî dê bê bidarvekirin.
Kalkê wî yê Ermenî simbola rihetiya Badîn e,
dema ko Badîn xemgîn dibe yekser dire ba kalkê xwe û dest bi
vexwarina meyê dike dako rihet bibe, mey kenê xwedê ye di nerîna
nivîskar de.
Roman bi zimanekî zelal û şêrîn hatiye nivîsandin, bi balkêşî tê
xwendin, û bûyerên serdema komara Mehabadê bi şêweyekî nivîskîya
romanî tîne ziman. Li gel bûyerên dîrokî, rewşa civakî ya
serdema Komarê diyar dike. Roman gelek tiştan bi xwêneran dide
nasîn. Roman hêjayî xwendinêye û her wisa bingeha romana dîrokî
daniye. |