|
|
|
|
Lêkolîn
Min romana Tirsa bê diran,
bi du çav û du hestên cuda xwend

Tirsa bê diran, tirs .. tirs .. tirs, gotina
pêşî tirs e, her wisa gotina dawî jî tirs e, di navbera her du
gotinan de 182 rûpel hene, di derya van rûpelan de çi bi
serê min wek Qado tê, çi bi serê te wek Mûsa tê û çi bi serê we
wek Simko tê, ew di nav per û baskên wan rûpelan de diyar ni, ma
ji bilî tirsê çî din heye û çi dê bê serê me, tirs ko dikare bi
xweşî û hesanî merovan daqurtîne, tirs ne hewceyî diranaye dako
merovan bicû û bixwe, ji ber dikare merovan sax daqurtîne, ma
merovê tirsonek dikare çi bike?!, zendî be, mirî be wek heve. Ji
roja ko insan bûye ditirse, jixwe ko tirs nebiwa dê çi rewşa
jiyan û dinyayê biwa?, insan ji Teba ditirsiyan, ji ber ko Teba
ew dikuştin û bê cûtin dixwarin, ew dikirin qetqeto, lê Teba
natirsin, ji ber ko hişê wan tune û cudahî di vir deye, Teba bi
diranin û tirs bê dirane, lê herdu dikarin merovan bikin qetqeto
û wan tune bikin, jixwe mêrê netirse ne mêr e, merovê tirsonek
bê projeye, û nikare hemû hêvî û xwestekên xwe pêkbîne,.naxwe
Tirs Teba ye, ew tebayê ko em tim û tim pêrgî wî tên û pê
nikarin, dibe ko tirs jî teba be.
Di romanê de
Kalo û Tûtino jî natirsin, ji ber ko aqilsivik in. Tûtino şûrê
darikî wek simbol di destan de tim bilind kirîye, û Kalo jî
civat û axaftina di derbarê serhildana Ubêdulahê Nehrî û
serpêhatiyên kurdan tim li dar e, her du natirsin ji ber ko hişê
wan wek jêdera danasîna her tiştî kêm û sivike, merovê aqilsivik(dêhn)
û teba di hin tiştan de mîna hev in.
Tirsa bê diran,
romana nivîskarê kurd Helîm Yûsiv e, di dema dawî de hate belav
kirin, roman 182 rûpel e, sê kesên sereke rola lehengiyê têde
dilîzin, ta radeyekê yek ji yê din bêhtir, Mûsa yê ko di gelek
beşan de bêjere, Qado û Simko. Nivîskar her kesekî rolekê
davêjer ser milê wî, jixwe ji ber ko ji biçûkanî de dost û
hevalên hevûdu ne, gelek tiştên hevbeş di navbera wan de hene,
mîna jêkirina terya lawiran. Nivîskar Mûsa dike mamosteyê dîrokê
dako Saykis bi xwendevanan bide nasîn bê ka çi hiner bi serê wî
wek kurdekî de aniye û çi bi herêm û welatê kurdan kiriye,
nivîskar wê rolê didê dako biterqe û di London re
derkeve û hewldana kuştina Saykis bike, dema li Londinê êrîşî
acinciyekî bi navê Saykis dike(wek simbol), li gel ko Saykis di
R 95an de ji Mûsa re dibêje ko ewê here Londinê, di dema ko dibe
wî merovê Brîtanî bi Saykisê dîrokî nebihîstibe jî, jixwe
nivîskar gelekî bi kurtî li ser vê bûyerê nivîsandiye, wek merov
têde dighêje ko nivîskar rola mamosteyê dîrokê dide Mûsa dako di
Londin re derkeve û wê yekê bike, Saykis bikuje û tola 90 salî
jê hilîne.
Qado jî dike
şêwekar ji bo ko dema bê Elmanya portrêtekê ji Anêt re çê
bike û diyarî wê bike, ev wek xêza qalind, lê di wate û naveroka
xwe de Qado wek şêwekar, wek merovekî ji ber tirsê
revyayî, tirsê li derdora xwe çê dike, tirsa dê û bav, tirsa
malbata wî, û tirsa Anêt li ser nebedîbûna wî û
hiştina kurekî kor li dû xwe, tirsa ji xwekujtina Alêna.
Nivîskar vê yekê wek bûyer tîne ziman, lê wek bandora nebedîbûna
Qado nivîskar tiştekî nanivîsîne. Di romanê de nabe bûyer wek
nûçeyeke ji du-sê gotinan derbas bibe, bi taybetî bûyerên ko bi
kesên sereke re dibin, nimûne; çima kurekî Kor ji Qado û Anêt re
dibe, û serhildana Qamişlo wek nûçeyeke ji bo ragihandinê di
romanê de derbas dibe. Mebesta min, û li vir serhildana Qamişlo
wek nimûne ye, çilo ev bûyera mezin ko dibe sedema guhertina
qedereke nû ji Qado û Mûsa re, bi wî şêweyê kurt di romanê de
derbas bibe, ji bo romanekê du-sê rûpel hindikin, niha ko çîrok
biwa dibû. Ji bo lawkê kor jî ko encama tirsa jiyaneke hevbeşe,
ew jiyana ji du kulturên cuda tê dinyê, dibe ko tirsê lis er
milê xwe hilgire û bi xwe re bibe ta bi pêşeroja xwe, ma naxwe
rev ji ber tirsê tune.
Dema navnîşana
romanê Tirsa bê diran be gerek her tişt dibin siya tirsê de bê
kirin û bi tirsê ve bê girêdan, kiras û xiftanekî ji tirsê lêbe,
wek wate, wek bûyerên bitirs, wek axaftina bi tirs, her tiştê di
romanê de gerek tirs jê biniqutya, ta bi çûna Mûsa li ba
Nataşiyan, kirina cins bi Nataşiyan re gerek bi tirs biwa, pêşiyan
ji berê de gotine; merovê tirsonek sînga spî nabîne. Di
virde Qado berevajî Mûsa ye, kêlîka ku lêvên Mûsa li serê
memikê Lêna ya çepê tên pêçan, dest bi girî dike û
di dûv re ji Lêna re dibêje: Ez ditirsim(134).
Piştî du çixareyan dikşînin Lêna di nav tiliyên
Mûsa de dibe mîna lîstokekî lastîkî ya zarokan.
Di vir de
nivîskar û li gor mijara ko di romanê de daye ser milê xwe,
gihaye hevraziya nivîsandina romanê, lê çima ev yek bi kesê wî
re û li vir mebesta min Mûsa ye ne wisa ye, bêguman hemû kesên
romanê nabin wek hevûdu, çi di cins debe çi jî di jiyana rojane
û xuriştî debe, lê dema ko roman di derbarê tirsê debe, gerek ta
bi xwendevan bi xwe re bitirsîne, bi taybetî ew serpêhatiyên
rojane û normal ko bi merovan re dibin. Ta radeyekê navnîşana
pirtûkekê ji pirtûkan nikare hemû barê pirtûkê hilgire ser milê
xwe.
Merovê ko
romana nivîskar a pêşî Sobarto xwendibe dê gelek cudahiyan di
navbera her du romanan de bibîne, dema merov Tirsa bê diran
dixwîne, ji merov weyê ko hinekan bi qemçika nivîskar girtine û
tivinga li ber teqînê kiribin serê wî û jê bixwazin ko zû û
bilez romanê bi dawî bîne, ko tu wisa nekî bê şek tu kuştîyî,
fîşeka di tenûra tivingê de sincirî dê di serê te de sar bibe,
di Sobarto de ev yek nîne, nivîskar bi bêhneke fireh romanê
dinivîse û xwendevan ta dawî bi xwe ve girê dide û destûra wî
nade ko deyne bê ko bi dawî bîne, xwendina wê balkêşe, bûyer û
saloxî têde pirin, di Sobarto de bûyer wek nûçeyên ragihandinê
derbas nabin, di her rûpelê de bûyer û tiştekî nû û balkêş heye,
berevajî vê yekê di Tirsa bê diran de nivîskar xwendevan li
xwendina romanê sar dike, dema ko bi şêweyekî berfireh û hin
caran bê sûde bûyerina şirove û dirêj dike wek di rûpela 49an
de, pişta xwe dide civata Kalo û Tûtino û di dûvre dîsa vedigere
civatê, tenê ji bo ko li Simko rast bê, jixwe gelek gelek caran
bê pilan li merovan rastê, û ev jî cihê pirsê ye, tu dibê qey
merov li benda wî ne ko lê rast bên, nimûne R83, mebesta min
dirêjkirina rûpelên romanê ye, nimûne R133-134, dema tu bê wate
di romanê de şiroveyan dirêj bikî û bûyeran bê wate pir bikî tu
romanê qels dikî, di dema ko hin bûyerên sereke di romanê de
hene, wek serhildana Qamişlo, çûna Mûsa boyî Londinê, kurê Qado
yî kor, ev bûyer hewceyî firehkirinê bûn, lê nivîskar bi kurtî û
wek nûçe wan derbasî romanê dike. Îca li vir û dema ko merov
xwendina romanê bi dawî tîne, merov wek xwendevan pirseke serekî
radestî nivîskar dike; di dema ko romana kurdî hîna bi lûs
nebûye, li gel ko gelekan roman bi kurdî nivîsandine, hinek bi
serketin û hin jî bi binketin, hêjayî gotinê ye ko Helîm Yûsiv
di Sobarto de bi serket, gelo çi çîroka dirêj ko rûpelên wê
biser 59 rûpelan bikevin, dibe roman?.
Ta bi rûpela
73an naverok û mijara romanê wek nîvişkê romanê ne diyare, di
dema ko bi teknîkeke bilind û xurt tê nivîsandin, guhertina
hevok û bûyerên ne sereke bi şêweyekî xurt û bilind têne
nivîsandin, nimûne, di R23an de; ev mişkê dojehî, mişkê
bextreş yê ku vê dawiyê bi navê Mûsa hate naskirin ez bixwe me.
Ev teknîk û şêwe ta bi dawiya romanê berdewam e,
mebesta min bi zilamê çavzer e, nivîskar ji destpêka romanê de
wî wek jêdera tirsê û kesekî xeyalî û nenas dide diyarkirin,
kesek nizane ew kiye, çi ye, çi dixwaze, û wisa pêre berdewam
dike ta bi rûpela 178an;
Ez rû bi rû
bi xwe re mabûm…
Rûyê wî rûyê
min bû û çavên wî çavên min bûn..
Ew, ez bi
xwe bûm.
Ez bi ser
çogan de, li ber herdu lingên wî, ji qam de, hatim xwarê…
Mişk, zilamê
çavzer û Kulî, her sê jî wek simbol jêdera tirsêne, li gel ko
merov dikare pêl serê mişk û Kuliyan bike û biperçiqîne, lê
merov ji wan ditirse, her wisa merovê çavzer jî. Her sê wek
simbol ko dikarin di romeneke di derbarê tisê de bên bikaranîn,
û nivîskar ta bi radeya qateke bilind ji qatên avahiya romanê
dikarîbû wan bizanebûn bikarbîne. Dema Mûsa wek Mişkekî ji diya
xwe re dibe, naxwe di jiyana xwe tevî de dê wek Mişka tirsonek
be, dê ji her tiştî bitirse, her wisa merovê çavzer jî ku Mûsa
bixwe ye.
Di sê beşan de,
ji rûpela 75an ta bi rûpela 100, li şûna tirsê cegerdarî û
mêrantiya veşartî ji cerg û hinavan dertê û li şûna tirsê cih
digre, li gel ko navnîşana beşê di rûpela 75an de; Serhildana
zarokên tirsê, dil dihejîne. Kesek bi tirsê hest nabe, û
dema ko ew zarok zarokên tirsê bin, dema ko ew zarok ji
malzaroka tirsê derketibin, çilo dê bikaribin pûtê diktatorekî
birûxînin û kurê wî diktatorî serokê welat û artêşa kuliya ye.
Di rûpela 157an de hevokeke xurt û bilind hatiye nivîsandin;
TIRS ji her tiştî bêtir dişibe penceşêrê. Di nîvişkê wateyê
de her du baş nêzîkî hevûdu ne, tirs û penceşêr merovan ber bi
mirinê de dibin, her du merovan di livîna tirsa ji mirinê de
sar, bê piroje û bê hêviya ji jiyanê dikin, îca mirin ji bo
merovê bi penceşêrê pirojeya dawîye, di dema ko piroje di wê
nevberê de namînin, lê ji bo merovê tirsonek piroje têkdiçin, ji
bingeha xwe de nînin. Vêca zarok an jî merovê tirsonek dê
nikaribe keviran dûr bavêje, ji ber ko hêza wî ya avêtinê nîne,
ew merovekî têkçû û şikestîye.
Min roman bi du
çav û du hestên cuda xwend, bi xwendina her pirtûka kurdî re ez
wisa me, û li dawî pirsekê ji xwe dikim; gelo ta çi radeyê
nivîskarê pirtûkê biserketiye?, nizanim nivîskar jî vê pirsê ji
xwe dikin an na, ez nizanim, lê ko nivîskar wek xwendevan û
rexnevanekî li berhema xwe venegere û bin çav neke, ew ê
nikaribe bi gotin û afirandinê re bijî û berdewam bike, jixwe
her nivîsa tê nivîsandin, ji bo xwendevanan tê nivîsandin, û ko
xwendevan jê ne razî bin, bê guman ew nivîskar dê bişke .
Ne li ser her
pirtûka dixwînim dinivîsînim, jixwe hin pirtûk nehêjayî xwendinê
ne jî, lê hin pirtûk hene dema xwendina wan bi dawî tînim, ez di
nava xwe de dibêjim; xwezî ev pirtûka min biwa, xwezî min
bikarîba û bizanîba wisa binivîsanda, û ev serkeftine ji
nivîskar e. Romana Tirsa bê diran jî yek ji wan pirtûka ye ko
min hêvî kir ko ya min biwa, li gel ko hin rexneyên min li ser
hene jî, jixwe nivîs û berhema rexne ne be ji avêtinê reye,
nivîs û berhema xirecirê li ser xwe çê neke ne nivîse û ne jî
dibe berhemek dîrokî.
22/09/2006
Holenda
|
|
|
|