malperaQado Şêrîn...Tako zindî me mirî me, lê ko mirim zindî me.. 

Bi xêr hatin, ser sera û tishtin din...Qilçix bi we ve nezeliqin haaa..

Qilçix
çîrok
Gotar
Lêkolîn
Helwest
Pexşan
Folklor
Werger
TiŞtin din
Hevpeyivîn
Pirtûk
Nivîsin bijartî
Têkilî
Link
 
 
   

Lêkolîn


‘’Tas hat û çingiya, çi rast çi derew’’
Hêkên du zerdik û nexşeya nepejirandî,
Şivan Perwer wek nimûne

 

Mala min ê hunermendên me jî hunermendin, kuro lawo yan nebêjin em hunermendin yan jî ku we got ligorê bin, ma hunermendî tenê stranbêjî û deng xweşîye?, na wele û 11000 carî bi motka bin mirîşkan na, bi serê we ne wisa ye, ez mirovekî nas dikim jina wî wî hunermend nabîne, ku li civatan jî rûdinê dibêje: em hunermend..ê kuro tu ji ku bûye hunermend hey te serê min xwaroooo. Ma dibe mirov bê tiving here şer û cengan, ku bibe naxwe dibe ku tu jî bibe hunermend bê ku tu bizanibe li aleteke mîzîkî bide, na tu nizane û de here şer da di gava pêşîde tu bê kuştin û em ji lewtilewta te rihet bibin. Mirovên wek te nikarin serê xwe bi paçikan mezin bikin û nikarin hiş û pozê xwe jî mezin bikin. Niha mebesta min ne eve lê tenê dixwazin bêjim ku hunermendî ne tenê dengxweşî û stranbêjîye. Hun zanin çiye..hun zanin ha nebêjin na, gelî xwendevanan, bawer bikin hun zanin, ku birastî hun nizanibin ji Şêrîn Remo, Madona, Şîşa Tenûrê û Cenefer Lopêz bipirsin.

            Dema ku em hunermendekî vexwendî şahiyekê dikin((nimûne: Newroz)) gotina wî ya herî pêşî ew e: ka hun ê çiqase pere bidin min. Çi bi rûne yahoooo, na çi rûşuştîne yahooo. Ji bilî vê jî delaliya xwe li ser me dike, hey te serê min xwaro ku ez te bi pereyên xwe tînim û te dikirim tu çima êdî rexneyan li min dikî û dibêjî; hun ji hunermendên xwe re nebaşin, hun xwarinên xweş nadin hunermendên xwe, tu mineta xwe li kê dikî, ku raste belaş were û pêl dewla zikê me bike. Ser sera bila ev jî wek te be, da ku tu li ser hunermendiya xwe bijî û ne li ser Sosyalê, jixwe hunermendê kurd û kurdistanê xelkên li ser sosyalê ne wek xwe rind û kurd dibîne û wan di koşeyên veşartî û tawanê de dibîne, ew dibêje: “hinekan xwe avêtine koşeyên Parîsê, hinekan xwe avêtine Londonê, Berlînê, hinekan xwe li Duisburg û Kolnê, Bonnê veşartine û bi pereyên sosyalê dijîn û siyaseteke ne hêja û polîtîkaya paparazî dimeşînin… ew ne bi karekî akademîk radibin, ne bi xebateke hunerî û dîplomasî re mijûl in, ne bi karekî civakî radibin, ew êdî bi polîtîkayeke vala serê xelkê tevlî hev dikin…”((Avestakurd.net, jimar 60)), ku min wek te bikarîbaya, û helbet gelek wek min hene ku bikarîbana wek te miletê xwe bi vekirina televizyoneke kurdî bixapandina dê ne li ser sosyalê bana. Ma ka ew pere li ku man looooo, ka televizyon venebû loooo, yan wê hîn vebe loooo, xweş xebere lê min ne bawer e, kî bikaribe wek te şîret û gotinên qelew bifroşe bêguman li ser sosyalê namîne. Li gor gotina te ya li jor tu xwe wek şîretfiroşekî diyar dike, jixwe hema tu dike wan bike peyên dujmin, çend roj mane ku tu bibî pêxember û em ji te re herin sicûdê, bêguman tu vê ji me dixwazî. Di dema ku PKK partiya herî mezin bû te ji wan re li def û zirnê dida, dunya deme, dolabe, ji kesîre namîne, ma niha tu ji kêre li def û zirnê dide, ew jî diyare, dunya bûye wek gundekî piçûk. Kî tirekê li ku bike di riya Internet û mailan re bilezbîn û dengê wê li tevaya dunyayê belav dibe.

‘’Kurd televizyonên wan hen in ...tu zanî...sê çar televizyonên me hen in. Li derî wê jî di televizyona Îraqê, Îranê yanî çend se’etan tiştên kurdî têne weşandin. Lê vana hemû li gor cihê xwe stabîl in ne bervireh in, ne netewî ne, ne rengîn in, ne pir dengî nin. Ji ber wê bo hemû gelê kurd îfade bike, di her awayî de û têkiliyek bi tolerens (lêborînî, bexşeyî), demokratî û lîbiral çê bibe di warê siyasî, hunerî, perwerdeyî û ekonomîkî. de... da di her warî de xelkên me pêşkevin, ji hevdû fam bikin, ji hevdû hez bikin, ji ber vê yekê em televizyoneke kurdî wekû xwendegehekê ku di her malekê de be, dibînin, ku her kes dikanibe jê dersê bigre, jê tişkî fêr bibe; em dibînin ku xwendegehek netewî.. yanî temamiya miletê kurd îfade bike, me da ber çavê xwe û projeya xwe bi rê xist...’’ ((qamislo.com)). Jixwe bi van gotinan te gelek kes xapandin û te bi sed hezaran Euro kom kirin û te piştî şeva Parîsê bi çend rojan mal û….li Broxel kirî.

Ji ber ku tiştên em çêdikin ewê pêvajokekê biguhere, ev pêvajok li gorî demê, li gorî fikra me ewê rastiya xwe bibîne, ewên din mecbûr ewê xwe biguherin û bi guhertinê re eger birastî durust û rast bin, ewê cîkî baş bigrin û ku ne durust û ne rast bin ewê têk biçin ..... Ji ber wî hawî hinek jê ne rehetin. ((qamislo.com)) Gelî xwendevan; ez li ser vê gotinê tiştekî nanivîsim, hun gotina xwe bidin. Dema ku ev gotin dihatin kirin bi qefla pere dihatin kom kirin, niha her tişt têkçû, gelo kî têkçû?, kê bi van gotinan em xapandin?.

Eger rojekê ev proje neçû serî, em wan peran li xelkê vedgerînin, yanî em naxwazin derewan li kesî bikin. ((qamislo.com)). Başe, ta çend salan em ê li benda pêkanîna projeyê bin?, nakeve serê min ku hun careke din li projeya vekirina televizyoneke kurdî vegerin ji ber du sedeman, 1-vekirina televizyonekê pir zore, bi taybetî ji layê aborî ve, ji ber tu ji bêrîka xwe tiştekî nade û partiya ku bi te re jî nikare alîkar be. 2-we têra xwe pere kom kirin û we …….ya baş ez ji wisa bêtir nenivîsim. Lê ya ku nayê bawer kirin: çilo tê wan pera li xelkê vegerîne ku proje neçe serî, mane wa naçe serî, ku tu rast dibêje fermo pereyên xelkê li wan vegerîne, gelek-gelek kesan di şahiyên alîkariya ji bo vekirina vê televizyonê 11€,  20€, 50€…dane û ku merov van pereyan kom bike tonek çêdibe, ma tê wan çilo vegerîne, ma tê mal bi mal, welat bi welat, kolan bi kolan bigere û wan pereyan li xwediyên wan vegerîne. Ne tu û ne xweda nikare vê yekê bike ji ber ku ew kes ne diyarin. ((yanî em naxwazin derewan li kesî bikin)). De ka em bêhna xwe çend salan fireh bikin bê hun ê derewan li kesî bikin yan na.

‘’eger stranek ayidê kesekî be, heqê kesekî din tuneyê ji xwe re bigire û bi dilê xwe biguhere….eger wilo bike cezayê mezin heye…min dawe li sê çar kesan kiriye û ew dane mehkemê…

Navê wan ??

Ez naxwazim navan bêjim….

Navê yekî ji wan bêje..

(bi ken) Îbo ye…Îbo (Ibrahîm Tatlîs).. ((qamislo.com )). Li ser rewşa Tirkiyê vê gotinê dibêje. Tu saxî ango tu zendîyî, tu dijî êdî tu kare li saxan, li zendiyan gilî bikî, ma çilo mirî dê gilî û daweyan li te rakin, wek Mistefa Xano, xwediyê strana Bêjinê bila bê. Te stranên gelek kesan bi navê xwe tapo kirine û kirine ên xwe, niha ku ew kes daweyan li te rakin tê bêjî êrîş têne ser min, te gotiye {{ê min va sê çar sal in ez di nav rewşekê de me ku ji her hêlî de êrîş têne ser min, pir min êşandine....tu zanî.....lê ez her gav lê digerim ku ez li ser lingan bimînim... dibêjim berxwedan jiyan e, pir serê min êşandine.... }} ((qamislo.com)), ma dibe merovekî weke te keda kesekî kurd bixwe?, bi te tenê nakeve.

Dema hunermendên ku me sûnda sibeh û êvarê bi serê wan dixwar, wek Hedla qereçî û Gumgumokê durûyî bin, ma gunehê me çiye ku em bi sê-çar-pênc…yazdeh rûyan bin. Jixwe rûyê wan ji iyarê meşka diya min xurtir e. Dema ku hunermend rêz û hez kirina xwe ferz neke, bi wateyeke din dema ku ew hemû deriyên rêz û hez kirinê di rûyê me de bigre, û tenê derîyê têkiliya bazirganî û pereyan vekirî bihêle, bêguman rêz û hez kirina me jêre dê berdewam neke û em dê nigê xwe li q……xin!!.

Dema ku hunermend di pirs û bersivên xwe de ne rast û durust be, dema ku rêzê ji guhdar û xwendevanan re negre û wan wek hov û nezanan bibîne, dema ku rêz ji zana û rewşenbîrên kurd re neyê girtin û wan li hember xwe nebîne, çimkî ew zana, rewşenbîr, dengbêjê nemre1, hozanê gel e. Dema ku di bersivên xwe de guman bike ku dê kes jê fam neke û ji mebesta wî têneghêje, ev wêraniye, ketine, şikestine, dawiya rê ye.

Ta niha min bi tevayî digot û dinîvisand, de ka wer in em bi hevûdu re li hin ji hevpeyivînên ku bi Hunermend Şivan Perwer e ((wek nimûne))bûne vegerin û bixwînin:

BAKSÎ: Bavê te çend caran zewicî ye, Şivan?

ŞIVAN: Du-sê caran zewicî ye.

BAKSΠ: Dudu dudu ye, sisê sisê ye…

ŞIVAN : Sê caran zewicî ye…Lê piştî ku diya min rehmetî bû ew zewicî.

BAKSΠ: Înşalah tu ne di wê riyê de yî ?

ŞIVAN : Ez ? Na, na ! Ez ji Gulê hez dikim û jê razî me, ji mala xwe razî me… ((Kovara Nûdem, J 30, R7)). Ez nabêjim wî wek bavê xwe kiriye yan na, ev jî ne ji mafê min e û li ser daxwaza wî ez ê nêzîkî privatên wî ne bim, wî gotiye : gava min huner nekir bela rexna min bikin, wekî din jî min zirar nedaye wan, bi hawakî din têkilî jiyana minî pirîvat nebin. ((Hevpeyivînek li gel Şivan Perwer, bersiva10, Ezîz Xemcivîn, malpera tirej.net)), lê ma ka hez kirina wî ji Gulê re, ma ka razîbûna wî ji mala wî re, diyare wî hevpeyivîna bi kovara Nûdem re û ew gotin ji zû ve ji bîra kiriye. Gelo çima navê Zavê Efrîniyan li te bûye, û çîroka hêkên gunda û du zerdikî çiye ?.

Di malpera Amûdê de((amude.com)) hevpeyivînek bi hunermend Şivan Perwer re bû, li ser hevpeyivîna ku kovara tirkî "Aktüel" pêre kiribû, û ez ê qet nêzîkî wê hevpeyivînê nebim, ji ber ku baweriya min bi rojnamegeriya Tirkên faşist nayê, li gel ku wî di herdu hevpeyivînên xwe de di malpera Avestakurd û Amûdê de inkar nekiriye ku kovara Tirkî ew hevpeyivîn pêre nekiriye, belê ew hin tiştan ne rast dibîne, di Amûdê.com de dibêje :

- Qet tiştekî weha ne hatiye pirsîn û ne jî min tiştekî weha gotiye. "Aktüel"ê derew kiriye. Min ji wan re got "ev çi ye we nivîsandiye", gotin ku şaşitiyek çêbûye.

- Teqez ez nexşeya ku tu tenê Mehabadê têkê qebul nakim; ez nexşeya ku tu tenê Qamişlokê têkê û Efrînê nekê, teqez qebul nakim. Qebulkirin û neqebulkirin ew e. Kê nexşeya Kurdistanê ta niha baş çêkiriye?

- Di wê hevpeyvînê de tiştek tune, tiştekî xerab tune! Bila bixwînin. Kî bixwîne, dê bizanibe.

- Kesî tiştekî xerab nekiriye. Ez ne mecbur im daxuyaniyan bidim.

- Na, na. Tiştine hene rast in, û tiştin din hene qet ne rast in.

- Wek vêya; wek gotiye niza ez ê herim bi Îbo re bistirêm, gotiye niza ezê herim "Dolma Baxçe" bistirêm. Ev hemû derew in. Min tiştekî weha negotiye.

- Ka çî min heye, ez bikim? "Ozgür Polîtîka" heye, apoçî ye nake. Ez ê di kû derê de bikim, bavê min? Televizyonên me hene, gereke ez agahdariyekê bidim wan.

- Min hîn jî nexwendiye. Kopiya wê ji min re bi faksê şandin, ew jî xerab bû, min nikarîbû bixwenda û tiştekî bibêjim. Kovar jî neketiye destê min. (( amude.com)).

Te çilo û çawa ji wan re got û te hevpeyivîn hîn jî nexwendiye. Ma kî dikare di vê dema ha de nexşeyeke baş çê bike, tu dujmin û rewşa gelê me dizane, nexşeya ku heye jî rojhilatnas û kurdan çê kiriye ne dujminan, yan tu baweriyê bi wê naîne, ma Turk dê çêkin, dujminê me dibêje kurd tune ne, diyare tê nexşeyeke baş çê bike, bila zû be qurban, da em li ser serê xwe deynin û bi pejirînin û bêjin bijî ji te re te nexşeyek baş ji me re çê kir, lê ez bi hêvî me ji ya ku tu napejirîne baştir be. Hêjayî gotinêye ku piştî hevpeyivîna bi kovara Tirkî "Aktüel" re yekser nexşeya kurdistanê ji malpera te beta-weta bû, windabû, gura xwar, jixwe piştî demekê malper hemû hate girtin, ta îro 30/10/2004 jî girtîye.

Hunermendê hêja ; çima di dema wê hevpeyivînê de nexşeya malpera te beta weta bû, gura xwar, ma dibe bê kontrola te daketibe malpera te, ez bawer nakim, gerek te ev yek nekiriba ji ber tu hunermendê gel e, li gor baweriya gel be, û gel hemû ji te hez nakî, ma ne wisa ye, ji bo ku kesekî zimandirêjî li te nekiriba gereke te ew nexşeya ku tu napejirîne bihişta ta ku te ya nû daxistibaya, kurd çi nexşeya ku heye dipeijirînin, ji ber ku cugrafiya kurdistanê nîşan dide, lê ji ber dagîrker û bindestiyê ew nikarin sînorên welatê xwe 100% saz bikin. Gerek te û bi lez nexşeyek amade kiriba û te bilez daxistibaya, da ku te çavên Tirkên faşist bişkanda û da ku ewqas gift û go neba, de ka em binerin bê tê çi nexşeyê daxîne, lê tirsa min ji wê tirsê ku tu ne tenê nexşeyeke ne baş daxîne, tirsa min ew e ku tu malpera xwe bi mûma reş û sor bigre. ((min ev gotin di meha 3-4/2004an de nivîsand, niha malpera wî .sivanperwer.org. hatiye rawestan-30.10.2004)).

Ma tu li Afxanistanî tu nikarî bixwînî û daxuyaniyan li ser bidî, faşistan bêbextî li te kirine, gerek tu li ber xwe bidî, wan derewçîn derxîne, da ku em ji te bawer bikin, lê ta ku tu daxuyaniya xwe nedî û belav nekî em ê jî di şekê debin.

F. C.: danustandina te bi çapemeniya kurdan re çawa ye?

ŞIVAN: baweriya min bi çapemeniya kurdan nayê. Rewşenbîrên kuradn, nivîskar û rojnamevanên wan bi qasî ku pêwîst e li min xwedî derneketine, bi qasî ku pêwîste cih nedane min. Ez vê rexneyê li hemû çapemenî û rewşenbîrên kurdan digirim, wan guh nedane min, ew li min xwedî derneketine, wan ez hemêz nekirime, negotine, Şivan hunermendê me ye, rohniya çavên me ye.((Kovara Nûdem J 30, R40)).

De werin û kirasê xwe neçirînin, mane Gulê ji te re digot: Şivan, bavê Serxwebûnê min tu rohniya çavên min e, wa te nigê xwe li G…xist, çilo û çawa em ê bizanibin ku tê wisa bi me jî neke. Dêmek baweriya te bi çapemeniya me kurdan nayê ji ber ku li ser te nenivîsandiye, pesnê te nedaye, ji te re neçûye cicûdê, tu wisa dixwaze, nebêje na, kesên ku bi salan bi te re jiyan kirine wisa dibêjin, tu ji me dixwaze ku em gustîlk bin di tiliya te de, yan em sewal bin û jixwe tu Şivan e. Ev tê wê wateyê ku baweriya te bi ewqas nivîs, pirtûk, rojname, kovar, malperên Internet, belavok, nivîskar, tv, radyo, rojnamevan, zimanzan û dîroknas, nayê. Ma qey çapemeniya kurdan, rewşenbîrên kurdan, nivîskar û rojnamevanên kurdan hemû şaşin û tu tenê rastî çimkî li ser te nanivîsînin, dêmek ji te ye û ne ji wan e, te deriyên guhdanê, xwedî li te derketin û hemêz kirinê girtine, dêmek ji te ye ku em nabêjin: Şivan hunermendê me ye, rohniya çavên me ye.

“Dema ku ez hunerê dikim, dibêjin ev çiye, ma huner bêsiyaset dibe, divê tu xwe ji siyasetê bi dûr nexînî… dema ku ez behsa siyasetê dikim, vê carê dibêjin: Nabe, divê hunermend xwe nêzîkî siyasetê neke…” ((avestakurd.net, H 60))

Bê guman tu hunermend e, xweda jî nikare vê inkar bike, lê tu ne siyasetmedar e, ji ber kî xurt be tu bi wan re ye û: “Min got Erdogan polîtîkayeke nerm dimeşîne. Lê min got eger ku Tirkiyê dixwaze di nava aştiyê de bijî divê mafê Kurdan nas bike, Tirkiyê bi înkarkirina Kurdan nagihê tu deran, siyaseta înkarkirina Kurdan hemû riyên pêşketinê li pêşiya Tirkiyê digirin…” ((avestakurd.net, H60)).

‘’Aştiyek ne baş, ji şer jî xerabtir e’’((Tacilus)), ma tu di wê baweriyê de ye ku Erdogan bi siyaseta xwe ya nerm şûna kulavekî ji xaka kurdan bide wan, yan jî bibêje: belê bîst melyon kurd li ba me ne. Îro 30/10/2004 min di malpera .kerkuk-kurdistan.com. de ev nûçe xwend: ‘’ENQERE, 28/10 2004 — Serokkomarê tirkan û Tirkiyeyê Ahmet Necdet Sezerî îro di mesaja xwe ya ji bo avakirina komara Tirkiyeyê de behsa tirkan û tirkîtiyê kir û got li Tirkiyeyê hemî kes tirk in û Tirkiye ji yek neteweyî û ji yek dewletê pêk têt û ev di qanûna bingehî de heye û ti kes nikare pêşniyar jî bike ko ev bêt guhortin.’’ ((kerkuk-kurdistan.com)). Îca ka gotina te li ku ma looooooo, û Erdogan ji A.N. Sezerî ne nermtire.

“Tiştê wanî şerm e, bila bi hev nekevin, bila bi min nekevin… aqil û hişê wan hebe, wê sazmend bin, neku rabin êrîşî vî alî bikin û wî alî xerab bikin…” (( avestakurd.net, H60)).

We tiştek fam kir gelî xwendevanan, ne min ji we re li jor got ku bersiv xumam li ser heye, ev alî û ew alî kîne?. Yaho ji bo Zerdeştê kal yek ji we ji min re bêje, ez şaşo maşo bûm.

Ji bo çûna Turkiyê jî, ev nûçe hate weşandin ((Av. Hasîp Kaplan: Şivan Perwer nêzîk vedigere welat  

Stenbol-AVESTA

piştî 27 salan wê Şivan Perwer vegere Tirkiyê.

‘’Hunermendê Kurd yê navdar piştî 27 salan, bi riya parêzerên xwe serî li ichên fermî da û xwest riya vegera welat veke. Avokatê Perwer Hasîp Kaplan bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku wan ji bo vegera Şivan Perwer li welat ku berî derbeya 12 Îlonê ji welat derketibû û heta niha weke hemwelatiyê Swêdê li Ewropa dijî û ev 27 salin bêrawestan xebata xwe ya hunerî didomîe, serî li saziyên eleqedar daye û pêvajoya hiqûqî dest pê kiriye. Kaplan diyar kir ku ji bo vê yekê jî wan serî li saziyên weke Wezareta hundir, Midûriyeta Giştî ya ewlekariyê û Walîtiya Rihayê (Urfa) dane. Kaplan wiha got: "Eger ku astengî ji pêşiya birêz Şivan rabin ewê di meha Îlonê de vegere Tirkiyê... " .((avestakurd.net, H 65)).

Dêmek Tukiye bûye welatekî demuqrat û em nizanin, lê bila ji hêla kesekî de neyê pejirandin ku Turkiye dê rojekê ji rojan bibe demuqrat, ev yek ji dîroka wan diyare, ji 30 deqeyên televizyona TRT ku ji bo 20 melyon kes diyare, ji gotina serokkomar E.N. Sezerî ya ku me li jor nivisand diyare, ji zirt û fortên wan yên rojane di derheqa kurdan de çi li bakur çi jî li başûrê kurdistanê diyare, ev guhertinên ku li Turkiye dibin jî ji bo YE ne. Ez nakevin dîroka dûr û dirêj de ya ku Turkan afat bi serê kurdan aniye, lê ma çi ji helwesta Tirkan hatiye guhertin ya ku dibêje; çi kesê ku li vî welatî dijî Turke, ji bilî Turkan nabe kes serê xwe hilde yan jî em ê pêl dewla zikê wan bikin. Ji ber vê yekê dema ku hunermendê navdar herî Turkiyê, çi rasterast çi jî wekî din dê xizmeta Turkan bike di YE. Diyare ev ji bo wî ne pêwiste, belê konsert û pere û navdarî û Rewşena Parîsê ya ku tenê li navdarî û peran digere da ku te bikî wek Ehmed Kaya, pêwistin. Tu ne merovekî normale ji bo me kurdan û ji bo wisa ez van gotinan dibêjim, Turk li vê yekê digerin lê berjewendiya kesayetî dê di ser ya milet re were girtin. Ez û gelek kes bi min re mexabin ji çûna Turkiyê ne piştrastin. Hêjayî gotinê ye ku te li Turkiyê dawe li hin kesan rakiriye(( Li Turkiyê Adition ( mafê parastina ramyarî) çê dibin, êdî ji ber ku mafê parastina hunerî li Turkiyê pêk hatiye, her hunermend dikare dawa heqê xwe bike.. ên kurdan jî qebûl bûye, yanî berê kurd qedexe bûn, lê vê gavê her kes, siyasî be folklorî be, bi çi hawî be bila be, eger stranek ayidê kesekî be, heqê kesekî din tuneyê ji xwe re bigire û bi dilê xwe biguhere….eger wilo bike cezayê mezin heye…min dawe li sê çar kesan kiriye û ew dane mehkemê…)). (qamislo.com). wa tu hîn neçûye tu pesnê wan dide. Bi her hal kî bêje kî nebêje tê herî û tê bi ya xwe bikî, ji ber tu xwe di ser me re digrî. Ji roja me tu nas kirî tu şîretan li me dike, îca tenê vê carê tu şîreta me bixe serê xwe û nere Turkyê da ku Turk te nekin nimûne di Y.E de. Di 07/07 2004 de ev nûçe:  (Duhî serokerkanê tirkan Hilmii Ozkok hat Wanê. Di plana sefera Ozkokî dê çûyina Wanê nebû. Lê piştî li Wanê tirimbêleka bimbabarkirî hat teqandin Ozkok hat Wanê û walî li avahiyê walîtiyê ziyaret kir. Piştî teqandina tirimbêlê, ko têt texmînkirin armanca teqînê walî bû, walî got teror ne di berjewendiyên ”gelê kurd” de ye. Beşek ji medyaya tirkan rexne li walî girtin û gotin çima wî gotiye ”xelkê kurd”. Lê walî li gotina xwe poşman nebû û got piraniya xelkê li vir dijî kurd e), her wisa ev nûçe: Tirk ji axaftina Donald Rumsfeldî ya navê Kurdistanê tê de derbaz dibe aciz bûn: ENQERE, 8/8 2004 — ‘’Medyaya tirkan ji axaftina wezîrê paraztinê yê Emerîkayê Donald Rumsfeldî aciz bûne. Rumsfeldî di axaftina xwe ya di konseya pêwendiyên derve ya Chicagoyê de axaft û got ew nikare zêde here Chicagoyê lê ew diçit Afxanistan, Pakistan, Kurdistan, Kazakistan û Ozbekistanê. Heger navê Chicago bibe Chicagoistan belkî zêdetir here Chicagoyê jî. Tirk ji gotina Kurdistanê aciz bûne û dibêjin Rumsfedlî şaşiyek kir ko got Kurdistan. Li gor tirkan nabe Tu kes navê Kurdistanê bi kar bîne.’’ (kerkuk-kurdistan.com), îca ku tu herî Turkyê tê bêjî gelê kurd û kurdistan wek te em fêrî van gotinan kirine yan tê bêjî Mî bi lingê xwe û bizin bi lingê xwe, jixwe Gulê((Gulîstan)) di mehrecana Batmanê de ne got kurdistan, belê wê gotina Mezopotamya li şûna kurdistan pêkanî, îca tê çi gotinê pêkbîne nizanim. Gelo çima di van rojan de tu hewl didî bi Kongira Gel re li hev were?. Ji berê de pêşiyên me kurdan gotine: giya di bin keviran de namîne. Gelo çima tu û rehmetî M. Baksî ne lihevbûn, li gel ku we jiyaneke dirêj bi hevûdu re borandibû, her wisa rehmetiyê Ehmed Kaya û Yelmaz Guney. Hunermendên dunyayê dibin pêxember ji bo gelê xwe, çima yên me dibin pêl-xem-bar.

Te li cihekî gotiye: Rexne bila bê kirin, lê dostê kurdan kêm in, bêtir divê kurd dostê hev bin; bo wê ji hewcaye ku rexneyên wan bi tolerans be, liberal û demokrat bin. Insan xizmetê dike, ku xizmet kir şaşîyên wî jî pir in. Ez ê hingê rexna wî bikim, lê xizmeta wî jî ji bîr nakim, kî dibe bila bibe.((kobani.net. diyare ku kobani.net jî ji kovarabîrnebûn{birnebun.com}girtine)). Li vir pirsa xwe dubare dikim, çima tu û M. Baksî, E. Kaya û Yelmaz Guney ne dost bûn?, tu çi dibêje, wek gelek dibêjin hun dost bûn lê ji ber ku nav û dengî bi wan ket te xwest wan bixînî da ku tu xwe rakî. Binêre li vir jî tu şîretan li me belengazan dikî û tu ne wisa ye. Pêşî tu wek gotina xwe bike û di dûvre li miletê xwe bike da ku em bi ya te bikin((Şûjina di çavê xwe de nabîne, derziya di çavê xelkê de dibîne).

Ta qilçixeke din bimînin di nav hêkên du zerdik û çapemeniya kurdan de…

Têbînî : min di adara sal 2004an de dest bi nivîsa vê Qilçixê kir, ta bi îro berdewam bû.

            30/10/2004. Holenda

 

Serokê DEHAP şaxê Diyarbekirê Celalettin Birtane diyar kir ku ew plan dikin di Newroza Diyarbekirê de Şivan Perwer, Aram Tîgran, İbrahim Tatlıses û Sezen Aksu beşdar bibin.

 

Celalettin Birtane got ku ew bi ekîbeke ji 500 kesan amadekariya pîrozkirina Newrozê dikin.
Tiştê balkêş ew ku DEHAP piştî hevpeyvîna Şivan Perwer ligel rojnameya Ozgur Polîtîka ya ser bi PKK ve plana dawetkirina wî ji bo Newrozê dike.

Medyaya PKK û hevalbendên wê dibêjin ku di hevpeyvînê de Şivan Perwer lêborîna xwe xwestiye.

Weke tê zanîn PKK her demê diyar dike heya Şivan Perwer lêborîna xwe nexwaze ewê tu caran ligel wî nexebitin.

Eger ku çêbû û hunermend Şivan Perwer beşdarî Newroza Diyarbekirê bû jî, bêguman wê derbeyeke mezin be ji wî re piştî 28 salan ew bi hunermendekî weke Îbrahîm Tatlises re ku piraniya guhdarên Kurd in, derkeve pêşiya beşdaranç

Hunermendekî weke Şivan Perwer hêjaye ku bi tenê derkeve ser sehneyê û Newrozê pîroz be. ((avestakurd.net. H 79 ))

* * *

Lêkolî berdewam e,

Emê nêzîk di derbarê Don Kîşotiya.. Kazanofiya.. Don Ciwaniya û türkü ya hunermend e binivîsin, her wisa di derbarê Top û fitîla topên nevî çirçirkan de binivîsin dema bavê xwe dinirxînin…her wisa emê li şûna stranan daxuyaniyan deynin, bê ka hunermendî çi dendikan diqeşêre û kî hozanê gel e?.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com
qadoserin@qadoserin.com
qadoserin@hotmail.com