|
|
|
Rexne ----------------------------- Malperên bakur û birêvebiriya seqet
-Hakem maçî kir, qerta zer dit -Jenifer Lopezê ji bo 40 deqîqeyan 1 milyon dolar wergirt -Berexikek 5 ling! -Dinya li ser vê golê diaxive. -Maradona di têkoşîna mirinê de ye. -Messi textê Maradona dihejîne. -Hulya Evşar: Ez bi vê dîmenê îftîxar dikim. -Ciwan Haco û Rojînê jiyana xwe kir yek. -Madonna dîsa bi dansên xwe hiş di serîyan de nehişt. -Belçîm: Navbera min û jintîya min Gulben pirr baş e. -Ronaldo êdî li AC Milan dilîze. -Hişyar Zêbarî got heger Abdullah Gul nebe bila wezîrekê dî be. Ev hin nimûne ne ji nûçeyên du malperên kurdî ne. Hêdî hêdî bixwînin û baş di wan de biramin, hin ji hêla ziman û wateyê ve, û hin jî ji hêla pêwistiyan wan ji bo me kurdan. Gelo ta çi radeyê ew nûçe boyî me kurdan girîngin?, cihê wan nûçeyan malperin taybetin, guman dikim tenê hin nivîskar êşa van nûçe û hevokan dikşînin û bi tepan bi serê xwe dikevin, çimkî hindikin zikêşên zimanê kurdî, li şûna demdayîna van nûçeyan ko merovekî bakurî fêrî zimanê kurdî bikin baştire. Min berî demekê di nivîsek xwe de nivîsandibû; kurdan dikarîbûn 1400 salî zimanê xwe ji gelek êrîşan biparêzin, lê niha di dema Internet de têkdiçe. Ezê li jêr hin nûçeyan şirove û binirxînim. Dema tu nivîseke xwe ji hin malperên bakur e dişînî, tu çend rojan diraweste, mexabin ne tê weşandin û ne jî bersiv ji te re tê, piştî çend rojan tu li berhema xwe û sedema neweşandinê dipirse, bersivek xiloxavî ji te re tê, hin caran tu poşman dibe ko tu nivîskarî û dinivîsînî;- bibore berhema te belav nabe ji ber ko te rexne li sînordaşê me kirye, li zavê me kirye, li kera me ya boz û seqet kirye, te li zeviyek din daniye. Sedema biderengxistina weşandina berhemê ji bo min tê wateya nexwestina belav kirinê. Merovê gotara nivîskar û lêkolînerê kurd Heyder Omer a di bin navê “Weşanên me û bîranîna pîroz”,(efrin.net) bixwîne, dê kirasê xwe biçirîne. Heyder Omer di gotara xwe de malperekê ji her du malperên ko min nûçeyên jor jê girtine bi nav dike, ew bi rojan û hefteyan li bende belavkirina nivîsa xwe yan jî bersivekê ji malperê dimîne, lê ne bersiv jêre tê û ne jî nivîsa wî belav dibe, piştî lêpirsînê bersiva reşbînî tê; bibore nivîsa te belav nabe ji ber di malpereke din de belav bûye. Ev bersiv mehneye ji ber ko di eynî demê de, û di eynî malperê de gelek nivîs têne dubare kirin. Li gor gotara H. Omer a ko me li jor bi nav kir, ew bersiva reşbînî ji malpera netkurd.com e, her wisa H. Omer du malperên din; tirej.net û rojava.net û du kovaran Peyama Kurd û Dema Nu, bi nav dike, ew ên ko bersiva wî qet nedane. Diyare wê malperê ji qestî wisa kirye dako jêre belav neke, ji ber ko piştî derengxistinê nivîskar mecbûr dimîne ji malperin din re bişîne. Jixwe eynî pirsgirêkê bi min û gelek malperên bakur re jî bûye(nefel.com, wek nimûne), û ez bawerim bi gelek nivîskarên din re jî bûye, mîna CanKurd.û hin din, ew hin ên din ji min re diyar kirin ko wan nivîs û berhemin xwe ji hin malperên kurdên bakur e hinartine, lê ji wan re belav nekirine, ji ber kurdên rojava nizanin bi kurdî baş û rast binivîsin. Têbînî; bi nameyeke eliktronîkî H. Omer ez agahdar kirim ko wî gotara xwe “Weşanên me û bîranîna pîroz” di 23/04/2007an de ji netkurd.com re verê kirbû û ta niha 06/05/2007 bersiva wî nehatiye dan. Roj bi roj ji merov re diyar dibe û têdighêje bê çima rexnevan li ba me kurdan peyda nabin, ko te rexneyek li nivîskarekî, merovekî, hunermendekî, siyasetmedarekî, serokekî, partiyekê, kovarekê, rojnameyekê, malperekê û li nanpêjekî kir, êdî çû ji te de, navbera te û wan bû jahra silêmanî, wisa û bi vî şêweyî civaka me, medya me, hiş, raman, bîr û boçûnên me azad û li pêş nakevin, bê guman ew rexne jî di bercewendiya wan de ye. Medya bi hemû şaxên xwe ve bê rexne nabe, bê rexne mîna qitka seqete. Wek nimûne, û bi erêya H. Omer du nameyan ko ew jî di navbera hêja Heyder Omer û birêz Arif Zêrevan de hatine nivîsandin û hinartin diweşînim. Dema H. Omer nivîsa xwe “Weşanên me û bîranîna pîroz” ji nefel.com re dişîne; Von: Arif Zêrevan Gesendet: 27.04.07 23:39:20 An: "'Heyder Omer'" Betreff: RE: gotar Ev dem û hemî dmeên te xweþ bin kek Heyder, Pir spas ji bo nivîsara te û her hebî. Te di nivîsara xwe de behsa serhatiya xwe û Netkurdê kiriye û ew meseleyeka ji me dûr e û ji ber hindê em wê nivîsara te belav nakin. Heger tu nivîsarên ko te berê ji malperên dî re rênekirine ji Nefelê re rêkî em dikarin belav bikin. Heger em belav jî nekin dê bibêjin ko belav nakin û hingê malperên dî hene. Yanî em dikarin nûçeyekê ji malpereka dî bigirin û di Nefelê de belav bikin. Mimkin e ko em hinek caran nivîsarekê jî ji malpereka dî bigirin û belav bikin. Lê belê em nivîsareka ko xwediyê wê bi xwe ji gelek malperan re rêkiriye belav nakin. Ji ber bi qenaeta me her malperekê xweseriyeka xwe heye. Digel silamên dostaniyê Arif Zêrevan ------- Roj baş... Rêz û silav kek Arif... Bi rastî ez gelekî rêza helwesta te digirim, ji ber ku te ew gelekî sayî da xuyakirin. Lê ev helwesta te pirsekê li ba min, û belkî li ba gelekên din jî , dilivîne. Pirsa min ne ji bo te tenê ye, belê ji hemî Kurdên, ku di meydaya kurdî de dixebitin re ye. Eger hemî rojname, kovar û malperên me rê li pêş serhatiyên nivîsevanên me bigirin, û nehêlin ew deng û serhatiyên xwe, ku bi alavên medya ya me re dibin, bigihînin raya gîştî, gelo mafên wan nivîsevanan dê li kû derê bimîne?!.. Birayê delal!.. Eger gotareke rexneyî li ser berhemeke te di malperekê de belav bibe, rexeneyên tûj û hinek jê ji awayê zanistî dûr bin, li te bêne girtin, ma ne mafê te ye, ku tu jî nerîna xwe bidî, û berî pêşî ew malper bi xwe sîngê xwe ji bersiva te re veke?!.. Malpera tirej.net li min weha kir. wan gotareke hevalkarê me Jan Dost belav kir, tê de rexneyên xwe li nerînên, ku di gotareke min de bûn, digire, min jî bersiva wî da, nerînên û yên wî dane ber hev, da xwendevan cudahiya, ku di nav wan de heye, bibîne, û pê hay bibe, ku hevalkarê me bi awayê ne rast, û li gor kêfa xwe nerînên xwendine. Lê mixabin wê malperê rê li pêş bersiva min girt, û ez agahdar nekirim, ka ji bo çi wan weha kir. Dîsan wê malperê û rojava.net berhemeke mine rexneyî, yekê di nîvî de, û ya din di pey xeleka yekê re, rawestandin, bê ku min agahdar bikin, û ji xwedevanên xwe re jî sedema wê kira xwe diyar nekirin. Gelo kî yê li hember xwendevan sûcdar bête xuyakirin, ez yan ew her du malper?!.. Gelo çima weşanên me xwe mafdar dibînin, ku pozbilindiyê li nivîsevanan bikin, û gava ew nivîsevanan sedema wê kira wan dipelînin, bi sedan dest dirêj qirikên wan dibin, da dengê wan negihe raya gîştî?!.. Ez ji cenabê te û hemî nivîsevan û rêvebirên weşanan dipirsim: Gelo eger ev serhatiya we ba, ma we dê çi bikira?! wê yê pênûsên xwe bişikandana?!.. Çima kovarek dê gotarekê ji te bixwaze, û te agahdar bike, ku dê gotara te di filan hejmarê de belav bike, lê gava rexneyeke te ye biçûk bibhîse, dê rê li pêş wê gotarê û hemî berhemên te bigire. Kovara Peyama Kurd li min weha kir. Kovarek ji bo gotareke rexneyî tê rawestandin. Ev yeka çi tîne bîra me Kurdên, ku tevayê jiyana xwe di bin zulm û bindestiya serdestan de dîtine?!.. ( Ez rica û lavan ji te dikim, ku tu malpera (efrin.net / erşîva 2003-2005 ) vekî, û di kovara (Pênûs ) hejmar 12 de gotara ( Tevgera me nexwaş e, ez xwe bi bîst nivîskarên wek.....nadim) bixwînî. Kek Arif, ev serhatî ne ya min e, ew ya medya, rewşenbîrî, wêje, û têkiliyên me Kurda ye, ev serhatî ya tirajîdiya me ye. Bi hêviya berdewamiya têkiliyan, careke din silavên xwe dubare dikim, û serkeftinê ji we re dixwazim. Heyder Omer. * * * Merovê bersiva birêz A. Zêrevan bixwîne, dê bighêje wê baweriyê ko rexne nabe bê nivîsandin û kirin. Nivîskaro; êdî xwe newestîne û berhemeke rexneyî nenivîse û dujminan ji xwe çêneke, ji ber ko berhema te li tu deverê belav nabe, kesek ji te re naweşîne, êdî bi çi şêweyî dê çanda me bê rexne bi pêşde here di dema ko ev kes medya seqet dikin û birêve dibin. Li gor têkiliya min bi hin kesên bakur e, ew nivîsarên rojava ne dixwînin, ne dipejirînin û ne jî nas dikin, û ji ber vê yekê ji wan re belav nakin, ji wan weyê ko tewteweyeke ji bo ko wêneyê xwe pêş yarka xwe bike, dinivîse. Naxwe tê çi wateyê ko hin malperan komek nivîskar dane dor xwe, koda malperê bi wan reye û ew nivîsên xwe belav dikin, wekî din, jiderveyî vê koma han nivîskar dibin mêvanê malperê. CanKurd jî di lêkolîna xwe ya di bin navê “Di nivîsandina me ya bakurê Kurdistanê da, çiqas "Kurdî" heye?”(kurdax.net) de, 29 nivîskarên bakur bi nav dike û gotinên biyanî di nivîs û berhemên wan de diyar dike û dipirse; "-Gelo, çiqas "Kurdî" di van gotar û nivîsan de heye?.". CanKurd bi sedan gotinên biyanî, çi Europî, çi Erebî, çi Tirkî û çi jî Farsî diyar dike. Li dawiya lêkolîna xwe nivîsandiye; “Gava Em bijmêrin, emê bibînin, ku kêmtir ji 100 bêjeyên Erebî û kêmtir 100 bêjeyên Ewrûpî derbas bûne nav van gotaran. Eve ne hejmarek mezine, lê gava di hinek gotaran da hinde bêje pir caran tên, emê bibînin, ku zimanê me tê herifandin. Tiştê diyar jî ewe, ku piraniya van bêjeyan bi Kurdî jî hene. Biraderekî bi xwe gotiye, ku peyva "Mirov" di zimanê Turkî da tuneye, lew re ewan "însan" bi kar tînin, mixabin, ew bi xwe jî di gotara xwe da "însan" li ciyê "mirov" bi kar tîne....””.( .kurdax.net). Diyare dujminan zora me birin û pişta me ji hêla ziman de danîn, naxwe tê çi wateyê dema du nivîskarên ko bi kurdî dinvîsin hev li Amedê dibînin, dibe şeldim beldima wan û bi Tirkî bi hev re diaxivin. Dujmin zimanê xwe bi me şêrîn kirye, ev hevok ne ya min e, belê ya şoreşgerekî kurdên bakur e, çi çaxa min ew bi hevalê wî yê şoreşgerê din re didît bi Tirkî bi hevûdû re diaxivîn, bi xeyd û hêrs min ji wan pirsî; hun bi kurdî baş dizanin, êdî çima hun bi Tirkî diaxivin?, yekî ji wan got: Dujmin zimanê xwe bi me şêrîn kirye. Û ev bixwe têkçûne, nizanim çî me ji zimanê me pêve heye, jixwe ko ziman jî çû nizanim çî me dimîne. Û ji ber vê yekê û vê êş û pirsgirêkê, nivîskarê kurd Arşevê Oskan gotarek di bin navê; Turkbûna Kurdên Almaniyayê, Ne Gunehê Turkan e(tirej.net), berî demekê nivîsandibû. Bi vê helkeftinê gotina Mîr Celadet Bedirxan tê bîra merovan: ‘Kuro! Eyb e, şerm e, fihêt e!.. An hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin an nebêjin em kurd in...’ Ez rastî gelek Tirkan hatime, di dûv re Kurd derketine, hin jî şerm dikin bêjin; em kurd in, hin jî xwe bi zimanê Tirkî mezin û serbilind dibînin, hin kurdên ko bûne Tirk jî, ji Tirkan Tirktir û nijadperestirin. Li vir û wek çareserî medya kurdî gereke rola xwe bilîze, çi Tv, Radyo, kovar, rojname û malper, jixwe partî û dezgehên siyasî jî bi erkên xwe yên zimanewanî ranebûne û li şûna ko daxuyanî û belavokên xwe bi kurdî derxînin, bi Tirkî derxistin û guh nedan zimanê kurdî. de wer
in û li hunermenda kurd Aslîka Qadir guhdarî bikin, bê çi di derbarê
zimanê kurdî de li Amedê dibêje, dema beşdarî
di 7'emîn Mehrecana Çand û Hunerê ya Amedê bû,
Azadiya Welat hevpyivînek pêre kir, ez li vir perçekî jê belav dikim. ma
ev ne têkçûne, dêmek dujmin pişta me kurdan bi
riya ziman danî û me negot; çîz jî... Em vegerin nûçeyên jor, çima min ew nûçe hilbijartine?, gelo li şûna demdayîna çêkirina wan nûçeyan, ko xwediyên malperan bersiva nivîskarekî mîna Heyder Omer û gelekên din bidin nebaştire?, ew nûçeyên ko hin ji hêla ziman de şaşin û hin jî bê watene, wek; -Hakem maçî kir, qerta zer dit, ango dadgêrê gogê maçî kir, kerta zer xwar, nizanim ev nûçeya ha çi sûdeyê dighîne kurdan. Lîstikvanê Berazîlî dadgêrê gogê maçî kir an maçî nekir ji bo me çîye?, di dûv re gotina qert li vir şaşe, ev gotin bi wateyeke din tê gotin; min qertek li nan da, ka qertek nan, min ew kir qertek, ango gepek, diyare xwediyê vê nûçeyê tenê wê peyvê dizane, çimkî ji bakur e û tenê ji xelkên bakur e nivîsandiye, ne tim tîpa Q li şûna K raste, û ka standartkirina ziman?. -Belçîm: Navbera min û jintîya min Gulben pirr baş e. Bi rastî pirsgirêk û bêtareke mezine boyî me kurdan ko navbera Belçîm û jintîya wê Gulben nebaş û nexweş be, emê kurd têkbiçin, xew nema bi çavên me dibe, li gel hemû rêzgirtin ji hunermenda hêja Belçîm re., ev ne nûçeye û ne jî ji me re girînge. -Ronaldo êdî li AC Milan dilîze. A rast Ronaldo êdî ji AC Milan re dilîze an jî Ronaldo êdî li Milano dilîze, çimkî AC Milan tîmeke gogêye û ne cihe ko tu bêjî; li AC Milan. -Hişyar Zêbarî got heger Abdullah Gul nebe bila wezîrekê dî be. Li şûna wezîrekê gerek wezîrekî be, an jî wezîrekî dî bê. Ev hin nimûne bûn ji sernûçeyên hin malperên ko rêzgirtinê nadin nivîskar û berhemên ko ji wan re têne hinartin, bi taybetî nivîs û berhemên rexneyî. Bi hêviya ko di rojên bê de xwedî û berpirsyarên malperên me bi rêzgirtin nûçeyên xwe binvîsin, her wisa rexne û rexnevanan tune nekin. Ramana azad û bi sûd cihê xwe di nav per û baskên malperên me de bibîne. Ji berê de serdestan kurd tune kirne, bi hêviya ko em jî hevûdu tune nekin, tako em rê li ber rexneya azad venekin em li pêşnakevin, civak û çanda me li pêşnakeve. Merovê xirecir û tevgerê bike, helbet dê rexne lê bibin, îca merovê ko rexneyan nepejirîne bila karekî din bike, bila xefkan li ber mişkan vede baştire. 06/05/2007
|
|
|
|
Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com |
|