|
|
|
Rexne ----------------------------- Gunehê kê
ye? Berî çar pênc rojan li ser
daxwaza dostekî derbasî malpera welate-me.net bûm. Piştî min
nivîsa nivîskarê kurd Silêman Azer a di bin navê “”Cubran.X.C...bi
kurdî naxwîne..? “”, xwend, min çavên xwe li nivîsin din
gerandin, rabû min ev helbest..pexşan..nizanim çi navî lê bikim
ya Evîn Şikakî xwend. Ji ber
Evin Şikakî
(Evîn) Ji ber ko hemî gorî minkir
(hemî bi gorî min kir) Jiber ko
( ji ber..) http://www.welate-me.com/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1139 Nivîsa bi rengê reş nivîsandina wê ye û
ya bi rengê sor serastkirina min e. Gelî xwendevanan; hûn helwesta xwe bêjin,
ka şaşî û guneh a/ê kê ye? Ji we
dipirsim, yê nivîskarê ye an yê malperê ye? Eger hûn ji min
bipirsin, ez ê bêjim her du zimanê kurdî têk dibin, û her du
ango (Evîn û malper) hemû nivîskar û zimanzanên kurdan hov û
nezan dibînin, ji ber ko ne wisan ba dê ji wan şerm bikirna û
belav ne dikirin. Min berî çend salan di
gotarek xwe de nivîsandibû; bi sedên salan e dujminan nikarîbûn
zimanê kurdî tune bikin(mîna bakurê dil), lê ana û di dema
internet de ev yek dê bi hesanî bibe, ji ber internet bûye mîna
bermîla şopê, kî tê qirêja xwe tê de vala dike, ji xwe xwediyên
ziman jî tune ne, eger partî, dezgeh û Institût bin, ew jî bi
serok û bi bercewendiyên kesane ve mijûl in. Bi hêviya ko sî-çil şixtik
mixtikên din î wisa di rêza Şahmaran de çap nebin û
nebin pirtûk. Mane Evîn Şikakî jî jin e. Hêjayî gotinê ye, ko
Şahmaran taybet e bo berhemên nivîskarên jin ên kurd û heta niha
ji hemû parçeyên Kurdistanê gelek berhem di vê rêzê de çap
kirine. Ana hin jinên qaşo nivîskar,
ew yên ko tenê dizanin sixêfan binivîsînin û merovan ne li ser
tiştekî bi kujtina jinan tawanbar bikin, dê bêjin; dîsa Q. Şêrîn
şerê jinan kir, lê eger hûn zikêşiya li ser ziman şer dibînin,
fermo dîsa berê tifinga xwe bidin sênga pênûsa min. Dîsa dibêjim; rexne di
civaka nezan û li paşmayî de rexnevanan ceza dike, bi taybetî
dema rexne pişta bercewendiyên hin kesan dişkîne. Li dawî, ne ji ber ko E.
Şikakî jin e li ser dinivîsim, xwezî ew şixtik mixtikên li jor a
mêrekî bana dako gumana şaş û bê wate jî nebûba, lê tenê ji bo
ko bang li xwedî û sernivîserên malperên kurdan bikim; xwezî hûn
ji wisan bêhtir û baştir xwedî li zimanê me û xwe û kurdên dema
xirecira internet xwedî derkevin. Xwezî hûn di dema internet de
rola dujminan di têkbirina zimanê kurdî de nelîzin. Û hûn sax… 08/07/2008
|
![]() * * * ji boyî we her û her mîna mûma geş im.
|
|
|
Avdar 2007-2008,
www.qadoserin.com
|
|