|
|
|
Nivîsin bijartî -----------------------------
ŞEWÊŞ (YEKEM ÇÎROKA MODERN A KURDÎ) Şewêş kurê şivanekî ye. Ew bi xwe deh salî ye. Zarok e, lêbelê pir çavvekirî ye. Şewêş diya xwe nedîye. Bavê wî jî reben û belengaz e. Qet tiştekî wan tune. Tenê meteke Şewêş hebû, ew jî pîrek bû. Şewêş carna bi alî wê de diçe, dilê meta xwe hinekî digire. Şewêş nola Sako li gundî teşqeletî nedikir. Bo kesê dî tiştek nedigot. Tim xwe bi xwe bû. Gel hevalên xwe baş diçû, ji wan re gotinên dilmayî nedigot. Heta êvarê di nav gund de bê deng digeriya, dilîst, roja xwe derbaz dikir. Ev çikûna Şewêş pir bi xweşîya gundiyan diçû. Hemû Şewêşî hez dikirin. Rîsipîyên gund herro ew dibirin mala xwe, xwarina wî didanê. Li wî xweyîtî dikirin. Her kes da ev zarok qenc e, jîr e, digot. Şewêş herro êvarî, diçû ser riya bavê xwe, li hîvîya wî dima. Wekî bavê wî dihat, dibeziya pêşîyê, xwe diavêt ser kulukê bavê xwe. Destê wî digirt, maç dikir. Bavê wî jî her du çavên kurê xwe maç dikir, dil hînik dibû. Rojekê Şewêş dîsa diçe ser rê, li hîvîya bavê xwe bû. Gavek buhurî, roj çû ava, tarî ket hemû alî, bavê wî hêj nehatibû. Şewêş nava wê tarîyê da tenê ma. Dilê wî lez dike, carna guhdarî dikir, ji tu derê da deng nedihat. Şewêş li ciyekî rûnişt, bona bavê xwe girîya, paşê bi xwe ve çûbû. Bavê Şewêş hêdî hêdî ji alî newalê da dihat, dengê pezan deştê girtibû. Şewêşî deng bihîst, rabû gazî bavê xwe kir: -Bavo! Bavo! Bavê wî jî: - O Şewêş, lawo tu yî li
wê derê yî? Histêrê subê derketibû.
Nêzîkî subê bû, dîka bang dida. Ba bi nermî û hêdî hêdî li serê
daran dixist. Pelan bi hejîna xwe re dengekî xweş derdixistin.
dawî * * * Ev çîrok ji kovara Rojî Kurd, no:1 (Hezîran 1329=1913) r:25-26 û no:2 (Temmuz 1329=1913) r: 24-25 hatîye girtin ku bi herfên erebî ya alfaba osmanî hatiye nivîsîn. Min jî ji herfên erebî wergerand ser alfabeya latînî ya kurdî. Di wergera wê de min zimanê wê jî hinekî rast kir. Çewtîyên ku min rast kirine hinek ji wan çewtîyên çapê ne, lê hinek jî çewtîyên avakirina awayên cumleyên kurdî bûn, ku min rast kirin. Wekî ji dawîya çîrokê jî tê famkirin ku çîrok hê jî xelas nebûye. Her çendî di hejmara 2. a kovara Rojî Kurd de dinivîse "dawî heye", lê mixabin dawîya çîrokê ne di hejmara 3. û ne jî di hejmara 4. a kovarê de heye. Her weha navê çîrokê jî nehatîye nivîsîn. Tenê "çîrok" hatîye nivîsîn. Li şûna wê min navê "Şewêş" li çîrokê kir. Nivîsakarê çîrokê Fûad Temo an jî Fûadê Temo ronakbîrekî kurd e ku ji bajarê Wanê ye û kurê mebûsê Wanê Tewfîq Begê Wanî ye. Li Îstenbolê digel ronakbîrên kurdan ew jî yek ji aktîftirîn kesan e ku beşdarî kar û barên sîyasî û kulturî ya kurdan dibe. Di komele û kovarên kurdan de dixebite. Di 1912'an de ligel Qedrî Cemîl Paşa, Cerrahzade Zekî Beg û hin ronakbîrên din, li Îstenbolê yekemîn komela xwendekarên Kurdan; Civata Telebeyên Kurdan-Hêvî'yê datînin. *** Wekî tê zanîn di edebîyata modern a kurdî de, yekem car çîroka modern a kurdî di 1925'an de di rojnama Jîyanewe de derket. Navê vê çîrokê "Le Xewima" ye, nivîskarê wê jî Cemîl Saîb e. Yanê me heta nuha destpêka çîroka modern a kurdî 1925 zanîbû. Lê piştî ku ev çîroka Fûad Temo derket ronahîyê, êdî yekem çîroka modern a kurdî û tarîxa destpêka wê dikare were munaqeşe kirin. Û pirsek weha derdikeve pêş me; gelo di edebîyata kurdî de, em ê destpêka yekem çîroka modern a kurdî wek tarîx 1925 û Cemîl Saîb qebûl bikin an 1913 û Fûad Temo qebûl bikin? KOVARA ROJÎ
KURD Îstanbul, 1913 Kovara Rojî Kurd li Îstenbolê bi kurdî (kurmancî-soranî) û tirkî derket. Xwedî îmtîyaz û mudîrê wê yê mesûl: 'Evdilkerîmê Silêmanîyê ye. Di bin navê kovarê de bi tirkî weha hatîye nivîsîn: "Şîmdîlîk ayda bîr neşr olunur” (Nuka mehê carekê derdikeve.) Li ser qapaxa hejmara pêşîn a kovarê rismê Seleheddînê Eyyubî, li ser hejmara 2. rismê Kerîmxanê Zend, li ser ya 3. rismê Huseyin Ken'an Paşayê Bedirxanî(1857-1913, kurê Mîr Bedirxan e, li girava Girîdê ji dayik bûye) û li ser ya 4. jî rismê bajarê Erzerûmê heye.
Her sê hejmarên pêşîn ên kovara Rojî Kurd, ji alî Cemal Xeznedar, di 1981an de li Bexdadê ji nû ve wek cild hat çapkirin. Piştre di 2005an de Ebdulla Zengene, li Silêmanîyë her çar hejmar bi hev re çap kirin
Her hejmarek wê 32 rûpel e. Ebada wê (li gor çapa nû):24,2x17 cm ye.
Rojî Kurd, organa Civata Telebeyên Kurdan Hêvî (Kurd Talebe-î Hêvî Cemiyeti) bû. Ev cemîyet jî di 1912'an de li Îstenbolê hatîye damezrandin.
Weşandina kovara Rojî Kurd di 1913'an de hate sekinandin, lê li şûna wê kovara Hetawî Kurd dest bi weşanê kir.
Tarîxa derketina her çar
hejmaran weha ye:
Bo zêdetir agahdarî
binêre: Mahmud Lewendî
|
![]() * * * ji boyî we her û her mîna mûma geş im.
|
|
|
Avdar 2007-2008,
www.qadoserin.com
|
|