malperaQado Şêrîn.Tako zindî me mirî me, lê ko mirim zindî me..                                    

 

Kurdê bi zimanê serdestan dinivîse, alîkariya serdestan di têkbirina zimanê kurdî de dike.

 
    Gelek bi xêr hatin, ser sera û tishtin din...  

 

Pexşan

-----------------------------
Xatûna xewna tirsê


Hêlîn Remo

 Xewnan bihûne, birêse..

Bila libên tirî yeko yeko dawerivin

Û bila tu bi qehweya sibê re lempa şeva dihatû bî

Xwe di bin barana tirsê de zuha bike

Bila dilopên stêran ji te daweşin

Sênga xwe bide ber bayê givaleyan

Ji hemû mêweyan a şîn biweşîn

Dako tu bi dendika wê xwe biçînî

Piştî yazdeh rojan tê bibî diyariya perwaneyan

Û sirûda serê sibê û gelek tiştên din

Hîna çîrok û serpêhatiya te lêêê,

Di destpêkê deye,

Li pişt xwe nenêre

Riya te ya dirêj bi xewnên gulgulî bi dawî nabe

Û xweşiya herî xweş nadawerive nava te ya sar

Bila bêhna te fireh be

Riya te dirêj û dijware

Tê gelekên wek Siyamend û Qeregêtran bi rê de bibînî

Tê silavan bidî gelek Memoyan

Gelek Bekoyan

Tê gelek sinbilan zer bikî

Ji bêhna axê nexeyide

Xwe bi agir vemrîn

Pêlên ba û baranê nejmêre

Li ser riya dihatû bimîne

Ez li bin dara xewnerojkan

Bi dara xweziyan ve daliqandî li benda cavên te yî westiyayî me.

Wê çaxê min hembêz neke,

Mîna siya xwe min daqurtîn

Bila Roj ji çavên te hilê

Ji nû ve barana tirsê li ser her du destên qedîfeyî bimale

Bila hemû perî li ber lingên te biçin sicûda dawî

Bila hemû serî li ber pozê te xwe sernixûz bikin

Û dara di pencerê de hişk li te binêre

Bila bibe kevir

Bila neynik şerm bike

Tu…tu…tu…ma keseke din mîna te heye.

De xewnan biqurmiçîn

De xewnan bi tav ke

Bila xewn bişkivin

Morîka bi çavên te ve daliqandî bişkê

Ma tu newestiyayî

Ma çar demsal buhar dibe

Ma destê di bin serê te de newestiya

Ma xaçirêka mala we bi bêhna te zingar negirt

De bese lê,

Tu jî bi ava wê peyalê damaran bişo,

Di çemê xewnên me de avjeniyê bike

Bila tu sereka refê qulingan bî

Lê tu ji toz û tirafa tenûra me bî

Qat bi qat dakeve

Bila xweda nîşana te bigre

Û sê asmanan bijmêre

Li bin ewrê siya xwe peyabe

Û li wir silava dawî bi me hemiyan de

Wê demê tê bibî xatûna me

Tê bibî sawêr û stêrka me

Tê bibî quble û peyala me

De here, ez zanim te ez wisa stûna dilê xwe dixwestim

Sibe tê gava pêşî bijmêre

Li gava dawî tê rastî xwe bê

Dê neynik tunebin

Tê min di çavên xweyî têr de bibînî

Tê min bi siya dîtinê bixwe

Tê zuha bibe

Tê dîsa nifira bi hezkirinê ketî li min û xwe bike

Ezê dîsa bimînim bendewarê çavên te

Û tê dîsa bibe mij û leylan

Û ez, ax ez…

Ma ko tu ne di fincana min de bî

Ezê çi ji tûrkê li ser pişta xwe bikim.

……..

Piştî givaleyên min dawerivîn

Û qulingên nava min hemû firiyan

Tu li ser textê xewê,

Xewnan dihûne..

Xewnan dirêse..

Tu xefk û davan vedidî,

De xewnan bihûne, birêse,

Ma çî te, çî me ji xewnan pêve heye

Ji bilî rûniştina li bin siya daran

Û guvaştina li bin siya ewran

De bila silava giyanê dawî

bigorî ramûsana giyanê dawî be..

Dem baş..

Tu çawayî?

Gelo te bêrya min kirye?.

 

6-7/01.2008

 

   

 

 

     
 

 

Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com
qadoserin@hotmail.com
qadoserin@qadoserin.com