malperaQado Şêrîn.Tako zindî me mirî me, lê ko mirim zindî me..

     
   Gelek bi xêr hatin, ser sera û tishtin din...  

 

Nivîsin bijartî

-----------------------------


Alaya Kurdan
Mahmûd Lewendî

 

Her millet, netewe, xelk û dewlet aleke wan heye. Al nîşana huwîyeta wan e, sembola hebûna wan e. Ala her milletî bi şiklekî ye, reng û sembolên wê bi awayekî ye. Wek her milletî, Kurd jî xwedîyê alekê ne. Ala Kurdan a ku îro tê bikaranîn sor, sipî, kesk e û di navîna wê de rojek zer heye.

Di tarîxê de Kurdan kengî al, an jî sembolek ku şûna alê bigre bikaranîne, em baş nizanin. Lê ew Kurdên ku ev serê 6-7 hezar salane ku li Kurdistanê, yanê li cihê xwe yê nuha dijîn, bêguman wan jî gelek dewlet û îmaret avakirine. Û wekî her dewlet û îmaretên qedîm, wan jî miheqqeq alek, an jî li şûna alê sembolek bikaranîne. Yanê ew dewletên wek Mittanî, Hurrî, Subarî, Xaldî, Kardox, Kasî, Med û hîn gelekên din ku di tarîxê de rolek mezin lîstine, leşker çêkirine, bajar û medeniyet avakirine û li gor tarîxzanan jî bav û kalên Kurdan in, divê ku xwedî al bin.

Wex efsane her Kurd bi çîroka Kawa dizane. Kawa hesinger e. Pêştimalek wî heye. Piştî ku li hember Dehaq bi ser dikeve, dibe hukumdarê welêt û pêştimala xwe jî wek al bi kar tîne. Her çendî efsane ye, lê têde al hatiye bi kar anîn. Yanê di efsaneyan de be jî xuya ye Kurdan al an jî sembolek ku şûna alê digre bi kar anîne.

Dîsa ew îmaretên Kurdan, wek şedadî, Merwanî, Botan, Soran, Erdelan, Bahdînan û hîn gelekên din, her çendî nîv serbixwe bûn jî, lê li mizgeftan bi navê mîrên wan xutbe dihatin xwendin, xwedî leşker û qesr û avahîyên mezin bûn. Ev îmaretên ku çendsed salan li Kurdistanê hukum kirin, gerek alek an semboleke wan a ku li şûna alê bi kar dianîn hebûya.

Mîr Bedirxan (1802-1868) ku seranserî Kurdistanê di bin hukmê wî de bû, xwedî pere û top û tifing bû. Li ser navê dewleta xwe pere derxistibû. Hê wê wextê têkilî bi Ewrûpayê re danîbû, ji bo birêvebirina dewleta xwe xwendevan şandibû Ewrûpayê. Li ser Gola Wanê ji bo parastin û tîcareta dewleta xwe kêştîyên şer û tîcaretê dabû çêkirinê. Gelo meriv dikare bibêje ku Mîr Bedirxanê ku hewqas tişt kirîye, bê al be. Bêguman na! Lê ji ber ku tu belgeyek ji dewra berê di destê me de tuneye, em nizanin alên wan çawa bûn.

Yezdan şêrê birazîyê Mîr Bedirxan ku di salên 1853-1856’an de Kurdistan hemû girtibû bin hukmê xwe, hejmara leşkerên wî gehîştibû heştê hezarî. Divê ku xwedî al bûya. Mesela di stranek folklorî de ku dî 1887’an de jî alî Socîn û Prym jî devê Yahûdîyekî Kurdistanê hatîye girtin, li ser şerê Yezdan şêr e, û têde peyva "beyraq" derbas dibe. Di destpêka sitranê de pêşî qala plan û programa Yezdan şêr tê kirîn, ku ew hemû serok eşîr û mezinên Kurdan li Cizîrê dicivîne bi wan re civînekê çê dike. Paşê jî yeko yeko qala kesên ku tên civînê dike û pesnê wan dide û dî rêzeke sitranê de weha tê gotin:

"....

Go ew Zaxoyê bi rût û kevotan
Beyraq bûne cot bi cotan
Berê xwe dane Cizîra Botan..." (1)

Dîsa di klasîkên Kurdî de jî gelek şaîr û nivîskarên Kurdan di helbestên xwe de peyva alê bi kar anîne. Lê wekî ji kalsîkên Kurdî jî tê fêmkirin ku rastîya gotinê ne "al" lê "ala" ye. Çend mînak:

Zalimê kuştim şepalê,
Nazikê, qencê delalê,
Bûn hîcaba zilf û xalê,
Êdek û ala û tox.

(Ji Dîwana Melayê Cizîrî, 1407-1481)

Bejn û bala tox û ala
Min kirin vêkra mitala
Çîçeka terhînî wala
Dil ji min bir, dil ji min.

(Ji Dîwana Melayê Cizîrî)

Lê me hêvî wasiq e ez feqîr
Jêrî alaya te bim roja ’esîr.

(Ji Mewluda Melayê Batê, 1417-1491)

Ya Reb îmanê dixwazin em midam
Jêrî alaya Muhemmed wesselam.

(Ji Mewluda Melayê Batê)

Îşaret wehy-û telwîh û îradet vîn û qudret şîn,
Ceman qels û betel merd û lîwa ala, alem nîşan.

(Ji Nûbara Ehmedê Xanî, 1651-1706)

Ala Kurdan a îro

Ala Kurdî ya ku îro ji alî herkesî ve tê qebûlkirin kengî, çawa û ji alî kê hatîye çêkirin bi başî ne diyar e. Lê bi qasî ku ji belgeyên heyî tê fêm kirin di destpêka salên 1920’î de ji alî rêxistinên Kurdan ên wê demê hatiye çêkirin û tesbîtkirin. Mesela wê wextê Kurdîstan Tealî Cemîyetî li ser qerta huwiyetê a komelê "zemîna wê kesk û li ortê jî rojek" alek Kurdî çapkirine ku ev al jî "Katibê Umûmî yê komelê Zeynelabidîn çêkirîye" (2).

Li gor Zinnar Sîlopî (Qedrî Cemîl Paşa) ala Kurdî ya îroyîn ji alî Teşkîlati Îctîmaîye Cemiyetîyê hatîye tesbîtkirin ku şiklê wê weha ye; li jor rengê sor, di navînê de sipî, li ser sipî roj û li binî rengê kesk wek ala millî ya Kurdan tesbîtkirine û îlan kirine.

Her çendî di destê me de tu belgeyek din an jî rismek alê ya wê wextê tuneye, lê dîsa jî li gor gotina Zinar Sîlopî em dikarin bibêjin ku Ala Kurdî ya ku îro ji alî herkesî ve tê qebûlkirin di 1920’î de ji alî Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî ya Kurdan hatîye çêkirin (3).

Di 1921’an de Mistefa Paşa Yamûlkî li gel hin ji muessisên Teşkîlatî Îctîmaiye Cemiyetî; Xelîl Rami Bedirxan, Kemal Fewzî, Mewlanzade Rifat dixwazin biçin Kurdistana Başûr, lê Îngiliz nahêlin ew derbas bin, tenê Mistefa Paşa Yamulkî ji ber ku ji Silêmanîyê ye, derbas dibe. Mistefa Paşa diçe Silêmaniyeyê û di hukumeta Kurdî ya ku di 10.10.1922’an de di bin hukumdarîya şêx Mahmûdê Berzencî de tê avakirin, dibe wezîrê perwerdekarîyê (3). Her wê demê ji alî şêx Mehmûd ve alek Kurdî hatibû qebûlkirin û pûl jî çapkiribûn (4). Di destê me de ev al jî tuneye ku em bibêjin şiklê wê çawa bû. Lê ji ber ku Mistefa Paşa Yamûlkî yek ji muessisên Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî ye ku şiklê ala Kurdî tesbît kirîye û di hukmata şêx Mehmûd de jî bûye wezîr û berpisîyarê rojnama nîv resmî ya vê hukmatê; Bangî Kurdistan, ne dûr e ku ala Kurdan ya dewra şêx Mehmûd jî bi pêşniyara wî hatibe qebûlkirin.

Rismê Ala Kurdî-1928

Ronakbîr û siyasetvanên Kurdan yên ku di salên 1900-1928’an li Kurdistanê û li Îstenbolê di nav komele û cemiyetên Kurdan de karkirine an damezrandine, piraniya wan piştî salên 1925 û 1930’yî hatine li Sûriyê bi cih bûne. Her wê wextê jî bi navê Xoybûnê rêxitinek avakirine. Ji weşan û kitêbên ku wê demê li ser navê Xoybûnê derketine tê fêm kirin ku her ew ala ku di 1920’de hatiye tesbîtkirin, ji alî Xoybûnê ve jî hatiye qebûl kirin.

Dîsa tê gotin ku di serîhildana Agrîyê de ‹hsan Nûrî her ev ala Kurdî bi karanîye. Hetta rismek ku ji wê wextê maye, di gelek kovar û kitêban de hatiye belavkirin.

Îhsan Nûrî bi xwe di bîranînên xwe de weha dibêje:

"Di 1926 de, Bro Heskî Tellî, ji êla Celalî, li çiyayê Agrî îsyan kir, xwe kişa çiya. Di 1927 de nivîskar ‹hsan Nûrî, xwe bî Agrî gihand, îdareya şoriş bi dest girt, ji alîyê Komîteyî Xoybûn qomîserê fewqeladeyê eskerî întîxab bû (hat hilbijartin). Di wê salê de bayraxa sê rengîn a îstîqlala Kurdistanê, ku di sala 1920 Cemîyeta Kurdîstan Tealî qebûl kiribû, ji alîyê Xoybûn şandin Agrî. Îhsan Nûrî ewelîn car wê di Agrî de bilind kir.... (Hevî, Kovara Çandîya Giştî, Parîs, no: 2, Gulan 1984, r.21)

"...Min postekê esker ji xortên nebezê Kurda da çêkirin, ala Kurdistanê serbixoyî ra li qoçön Agrî daçiqand. Hêzê şikestxurî Romî ku li etrafê bajêrê Bayazîd bûn, ji ber ala azadî Kurd diçûn, dûr diketin. Pasevanên qaremanên Agrî ev ala ji dûr ve hurra dikişan, çepleyan didan. Li wê çaxê li Agrî teşkîlateke eskerî, îdareyeke Kurdî hebû...." (Hêvî, no: 2, Gulan 1984, r. 28)

Her weha li ser qapaxa kitêba Sureyya Bedirxan -ku ew jî yek ji xebatkarên Xoybûnê bûye- ala Kurdî bi rengîn hatiye çapkirin û li binê alê jî bi îngilîzî "Flag of Kurdistan" (Ala Kurdistanê) hatiye nivîsîn. (binêre; Sureyya Bedirxan, The Case of Kurdistan Agaînst Turkey, By authorîty of Hoyboon, Phîladelphîla, 1928)

Di Gulana 1993’an de ez û ji redaksiyona Armancê, Mîrze Bextiyar em çûbûn Kurdistana Sûrîyê. Li Qamişlîyê li malekê, Kurdekî alek Kurdî nîşanî me da û got ku "Ev al ya Xoybûnê ye, li mala Celadet Bedirxan bû, min anî". Her çendî em ne pisporê qûmaş in, lê ji qûmaşê wê welê dixuya ku gelek kevn bû. Her weha me bawerî bi wî hevalî anî çimkî têkilîyên wî û Rewşen Bedirxan yên nêzîk bi hev re hebûn. Me rismê wê alê jî kişand.

Kovara Hawarê û Ala Kurdan, 1932

Di Hawarê de li ser alê gelek nivîs û helbest hatine belavkirin.

Celadet Alî Bedirxan di gotarek xwe de (gotar hem bi herfên Latînî û hem jî bi herfên Erebî hatîye çapkirin) di qismê behsa alê de ala me ya îroyîn tarîf dike û weha dibêje:

".....Ala Kurdan, ji jor ber bi jêr ve, ser hev, sor, sipî û kesk e, di nava wê de roj diçirise. ("Welat, Welatînî û Al", Hawar, No: 9 (30 Îlon 1932), r. 1-2)

Ala Kurdan di 1932’an de li ser herdû bergên Hawar, no: 11 (10 Çirîya Paşîn 1932) bi rengîn hatîye çapkirin. Rengên wê jî:

Sor li jor, li navendê sipî û li binî jî kesk, di ortêde jî tavek 18 tîrêjî (an jî stêrkek 18 niçikî) heye. Celadet Bedirxan her di vê hejmarê de li ser mirina şêx Evdirrehmanê Garisî nivîsek nivîsîye û têde weha dibêje:

"...Belê şêxê min, min ji te re kefenekî welê bijart ko hêj tu kelaş pê nehatîye pêçandin, min ji te re tirbeke welê koland ko hîn tu mirî neketinê.

Min kefenê te kir: Sor, sipî û kesk û zer, ala te, û min tu veşartî nav rûpelên Hawarê û li serê wê kêla te daçikand.

Kefenê te kefenek welê ye, rûjkê bêt, ji te vebit li ser qelat û bajarên te re li pêl bibit.

Tirba te tirbeke welê ye ko ne kêla wê bi birûskên ezmanî dişike, ne cax û dîwarên wî bi ba û bagerê hildiweşe, ne axa wê bi baran û lehîyê qul dibe û ji hev dikeve.

Tirba te kitêbek e, ko nifşên milletê me deste-desta bikin û her nifş ji nifşê din re heta paşîyê, hinda rûja qiyametê, ji hevdû re dê bispêrin.

Ev tirba te a abadîn e. Min eva ha ji bona te bijart û koland....."

("şêx Evdirrehmanê Garisî çû rehmetê", Hawar, No: 11(10.11.1932), r. 2-3)

Dîsa di Hawar, no: 5 (20 Tîrmeh 1932), r.4’an de Herekol Azîzan (Celadet Bedirxan) helbestek li ser ala Kurdî nivîsîye ku çend malik jê ev in:

Alê Kurdan

Ala Kurdan di nav rok
Çi bedew û bi heybet
Bi çar reng î, rengên te
Çi delal û çi xweşkok

Xêzek kesk û xêzek sor
Nav sipî û nîvek zer
keskesor e, bi roj e
Ev li jêr û ew li jor
Herekol Azîzan

(b. Hawar, no: 5 (20 Tîrmeh 1932), r.4)

Di Hawar, no: 8 (12 Îlon 1932), r. 7 de Dr. Kamûran Bedirxan jî li ser alê helbestek nivîsîye û di malikên pêşîn ên vê helbestê de ala Kurdan weha tarîf dike:

Ala Kurdan

Ronahiya dil û çav,
Diyarîya dê û bav
Pêsîra wê roj û tav
Spehitiya ax û av
Ala Kurdan ser be ser
Sor û gewr e kesk û zer.

Dr. Kamûran Alî Bedirxan

(b. Dilê Kurên Min , Kitêbxana Hawarê, hejmar. 3, şam, Çapxana Tereqqî, 1932, r. 25 û Hawar, no: 8 (12 Îlon 1932), r. 7)

Di çîrokeke Nureddîn Zaza de Ala Kurdan

Nûredîn Ûsif (Nûreddîn Zaza) di Hawar, no: 30 (1/7/1941), r.4-5 de bi navê Keskesor çîrokek nivîsîye. Di çîroka xwe de behsa dewra şêx Seîdê Pîran dike û qala dibistana xwe dike, paşê ku Kurd bi ser dikevin û ala Tirka ji dîregê dadixînin û ala Kurdan hildidin jor ew jî li gel bavê xwe li ber derîyê serayê ye û paşê çîrok weha dom dike:

"...Xelk li dora serayê kom dibûn. Em zaro jî çûn; ew tiştê rengîn di ser serê me re sekinî bû. Lê ew ne keskesora ezmên bû. Ez bêsebir bûm... li bavê xwe geriyam. Leşker rêz girtibûn, sitranek digotin, çavên wan ên tûj têrken bûn. Min ew li ser hespê dît, ez çûm cem; wî ez danîm ber xwe. Min jê pirsî:

-Bavo ev çi keskesor e li ser serayê?
-Ev ala me ye kurê min! Ev şan û şerefa milletê Kurd e!
-Berê yeke sor hebû, ew çi bû bavo?
-Ew ya neyaran bû. Neyar bi zor ketibûn welatê me. Em Kurd îro wan ji erdê xwe derdixînin û dibin xwediyê wî. Ha ji te re aleke piçûk! Wê deyne ser dilê xwe! Heji wê bike û ji bo serfirazîya wê bixebite.

Ez bi gotinên bavê xwe bûbûm sermest. Dilê min hildiavêt. Bavê min ez maç kirim û ez danîm erdê.........."

Pişt re li gor çîrokê, Kurd ji ber hin sebebên eşîrtî, neliserhevbûnê, serketina wan pir dom nake. Dijmin dîsa dikeve welatê wan ala Kurdan ji dîregê datînin û çîrok weha dom dike:

"...Ala rengîn, şan û rûmeta me, çirandin avêtin ber lingên xwe, pêlê kirin û li şûna wê ya xwe, ya xwînxwaran danîn........" (Hawar, no: 30 (1/7/1941), r.4-5)

Li Mehabadê Ala Kurdî, 1946

Zinar Sîlopî (Qedrî Cemîl Paşa) derheqê Ala Kurdî ya Cumhurîyeta Mehabadê de weha dibêje:

"Hukumeta Cumhurîyeta Mehabadê Ala Kurdîstanê ya ku di 1919’an de ji alî Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetîyê ve hatibû tesbîtkirin girtin, lê li kêleka roja wê, rismê du simbilên genim û li pişt wê jî çiyayek û dareke çamê lê zêde kirin û bi guloverî jî li ser wê Dewletî Cumhurîyetî Kurdistan nivîsîn û ew wek ala Cumhurîyeta Mehabadê qebûl kirin"(5).

Dîsa di hejmara 9. a rojnama Kurdistan a Cumhurîyeta Mehabadê de axaftina keçeke Kurd, Îşret Azmî ya li ser ala Kurdî hatiye belavkirin. Ji bo tarîfa ala Kurdî em çen rêzan ji wê axaftinê li jêrê dinivîsin:

"...Ey Ala Kurdistanê sê rengîn, ey nîşana bilindîya Kurdistanê!...Rengê te yê sor şahid e ku tu bi xwîna Kurdan hetiye hilgirtin, rengê te yê sipî nîşana dilpakîya Kurda ye, rengê te yê kesk jî delîla ciwanîya axa Kurdistanê ye......"(5)

Wîllîam Aegleton jî derheqê Ala Kurdî ya Mehabadê de weha nivîsîye:

"Di Gulana 1944’an de rêxistina Komel, bi alîkarî û hevkarîya hevalbendên xwe yên li iraqê, ala Kurdî ya milî hazir kirin. Ev al ku ji sê xetan pêkhatî bû, her xetek wê rengek bû. Li jorê sor, li ortê sipî, li jêr jî rengê kesk cih digirt. Bi vî awayî bi ters qulubandineke rengên ala Îranê, ala Kurdî hatibû çêkirin. Li ser alê roj -ku sembola Kurda ye- û li kêleka rojê du simbilên genim, li pişt wan jî çiyayek û qelemek hebû"(6)

"...Serê sibeha meha Çileya Paşîn a 1946’an bû. Tav diçirisî, rojeke xweş bû....Ji gundên dorê gundî û serok eşîr hemî hatibûn Mehabadê. Meydana Çwarçirayê tijî bûbû. Caddeya ku ji herdû serîyên bajêr digihîşt Meydana Çarçirayê bi alên Kurdî û bi flamayên sor û sipî û kesk hatibûn xemilandin..."(7)

Musa Anter di bîranînên xwe de qala rêxistineke îllegal ku di salên 1948’an de li gel Yusif Azîzo¤lu û çend Kurdên din danîne, dike. Di rêxistinê de sondek jî dixwarin. Ji bo sondê destê xwe dadianîn ser Ala Kurdan û çekekê û sonda xwe dixwarin. Musa Anter ji bo vê alê weha dibêje:

"Wezîfa çêkirina alê li ser min bû. Ez çûm Kapaliçarşiyê min her yek nîv mîtro, min çar reng qûmaş kirîn. Al îro jî tê zanîn. Sor, sipî û kesk, li ortê jî rojek zer. Sembola reng û roja li ser alê jî weha ye; Sipî, aşîtî ye, sor, xwîn û şoreş r, kesk bereketa Kurdistanê û Mezopotamyayê ye. Roj jî sembola dînê millî yê Kurdan Zerdûştî ye...."(8)

Bulletîn Du Centre D’Etudes Kurdes, 1948

Di bin berpirsîyarîya Dr. Kamûran Alî Bedirxan de li Parîsê di navbera salên 1948-1950´yî de li ser hev 13 hejmarên wê derketine. Nivîsên wê bi Fransî ne, carna cih daye hin nivîsên Îngilîzî jî. Li ser bergê her hejmara wê ala Kurdî heye ku bi rengîn e. Sor li jor, sipî li ortê, kesk li jêr û li ortê jî roj zer (9).

NOT Û ÇAVKANÎ

(1)-Ev stran ji alî Prym û Socin lî Kurdistanê ji devê Cano û Yahudîyekî Zaxoyî ku navê wî Pînhas e, hatîye girtin. Ji bo agahdarîyên zêdetin ên li ser vê sitranê binêre: -Prym und Socîn, Kurdîsche Sammlungen, Erzählungen u. Lieder în Dîalekt des Tûr ’Abîdîn, St. Petersbourg, 1887, r. 64 -Rewşen (Kovara Yekîtîya Rewşenbîrên Welatparêzên Kurdistanê), No:3, (Zivistan 1989), Bonn, r. 49

-Bazîl Nîkîtîn, Les Kurdes, Çapa 2. Parîs, 1975, r. 194, 224 -Bazîl Nîkîtîn, Kürtler, Weşanên Özgürlük Yolu, Çapa 2. (Almanya ?), 1986, r. 342, 392 (2)-Malmîsanij, Bîtlîslî Kemal Fevzî ve Kürt Örgütlerî ‹çîndekî Yerî, Stokholm, 1993, r. 127, 129, 148 -Ji bo ala Kurdî ya Kurdîstan Tealî Cemîyetî ku di 1925’an de ku di raporên ‹stîklal Mahkemesîyê de navê wê derbas dibe di hin çavkanîyan de weha hatîye nîvîsîn: "Piştî îfada Seyîd Evdilqadir, îfada Kor Sa’dî girtin. Kor Sa’dî di îfada xwe de got ku ala kesk a ku li ser qerta huvîyetê ya Kurdîstan Tealî Cemîyetîyê ye muxtarîyeta Kurdîstanê îfade dike....." (Doç. Dr. Ergün Aybars, ‹stîklal Mahkemelerî 1923-1927, Ankara, 1982, r. 152) "Ji endaman Lutfî Mufît ji Seyid Evdilqadir maneya vê alê pirsî. Seyid Evdilqadir got: -Xuya ye qey Ala Kurdî ye." Akîs (Haftalik aktualîte dergîsî), no:11 (25 Aralik 1967), r. 24 Di "Îstîklal Mahkemesî" ya Dîyarbekirê de endamê heyeta mahkemê Lutfî Mufît Özdeş di nav belgeyên Kurdîstan Tealî Cemîyetîyê de belgeyeke vê komelê dibîne ku li ser wê ala Kurdî heye. Zemîna wê kesk e û li ser wê jî rojek zer heye. "Lutfî Mufît Özdeş ji Seyid Evdilqadir maneya vê alê dipirse. Seyid Evdilqadir jî bi qehr dibêje: -Xuya e Ala Kurdî ye." Pişt re di mahkemê de ji Kor Sa’dî dipirsin, ew jî weha dibêje:
"-Ala kesk a li ser qerta huwîyetê ya Kurdîstan Tealî Cemîyetîyê ye, muxtarîyeta Kurdîstanê îfade dike...." (Behçet Cemal, şeyh Saît ‹syani, Sel Yayinlari, 1955, ‹st., r. 89) (3)-Zinnar Sîlopî, Doza Kurdîstan, Beyrût, 1969, r. 60 (4)Wîllîam Aegleton, Mehabad Kürt Cumhurîyetî 1946, Türkçesî: M. Emîn Bozarslan, 2. Baski Komkar Yayinlari, Köln, 1989, r. 94-95, 152 (5)-Sîlopî, r.200, 203, 204 (6)-Aegleton, r.94-95 (7)-Aegleton, r.152 (8)-Musa Anter; Hatiralarim, Doz Yayinlari, Îstenbol, 1990, r. 61-62 (9) Ji bo rismê alê ya rengîn binêre: -Hawar (Kovara Kurdî), şam, No: 11(10.11.1932), bergê pêşî û paşî. -Bulletîn Du Centre D’Etudes Kurdes, No:1(1948)-no:13 (1950), Parîs. -Sureyya Bedirxan, The Case of Kurdîstan Agaînst Turkey, By authorîty of Hoyboon, Phîladelphîla, 1928.

(Ev nivîs berê wek meqale di rojnameya Armanc, Hêvî, Dîdar û tirkîya wê jî di Nû Roj de deketibû)

ji malpera Dibistana kurdî

 

 

* * *

ji boyî we her û her mîna mûma geş im.

 

     
 

 

Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com
qadoserin@hotmail.com
qadoserin@qadoserin.com