|
|
|
Nivîsin bijartî -----------------------------
Bê şik, Kurdan, berî ku bi
pirsa alfaba Latini bilî bibin, çend alfabên din
jî bikaranîne. Kurdan kengê
dest bi bikaranîna alfabê kirine, mixabin hêj derneketiye
ronahiyê û ev pirs li hêviya lêkolînên zimanzan û dîroknasên
Kurdan e. Gava ji bal piraniya dîroknas û Kurdnasan ve tê
pejirandin ku, Medî
bapîrên gelê Kurd in, wê demê divê em lê bigerin ka Mediyan çi
alfabe bikaranîne.
Gelek nivîskar, li ser şaristanî û medeniyeta Medya heşmetkar
mane. Ew qala kitêbxanên gelek mezin ên welatê Mediyan dikin. Li
gor E.M. Diakonov,
cûreki tîpên mîxî (Bizmarî) bi riya Mediyan derbasî Farisiya
kevn bûye. Ew di wê baweriyê de ye ku, Mediyan ew alfabe ji
Ûrartûyan girtiye(1) Sêniyek zîvîn, ku li gor
texmînan, ji sedsala heştan a B.Z.
(Berî zayîna Isa) ye
û ji dema Mediyan maye, li Zêwe (Kurdistana Rojhilat)
hatiye dîtin. Li ser vê sêniyê ev cûre tîpên Bizmarî hene: Lê
mixabin
tu keleporek din a bi van
tîpan nivisandî, ji dema Mediya heta niha ne hatiye
dîtin. Dîroknivîsê Grekî Heredot, gava di salên 450 yên B.Z. de
diçe welatê Mediyan,
dinivîse ku, piştî têkçûna dewleta Mediya, hemî tiştên ku wan
afirandibûn ji alê Dewleta Pers ve hatibûn talankirin û wêrankirin.(2)
Alfaba Bizmarî 36 tîp e; Li gor Heme Teqî Bihar,
Mediyan şeş tîp li vê
alfabê zêde kirine û bi çil û du tîpan bikaranîne. şikil û
awayên van tipan bi
vi awayî, ne:(3) Li welatê
Mediyan û li yê Farisên kevn, ji bilî alfaba Bizmarî "Alfaba
Awestî" jî hatiye bikaranîn.
Hinek dîtin hene ku
dibêjin Awesta,
kitêba pîroza ola Zerdeşti, bi zimanê Mediya hative
nivîsandin. Yek ji wan dîroknas
û rojhilatnasên ku vê dîtinê didin pês,, Minorskî ye(4)
"Alfaba Awesta-yî" ji
milê rastê ber ve
nilê çepê
dihat
nivisandin
û ji çil û çar tîpan pêk dihat
Di hinek çavkaniyan de, ev hejmar cil û heşt tê nîşandan.(5)
Ev alfabe bi "zêr û
zibe" û bi vî tehrî tê nîşan kirin.(6) Heke em Awestayê bidin alîkî, bi qasî heta niha tê zanîn, alfaba herî kevn a ku hinek tiştên bi zimanê Kurdî pê hatine nivisandin, alfaba Aramî ye. Hinek wesîqên ku di destpêka vê sedsalê de, di hinek şikevtên li herêma Hewramanan de hatine dîtin, ji alê hinek kesan ve nivîsên herî kevn ên Kurdî tên hesibandin û ew bi alfaba Aramî hatine nivisandin. Ew nivîs li ser çermên xezalan hatine nivisandin û di derheqê jiyan û bazirganiya wan rojan de ne. Ji van nivîsan a herî kevn, ji salên 88-87 ên B.Z. ne.(7) Bi alfaba Pehlewiya Kevn, bi navê "Dînkerd", kitêbek bi zaravayê Lorî
hatiye
nivîsandin. Li gor Gîv Mûkriyanî, ev kitêba herî kevn a bi
zimanê
Kurdî hatiye nivîsandin. Tîpên alfaba Pehlewiya Kevn bi vi awayî
ne.(8)
Wisa dixwiyê ku,
Kurdan alfabeke taybetî ji xwe re afirandine û ev berî
û piştî
pejirandina îslamê jî bikaranîne. Li gor kitêba nivîskarê Ereb,
Îbnî Wehşiye, ku kitêba xwe di sala 241 ê Hîcrî de (856ê B.Z. ?) nivîsiye, piraniya Kurdan wê demê nivîsên xwe bi xetên "Masî Soratî dinivîsîn. Nivîskar bi xwe se berg (cîlt) kitêbên Kurdî yên bi vê alfabê nivîsandî dîtine. Di vê alfabê de şeş deng hene ku dengên wan di alfaba Erebî de tunenin, wek dengên "p" û ç". Ev alfabe ji sîh û heft tîpên hevedudanî ye. şiklên tîpên vê alfabê bi vî awayî ne.(9)
Di "Ferhenga Khurdî-Tirkî"
ya sala 1967 an de, Musa Anter tîpên vê alfabê
datîne û dibêje, Kurdan berî îslamê ev alfaba xwe bikar dianîn.(10)
Li
gor şêx Muhamed Merdûxî
Kurdistanî, ew tîpên ku li miqabilê wan di alfaba
Erebî de tu tîp tunebûn, dibe ku miqabilê van dengên zimanê
Kurdî bin: ç, "p",
"j", "g", "11", "o".(11) Disa li gor şêx M.M.
Kurdistanî,
Di nav Kurdên Ezîdî de bi
sedan sal in, ku alfabeke taybetî tê bikaranîn.
Ji vê alfabê re hinek dibêjin "Alfaba Ezîdiyan". Kê kengê hîmên
vê alfabê daniye ne
diyar e. Ev alfabê ji 31 tîpan pek tê û ji milê rastê ber ve yê
çepê tê nivîsandin.
Li gor Sefîzade Borekeyî, di danîna vê alfabê de ji alfabên
Awestayî, Pehlewî û Erebî hatiye îstifade kirin. Kitêbên pîroz
ên Ezîdiyan "Mishefa
Reş" û "Cilwe" û her wisa nivîsên olî yên Ezîdiyan bi vê alfabê
hatine nivîsîn. Ev alfabe îro jî di nav Ezidiyan de tê bikaranîn.
Ev alfabe bi vî
awayi ye.(13)
Bi alfaba Ezidiyan nivîsên
bi Kurmanciyeke gelek xwerû hene. Ji bo nimûne
em dê nivîsek ji vê alfabê biweşînin. Gotinên ku di vê
nivîsandinê de ne,
yên şînê ne û ji alê kurekî ve li ser mirina bavê xwe hatine
gotin.(14) Gava em vê
nivîsa li jor, tîp bi tîp ji olfjba Ezidiyan veguhêzin a
Latînîya Kurdî, ew dibe bi vî awayî:
Şîna Bav
Lo bavo, lo bav&, lobavoî
Bavo çima felekê ha kir Felekê serê xwe li min ba kir,
bavê min miri ye, mala min xirav kir.
Bavo,
min belengazî min sefîlî min sergerdan.
Bavê min miriye ez bûme sefîl.
Bavo bavtî tîştekt çê ye,
kurtî bavtî zîneta
rû 'erdê ye,
bavo cinnet cehnem destê Xwedê ye.
Bavo te yekê ne çê kir,
te mala xwe ji mala min cihê kir."
Pişti pejirandina
îslamê, hêdî hêdî bi riya ola islamê alfaba Erebî di nav
Kurdan de belav
bû. şair û nivîskarên Kurd ên klasîk, wek Elî Herîrî, Melayê
Cizîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Batê, Ahmedê Xanî, û hwd. berhemên
xwe bi vê alfaba Erebî dane. Alfaba Erebî li gor dengên ku di
zimanên
semîtîkî
de hene, nikanibûye bersiva dengên zimanê Kurdî bide. Kurdan jî
wek
Farisan bi guhertinên li ser hinek tîpên alfaba Erebî, ji bo
çend dengên
xas ên zimanê xwe, tîpên nû çêkirine. Wisa dixwiye ku, Kurdan
alfaba
Farisî ya bi tîpên Erebî, ji bo zimanê xwe mînak girtine. Alfaba
Erebî ya
eslî bi vî awayî ye:
Wek diyar e, di vê
alfabê de, dengên Kurdî "g"p "ç"ê "j"i " "û",
"v" nayên nişan
kirin. Ji bilî dengê "i", bi guhertina tîpa alfaba Erebî (ﻚ) -(ﮒ)
"g", bi guhertina (ﺐ)-(ﭗ) "p", bi guhertina (ﺝ)-(ﭺ) "ç bi ya
(ﯽ)-(ﯼ) * * *
"ê", bi gutiertina
(ﺯ)-(ﮋ)
"j" û bi ya (ﻒ) jî (ڤ)
"v" hatiye çêkirin. 2. ALFABA KURDÎ YA LATÎNÎ
Wek tê zanîn,
alfaba Latînî ev nêzîkî 2700 sal in, ku kêm zêde ji alê hinek
xelkan ve hatiye bikaranîn. Di nav
salan
de bi guhertinên siyasî yên
li Rojhilata Navîn -ku li ser civata gelê Kurd tesir kirine-,
wisa dixwiye ku bi
kêmasî haya Kurdan ji şeş alfaban hebûye û bi ihtimalek mezin
jî, ew alfabe bikar anîne (Alfaba Bizmarî, ya Pehlewî ya kevn, a
Awestî, ya Masî Soratî, Alfaba Ezidiyan, a Erebî). Lê
belê heta destpêka vê sedsalê, di nav
Kurdan de li ser guhertina
alfaba Erebî bi ya Latînî, em tu gotûbêjan nabînin.
Wan bi sedan salan bi alfabên cihê cihê nivisîne, ku li gor
hinek dîroknas û
zimanzanan, hinek ji wan alfaban ên Kurdan bi xwe bûne. Gelo, çima
Kurdan di destpêka vê sedsalê de hewce dîtine ku alfaba Kurdî ya
bi tîpên Erebî bi ya
Latînî biguhêzin?
Bi dîtina min,
sedemên serekî yên ji bo vê guheztinê ev in: Di van du
sedsalên dawiyê de, di warê teknolojî û
endustriyê de, di warê siyaseta
dinyayê û zanistiyê de, bi
tevayî her ku çûye welatên Ewrûpî di her warî
de giraniya xwe zêdetir
kirine; wisa bûye ku pirsên navnetewî, li ku derê
dinyayê
dibin bila bibin, bêyî hevkarî û mudaxala wan ne hatine
çareserkirin. Her wisa welatên Ewrûpî
piştgiriya wan gelan jî dikirin, ku li dijî
dewleta Osmanî şer dikirin û
dixwestin serxwebûna xwe bi dest bixin.
Bayên ji Rojava,
Kurd jî di nav de, li rewşenbîrên li Stenbolê tesîrek gelek kûr
dikirin. Gelek rewşenbîrên Kurd ji zilm û zordariya Sultan
Hemîd, ji
welatê xwe bi dûr ketibûn, derketibûn derveyî welêt û li welatên
Ewrûpa
bûbûn muhacir. Ew gelek di bin tesîra rabûn û rûniştin, bîr,
raman û
terbiyên welatên rojava de diman. Her çend alfaba Erebî têrî
dengên zimanê
Kurdî ne kiribe jî, lê dîsa Kurdan ev alfaba bi sedan sal
bikaranîbûn. Ji van sedemên li jor, di destpêka vê sedsalê dê li
gel bîr û ramanên pozitîvizmê,
alfaba Latînî jî, bala rewşenbîrên Kurd kişandiye.
Yek ji van rewşenbirên ku bala xwe daye pirsa
alfabê, Dr Abdullah Cevdet
e. Ew di kovara "Rojî Kurd" de (1913) dinivîsîne ku divê Kurd
alfaba xwe
biguherînin, ji ber ku alfaba Erebî bersiva zimanê Kurdî nade.
Dîsa di wan salan de,
di nav endamên Komela Xwendekarên Kurdan-Hêvî
(Kurd Talebeyî Hêvî
Cemiyetî) de gotûbêjên dûr û dirêj li ser guhertina alfaba
Kurdî çêdibin. Ji rewşenbîrên wê demê Salih Bedirxan dibêje:
"32 harfên ku di
zimanê Osmanî de tên bikaranîn, ji bo zimanê Kurdi ne bes in. Ew
(S.Bedirxan-C-ç, heşt herfên nû li vê alfabê zêde dike û
pêşniyarî ronakbîrên Kurdan dike."
Bi vê alfaba 40
tîpî di Rojî Kurd de çend nivîs derketine.(15) Li
gor Kemal Badilli
rewşenbîrên Kurd ên ku li dora Rojî Kurd civiyabûn, li
ser alfabeke ku nêzîkî ya
Latînî bû dixebitin. Lê mixabin şerê Cîhanê yê
yekemîn ev xebat nîvçe
hişt.(16)
Lê bibe ne be
pirsek di serê mirov de çêdibe: Gelo rewşenbîrên Kurd di wan
salan de çiqas bala xwe dane ser alfabên kevn ên ku Kurdan
bikaranîbûn.
Wek berê jî me got ji wan şeş alfabên ku berê hatibûn bikaranîn,
heke em a
Awestayî ne hesibînin (ku li ser vê alfabê dîtinên ku hev
nagirin
hene), du alfabên ku tenê Kurdan bikaranîbûn jî hebûn. Gelo
rewşenbîrên
Kurd çiqas bala xwe dane ser pirsa ku, ka ew tîpên di wan
alfaban de
hene çiqas kanin bersiva dengên zimanê Kurdî bidin? Dibe ku wan
jî wek Dr.
şivan li vê pirsê nihêrtibin. Ew dibêje: "Her «çiqasan ku, berî
ola islamê
Elfabeyek Kurdan ê taybetî hebû û îro jî, hin xwendayên Kurdên
Ezdiyan
dîsa bi vê elfabê ve dikarin binivîsin û bixwînin; lê belê êdî
çi mane nîne
ku li ser vê
elfabêya arkaîkî, -ji aliyê giranî bihaya wê ya tarîxî pê ve,-
em israr
bikin."(17)
Wek tê zanîn
hinek gel wek Cihû, Asûrî û Ermenî alfabên xwe yên herî
kevn, her îro jî
bikartînin û wan wek sembol û beşeke ji bo hestê (hissê)
netewî dibînin. Di dawiya şerê
Cîhanê yê Yekem de, Hêzên Dewleta Osmanî têk çûn û Sultanê
dewleta Osmanî bi welatên di şer de bi serketî re,
şerrawestandina Mondrosê îmza kir. Di vê dema qelsî û
tevliheviya dewleta Osmanî de, Kurdan xwe dan hev û di dawiya
sala 1918 an de, Komela Pêşketina
Kurdistanê damezirandin (Kûrt
Tealî Cemiyeti). Di çend hejmarên kovara
"Jîn"ê de (1918-1919),
kovara neresmî ya Komela Pêşketina Kurdistanê bû, li ser
zehmetî û dijwariyên alfaba Erebî ji bo zimanê Kurdî tê
rawestandin. Nivîskarên Jînê gilî û gazinên xwe yên li ser vê
pirsê bi van çend gotinên
manekûr tînin zimên: "Em çi bikin ku zimanekî Arî bi
kirasê alfaba Samî bê nivîsîn, ancax ewqas mefadar dibe.
Ibret bigirin".(18)
Paş şerê Cîhanê yê Yekem,
ji ber sedemên ku alfaba Erebî nikanibû bersiva
dengên zimanê Kurdî bida, Major E.B. Soane ji bo zimanê Kurdî
alfabeke Latînî
çêkir û du kitêb jî bi vê alfabê nivîsîn. Ew kitêb ev in: "Elemantary
Kurmanjî Grammar", Bexdad, 1919, û "Kitabi Awwalamini Qiraati
Kurdi", Bexdad, 1920. Ev
alfabe di nav Kurdan de zêde belav ne bû.(19)
3. CELADET BEDIRXAN Û ALFABA
KURDÎ-LATINÎ
3.1.
Xebatên beriya Hawarê: Di Gelawêja
1919 an de Peymana Sewrê hat imza kirin, ku tê de hinek soz û
qewl ji bo nîvdewletek Kurd dihat dayîn. Li ser sînorên
Ermenistan û Kurdistanê, daxwazên Kurd û Ermeniyan li dijî hev
bûn. Ermeniyan beşekî mezinê
Kurdistanê, di nav Ermenistanê de didan nîşandan. Ji bo ronîkirina
vê pirsê heyetek li darxistin, da ku li Kurdistanê li nisbeta
nifûsa Kurd û Ermeniyan bikole û bide diyarkirin. Serokê vê
heyetê Ingilîz Major Noel bû û ji Kurdan jî, yên ku bi vê
heyetê re bûn û alê M.Noel dikirin du bira bûn: Mîr Celadet û
Mîr Kamûran Bedirxan. Ew ji Helebê bi rê
dikevin tên derdora Sirûcê,
Entabê û ji wir jî, di meha Rezbera1919 an de
diçin Meletiyê. Ekrem Cemîl
Paşa, hêj ew li Helebê ne, digihijin wan.Wisa
dixwiye ku gelek endamên Komela Pêşketina Kurdistanê li Meletiyê
di gihîjin hev û
dixwazin tevgera Kurdî tenzîm bikin.(20)Yek ji wan
kesên ku tên Meletiyê, Evdirehîm Rehmî yê Hekarî ye, ku
wî dersa Kurmancî dida Major
Noel. Sedema ku em vê bûyera dîrokî li vir dinivîsin ev e: Bi vê serlêdana welêt, dîtina çêkirina alfabeke Latînî ji bo zimanê Kurdî bi Mîr Celadet re çêdibe. Mîr Celadet li ser vê yekê weha dinivisîne:
"Di sala 1919 an de, me dabû çiyayên Meletiyê.
Em ketibûn nav eşîra Reşiwan. Mêcer Nowel (Ingilizek)
digel me bû. Mêcer zarê nîvro dizanîbû, dixebitî ku hînî zarê
bakur bibe, û ji xwe re her tişt dinvîsandin. Min jî hin Metelok,
stran û çîrok berhev dikirin Carinan me li nivîsarên xwe çavên
xwe digerandin, dixwendin û diedilandin Min bala xwe dida Mêcer,
bi bilêvkirineke biyanî lê bê dijwarî destnivîsa xwe dixwend. lê
belê ez, heta ko min (û) ji (o) û (î) ji (ê ) h.p. derdixistin
diketim ber hezar dijwarî. Ma çiman?.. Ji ber ko Mêcer bi har
fên Latînî, lê min bi harfên Erebî dinivîsandin. Ser vê yekê, di
cih de min qerara xwe da û ji xwe re bi Herfên Latînî alfabeyek
lêk anî. Edin min bikariya destnivîsa xwe paş hezar salî bê
dijwarî weke xwe bixwînim, ji ber ko her deng cihê cihê li ser
kaxezê dihatin sekinandin.’’
(21) Bi vê biryara Mîr Celadet re, îcar dijwariyên di warê alfaba Latînî de rû didin. Lewra alfaba Latînî bi 26 tîpên xwe nikane bersiva dengên ku di zimanê Kurdî de hene bide. Ji alê din ve, ev dibû cara yekem ku zimanekî Hindo-Ewropayî yê di nav grûba zimanên Iranî de, dê bi alfaba Latînî bihata nivîsandin. Ji ber van dijwariyan, her çend Mîr Celadet dibêje, piştî wî bi alfaba Latînî dest pê kir û nivîsî, karê wî hêsantir bû, lê belê ku tiştê ku wî dixwest"...her deng ciliê li ser kaxizê dihat sekinandin"- hêj ne qabil bû. Loma jî, wî ji bo hinek dengên zimanê Kurdî tîpên, hevedudanî (diftong) yên Latînî bikaranîn, wek (ou, ch, ai,...), Em nizanin di wê demê de alfaba Mîr Celadet ji çend tîpan pêk dihat. Lê piştî demek kurt, wî xwe ji çarçova alfaba Latînî deranî û ji dêla diftongên Latînî, wî ji alfabên Greki û Rûsî hinek tîpên serbixwe girtin û bi vî awayî, alfabeke ku heta ji dest tê, her dengek miqabilê tîpekê anî. Ev alfaba wî ji 36 tîpan li hev hatiye. Ji van kar û xebatên wî yên di nav du sê salan de dixwiye ku wî pirsa alfaba Kurdî pirseke gelek girîng girtiye û ew her li ser vê pirsê xebitiye. Di sala 1922 an de, Kemalistan fermana kuştina wî, ya bav û her du birayên wî derxistin. Li ser vê yekê ew û birayê xwe Kamûran ji Tirkiyê derketin çûn Almanyayê. Li wir Mîr Celadet hukuk xwend û xebata xwe ya li ser alfabê domand. Ew li ser xebata wan salan weha dibêje:
"Di sala 1924 a de, li Elmanyayê min careke
din çavê xwe li elfabeya xwe gerand, hûr lê mêzekir û mideke
xweş li ser xebitîm. Min bala xwe dida û didît ko ev sê texlît
herf (latînî, yûnanî û rûsî-CÇ qenc li hev ne dihatin, herfên
yûnanî û rûsî yekrengiya elfabeyê xirab dikirin. jû pê ve tê de
du herf hebûn ko ji me re gerek bûn. ji lewra min elfabeya xwe
ji nû ve senifand: Herfên zêde jê avêtin, hin herfên Latînî
bilindek li wan barkirin û di şûna harfên yûnanî û rûsî de
êxistin. Bi vî awayî elfabeke bi 34 herfan û yekreng hat pê."(22) Mîr Celadet di sala 1925 an de ji Almanyayê vegeriya. Ew berê çû Misirê û bi dû re jî, çû Libnanê ba apê xwe Xelîl Ramî. Di sala 1927 an de, ew jî yek ji wan welatparêzên Kurd e, ku beşdariya damezrandina Xwêbûnê (Xoybûnê) dikin. Xoybûn, şoreşa Kurdistana Bakur dide ber
xwe. Lê piştî
têkçûna.serihildana Agiriyê, diyar dibe ku Xoybûn nikane xwe
bigihîne
vê armanca xwe ya pîroz.
Bûyerên di
navbera salên 1925 û 1930 î de, li ser dîtinên Mîr Celadet tesîrek
gelek mezin çêdikin. Ji vê tarîxê û şûn ve M. Celadet hemî
jiyana xwe
dide çareserkirina pirs û pirsgirêkên zimanê Kurdî (zaravê
Kurmancî).
Ew û zimanzanê bi nav û deng yê başûrê
Kurdistanê; Tewfîq Wehbî,
ji bo bi kêmasî du zaravayên Kurdî (Kurmancî û "Soranî"), li
Sûriyê bi hev re li ser alfabeyek Latînî ya muşterek
dixebitin. Mixabin ev xebat
beriya ku fêkî û berhemekê bide di nîvî de dimine û T. Wehbî
vedigere Iraqê.
CAVKANÎ:
1. E. M.
Diyakonov, Tarîxê Mad, r. 339, wergera Farisî, 1345, Tehran.
2. Yê ji Heredot
neqil dike, Borekeyî Sefîzade Seddîq, Mêjûy Wêjey Kur-dt-I,
r.18, 1991, Baneh, Kurdistan.
3. Borekeyî
Sefizade Seddîq, Mêjûy Wêjey Kurdî-I, r.15-16, 18,1991, Baneh
Kurdistan.
4. Borekeyî
S.S., and, r. 22-23.
5.
6. Borekeyî
S.S., and, r. 17.
7. Soran Sineyî,
Qewalla Konekani Hewraman Kontirtn Belgeyî Nûsra-wî Ziwani
Neteweyî Kurd ke ta êsta dozrawe-tewa, Sirwe, hej. 67, r. 41-45,
1991,
Wirmiye.
8. Borekeyî.
S.S., and, r.19.
9. Borekeyî..
S.S., and, r.20.
10. Musa Anter,
Ferhenga Khurdî-Tirkî/Kûrtge-Tûrkge Sözlûk, r.164,
1967,
11. şêx Muhamed Merdûxî
Kurdistanî, Tarixa Kurd û Kurdistan, wergera
Ebdilkerim Mihemed Seid, r. 302,
1991.
12. şêx
Muhamed Merdûxi Kurdistani, and, r.81.
13. Borekeyi
Sefizade Seddîq, and, r..20. 14. Borekeyî S. S., Nameyî Ferhengê Iran-Defterê dovom, r. 16 (222)
15. Malmîsanij & M. Lewendî,
Li Kurdistana bakur û H Tirkiyê Rojname-geriya
Kurdî 1908-1981, r.56, 1989,
16. Badilh Kemal, Tûrkge
îzahh Kûrtge Crameri, s. 23, îkinci baski 1992,
MED Yayinahk,
17. Dr. şivan -Adara 1971-,
di pêşgotina kitêba "Zmanê Kurd" de, r. 15, 1976, Kava Yaymlan,
18. Jîn
1918-1919,
Cild I,
r.6, ji Pêşkêşiya M. E. Bozarslan, 1985, Weşan-xana Deng,
19. Cemal Nebez,
Zimanî Yekgirtûyi Kurdî, r. 79,
III,
1976, Almanya
20. Ekrem
Cemîl Paşa, Muhtasar Hayatim, s. 42-43, Beybûn Yaymlan,
2. baski, 1992.
21. Hawar,
jimar 13, Pêşgotinek, r. 1-2, ji pêşgotina Mihemed Bekir ya
di qapa
nu ya Hawar 1-9 de, hatiye girtin, r.
XXI,
Weşanxana Hawar,
1987,
22. Hawar,
jimar 13, Pêşgotinêk, r. 1-2. ** Ji kovara ZEND ((kovara Enistîtuya kurdî)), Havîn 1994, hejmar 2
|
![]() * * * ji boyî we her û her mîna mûma geş im.
|
|
|
Avdar 2007-2008,
www.qadoserin.com
|
|