|
|
|
Nivîsin bijartî -----------------------------
Hecî Xerbî
Hecî Xerbî ji gundê Nehroz e, kalemêrekî di nav salan de winda bibû, ta bi sala ko tê de ji dayik bûye jî ewî qet nizanî bû çi sal e, lê tenê dizanî bû kîjan salê hatiye gundê Nehroz, ji bo ez we gelekî dûr nebim Hecî Xerbî kalikê nivîskar Qado Şêrîn e, bi destûra wî min ev çend xêz li ser nivîsandine, lewra ez ê du-sê çîrokên wî ên ez dizanim wek ko bi wî re derbasbûne ez jî wisan ji we re diguhêzim… Sala 1977an xêzkişîna* Tirênê gelek gund birrîn, ew ji qamişlo diçe Hesekê, Heleb û Şamê, erê sudeya gihiştina Tirênê gund û bajarên me gihandin hev, gundên ko bi dehên salan bêçare bûn Tirênê ew bi bajêr ve girêdan, gundê Nehroz jî yek ji wan gundan bû, dema xêzkişîna wê hat gund; gund du parçe kir; di nav milkê Hecî Xerbî re derbas bû, nîvê xaka zeviya* wî da ber xwe, Hecî tişt ji destê wî nedihat ji bil nifiran, hema herdem digot: xwedê mala we xerab bike; wek we agir bi kezeba min xist xwedê agir bi mala we û Tirêna we xîne, Rebî xwedê dilê we jî bike du parçe, howeh… ev xaka ko min bi xwîna dilê xwe kirîbû, wek we dilê min li ser şewitand xwedê dilê we li ser zarokên we bişewitîne; her sibeh bi nimêja sibehê re ev nifrînên Hecî bûn…!! Dema Hecî Xerbî li Tirênê siwar dibû, ewî tucarî bilêt nedibirî, gava çavnêrê bilêtên Tirênê bilêt ji wî dixwest, bi awirin tûj lê dinêrî û ji wî re digot: bi xwedê hûn şerm nakin; Tirêna we di nav xaka min re diçe û hûn bi ser de jî peran ji min dixwazim, hema welehî ez nadim, rebenê çavnêr ji wî re digot: Hecî ev Tirêna dewletê ye; ma a min çî ye? Vêca bi Erebiyeke ji hev ketî lê divegerand {yaxî tirênkum qete’ erdî, mesarî lêş ha.. ha } ango Tirêna we zeviya min birrî ye, ma çima ez dê peran bidim we…? Hîn di ewê germa dan û standinê de bûn, kurekî çayê digerîne di ber Hecî re derbas dibe; Hecî çawa destên xwe li hev dixîne û dibêje: wax.. wax.. wax, bi vebûna herdu destan bi xeyd û ingirîn destê wî li bin guhê tebeka çayê dikeve; çayê tevde bi ser xelkê de rijiya, Hecî bi ser de zîvirî wê çi bibêje: bi dengekî bilind ji ê çavnêr re got: {hema welahî sûncek, bilehî sûncek, ê hema sûncek haaaaaaaaaa}!! Ango sûcê te ye heger te ez bêzar nekiribama, destê min li tebeka çayê nediket û ne dirijiya… Hecî pir çavteng bû tucarî destê wî li peran nedigeriya ko ewana xerc bike, lê kudrperwer bû, ji welatê xwe hez dikir, tenê divabû tu nêzingî berîka wî nebe…!! Di destpêka salên notî de birêz Mesûdê Barzanî tête seredana serokê sûriya, ewê hingê jî televizyonan tu nûçe li ser kurdan ne di-anîn ziman, lê seredana Mesûd kurdan li nav xwe belav kir, Qado jî ewê rojê dibihîse.. dema tête mal dibîne kalikê wî li ber rokê xwe palda ye, ji wî re dibêje: kalo mane Mesûdê Barzanî hatiye Şamê..!! kalo çit radibe ser xwe û lê divegerîne: na loooo….!! Heyla ez bi qurban bûmo, weyla tu çavê min bî, ah şêr wilo ne ha.. tenê ew dikare tiştekî ji me re bike.. Qado bi tinazî ji wî dipirse: kalo ma tu dizanî Mesûd hatiye çi? -Hêêê… na wele!! Kalo ew hatiye ko li nav kurdên dewlemend bigere da hinek alîkarî ji pêşmergan re bide hev… -Kalo sar bû û di ber xwe de got: na lo, na.. na..na. Mesûd nayê Şamê; ma wê bê şamê çi? 22/5/2005
|
![]() * * * ji boyî we her û her mîna mûma geş im.
|
|
|
Avdar 2007-2008,
www.qadoserin.com
|
|