|
Hevpeyivîn
-----------------------------

Brader Musikî
Hevpeyivîna: Qado Şêrîn
* Yanî
kesekî bingeha wî/wê ji folklorê ne bi hêz be bila ne xwîne
baştire
* Awaz û gotin mîna aveke nerm di herike ji sînga min.
* ez carna welatê xwe û yara xwe dixim nava kevaneke evînê û bi
wan şa dibim.
* Bila keç û xortên me yên hunermend pêl bedena min kin û
derbasî qada hunerê bibin.
* Hunermendek Kurd ger haya xwe ji klasîka xwe tunebe wê herdem
ling li hewa be.
* Televizyonên me jî bi zanistî an jî bi nezanî xizmeta vê
nebaşiyê dikin.
* li ber çavên min neqşeya Kurdistana mezin heye.
* Bila hunermendên me..bila…bila… Nefs biçûkbin. xwe ji guhdaran
mestir nebînin.

Belgeya CD ya Pepûlê
1-CD
ya te ya nû Pepûle çi di muzîk û hunermendiya Brader de guhert?,
çî nû û taybet têde heye?.
Di rê de çûna hunerê meşek dirêje.CD ya
PEPÛLÊ berhema minî 10 ye. Helbet di navbêna berhema min ya 1 ê
,û ya 10 an de wê gelek cudahî hebe di warê pêşketinê de.
Lê di bingeha mûzika min de tiştekî guhertî tune yi. Guhertinek
hebe di berhema min ya pepûle de orkestra heye, mûzîk bêtir
zengîn û bêtir bi rêk û pêke li gor yên din.

Brader û Qado Şêrîn
2-ji 11 stranan
gotinên 6an ên te ne, ji bo te ev tê çi wateyê?, kanî
helbestvanên stranan?.
Raste gotinên 6 stranan yên min in. weke berhmên min yên
berê dîsa min hinek stranên folklorî xwendine bi awayekî nûjen.
Û hinek helbest jî yên hinek dine ku li dilê min xistine. min
şirove kirine. Mînak strana Kalo gotinê wê yen birêz Ismail Bavê
Rodî ne. Û strana Çûn ew çûne jî ya Selamo ye. Di pirtûka CD yê
de keda kê heye min daye nivîsandin.
3-nebûna
helbestvanên stranan çi astengê ji bo te derdixîne?, bê wan çilo
dê strana kurdî bi serdema xwe re be?
Helbestvanên me hene. Belkî
ne li gora dilê me bin, yanî hindik bin. Helbet xebata mûzîkê
hevbeş(kolektif)be çêtire. Yanî hinek gotinan çêkin, hinek awaz
deynin û hinek bixwînin, şirove bikin, wê bêtir pêşkeve. Lê em
Kurd di tu warî de hînî karê hevbeş nebûne ku heta di warê
hunerê de hevbeşî bikin. Lê dîsa jî hozanvan û awaz danerên me
hene. Ji aliyê min de zêde zahmetî tune, ji ber ez bi xwe hersê
karan jî dikim. Lê ev taybetiyeke, mesele civatiye.
4-di navbera CD
ya te ya nû Pepûlê û CD ya te ya herî pêşî de çi hatiye guhertin?.
Li gor min bikaranîna pir amur û warê teknik de guhertin
heye. Ew jî ez weka pêşketin ji xwe re dibînim …

Brader li bakurê kurdistanê
5-te di CD ya xwe
ya nû Pepûlê de jî stranên Folklorî (HOY BERÎ)gotiye, gelo ji
mafê her kesîye stranên Folklorî bibêje?, çi şert û merc ji bo
vê yekê hene?.
Herkes dikare folklorî bêje lê pêwîste orjinala stranê
xeraneke. Yanî kesekî bingeha wî/wê ji folklorê de ne bi hêz be
bila ne xwîne baştire. Weka ku min li jorê jî got di hemî
berhemên min de çend stranên folklorî hene. Berhev dikim, nûjen
dikim û bi şêweyê xwe dixwînim. Hoy Berî jî yek ji wan e.
6-wek ez dizanim
tu hemû awazên xwe çê dikî?, ta çi radeyê ev yek guhertinê di
awaz û mûzîka te de çê dike û li pêş dixîne?.
Belê bi salayi ez bi xwe bi giranî stranên xwe bi xwe çê dikim.
Ev jî nabe qismetê herkesî. Dema merev gotinên xwe, awazên xwe
karibe bi xwe deyne, tiştekî xwemalî çê dibe. Hemi hestên merev
têda diyar dibe û merev bêtir bi hest û ji dil dixwîne. Dema ku
ez stranek ku hemî min bi xwe çêkiribe dibêjim, xwe bêtir rihet
dibînim, tembûra min bêtir bi min re dinale. Awaz û gotin mîna
aveke nerm di herike ji sînga min. Ew jî dibe rengê min û hunera
min.
7-tu di dema borî
de li bakur û başûrê kurdistanê bûyî, civakê çilo pêşwazî li
Pepûlê bi taybetî û li deng û mûzîka te bi tevayî kir?.Birastî
ez piştî 18 e salan cara yekem vegeriyam, pêşwaziya gel hê ez li
Istenbulê bûm li Newroz a Istenbulê hestên min serobinî hev kir.
Ji bo milet bigihêje min pêl hev dikirin û ez û çend kesan jî
hendik mabû diber lingan de biçûna..Dema min 25 Adarê li meydana
bajarê Mêrdînê konser da, ji gund û bajaran gel hatibû..her weha
izdiham mezinbû, heskirinek mezin hebû. Hestên min jî gelekî
bilind bûn. Gelek car li konserên xwe min nikarîbûye hestên xwe
gem bikim. Çemê Reynê têra wê lehiya hestên min nekirine û
hestên min çavên min şil kirine. Her weha ez îsal çûme
Kurdistana Azad, min gelek bername li gel radio û televizyonên
Kurdî çêkirin. Helwest û daxwaza gel gelekî ez memnûn kirim. Di
hevdîtinên xwe de jî ez gelekî kêfxweş û dilşad bûm. Li wir min
dîsa bibîr anî ku tiştek ji azadiyê xweştir tune.
8-Çi cudahî di
navbera hunermend Brader û hunermendên din de heye?, ji boyî çi
gerek em li te guhdarî bikin?.
Kekê min ji bo merev li hunermendekî guhdar bike tu sebebên madî
û zagonî tunene. Tenê sebebek mezin heye .Ew jî huner e, hestên
merovane. Di stranên min de hunerek sade heye. Kurdî heye, ziman
heye, dîrok û wêje heye, hûnandina gotina li awazan pêçayî heye
li ba min.hevokên klasik û modern bi hevra dimeşin, ez carna
welatê xwe û yara xwe dixim nava kevaneke evînê û bi wan şa
dibim, li ser wan digirîm, li ser wan di êşim, ji ber êşa me
hersiyan jî yeke. Kevnetor û nûjentî heye. Ez ji bo vana li xwe
guhdarî dikim. Kî ji bo çi li min guhdarî dike ez nizanim.
9-stran û mûzîka
Brader ji hêlekê ve û ya kilasîk û nûjen ji hêla din ve, tu xwe
di kîjanê de dibînî?.
Ez xwe mîna pîrekî dibînim. Aliyekî pîrê klasîkê, aliyê din
nûjen e. Bila keç û xortên me yên hunermend pêl bedena min kin û
derbasî qada hunerê bibin. Ji bo ku rastî mûzîka me ya klasîk jî
bibin..
10-mûzîk û strana kurdî ya nûjen di
çi radeyê deye?. Gelo tu jê razîyî?,
û çawa dinirxînî?.
Hunermendek Kurd ger haya xwe ji klasîka xwe tunebe wê herdem
ling li hewa be û nikare dakeve nava reh û damarên gelê xwe
11-kî rabûye û
Vidyo Kilîp ji xwe re çêkiriye, ji wan weyê bi Vidyo kileban dê
bibin hunermend, tu vê yekê çawa dibînî?.
Raste perê kê hebe vidyo klîp çêdike, îro mûzîka cîhanê
bi vî awayî ye. Carna mûzîka rast jî di nava vê tevheviyê de
winda dibe, di tariyê de dimîne, ev ne tiştekî raste, belkî
xizmetê ji çavan re dike lê guh û hestên merovan bê par dimînin.
Televizyonên me jî bi zanistî an jî bi nezanî xizmeta vê
nebaşiyê dikin. Ez ne li gel vê helwestê me. Karmendên me,
dewlemendên me pêwiste destê xwe têxin binê kevir, yanî
xizmetekê ji hunera me re bikin.
12-bi çi şêweyî
tu bûyî hunermendekî kurdistanî?, û ta çi radeyê tu vê yekê
berbiçav dibînî?.
Ez tucarî nebûme hunermendê herêmekê, ideolojikê an hêzekê, ez
gava stran dibêjim û çavên xwe digrim bi hestên xwe re rû bi rû
dimînim her li ber çavên min neqşeya Kurdistana mezin heye. Ez
ji bo hemû Kurdan dibejim. Ez ferdekim û Kurdistan û gelê
Kurdistan mezine. Ez bi vî awayî îbadetê dikim, xizmetê dikim.
13-di serdana xwe
ya li bakur û başûr de te rewşa çand û hunera kurdî çawa dît?.
Di warê dewlemendiya hunerê de bakur gelekî dewlemende. Lê niha
xebat û lebat a hunerê li başûr, yanî li kurdistana azad
pêşdatire. Dewlet derfetê jî dide, lê mixabin li wê derê jî
dubarekirina mûzîk, awaz û stranên bakur heye. Bi perwerdebûnê
bawerim wê ew ji holê rabe û bêtir pêşkeve.
14-di serdana xwe
de tu bi gelek siyasetmedaran re civiya, bi partî û rewşenbîran
re, te çi guhertin di helwesta wan de dît, ta çi radeyê partî
dikarin hevûdu bipejirînin û ji bo berjewendiya gelê me bi
hevûdu re dikarin kar bikin?. Gelo gel ji hevûdu hez dike?.
Ev pirsiyareke siyasîye kek Qado Şêrin. Raste ji liqê Duhok ê
bigre heta parlemento, wezîr û serokê Kurdistanê birêz Mesûd
Barzanî, min hev dîtin pêk anîn. Ji xwe hevdîtinên me nêvî
siyasî û nêvî hunerî bûn. Bi raya min dema ez ezî û ideolojiyê
li Kurdistana azad borî ye. Di dilê herkesî de ji Kurdistanê
mezintirîn tiştekî din tune. Ev jî hêviyeke mezin dide min.
15-wek ez dizanim
ji bilî mûzîk û stranan Brader bi tiştin din mijûlî, gelo tu di
wan de çima bi serneketî?. Tu tenê bi mûzîk û stranan navdarî?.
Raste li gel mûzîkê, ez şêwekarî(wênevanî), karê sînema
û carna jî nivîskariyê dikim, ev her yek bi sereke xwe karekî
mezine, dem, sebir û pere ji wan re dibêje, qudreta min tenê
dikare mûzîkê ragire, vanê din mîna hoby mane mixabin.

Li bakurê Kurdistanê(em hemû ji te hez dikin)
16-gotin an jî
şîret ji bo nifşên nû ji stranbêjan ji bo ko biserkevin, tu çi
dibêjî?.
Bila hunermendên me tucarî li nav û san negerin. Bila li
dengbêjan guhdarî bikin. Çi heye li wire. Ger dema awazek ji xwe
re danîn bila di nava wê awazê de li gotinan bigerin, an ger
gotin ji xwe re danîn bila dîsa di nava wan gotinan de li awazê
bigerin. Ger awaz û gotin li hev nekin bila stran
çênekin.dikarin ji awazdaner û helbestvanan alîkarî bixwazin
çêtire. Nûgihiştiyên me yên hunermend bila tu carî ji nûjentiyê
netirsin lê klasîkê baş bizanibin. Bila gelekî bixwînin. Aktuel
bi şopînin. Û gelekî guhdar bikin. Bila şexsiyeta hunera xwe wek
şexsiyeta xwe bizanibin. Ger stranek wî ji bo berjewendiyê li
ber hinekan tewiya bila bizanibe ew bi xwe tewiya ye. Ji
popilizmê xwe bi parêzin. Mutewazibin. Nefs biçûkbin. xwe ji
guhdaran mestir nebînin.
17-bi navê malpera Tîrêj spas ji bo
cenabê te..tu çi li dawî dibêjî?, tu azadî fermo vekirî û eşkere
bibêje…
Ez gelek spasiyên xwe ji bona te û xebatkar û xwendevanên
malpera Tîrêj pêşkêş dikim. Serkeftina we dixwazim.
ji
malpera tirej.net |