malperaQado Şêrîn

Bi xêr hatin, ser sera û tishtin din...

Qilçix
çîrok
Gotar
Lêkolîn
Helwest
Pexşan
Folklor
Werger
TiŞtin din
Hevpeyivîn
Pirtûk
Nivîsin bijartî
Têkilî
Link
 
 
   

Pexşan



Evînî têkçû, min name bi şîr vekir

 

Diyarî:..Diyarî wê,  ya ko ji
evînê  bişîr vekirim..

 Ez evîndarekî têkçûyî me

Ez ê ji bo kê HUGO bi xwe dakim.

Ma ji te pêve kî hêjayî vê yekê ye lêêêêêêêêêêêêêêêêêêêêê

Ez pûtekî sernixûz im.

Bi tenha evîndaran dinasim.

Bi tenha di xewnan dijîm

Xewn jiyana min ya rasteqîne ye.

Di xewnan de dijîm.

Di xewnan de ji te re kortika çêdikim, ma xweş in delalê?.

Ji te re tiliyên xwe dikolim û dikim paşîv, li ber te datînim, de jiyana min bixwe.

Di xewnan de avjenînê dikim û meyê vedxwim.

Xewn jiyana min e ya ku ez ez im.

Çem û cobar ji min diniqutin. Ez afesana te ya dawî me..

Di xewnan de şûr simbêlên min nabirin.

Çiyan diqelêşim û çeman bi Ordek dikim ji bo girnijînekê ji nav lêvên te derxînim.

Di xewnan de derew û xap nînin, ez te bi rastiya te hembêz dikim û çîroka evîna xwe ji te re bidar vedikim. Serhişkiya te dikim ba û pê nêrgizan di dîlana xwekujtina xwe de gêj dikim.

Bila tu mûm be, bila ez wek perwaneya dîn bişewitim.

Her kes wek xwe dike û wek xwe dijî û wek xwe dişke

Ez evîndarekî dawerivî me. Ez baran im.

Na ez rêberê evîndaran me di hicrika meynenoşên xemgîn de û

givaleyên mişext bê sûde dijmêrim.

Ez evîndarê kezîsor û rih şêrînan im.

Tu rih şêrînî û ji bo wisan min ji te hez kir; mane wisa bû?

Ma min ji bo çi ji te hez kir?

Ez tewaf im di işqa têkçûyî de.

Di têkçûna dawî de. Di şikestina dawî de.

Ez stêrk im di işqa banê dilbera rih şêrîn de.

Hin şêwirdarê evîndara me.

Nameyên evînê. Navê evînê min li ser tabloya diyariyan nîgar kir.

Ez evîn im. Ez ji bo te Anahîta me.

Ji bo te rojê sed carî dimrim û sed carî dirabim.

Mane bese lêêêê.

Ez ez im. Ma tu kî yî?.

Ez ji bo evînê ji te re dijîm, ma tu ji bo çi dijî?.

Jiyana bê evîn beyaban û koleyekî stuxwar e.

Ez givaleyên dîn û dawiya şevan im.

Fanos im di tariya şevan rawestana ava çeman de.

Ji bo te bûm berxê qurbanê lê te kêra ko da ser jiyana min û te oxira dawî bê xatirxwestin kir.

Tofan bûm di dilgermiya xwe de û hemû ji bo te.

Guleya dilovan im ji bo evîndarekî têkçûyî. Te ji xwe hez dikir

Ez quble û tewafa we me evîndarnoooo, ji min fêrî evînê bibin.

Hin jî pêxember im

Çimkî ez aşiqê yekemîn û têkçûyî me

Ez guneh im. Ez çemê ji evînê diherikim

Hineran radikim

Tofan û lehî me

Ez pêxemberê evîna dawî me

Min têk nebe. Da ku nameyên min bighêjin we. Û da ku hun wek min têkneçin.

"Ez ne pîr bûm, lê te ez pîr kirim. Di welatê xerîb û xurbetê werkirim".

Çima û te nekir.

Ez gul bûm te ez zuha kirim.

Ez buhar bûm, ken û evîn bûm, te ew jî birin…

Te çi kir û çi nekir lêêêê….

Ma gelo ez ê karibim careke din rabim ser pêyan?, da ko xewn û hêviyan pêkbînin.

Xewn şikestin, ka soza te..ko rojek di jiyana te de bimîne tê bi min re derbas bike.

Hêvî û xewn û evîn bûn pel û li ber bayê payîzê çûn.

Ez mîna pûtekî bi can im. Êşên min bê derman in.

Ez evîndarekî têkçûyî û şikestî me.

“Ez û mey û wêneyê te bûne heval... Bûne wek du yarên delal“.

Ma ez ê dawerivandina ramanan ji kê re bihûnim û ji kê re pêkenokan bidarvekim.

Ez şadtirîn berxik bûm, geştirîn mûm bûm, naziktirîn baran û lehî bûm, lêêêê...

Bila wek te be...bila wek te be...

Ma berxê qurbanan di kêferata serjêkirinê de dikare çi bike.

Ma çûkê serî jêkirî dikare bifire

Ma te carekê bi ya min kir

Ma ez çi ji van gulên hişk bikim?

Yazdeh salan te ez dagîr kirim

Te lingê xwe li her tiştî xist û

Te tiştek giring ji bîra kir

Te xatir nexwest.....û tu bû bîranîn

Lê hîn ez ji te hez dikim..

Û ezê ta û ta ji te hez bikim…li gel ko kêferata diljêkirinê dikim

Hîn ji te hez dikim

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com

qadoserin@hotmail.com