malperaQado Şêrîn.Tako zindî me mirî me, lê ko mirim zindî me..

  Pexşan..Pexşan..Pexşan..Pexşan..  
   Gelek bi xêr hatin, ser sera û tishtin din...  

 

Pexşan

-----------------------------


Du’ayê; silavan li xweda bike

 

Em hemû kurd in, …

kurd in û kurd in..dîsa kurdin..

lê... ?

Ta çi radeyê evîn dikare sînoran di navbera kurd û kurd e xaç bike.

Ta çi radeyê, ez kurd û tu kurd dikarin nevîçirçirkan bijmêrin.

Ta çi radeyê em dikarin kayê bi hev re bidêrin û,

Şimamok û laleyan bi hev re bîn û biçînin?.

Ji kujerên Du’ayê weyê li ser heyvê, li ser kîwanê, li derveyî jiyan û dinyayê dijîn.

ji wan hovan weyê ewê bi wî şêweyê hovane bikaribin ola Du’ayê biparêzin.

Ola Duayê baran e, gula bêhnêye, mûma xak û zeviyaye,

ola me hemiyane...hovnoooo..

Diyare birastî hov bûn, ji ber ko ne hov bana dê ne bi wî şêweyê hovane ew dilketiya evînê bikuştana.

Merov ne bi wî şêweyê hovane ola xwe ji êrîşên olên din diparêze.

Ne bi wî şêweyê ne mirovane rûmet û namûsa xwe diparêze, ne bi wî şêweyî gelê xwe şermezar dike, çimkî hun ne li ser stêrek din dijîn.

Hun kujerno li ser sînoran dijîn, li aliyê din ji wî sînorî olin din dijîn.

Pezê we û wan

Sehê we û wan

nêrî û beranên we û wan

baz didin ser bizin û mihên we û wan

ma hun ê bi kur de xwe û mih û bizinên xwe ji ber mêr, beran û nêriyên wan veşêrin û biparêzin,

bêhna we diçe wan, bêhna wan tê we,

li ser riya bêriyê,

li ser riya kaniyê,

milên we li milên wan dikevin,

çavên we bi cavên wan dikevin

hun û ew sînordaşên hev in, Mil di milda

Çiya rastî çiya nayê,

Lê hun bêhna ka û tûtina hev dikin,

Hun dergûşa neviyên hev dihejînin.

Parastina olê bi perwerdeyê dibe, ne bi kuştin û kevirbarandina hoviyane dibe..jixwe li aliyekî din ji jiyanê buhayê her laşekî melyonek pereye,

ev yek li aliyekî din ji aliyên sînoran dibe.

Du’ayê dê ne ya pêşî û her wisa ne ya dawî be ko bi wî şêweyê hovane, bi kevirbarandinê tê kuştin. Çimkî civaka Du’ayê(civaka kurdî bi tevayî) têkçûyîye, civak nijadperest û bê ujdane, civak di serdema bîst û yekê de hîna jî li têlekê dide, û ew têl jî rizyayî û zingar girtîye, dêmek li herêma wan hovan û gelek hovên aliyê din ji sînoran

û li gor yasaya wan hovan mafê jinê tune bijî.

Êdî gerek em jî mîna mar, marê çar serî, ji çerm ta bi çerm, ji hiş, raman û bîr û boçûnan ta bi hiş, raman û bîr û boçûnan biguherînin.

Du’ayê; ma te çi ji bilî evînê kirbû?,

ma gunehê te çi bû tu kurd hatî dinê?, tu Ezîdî an file..an misulman hatî dinê?..

Ma buhayê evînê jî kevirbarandine?!

Ma evîn jî merovan kevirbaran dike?,

Du’ayê; De ta ko buhayê evînê kevirbarandin be, emê jî mîna cendekê te bê maf û tiştin din bin.

Em li bihuştê hev dibînin; silavan li xweda bike…

 06/05/2007

 

   

 

 

     
 

 

Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com
qadoserin@hotmail.com
qadoserin@qadoserin.com